Malbata Şenyaşar: 3 salin kiryar di ber me re derbas dibin

  • rojane
  • 09:10 14 Hezîran 2021
  • |
img

RIHA - Mehmet Şenyaşar ê bav û 2 birayên xwe di êrişa parazvan û xizmên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz de winda kirin û ew bi xwe jî bi “teqlîdkirina mirinê” ji bûyerê rizgar bû, wiha got: “Me kiryar teşxîs kirin, lê hîna jî dest û milên xwe dihejin û di ber me re derbas dibin.” 

Parazvan û xizmên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildzi, di 14’ê Hezîrana 2918’an de, li dijî malbata Şenyaşar êriş pêk anîn. Di ser êrişê re 3 sal derbas bûn. Birayên hev Celal, Ferît, Mehmet, Fadil û Adil Şenyaşar di êrişê de birîndar bûn. Ji malbata Yildiz jî 8 kes birîndar bûn. Birayê parlamenter Yildiz, li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê jiyana xwe ji dest da.
 
Dûre parazvan û xizmên Yildiz, birayên hev ên Şenyaşar ên li nexweşxanê dihatin derman kirin, xistin hedefa xwe. Pişt re birayên hev Celal û Adil Şenyaşar li ber çavên xebatkarên tenduristiyê hatin kuştin. Dayik Emîne Şenyaşar û bav Haci Esvet Şenyaşar ên ku dibihîsin zarokên wan rastî êrişî hatin baz didin serwîsa lezgîn a nexweşxanê. Xizmên Yildiz, li ber çavên Emîne Şenyaşar hevjînê wê Esvet Şenyşar jî dikujin. Ji 5 birayan Mehmet Şenyaşar ê ku sivik birîndar dibe, bi “teqlîdkirina mirinê” ji bûyerê rizgar dibe.
 
TÊKOŞÎNA EDALETÊ YA MALBATÊ
 
Emîne Şenyaşar a ku hevjîn û 2 kurên xwe di êrişê de winda kirin, bi kurê xwe Ferît Şenyaşar re, ev 98 rojin li ber Edliya Rihayê çalakiya nobeta “Edaletê” dewam dikin. Ferdên malbatê di vê pêvajoyê de gelek caran hatin binçavkirin, lê dîsa dest ji çalakiya xwe bernedan. Mehmet Şenyaşar ê di êrişê de bi “teqlîtkirina mirinê” ji bûyerê rizgar bû û hevjîna Celal Şenyaşar Huriye Şenyaşar tiştên ku din ava 3 salan de qewimîn ji Ajansa Mezopotamya (MA) re vegotin.
 
BERÎ 14’Ê HEZÎRANÊ
 
Mehmet Şenyaşar ê ku ji ber li dikana malbata xwe mezê dike hin rojan beşdarî çalakiya "edaletê" ya malbata xwe dibe, wiha axivî: “Rojek berî bûyerê, jiyaneke me ya xweş û aram hebû. Bavê min 30 sal bû li bajêr esnaftî dikir. Ji bo ku em dilê hev neşkînin, dil nizm nêzî hev dibûn. Em di hema avahiyê de bi hev re rûdiniştin. Ji ber vê hem tim bi hevre dihatin malê. Ligel ku daîreyên me cuda bûn jî, em her tim dihatin daîreya ku dayik û bavê me lê dirûniştin. Em bi hevre rûdiniştin û me sohbet dikir. Di dawiya heftiyê de, em diçûn gund, hem em dixebitin û hem jî me bi hev re dem derbas kir. Heya roja 14 Hezîrana 2018’an…”  
 
ZAROK PIRSA BAVÊN XWE DIKIN
 
Şenyaşar, anî ziman ku ev tablo di 14’ê Hezîranê de, hat berevajî kirin û wiha got: “Berê me zêdetir tepsiyên xwarinê rêdikirin firinê, lê niha hejmara me pir kêm bûye. Hin caran ez bi tenê dayika xwe re xwarinê dixwim. Bav û du birayên min hatin kuştin. Birayekê min jî, di girtîgehê de ye. Derûniya  zarokên birayên min xirab bûne. Hina jî pirsa bavê xwe ji me dikin. Zarokê 4 salî dema dibêje ‘bavê min li kuye’ hûndirê me parçe dibe. Li nexweşxanê êrişê me kirin. Bi wêneyan me ew teşxîs kirin. Lê hîna jî dest û milên xwe dihejînin û di ber dikana me re derbas dibin. Polîsan li nexweşxanê mudaxileyî wan nekir. Dibin êrişan de ez sewqî Dîlokê kirim.” 
 
EDALETA KU PÊK NAYÊ
 
Şenyaşar, dest nîşan kir ku ligel 3 sal bi ser bûyerê re derbas bûn jî, edalet hîna nehatiye bi cih anîn û wiha bi dawî kir: “Piştî bûyerê, tu hêviya me ya edaletê nema. Birayê min ji nexweşxanê birin û girtin. Ji malbata Yildiz kesek negirtin. Em êrişkar teşxîs kirin, lê dozger ji me re got, ‘herin li mala xwe rûnin, dema ku dem hat, dê edalet pêk were.’ Lê hîna jî edalet nehatiye bi cih anîn. Çalakiya malbata min 98 roj ji dû xwe hiştin. Êdî dayika min nikare li malê rû ne. Dixwaze kurê wê bê berdan û bersûc bên darizandin. Dewlet cihê kesên em qetilkirin dizane. Naxwaze wan bi darizîne. Em spasiya kesên piştgiriyê didin têkoşîna me ya edaletê dikin. Em hêza xwe ya têkoşînê ji wan digirin. Em bang li hemû kesên bi wijdan dikin ku dengê xwe li dengê me zêde bikin.”
 
 3 SAL PIR ZOR DERBAS BÛN
 
Hevjîna Celal Şenyaşar ê di bûyerê de jiyana xwe ji dest da Huriye Şenyaşar jî, diyar kir ku 3 sal pir dijwar derbas bûn û wiha axivî: “Celal ji malê diçû kar û ji kar jî dihat malê. 3 sal ji bo min pir zor derbas bûn. Min di nava van sê salan de zarokên xwe jî pir bi xwe re êşandin. Di nava sê salan de, ma mirov her cara ku serê xwe dane ser balgî digirî? Her ku serê xwe datînim ser balgî ez digirîm. Gelo çawan dibe ku zarokek 8 salî bêje ‘ez nikarim nefes bigirim? Lê zarokê min ji min re dibêje ku ew nikare nefesê bigire. Her tim digirî. Ji bo ku ez wan baş mezin bikim, ez têdikoşim.” 
 
DAXWAZA EDALETÊ
 
Şenyaşar, bi bîr xist ku li ber çavê dayikekê komkujiyek hat jiyîn û wiha daxwaza edaletê kir: “Ligel ku cihê bersûcan tê zanîn jî nayin girtin. Dayikek û kurê xwe 98 rojin li ber edliyê nobeta edaletê digirin. Dozger û parêzer di ber wan re derbas dibin, lê ji ber zextên siyasî guhê xwe li daxwazên me digirin. Em nikarin windayên xwe paşve vegerînin, lê ger edalet pêk were, em ê hinek be jî rehet bibin. Ji bo ku zarokê min nefes bêhnê bistîne, divê edalet bê bicihanîn.”
 
MA / Emrullah Acar
 

Sernavên din

14/06/2021
11:08 Dozgerê Doza Kobanê bi heman şahidê veşarî lêpirsînên cuda bi rê ve dibe!
11:07 Doza JÎTEM’ê ya Enqereyê: Hişyariya neyên danişînê li bersûcan kirin
10:22 PDK Şandeya Aştiyê asteng dike
09:11 Çalakiya greva birçîbûnê 200 roj li pey xwe hişt
09:10 Malbata Şenyaşar: 3 salin kiryar di ber me re derbas dibin
09:09 Ekolojîst: Hilweşandina ekolojîk a piştî şer siyasî ye
09:08 Revend: PDK û MÎT dê sivîlan bikûje, wê PKK berpirsiyar nîşan bide!
09:08 Li Eynwerdê şopên berxwedanê û Sayfo mîna roja destpêkê ne
09:07 Greva birçîbûnê di roja 200’an de ye: Daxwaz azadiya Ocalan e
09:07 Gelê Wanê: Em heya dawiyê bi HDP’ê re ne
09:00 ROJEVA 14'Ê HEZÎRANA 2021'AN
13/06/2021
19:09 Girtiyên siyasî: Îxanet nayê qebûl kirin
17:02 KNK: Dest ji astengkirina dostên kurdan berdin
16:30 Di bombebarana Tirkiyeyê de 4 kesan jiyana xwe ji dest da
15:41 'Pêşî li sûcê Tirkiyeyê yên li dijî kurdan bigirin'
14:59 Delegasyona Navneteweyî: Demildest Tirkiye vekişe
14:17 Pirsên faşîst ên ezmûna fînalê betal bûn
13:29 Walitiya Mûşê Zozanên Şênê qedexe kir
12:27 Malbata Şenyaşar: Heta ku heq cihê xwe bibîne em ê têbikoşin
12:22 Şewata li Pîranê didome
12:14 Endamên Şandeya Aşitiyê ji Hewlêrê hatin dersînorkirin
10:11 Li Rihayê mirina biguman a jinekê
09:39 Prof. Gunday: Li dijî bloga îqtidarê, bloga demokrasiyê divê
09:08 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 199'emîn de dewam dike
09:07 Ava bermayî ya Heskîfa nû bêyî bê dawerivandin diherike gola bendavê
09:06 Paylan: Sirf ji bo zavê wî du SÎHA'yan bifiroşe aboriyê lewitandin
09:05 Peymana Stenbolê temînata jiyana jina ye
09:04 Keşîşxaneya St. Thomas hindik maye xera bibe
09:03 106'emîn salvegera Seyfoyê: Suryanî li benda hevrûbûyîn û lêborînê ne
09:02 Endama Ege TUHAY-DER'ê Altan: Em ê bi berxwedanê karibin tecrîdê bişikînin
09:00 ROJEVA 13'Ê HEZÎRANA 2021'AN
08:50 Rêveberên HDP’î hatin girtin
08:29 Di qezaya trafîqê de 2 mamosteyan jiyana xwe ji dest da
08:28 Li Gebarê şewat derket
12/06/2021
20:37 Îro 6 hezar û 76 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
18:22 'Ocalan 22 sal in li ber xwe dide'
17:18 Şandeya Aştiyê ya hat binçavkirin, dest bi greva birçîbûnê kir
16:27 ‘Tê xwestin ku rola pêşeng a jinan were asteng kirin’
15:44 Sengawî bertek nîşanî PDK’ê da: Qiyamet jî rabe, ez ê gule ne berdim
15:40 Xizmên Windayan li aqûbeta Keremoglu pirsîn
15:29 Li ber deriyê sînor bang kirin: Li dijî dagirkeriyê rabin
14:51 Di çalakiya ‘Rûniştina F’ de hat xwestin ku Osman Kose were berdan
14:41 ÎHD'ê xwest nexweşê pençeşêrê Çakal were berdan
14:36 Şewata li Çiyayê Gorseyê dîsa dest pê kir
14:09 Polîsên Elman û PDK'ê endamên Şandeya Aştiyê binçav kirin
14:07 ÎHD: Girtiyê nexweş Kara berdin
13:54 Başaran: Em ê bibin deng û rengê jinan
13:47 Dayikên Şemiyê li kujerên Mûrat Aslan pirsîn
13:21 Li zanîngehê pirsa nijadperest: Divê kîjan partiya kurdan were girtin?
13:07 Siyasetvan Ferîdun Yazar li ser gora xwe hat bibîranîn
12:40 Di doza Soma de daxwaza reda dadgerî red kirin
12:01 Di 70 saliya wî de ew winda kirin
11:49 Cendirmeyan mudaxileyî welatiyên ku sewalên xwe xwestin kirin
11:06 Malbata Şenyaşar: Di doza me de qanûna serdestan tê sepandin
10:55 Turkdogan: AYM manipulasyonê dike, ew însan dikaribûn bihatana rizgakirin
10:00 Li 35 gundên Bedlîsê qedexeya derketina derve hat ragihandin
09:55 Çevîrmen: Divê pêşîniya me daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de ne
09:01 Term: Çîroka pevçûna Qanaxî û Ûsikîyan
09:01 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 198'emîn de dewam dike
09:01 'Divê em berxwedana girtiyan mezin bikin'
09:01 Ji ber hişkesaliyê berên wan qels bûne
09:01 28 sal in kiryarên rojnamevan Karaagar nehatine dîtin
09:01 Di şert û mercên dijwar de dixebitin
09:01 Li serê her kuçeyekê Amedê zarokên tên xebitandin hene
09:01 'Heya xizanî hebe, dê pêşî li ber karkeriya zarokan neyê girtin'
09:01 Welatiyên Mexmûrê: Bêdengiya NY'yê nayê qebûlkirin
09:01 Jinan dest bi amadekariyên mîtînga Stenbolê kirin
09:00 ROJEVA 12'Ê HEZÎRANA 2021'AN
08:48 Şewata li Kerboranê dewam dike
08:47 Eskerekî din mir
08:42 Motosikleta polîsan li zarokan qelibî: Yek jê giran 4 birîndar
11/06/2021
23:27 CÎK: Hevkariya kurdan a bi dagirkeran re heram e
19:56 Îro 69 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:54 Endamê HDP'ê yê hatibû binçavkirin hat berdan
19:25 Dayika Aştiyê Muhteber Bor jiyana xwe ji dest da
16:55 Şandeya Şopandina Çalakiya Greva Birçîbûnê: Bila binpêkirinên mafan bi dawî bibin
16:41 ‘Rejîma tecrîda li Îmraliyê bi dawî bikin’
16:40 Hevşaredarê Wanê Avci bi şertê kontrola edlî hat berdan
16:15 Polîsan destûr neda nimêja cenaze bê kirin!
16:12 Şandeya KCD û DBP'ê serdana esnafên Şirnexê kir
15:50 Li Cizîrê kesek hat binçavkirin
15:27 ‘Divê girtîgeh ji bo venêrîna şandeyên serbixwe werin vekirin’
15:23 Banga rakirina tecrîdê li Wezareta Dadê kirin
15:23 Piştî daxwaza dozger darizandina parlamenterê HDP'î sekini
15:01 TOHAV û OHD’ê serdana Malbata Şenyaşar kirin
14:50 Li qûntara Cûdî banga xwedî derketina li xwezaya Kurdistanê kirin
14:49 ‘Her kes dizane kî mafya ye’
14:48 Berdevkê Artêşa Iraqê: Ya ku tê jiyîn dagirkeriyek mezin e
14:34 Ciwanên ku têkiliya dewlet-mafyayê teşhîr kirin hatin binçavkirin
14:26 ‘Şewatên li heremê bi zanebûn tên derxistin?’
14:25 Baroya Amedê: Di 8 salan de 494 zarokên karker mirin
14:10 Li Pasûrê paletiya kurmê hevrîşimê nehat kirin
13:39 ÎSÎG: Di 8 salan de herî kêm 513 zarok li ser kar jiyana xwe ji dest dan
13:23 Têkiliyên ‘dewleta kûr’ û PKD’ê yên bi hevre dîsa ket rojevê
13:08 Di Festîvala Filman a Navnetewî de navê ‘Kurdistan’ sansûr kirin!
12:43 Parêzer, malbat û wasiyê Ocalan serî li dozgeriyê dan
12:42 Turkdogan: Windabûneke maf tune ye pêvajoya AYM’ê didome
12:25 Ahmet Turk: Divê birêz Barzanî gotinên xwe ji bîr neke
11:47 Mirina leşkerekî din a gumanbar
11:19 Avci û yên pêre sewqî edliyê kirin