Endamê Heyeta Aştiyê ya li Hewlêrê hat astengkirin: PDK îxanetê dike

  • rojane
  • 09:00 19 Hezîran 2021
  • |
img
ŞIRNEX - Alî Yildirir ku di nav Heyeta Aştiyê de bû û çûbû Balafirgeha Hewlêrê û paşê hatibû dersînorkirin, anî ziman ku PDK "îxanetê li gelê kurd dike." 
 
Ji bo pêşî li ber operasyona eskerî ya Tirkiyeyê ya li Metîna, Zap û Avaşînê bê girtin, Heyeta Aştiyê ku parlementerên biyanî jî di nav de bûn, çûbû Hewlêrê. Heyet li Hewlêrê hatibû sekinandin û ji aliyê rayedarên PDK'ê ve hatibû dersînorkirin. 
 
Ji 150 kesên di nav heyetê de yek jê jî siyasetmedar Alî Yildirir bû. Yildirir, dema dersînorkirinê, operasyona Tirkiyeyê û rola PDK'ê nirxand. 
 
YEKÎTÎ BIVÊ NEVÊ YE
 
Yildirir, anî ziman ku ji bo şaşiya polîtîkaya PDK'ê bi rayedaran re nîqaş bikin çûne Herêma Kurdistana Fede, lê çawa gihaştine Balafirgeha Hewlêrê asayîşê pêşiya wan girtiye. Yildirir, destnîşan kir ku li wir anîne ziman ku ev nêzîkatî nêzîkatiyeke şaş e û bi tu awayî xizmeta yekîtiya kurdan nake, lê belê asayîş ji ya xwe daneketiye û ji ber vê li wir dest bi greva birçîbûnê kirine. Yildirir, bilêv kir ku ji ber ku tevkariya PDK'ê ya bi Tirkiyeyê re û şîrîkantiya wê aşkere bûye û PDK nikare ser wê binixumîne û argumaneke wê ya qanehkirinê tune ye, ew asteng kirine. 
 
Yildiri got: "Valakirina gundên Başûrê Kurdistanê, şewitandina xwezaya wê, kuştina mirovan dê çawa rave bikin? Ji ber ku nikare rave bike, pêşiya heyetan digire. Helbet di vir de rola sereke ya Tirkiyeyê ye ku pêşî li ber hevdîtinê girtiye."
 
Yildirir, destnîşan kir ku ji bo kurd bi hev re şer nekin tevdigerin û got: "Yekîtiya kurdan, ji bo kurdan bivê nevê ye." 
 
Yildirir got: "Kurd gava bibin yek, dê azad bibin. Têkiliya PDK'ê ya bi Tirkiyeyê re, tasfiyekirina Tevgera Azadiyê ya Kurd, astengkirina yekîtiya kurdan û dagirkirina axa Başûrê Kurdistanê bi destê dewleta tirk a dagirker, ji aliyê tu kurdî ve nayê qebûlkirin. Helwesta PDK'ê, bi awayekî aşkere îxanet e. Malbata Barzanî, berjewendiyên xwe di ser berjewendiyên Kurdistanê re digirin. Ev nayê qebûlkirin. Armanca tevkariya PDK-TC'ê tasfiyekirina Tevgera Azadiyê ya Kurd e. Ji lew re Tevgera Azadiyê ya Kurd ji xwe re wekî tekane astengiyekê dihesibînin." 
 
Yildiri, bibîr xist ku Tevgera Azadiyê ya Kurd û rewşenbîrên kurd demeke dirêj e ji bo Kongreya Neteweyî hevdîtinan bi partiyên Herêma Federe re dikin, lê belê PDK her tim astengiyan datîne ber wê û li ber yekîtiya neteweyî disekine. 
 
Yildirir, bilêv kir ku berjwendiyên hemû perçeyên Kurdistanê ne di etra PDK'ê de ne û got: "Çavê wan tenê di petrola Başûr de ye. Gelê Kurdistanê birçî dihêlin û sermaye û pereyên xwe jî dişînin Tirkiyeyê. Lewma naxwazin ji kontrola Tirkiyeyê derkevin. Çendî ku PDK, guh nad ebangawaziyên Tevgera Azadiyê û rewşenbîrên kurd a ji bo yekîtiyê jî, lê belê dê xebatên ji bo yekîtiya neteweyî û kongreya neteweyî tim hebin. Heger PDK xwe nede ber yekîtiya neteweyî û li cem TC'ê tevbigere, dê kurd ji xeynî PDK'ê jî yekîtiya xwe çêbikin û kongreya neteweyî li dar bixin. PDK, xwe li cem dewleta tirk a dagirker bi keys kiriye û naxwaze civaka kurd bibîne. Baweriya wê bi hêza gelê wê, bi gelê kurd û gelên din ên Başûrê Kurdistanê nayê û ji dêvla ku vîna wan esas bigire, li gor dîrektîfên dagirkeran hereket dike. Lewma em mecbûr in li gor helwesta Tevgera Azadiyê û helwesta Rêberê Gelê Kurd tevbigerin. Ji lew re yekîtiya neteweyî û astengkirina şer tekane peywira me ye." 
 
Yildirir, destnîşan kir ku şerekî muhtemel ê di navbera kurdan de dê bi kêrî dijminan bê û di vî warî çi bikeve ser milê wan rewşenbîrnên kurdan dê bikin û dê heya dawî diyalogê esas bigirin. 
 
Yildirir, di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku divê PDK, partiyên din û sazî û dezgehên herêmê berbayî lîstikên Tirkiyeyê nekevin. 
 
MA / Mujdat Can 
 

Sernavên din

21/06/2021
11:35 Rûniştina 6’emîn a Doza Kobanê dest pê kir
11:33 Malbata Şenyaşar banga piştevaniya hiqûqî li 81 baroyan kir
10:32 Polîs ji xizmên Poyraz re got: Em vê li cem wî nahêlin
10:32 Ji ber dişibiya kesek din bi êrişê re rûbirû ma
10:12 Hişyar Ozsoy: Çeteyên ku dewlet wan xwedî dike kujeran hildiberînin
10:05 PDK li Zagrosê amedekariya operasyonê dike
09:55 Di hilbijartina Ermenistanê de dîsa Paşinyan bi ser ket
09:55 Li 19 gundên Bedlîsê qedexeya derketina derve hat ragihandin
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 207'emîn de didome
09:00 Ji bo Poyraz 5 roj in di nobetê de ne
09:00 Girtiyen di greva birçîbûnê de ji civakê çareseriyê dixwazin
09:00 Qaymeqam gef li gundiyên ku li dijî kana mermer derketin xwar
09:00 Jin di xwedîderketina peymanê de bi israr in
09:00 ‘Koçberî girêdayî çareserkirina Pirsgirêka Kurd e’
09:00 Ligel Ekînciyê girtî nexweş e jî nabin nexweşxaneyê
09:00 Kana mermer heye lê rê, av û şebeke tune ye!
09:00 ROJEVA 21'Ê HEZÎRANA 2021'AN
20/06/2021
21:50 Li Cûdî şewata daristanê
19:23 Înisiyatîfa Parastina Kurdistanê li dijî êrişan banga yekitiyê kir
17:10 Motîfa kûlîlkê nedan Gergerlîoglû
17:01 Bi roketan êrişî baregeha Emerîkayê kirin
16:33 Li deşta Nasirxanê 200 donim erd şewitî
16:14 Hejmara kesên li Pirsûsê jiyana xwe ji dest dan derket 5’an
15:55 Rojnameger Akinan: Darên Zeytûnan dibirin û teytê talan dikin
15:55 Di çarçoveya dosyaya Hurmuz Dîrîl de 3 kes hatin binçavkirin
15:43 ÎHD: Sedema binpêkirinên mafên penaberan polîtîkayên cihêkariyê ne
15:27 Hevserokê YNK’ê Cengî: Divê pêşmerge neçe şerê birakujiyê
15:17 Pêşmergeyên Dêrîn bertek nîşanî operasyona artêşa tirk da
14:42 Ji 324 rojnamegerên kurd banga yekitiyê
14:19 Li Pirsûsê şer: 2 kes mirin 8 kes birîndar bûn
14:05 Parlementerê Iraqî: Sedema êrîşên Tirkiyeyê bêdengiya raya giştî ye
13:48 Şandeya hevpar: Tirkiye dixwaze tişta li Sûriyeyê kir li Îraqê jî bike
13:12 Demîr: Kesên hedef nîşandan û tetikkêş di heman hişmendiyê de ne
12:49 Em tundiyê frên dikin: 150 ajokarên texsiyan hatin perwerdekirin
12:33 Axaftina di navbera Ateş û Korkmaz de hat weşandin
12:05 ‘Divê em li dijî kedxwarina penaberan bi hev re têbikoşin’
11:47 Nûnerên Darazê: Hempîşeyên me biryarên şaş didin
11:15 Malbata Şenyaşar: Hêviya me bi piştgiriyan mezin dibe
11:06 Di şermezarkirina qetilkirina Denîz Poyraz de tundiya polisan
10:50 Li Rojhilatê Kurdistanê kolberekî hat qetilkirin
10:48 Li Panosê 5 kes hatin binçavkirin
10:43 Kujer Gencer li xwe mikur hat ku li Minbicê perwerde dîtiye
09:57 Înîsiyatîfa Kurdistanê Biparêze: Li dijî êrîşan bêdeng nemînin
09:46 Karsaz Sezgîn Baran Korkmaz li Avûstûryayê hat binçavkirin
09:46 Dayikên Aştiyê: 40 sal in em li ber xwe didin
09:04 Koma 42'yemîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:03 Dê jin dev ji Peymana Stenbolê bernedin
09:02 Dê ji bo teşxîskirina nexweşînê wî bişînin ATK'ya Stenbolê
09:00 Serevan deyn dikin, şîrket qezenç dikin
09:00 ROJEVA 20'Ê HEZÎRANA 2021'Ê
19/06/2021
23:52 Ozturk: A ku me li ser pêyan dihêle mîrateya Seyîd Riza ye
23:38 Li Dara Hênê zilamekî dest dirêjî zarokekê kiriye
23:20 Li Efrînê di 12 rojan de 8 sivîl hatin kuştin
22:54 Li Stenbolê 6 û li Enqereyê jî 4 kes hatin berdan
22:01 Li Silêmaniyeyê êrîşa SÎHA'yan
21:37 Li Êlihê 16 kes hatin berdan
21:32 51 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:59 Kiliçdaroglû hevdîtin bi malbata Şenyaşar re kir: Ev edalet û hiqûqeke çawa ye?
18:42 'Peyman a me ye, em dev jê bernadin'
18:35 Piştî mîtîngê polîsan mudaxileyî jinan kir: 6 jin hatin binçavkirin
18:23 Îfadeya kesên ku Gencer piştî êrîşê pêwendî bi wan re daniye nehat girtin
17:09 Dayika Rahşan Demîrel: Sekna dayikên Kurd wê kela zilmê hilweşîne
17:08 Rogers Waters ji bo hunermend Nûdem bang kir
16:47 Jinên tevlî mîtîngê bûn: Em rêxistina xweparastinê ava bikin
16:32 Protestokirina qetilkirina Poyraz didome: Berpirsiyar îqtidar e
15:52 Li Stenbolê erdhej çêbû
15:48 Rahşan Anter a çû şîna Poyroz: Ev têkoşîn naqede
15:33 Şaxa ÎHD’ê ya Amedê kongreya xwe pêk anî
14:48 Ji bo girtiyên nexweş Guler û Erbag banga berdanê kirin
14:47 Denîz Poyraz li gundê ku lê hatibû dinê hat bibîranîn
14:20 Li Êlihê polîsan mudaxileyî daxuyanî kir: Hevşaredar Mehmet Demîr hat îşkencekirin
14:13 Wêneyê Denîz Poyraz bi sûrên Amedê ve kirin
13:48 Mitînga jinan a li Stenbolê dest pê kir: Em ê dest ji Peymana Stenbolê bernedin
13:41 ’27 sal derbas bû, ez hestiyên kurê xwe dixwazim’
13:31 ÎHD û Xizmên Windayan: Faîlan bibînin û bidarizînin
12:31 Şîna Denîz Poyraz danîn
12:03 Tifaqa Kurdistanî: Em ê li hemberî êrişan navber nedin meşa xwe ya azadiyê
11:56 Serokkomarê nû yê Îranê diyar bû
11:22 Komîsyona li dijî tundiya ser jinê ligel kuştina Poyraz jî, civîna xwe dewam kir
10:59 Êrişkarê AKP’a Hênê biraziyê rêveberê AKP’ê ye
10:37 Jin: Em kujerê Denîz nas dikin
10:35 Şêniyên Amedê: Faîlê êrişa li Îzmîrê Erdogan, Soylû û Bahçelî ne
10:11 Li gundê Denîz Poyraz jî wext bihûrî lê zext qet neqediyan
10:04 Deynên qeyûm astengiyek mezin e li ber xizmeta gel
09:41 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 205'emîn de berdewam dike
09:01 Dadgeha Bilind cezayê li Demîrel hatibû birîn xera kir
09:01 Bavê jina ku gotin biqeza miriye: Keça min hat kuştin
09:00 Endamê Heyeta Aştiyê ya li Hewlêrê hat astengkirin: PDK îxanetê dike
09:00 Daxwaza taloqkirina înfaza girtiyê nexweş ê 81 salî hat redkirin
09:00 Fiyet pir biha bûn, her kes diqilqile
09:00 ROJEVA 19'Ê HEZÎRANA 2021'AN
18/06/2021
21:10 Îro 59 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
21:03 Denîz Poyraz bi qurnefîlan hat definkirin
17:14 Malbatên Girtiyan: Dest ji zilma li zarokên me berdin
16:50 Di ser êrişê re 30 saet derbas bûn: Erdogan û Soylû hêj daxuyanî nedane
16:47 Bi hezaran kes Denîz Poyrazê bi rê dikin
16:27 Baroya Dîlokê: Em ê piştevaniya Malbata Şenyaşar bikin
16:22 Kujer ji bo destê xwe bişo qat bi qat geriyaye
16:20 Li gelek navendan êriş hat şermezarkirin: Denîzek çû wê bi hezaran Denîz rabin
15:54 Gefa 'birîna mûçeyê' li pêşmergeyên çek danîbûn xwarin