‘Koçberî girêdayî çareserkirina Pirsgirêka Kurd e’

  • rojane
  • 09:00 21 Hezîran 2021
  • |
img

MERSÎN - Serokê Lîjneya Rêveberiya Çûkûrova Goç Derê Selahattîn Guvenç, diyar kir ku pirsgirêka koçberiya bi darê zorê girêdayî polîtîkaya çareserkirina Pirsgirêka Kurd e û ev tişt got: “Divê êdî pêvajoya şer bi dawî bibe û aştiya civakî bê sazkirin.” 

 
Her sal li seranserê Cîhanê hejmareke zêde ji ber şer, sedemên aborî û civakî neçar dimînin ji cih û warên xwe koç bikin û berê xwe bidin hin deverên din. Li gorî lêkolîneke Komeleya Şopandin û Lêkolîna Penabertî û Koçberiyê ya Çûkûroavayê (Çûkûrova Goç-Der) ku di sala 2011’an de kiriye; di navbera salên 1990-1995’an de ji bajarên kurdan 3 milyon kurt koçber bûne û ji vana 300 hezar li Çûkûrovayê bi cih bûne. Ji vana 110 hezar li Mersînê bi cih bûne û niha hejmara wan niha gihîştiye 300 hezarî. Bi çêbûna nifşa duyemîn re tê fikirîn ku niha li Çûkûrovayê hejmara kurdan gihîştiye milyonekê. 
 
‘TIRKIYE WELATÊ KOÇÊ YE’
 
Serokê Lîjneya Rêveberiya Çûkûrova Goç Derê Selahattîn Guvenç, derbarê Hefteya Koçberiyê de axivî û bi bîr xist ku di 14’ê hezîrana 1934’an de Qanûna Îskana Mecbûrî hatiye qebûlkirin û navbera 14-21’ê Hezîranê weke Hefteya Koçberiyê hatiye îlankirin.  Guvenç, diyar kir ku bi Plana Islahata Şerqê re bingeha qanûnî ya koçkirinê hatiye avakirin û wiha got: “Bi vê re bi awayekî sistematik heta roja me ya îro koçkirina kurdan hatiye berdewamkirin. Tirkiye welatekî wisa ye ku çend caran pêlên koçkirinê lê çêbûne. Lê koçkirina kurdan li cihekî taybet e. Lewre bi plana dewletê ya sistematik ev pêk hatiye. Koçkirina kurdan a salên destpêkê yên komarê û valakirina 4 hezar cih û warên kurdan ên salên 1990’î ji bo vê dikarin mînak bên dayîn.”
 
KOÇKIRIN Û PIŞAFTIN
 
Guvenç, koçkirina kurdan a salên 1990’î weke “koçkirina sedsalê” bi nav kir û derbarê mijarê de ev nirxandin kir: “Di dema van koçan de 3 milyon zêdeir kurdan ji cih û warên xwe hatine koçberkirin. Kurdên ku hatine koçberkirin beşeke wan li navendên bajarên herêmê bi cih bûne û beşeke wan jî li metropolên Tirkiyeyê bi cih bûne. Weke sûriyeyiyên niha wê demê kurdan jî li bajarên ku lê bi cih dibûn bi mirovên din re pirsgirêkan dijiyan. Li dijî wan sûcên cihêkarî, tundî û nefretê dihate kirin. Hem di rêya koçkirinê de hem jî li cihên ku lê bi cih dibûn kurd pirsgirêkên derûnî dijiyan. Koçkirin tenê nedibûn sedena pirsgirêkên bajar û travmatîn di mehan demê de di hêla ziman û çandê de dibû sedema hilweşandineke mezin. Mirov bi ziman û çandeke ku qet nas dedikirin re rû bi rû man. Her ku çû pişaftin li wan hat kirin. Koç sûcê mirovahiyê ye.”
 
HEKE ŞERT PÊK BÊN DÊ JI 3’AN YEK VEGERE
 
Di berdewamê de Guvenç, plana çokşikandinê ya sala 2015’an bi bîr xist û got ku di vê demê de jî cara duyemîn koçkirinê li kurdan hatiye ferzkirin û wiha pêde çû: “Vê demê jî nêzî milyonek kurd neçar man koçber bibin. Divê êdî pêvajoya şer bi dawî bibe û aştiya civakî bê sazkirin. Dema çareseriya demokratîk gelek malbat vegeriyan bajarên xwe. Heke ev pêvajoya bihata berdewamkirin wê veger hesantir bûna. Niha xaka Kurdistanê ji mirovan hatiye xalîkirin. Wê careke din li wê xakê hilberandin bihata kirin. Li gorî lêkolîneke Zanîngeha Hacettepeyê ya sala 2015’an; ji sedî 55 mirovên ku koçber bûne dixwazin vegerin. Li gorî heman lêkolîna ku Zanîngeha Bilgiyê kiriye; hejmara kesên dixwazin vegerin daketiye ji sedî 40’î. Heke pergala cerdevaniyê rabe, tundî û zext bi dawî bibin, Pirsgirêka Kurd bi rêyên aştiyane bê çareserkirin wê herî kêm ji 3’an yekê ku koç kirine vegerin.”
 
KOÇBERÎ Û PIRSGIRÊKA KURD
 
Herî dawî Guvenç, bal kişand ser têkiliya di navbera koçberî Û Pirsigrêka Kurd û ev tişt got: “Em vê xakê weke azadiyê dibînin. Pirsgirêka koçberiya bi darê zorê girêdayî polîtîkaya çareserkirina Pirsgirêka Kurd e. Dewlet naxwaze Pirsgirêka Kurd çareser bike. Daxwaza nasnameyê ku bi daxwaza neteweyî tê kirin û daxwaza mafên çandî bi tundiyê tên tepisandin. Heta ku ev pirsgirêk bi rêyên aştiyane neyên çareserkirin wê ev pirsgirêk bidome.”
 
 
 
 

Sernavên din

21/06/2021
11:35 Rûniştina 6’emîn a Doza Kobanê dest pê kir
11:33 Malbata Şenyaşar banga piştevaniya hiqûqî li 81 baroyan kir
10:32 Polîs ji xizmên Poyraz re got: Em vê li cem wî nahêlin
10:32 Ji ber dişibiya kesek din bi êrişê re rûbirû ma
10:12 Hişyar Ozsoy: Çeteyên ku dewlet wan xwedî dike kujeran hildiberînin
10:05 PDK li Zagrosê amedekariya operasyonê dike
09:55 Di hilbijartina Ermenistanê de dîsa Paşinyan bi ser ket
09:55 Li 19 gundên Bedlîsê qedexeya derketina derve hat ragihandin
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 207'emîn de didome
09:00 Ji bo Poyraz 5 roj in di nobetê de ne
09:00 Girtiyen di greva birçîbûnê de ji civakê çareseriyê dixwazin
09:00 Qaymeqam gef li gundiyên ku li dijî kana mermer derketin xwar
09:00 Jin di xwedîderketina peymanê de bi israr in
09:00 ‘Koçberî girêdayî çareserkirina Pirsgirêka Kurd e’
09:00 Ligel Ekînciyê girtî nexweş e jî nabin nexweşxaneyê
09:00 Kana mermer heye lê rê, av û şebeke tune ye!
09:00 ROJEVA 21'Ê HEZÎRANA 2021'AN
20/06/2021
21:50 Li Cûdî şewata daristanê
19:23 Înisiyatîfa Parastina Kurdistanê li dijî êrişan banga yekitiyê kir
17:10 Motîfa kûlîlkê nedan Gergerlîoglû
17:01 Bi roketan êrişî baregeha Emerîkayê kirin
16:33 Li deşta Nasirxanê 200 donim erd şewitî
16:14 Hejmara kesên li Pirsûsê jiyana xwe ji dest dan derket 5’an
15:55 Rojnameger Akinan: Darên Zeytûnan dibirin û teytê talan dikin
15:55 Di çarçoveya dosyaya Hurmuz Dîrîl de 3 kes hatin binçavkirin
15:43 ÎHD: Sedema binpêkirinên mafên penaberan polîtîkayên cihêkariyê ne
15:27 Hevserokê YNK’ê Cengî: Divê pêşmerge neçe şerê birakujiyê
15:17 Pêşmergeyên Dêrîn bertek nîşanî operasyona artêşa tirk da
14:42 Ji 324 rojnamegerên kurd banga yekitiyê
14:19 Li Pirsûsê şer: 2 kes mirin 8 kes birîndar bûn
14:05 Parlementerê Iraqî: Sedema êrîşên Tirkiyeyê bêdengiya raya giştî ye
13:48 Şandeya hevpar: Tirkiye dixwaze tişta li Sûriyeyê kir li Îraqê jî bike
13:12 Demîr: Kesên hedef nîşandan û tetikkêş di heman hişmendiyê de ne
12:49 Em tundiyê frên dikin: 150 ajokarên texsiyan hatin perwerdekirin
12:33 Axaftina di navbera Ateş û Korkmaz de hat weşandin
12:05 ‘Divê em li dijî kedxwarina penaberan bi hev re têbikoşin’
11:47 Nûnerên Darazê: Hempîşeyên me biryarên şaş didin
11:15 Malbata Şenyaşar: Hêviya me bi piştgiriyan mezin dibe
11:06 Di şermezarkirina qetilkirina Denîz Poyraz de tundiya polisan
10:50 Li Rojhilatê Kurdistanê kolberekî hat qetilkirin
10:48 Li Panosê 5 kes hatin binçavkirin
10:43 Kujer Gencer li xwe mikur hat ku li Minbicê perwerde dîtiye
09:57 Înîsiyatîfa Kurdistanê Biparêze: Li dijî êrîşan bêdeng nemînin
09:46 Karsaz Sezgîn Baran Korkmaz li Avûstûryayê hat binçavkirin
09:46 Dayikên Aştiyê: 40 sal in em li ber xwe didin
09:04 Koma 42'yemîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:03 Dê jin dev ji Peymana Stenbolê bernedin
09:02 Dê ji bo teşxîskirina nexweşînê wî bişînin ATK'ya Stenbolê
09:00 Serevan deyn dikin, şîrket qezenç dikin
09:00 ROJEVA 20'Ê HEZÎRANA 2021'Ê
19/06/2021
23:52 Ozturk: A ku me li ser pêyan dihêle mîrateya Seyîd Riza ye
23:38 Li Dara Hênê zilamekî dest dirêjî zarokekê kiriye
23:20 Li Efrînê di 12 rojan de 8 sivîl hatin kuştin
22:54 Li Stenbolê 6 û li Enqereyê jî 4 kes hatin berdan
22:01 Li Silêmaniyeyê êrîşa SÎHA'yan
21:37 Li Êlihê 16 kes hatin berdan
21:32 51 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:59 Kiliçdaroglû hevdîtin bi malbata Şenyaşar re kir: Ev edalet û hiqûqeke çawa ye?
18:42 'Peyman a me ye, em dev jê bernadin'
18:35 Piştî mîtîngê polîsan mudaxileyî jinan kir: 6 jin hatin binçavkirin
18:23 Îfadeya kesên ku Gencer piştî êrîşê pêwendî bi wan re daniye nehat girtin
17:09 Dayika Rahşan Demîrel: Sekna dayikên Kurd wê kela zilmê hilweşîne
17:08 Rogers Waters ji bo hunermend Nûdem bang kir
16:47 Jinên tevlî mîtîngê bûn: Em rêxistina xweparastinê ava bikin
16:32 Protestokirina qetilkirina Poyraz didome: Berpirsiyar îqtidar e
15:52 Li Stenbolê erdhej çêbû
15:48 Rahşan Anter a çû şîna Poyroz: Ev têkoşîn naqede
15:33 Şaxa ÎHD’ê ya Amedê kongreya xwe pêk anî
14:48 Ji bo girtiyên nexweş Guler û Erbag banga berdanê kirin
14:47 Denîz Poyraz li gundê ku lê hatibû dinê hat bibîranîn
14:20 Li Êlihê polîsan mudaxileyî daxuyanî kir: Hevşaredar Mehmet Demîr hat îşkencekirin
14:13 Wêneyê Denîz Poyraz bi sûrên Amedê ve kirin
13:48 Mitînga jinan a li Stenbolê dest pê kir: Em ê dest ji Peymana Stenbolê bernedin
13:41 ’27 sal derbas bû, ez hestiyên kurê xwe dixwazim’
13:31 ÎHD û Xizmên Windayan: Faîlan bibînin û bidarizînin
12:31 Şîna Denîz Poyraz danîn
12:03 Tifaqa Kurdistanî: Em ê li hemberî êrişan navber nedin meşa xwe ya azadiyê
11:56 Serokkomarê nû yê Îranê diyar bû
11:22 Komîsyona li dijî tundiya ser jinê ligel kuştina Poyraz jî, civîna xwe dewam kir
10:59 Êrişkarê AKP’a Hênê biraziyê rêveberê AKP’ê ye
10:37 Jin: Em kujerê Denîz nas dikin
10:35 Şêniyên Amedê: Faîlê êrişa li Îzmîrê Erdogan, Soylû û Bahçelî ne
10:11 Li gundê Denîz Poyraz jî wext bihûrî lê zext qet neqediyan
10:04 Deynên qeyûm astengiyek mezin e li ber xizmeta gel
09:41 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 205'emîn de berdewam dike
09:01 Dadgeha Bilind cezayê li Demîrel hatibû birîn xera kir
09:01 Bavê jina ku gotin biqeza miriye: Keça min hat kuştin
09:00 Endamê Heyeta Aştiyê ya li Hewlêrê hat astengkirin: PDK îxanetê dike
09:00 Daxwaza taloqkirina înfaza girtiyê nexweş ê 81 salî hat redkirin
09:00 Fiyet pir biha bûn, her kes diqilqile
09:00 ROJEVA 19'Ê HEZÎRANA 2021'AN
18/06/2021
21:10 Îro 59 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
21:03 Denîz Poyraz bi qurnefîlan hat definkirin
17:14 Malbatên Girtiyan: Dest ji zilma li zarokên me berdin
16:50 Di ser êrişê re 30 saet derbas bûn: Erdogan û Soylû hêj daxuyanî nedane
16:47 Bi hezaran kes Denîz Poyrazê bi rê dikin
16:27 Baroya Dîlokê: Em ê piştevaniya Malbata Şenyaşar bikin
16:22 Kujer ji bo destê xwe bişo qat bi qat geriyaye
16:20 Li gelek navendan êriş hat şermezarkirin: Denîzek çû wê bi hezaran Denîz rabin
15:54 Gefa 'birîna mûçeyê' li pêşmergeyên çek danîbûn xwarin