Rêvebera HDP'ê ya Hewlerê: Xelkê Mexmûrê dixwaze Neteweyên Yekbûyî serdana kampê bike

  • rojane
  • 09:12 15 Hezîran 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya nûnertiya HDP ya Hewlêrê serdana Wargeha Penabaran a Mexmûrê kirin û lêkolîn pêk anî. Rêvebera HDP ya ji Nûnertiya Hewlerê Mizgîn Arî diyar kir ku armanca êrişa li ser Mexmûrê komkujiyeke mezin bûye û got: “Cihê ku êriş hatiye kirin, seyrangeh û park bûye.”         

Balafirên şer ên Tirkiyê di 5’ê hezîranê de Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cudî (Mexmûr) hat bombebarankirin. Ji ber ku bombebaran di seatên nîvro de pêk hat zirareke can û madî çênebû. Piştî êrişa li ser Mexmûrê Şandeya Nûnertiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Hewlerê ku ji 4 kesan pêk dihat çû cihê bûyerê û li wir lêkolîn kirin û serdana şêniyên Mexmûrê kir. Yek ji kesên ku di vê şandeyê de cih digire jî  Rêvebera HDP ya ji Nûnertiya Hewlerê Mizgîn Arî bû. 
 
Arî derbarê lêkolînên ku wan li wargehê kirin û têkîldarî geşedanên ku li başûr diqewimin ji ajansa me re axivî. 
 
MEXMÛRÎ DIXWAZIN NETEWÊN YEKBÛYÎ SERDANA KAMPÊ BIKE 
 
Arî diyar kir ku di lêkolînên xwe de tişta ku wan dîtiye ew bû ku êriş rasterast li dijî jin û zarokan pêk hatiye û got: “Piştî êrişa li dijî Mexmûrê em weke şandeyek HDP'ê çûn wargehê û me cihê bûyerê lêkolîn kir. Tişta ku me li wir dît ew bû ku raste rast jin û zarok hatine hedef girtin. Di êrişê de ziyaneke can û madî çênebûye. Lê dibe ku çêbûya jî. Çimkî cihê ku êriş pêk hatiye qada seyrangeh û park e. Me li wir li gelê wargehê jî guhdar kir. Gelê wargehê dibêje ‘em di bin ewlehiya hêzen navnetewî û dewleta Iraqê de ne.  Çawa çêdibe ku dewleta tirk, di bin ewlehiya wan da dikara êrişî me bike? Ne mûmkune ku ev hêz ji êrîşan bê xeber bin. Eger agahiya wan jê hebe, ev jî hevkarên êrişên dewleta tirk in. Eger agahdar nebin divê li hemberî van êrişan deng derbixin û helwestek nîşan bidin’. Gelê Mexmûrê daxwaz dikir ku komiteyeke ku ji Netewên Yekbûyî pêk tê biçe cihê bûyerê û rewşê di cih de bişopîne. Em ji vê daxwaz dikin û divê demildest ev daxwazî pêk bê." 
 
 'ARMANC KOMKUJIYEKE MEZIN BÛYE' 
 
Arî diyar kir ku armanca êrişa Tirkiyê ew bûye ku komkujiyeke mezin pêk bîne û wiha got: “Daxwaza wan encam negirtiye. Gelê Maxmûrê ku ji ber zilm û zordariya Tirkiyê koçber bûne 27 sal in 27 sal in li vir jî bi êrişên Tirkiyê re rûbirû ne. Bi taybetî jî di 4 salên dawî de Tirkiyê gelek caran Mexmûrê bombebaran kir. Di vê bombebaranê de armanc ew bûye ku komkujiyeke mezin pêk bînin. Lê ev daxwazî û hewledana wan bêencam maye. Dewleta tirk jî baş dizane ku êdî kurdê ku bi gotina wan bike nema ye. Îro gelê kurd ji bo azadiya xwe, nasnameya xwe û doza xwe şer dike. Bedela wê çi bibe bila bibe di vê daxwaziya xwe de gav paşve navêje. Berxwedana Mexmûrê tirs xistiye dilê wan. Ji ber wê îro careke din ji hewayî ve êriş dikin. Ev şer îro ne tenê li çiyayên başûr, ji Hewlerê bigirin heta Duhokê ev şerê qirêj tê meşandin.” 
 
'BI ÊRIŞAN BERSIVÊ DIDIN DAXWAZA AZADIYÊ' 
 
Arî di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku êrişa li dijî Mexmûrê dijminahiya li hemberî gelê kurd e û wiha got: “Dîyar e ku rejîma faşîst a AKP'ê û MHP'ê di dijminahiya li dijî gelê kurd de tu sînoran nas nake. Divê gel xwe nexapîne û êdî ji derewên AKP'ê û MHP'ê bawer neke. Hemû tişt aşkereye û li ber çavan e. Bi van êrişan em dibînin ku dijminatiya gelê kurd dikin. Vê rejîmê destkeftiyên kurdan hemû kiriye armanca êrişên xwe. Dixwazin bi van êrişan dawî li hebûna kurdan bînin. Bi êrişan bersiva daxwazên gelê kurd didin. Lê tevî van êrişan jî 27 sal in gelê Mexmûrê li ber xwe dide û hêzê dide têkoşîna gelê kurd. Ev êriş nikarin serê berxwedanê bitewînin û wê nikaribin jî. Ji ber tirs girtiye dilê wan êriş dibin ser kampê. Gelê Mexmûrê bi vîn û biryardar li hemberî van êrîşan derdikeve."   
 
'HERÊM TÊ TALANKIRIN’ 
 
Arî anî ziman ku Tirkiye bi êrişan tenê sînordar namîne û di heman demê de dixwaze Kurdistanê dorpêç bike û wiha domand: “Çar perçeyên Kurdistanê bi van êrişên hovane re rûbirû ye. Bi salan e tifaqa AKP-MHP’ê li her çar perçeyên Kurdistanê şereke qirêj dide nelabdşbç Ji bo dagirkirina xaka Kurdistanê hemû derfetan bikar tînin. Bi çekên herî giran êriş dikin. Li deştan, li çiyayayan li dijî gelê kurd şerekê qirkirinê dane destpêkirin. Weke ku tê zanîn di 23'ê Nîsanê de dewleta tirk li dijî herêmên Metîna, Zap û Avaşînê dest bi operasyoneke leşkerî kir. Di vê operasyonê de gelek qadên gel hatin bombebarankirin. Bi vê jî neman, li gundên ku bombebaran kirin, talan kirin û pişt re jî dizî kirin. Amûrên welatiyan difiroşin û herêmê bêdar dihêlin.  Bi van pêkanîna em dibînin ku dewleta tirk ne tenê li hemberî  hebûna kurd, di heman demê de li hemberî warên kurdan jî konsepteke nû daye destpêkirin. Dijminahiya xwezayê û gelê kud dikin.  Îro dixwazin Metîna, Zap û Avaşînê dagir bikin, sibê jî wê Duhok, Kerkuk û Hewlerê dagir bikin. Lê li dijî operasyona dagirkirina axa Kurdistanê gelê kurd di nav bi vîn û îradeyeke herî mezin berxwe didin û dîrokê dinîvîsin."
 
'ÎRO METÎNA, ZAP Û AVAŞÎN E, SIBÊ DOHUK, HEWLÊR Û KERKÛK E' 
 
Arî anî ziman li dijî operasyonên qirkirina gelê kurd erka pêwîst helwesta netewî ye û vê bang kir: "Divê êdî hemû hêz û partiyên Kurdistanî ve rastiyê bibînin. Dem dema xwedî derketina deskeftiyên Kurdistanê ye. Li dijî vê dagirkirinê bêdengî tê wateya erêkirina dagirkirina axa Kurdistanê. Heger îro em li hemberî vê dagirkirinê helwesteke netewî nîşan nedin, em ê tenê bi temaşekirina dagirkirina xaka Kurdistanê re sînordar bimînin.  Eger ku helwestek netewî dernekeve, wê sibê  êrişî Hewlêr, Kerkuk û Misûlê bikin. Divê gelê kurd û dostên kurdan vê yekê wisa bibînin û binirxînin."
 
MA / Zeynep Durgut 
 

Sernavên din

16/06/2021
17:12 Ji dayika ku zarokek wê HPG'î ye û yek jî pêşmerge ye bang
16:44 KESK’ê serdana Malbata Şenyaşar kir
16:22 Bûldan: Çarenûsa elewî, ermen û kurdan wek hev e
16:03 Ferman a YNK’î: Em li dijin ku li ser navê hikûmetê banga şer bê kirin
15:40 Xelkê Qamişloyê êrişên Tirkiyê şermezar kir
15:07 Hevdîtina Putin û Biden dest pê kir
15:04 ‘Em li ser axa xwe bûn dagirker!’
14:44 Ji ber hevdîtina Putin û Biden çavê herkesî li Cenevreyê ye
14:43 Hevşaredara Çinarê Tamrîş hat tehliyekirin
14:42 Girtiyê nexweş Ozkan ji bo raporê sewqî Xarpêtê kirin
14:32 Înîsiyatîfa Parastina Kurdistanê: Li dijî dagirkeriyê bibin yek
14:22 Beştaş: Li şûna îtirafên Peker, ji bo girtina HDP’ê ketine tevgerê
14:05 Berdevkê Hikumeta Başûr Adil: Êriş statuya Kurdistanê qels dike
13:45 Bûldan: Têkoşîna gelan wê demokrasiyê bîne vî welatî
13:17 Dayikên Aştiyê ji bo hevdîtina bi Şenyaşar re çûn Rihayê
13:11 Di Doza Kobanê de grûpek nijadperest hewl da êrişî HDP’iyan bike
12:59 Polisan li Stenbolê 5 kesan binçav kirin
12:53 Şenyaşar ên 100 roj in ‘edaletê’ dixwazin: Wê roja hesab dayînê were!
12:08 Doza Kobanê: HDP’ê tu demê banga tundiyê nekiriye
11:55 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:47 Pêşmergeyê berê: Ez ê guleyê berdim xwe, lê bernadim PKK'ê
11:35 Ji Ayhan Bîlgen peyama destpêkê
11:19 Di Partiya Saadetê de aloziya kongreyê!
11:14 Xebatkarên tenduristiyê yên PDK'ê şermezar kirin dest bi grevê kirin
10:53 Ji ber li dijî xwişk-birakujiyê derket gefa kuştinê lê xwarin
10:51 Di Doza Somayê de biryar hat eşkerekirin: Malbatan eywana danişînê terikand
10:32 Gardiyanan li girtiyên li dijî jimartina li ser piyan derketin xistin
10:27 Tevgera Azadî bang li PDK’ê kir: Divê hûn daxwazên dagirkeran bi cih neyînin
10:27 Hevseroka KNK'ê Zeyneb Mûrad: Em bi ruhê seferberiyê Kurdistanê biparêzin
09:08 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 202'yemîn de berdewam dike
09:07 Di 15 saliya xwe de hat zewicandin: 97 sal umrê min e, min tu tişt ji jiyanê fêm nekir
09:06 450 karker 5 roj in di grevê de ne
09:06 Qeyûmê Êlihê dê bi 6 milyonan avahiya midûriyeta polîsan çêbike!
09:05 Cotkarê di nav deynan de maye: Ez ê dest ji cotkariyê berdim
09:04 Qedexeya li Wanê veguheriye 'Rewşa Awarteya mayinde'
09:00 ROJEVA 16'Ê HEZÎRANA 2021'AN
08:48 Li Bedlîsê çalakî û şahî hatin qedexekirin
00:06 4 kesên di Doza Kobaniyê de hatin berdan, ji girtîgehê derketin
15/06/2021
21:18 Li Hezexê ciwanekî xwe kuşt
20:44 Bûldan: Em ê li ber edaletê hesabê hemû sûcên li hemberî jinan bipirsin
20:11 84 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:03 Beştaş: Tecrîda li ser Ocalan fikaran zêde dike
16:37 Di Doza Kobanê de 4 tehliye
16:14 Karker û kedkar ji bo berxwedana 15-16’ê Hezîranê daketin qadan
16:12 ‘Di civînên MYK’a me de axaftina bi naveroka tundiyê nehatine kirin’
15:47 Lekolîna ewil a doza girtina HDP’ê di 21’ê Hezîranê de ye
15:29 Sancar: Ji bo heqîqetê em Dadgeha Rûsselê ava bikin
15:27 Bûldan serdana malbata Fîgen Yuksekdag kir
15:06 Qedexeya derbarê rojnamevan Kara de nehat rakirin
14:51 Bûldan bi jinên karkerên tekstîlê re civiya
14:40 Ozsoy: Lûtkeya NATO’yê qada bizava Erdogan teng kir
14:25 Çepnî: Qesr hewl dide civak bêdeng bibe
14:24 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê careke din serlêdan kirin
14:06 Ji parêzerê Doza Kobanê Îlkîz: Kes nizane bi çi tê sûcdarkirin
14:04 Ji Iraqê hewldana dîplomatîk a li dijî êrişa Tirkiyeyê
12:34 Malbata Şenyaşar: Qanûn pir in lê edalet tune ye
12:19 Danişîna Doza Kobanê bi îttîrazên parêzeran dest pê kir
12:16 18 sal in Parlementoya Herêma Kurdistanê biryara derxistina 'TSK'ê nasepîne
12:12 Hevberdevkên HDK’ê: Pirsgirêka kurd faktora sereke ye
11:55 Komek hunermend: Em banga diyalogê li hêzên kurdî dikin
11:29 Fermandarê Pêşmergeyan: Em li dijî şerê navxweyî eniyek ava bikin
10:32 Li Rojava dexl û dan desteser kirin, li Rihayê jî li hev parî kirin
10:21 Duh gund îro daristan tên şewitandin
10:06 Financial Timesê Civîna Bilind a NATO’yê bi wî wêneyî derxist manşetê
09:47 Li bejahiya Mehsertê şewat derket
09:19 Koma 41'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:18 Jiyan, bîranîn û têkoşîna Binevş Agalê kir pirtûk
09:18 ‘Tirkiye di pirgsirêka kurdî de xwe li polîtîkayên qirkirinê girtiye'
09:17 Doza Kobanê: Heyeta dadgehê fermanên tên dayîn pêk tîne
09:17 Dixwazin çîlekên Sasonê daxilî bazara cîhanê bibin
09:16 Bi hinceta ku 'ava qawîşê zêde xerc kiriye' nayê berdan
09:16 Qeyûm taxê di bin toz û dûmanê de hiştiye
09:12 Kovareke wêjeyî ya nû: Destar
09:12 Rêvebera HDP'ê ya Hewlerê: Xelkê Mexmûrê dixwaze Neteweyên Yekbûyî serdana kampê bike
09:00 ROJEVA 15'Ê HEZÎRANA 2021'AN
14/06/2021
20:45 Îro 74 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:51 Bîlgen: Ji bo pêşî li ber mirinê bê girtin daxilî nav siyasetê bûm
16:15 ‘Berpirsiyartiya xwe bi cih bînin’
15:51 Erdogan bi Johnson û Merkel re hevdîtin pêk anîn
15:43 Li Helebçeyê teqîn: Kesekî jiyana xwe ji dest da
15:25 Macron: Min ji Erdogan re got ku divê mutefîkên NATO’yê stratejiya xwe ya hevpar zelal bikin
15:24 Şandeya Bexdayê li Mexmûrê lêkolîn kir
15:01 ‘Em li dijî tecrîdê deng derxînin’
15:01 Jinên di zeviyan de dixebitin: Kar û barê me li her derê pir e
14:43 Parêzeran belgeya ku dozger di dosyeyê de ji bîra kiriye pirsîn!
14:28 Hevserokên HDP’ê: Mesele pêşeroja Tirkiyeyê ye
13:59 Sekreterê Giştî yê NATO’yê: Di têkiliyên transatlantîk de em dest bi demeke nû dikin
13:52 Duh li Tirkiyê îro li Herêma Kurdistanê hat dersînorkirin!
13:44 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:43 Emîne Şenyaşar: Ev 3 sal in li edaletê digerim lê min nedît
12:42 Demîr Çelîk: Diviyabû ewqas nizm nebûna
12:23 4 jinên siyasetmedar sewqî edliyeyê hatin kirin
12:22 Kaplan a bi salan e tundî lê tê kirin: Piştî ku em hatin kuştin bila dengê me neyê bihîstin
12:21 Di Doza Somayê de bertek nîşanî dadgehê dan: Dawî li vê şanoyê bînin
12:03 Şandeya Aştiyê li Hewlêrê kampanya da destpêkirin
11:58 Senatorê Fransayê banga rawestandina êrişên ser kurdan li NATO’yê kir
11:58 Daxwaza reda dadgerî ya Doza Kobanê hat redkirin
11:36 Li Amedê di serdegirtina malan de 9 kes hatin binçavkirin
11:25 Doza Soma bi dirûşmeya ‘Edaletê’ dest pê kir
11:22 Di civîna Bilind a NATO’yê de çi hene?