Ozturk: Dê mohra li deriyê KCD'ê nikaribe pêşî li ber xebatên me bigire

  • rojane
  • 09:00 26 Hezîran 2021
  • |
img

AMED - Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk got: "Dê mohra li deriyê kongreya me hatiye xistin, nikaribe pêşî li ber xebatên me bigire." 

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), bi armanca pirsgirêka kurdî di çarçoveyeke demokratîk de bê çareserkirin û rêxistinbûyîneke demokratîk, di 26-28'ê Cotmeha 2007'an de li Amedê hat avakirin. Hevserokên wê yên ewil Yuksel Genç û Hatîp Dîcle bûn û li 25 bajarên herêmê xebat birêvebirin û nêzî 800 rêxistinên civaka sivîl daxilî nav bûn. KCD, ji 850 delegeyan, 101 endamên Meclîsa Daîmî, 21 endamên Desteya Koordînasyonê, 5 endamên Dîwana Hevserokatiyê, 3 berdevk û 2 hevserokan pêk tê û di bin banê xwe de 14 komîsyon ava kirine. Ji roja hatiye avakirin heya niha ji bo çareserkirina pirsgirêka kurdî di warê perwerdehî, hiqûq û tenduristiyê de gelek kongre, komxebat û konferans li dar xistine. 
 
Di sala 2012'an de Serokê Meclîsa Tirkiyeyê yê wê demê Cemîl Çîçek, ji bo xebatên Qanûna Bingehîn KCD'ê vexwand meclîsê da fikrê xwe ya di warê Qanûna Bingehîn de pêşkeş bike. Di pêvajoya çareseriyê ya 2013'an de di nav 5 endamên Heyeta Îmraliyê de Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle jî cih girtibû. 
 
Di sala 2010'an de Serdozgeriya Komarê ya Amedê li hemberî KCD'ê lêpirsînek dabû destpêkirin û piştî vê lêpirsînê avahiya wê hat şopandin û ev şopandin heya 2014'an dewam kir. 
 
Di sala 2015'an de piştî rewşa siyasî guherî zext û zoriyên li ser KCD'ê jî zêde bûn û gelek siyasetmedar, hevşaredar, parêzvanên mafên mirovan, sendîkavan, kedkarên tenduristiyê, rojnamevan û nivîskarên di nav KCD'ê de cih girtibûn hatin girtin û li gelek kesan cezayên giran hatin birîn. Di nav kesên hatin girtin de hevserokên berê Aysel Tûglûk û Selmak Iramk jî hene. 
 
Daîreya 16'an a Dadgeha Bilind, di Nîsana 2020'î de derbarê KCD'ê de biryara "dijî qanûnê ye" da û piştî vê her çû operasyonên li dijî KCD'ê zêde bûn. 
 
DERIYÊ WÊ MOHR KIRIN 
 
Yek ji lêpirsînên derbarê KCD'ê de hatin kirin, lêpirsîna 26'ê Hezîrana 2020'î bû. Di çarçoveya vê lêpirsînê de derbarê 64 kesan de biryara zevtkirinê hatibû dayîn. Piştî vê biryarê di avêtinên ser malan de 45 kes hatibûn binçavkirin û deriyê avahiya kongreyê ya li Dîclekentê hatibû mohrkirin. Ji van 45 kesên hatibûn binçavkirin 23 kes jê hatibûn girtin û 22 kes jî bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan. 
 
LEYLA GUVEN HAT GIRTIN 
 
Hevseroka KCD'ê Leyla Guven jî ku piştî parlementeriya wê hat betalkirin, di 21'ê Kanûna 2020'î de 22 sal û 3 meh ceza lê hatibû birîn û paşê hatibû girtin. 
  
Em derbarê zext û zoriyên li ser KCD'ê û rol û rista KCD'ê ya di çareserkirina pirsgirêka kurdî de bi Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk re axivîn. 
 
‘BÛ HEDEFA ÊRÎŞAN' 
 
Ozturk, anî ziman ku KCD di çareserkirina pirsgirêka kurdî de saziyeke girîng e û ji roja hatiye avakirin heya niha xebatine pir girîng kirine. Ozturk, bibîr xist ku piştî ku dewletê "pêvajoya çareseriyê" qedand, ji 5'ê Nîsana 2015'an kongre hedef girtiye. Ozturk, destnîşan kir ku êrîşên li ser KCD'ê tên kirin, bi zanebûnî tên kirin û got: "Heger ev êrîş tenê di çaçroveya saziyekê de bên nirxandin, dê ev nirxandin kêm be. Kongre, ji roja hatiye avakirin heya niha feraseta sed salî ya derbarê pirsgirêka kurdî de aşkere kiriye. Hem KCD hem jî HDK, bi pêşniyara Birêz Ocalan hatin avakirin. Di warê çareserkirina pirsgirêka kurdî de guh li gotinên kongreyê tên kirin. Ji ber ku kongre li dijî polîtîkayên heyî got 'na yên tên kirin şaş in, çareserî li vê derê ye' bi êrîşên bîrdozî re rû bi rû ma. Heger hûn li xebatên KCD'ê mêze bikin, hûn ê sedema êrîşan jî bibînin. Bi êrîşan tê xwestin KCD'ê îllegalîze bikin. Ev êrîş, hîn jî didomin. A rast, ji ber ku KCD li dijî feraseta pergala heyî feraseteke alternatîf e, hedef tê girtin. Êrîşên tên kirin, êrîşine bîrdozî ne."
 
'REWABÛNA ME GEL E'
 
Ozturk, bibîr xist ku demekê Meclîsê KCD'ê vexwandibû û KCD'ê dîtinên xwe yên di warê çareserkirina pirsgirêka kurdî de beyan kiribûn. Ozturk, anî ziman ku lê piştî ku pêvajoya çareseriyê bi dawî bû, dewletê cardin dest bi polîtîkayên xwe yên qirkirinê û tasfiyekirinê kiriye û got: "Gelek saziyên me hatin girtin. Bi qufilandina deriyê kongreyê re peyama 'em ê rê nedin vê ferasetê, em ê nehêlin civak xwe bi rêxêstin bike' hat dayîn. Heger hûn li îdianameyên hatine amadekirin mêze bikin, di wir de KCD'ê wekî saziyeke ku çalakiyên çekdar kiribin nîşan dane. Sedema 23 sal cezayê li hevseroka me Leyla Guvenê hatiye birîn jî ev e. Dewletê got, 'em ê bi êrîşan wê îllegalîze bikin.' Jixwe piştî biryara Dadgeha Bilind, biryara mohrkirinê hat dayîn. Helbet ev nikarin rewabûna me asteng bikin, ji lew re em vê rewabûnê ji gelê Kurdistanê digirin. DMME'yê bi biryara derbarê saziya me de van êrîşan pûç kir û mafdariya me aşkere kir. Biryara DMME'yê hema bibêje bû şelmaqek û li van êrîşan ket. Her wiha biryara Dadgeha Bilind ku KCD'ê wekî 'rêxistina terorî' ragihand jî, biryareke siyasî ye. Ji ber ku daraz bi telîmata qesrê tevdigere, em briyarên wê esas nagirin." 
 
‘BI SER NEKETIN' 
 
Ozturk, destnîşan kir ku kongre tenê ne kongreyeke kurdan e û got: "Kongre, ji bo çareserkirina pirsgirêkên hemû gel û baweriyên li erdnîgariya kurdan derket holê. Kongreya me, wekî partiyeke siyasî nexebitî. Kongreya me, ji sala 2007'an heya niha ji bo çareserkirina pirsgirêkên vê erdnîgariyê pir hewil da. Dewletê nikaribû hema wisa kongreyê bigire. Gava kongre hat avakirin, me serî li tu derê neda. Dadgeha Bilind, ji bo kongreya me gav bi gav ket dewrê. Dibêjin, 'dokuman bi dest ketin', lê gava em li van dokumanan mêze dikin tenê lîsteya me ya delegeyan e. Navê hevalên meyên delege û hejmara telefonên wan hebû. Wê demê, hevalên me hemûyan şopandin. Atmosfereke wisa afirandin ku wekî ku dê hevalên me çalakiyeke çekdarî bikin. Armanca wan bi vî awayî her kesî ji kongreyê dûr bixin. Lewma tim dibêjin, 'ew delege bi dest ket, ew delege bi dest ket.' Armanc bi temamî îîlegalîzekiribûn bû. Gotina kongreya me li gelek deveran derbasdar bû. Lê bi vê bîrbiriya ku li hemberî kongrea me afirandin, bi ser neketin. Ji bo vê mînaka herî baş, biryara DMME'yê bû. Jixwe em hê jî xebatên xwe dikin." 
 
‘BERDEWAMIYA PLANA RÛXANDINÊ' 
 
Ozturk, anî ziman ku nêzîkatiya ji bo KCD'ê bandoreke nebaş li çareserkirina pirsgirêka kurdî kiriye. Ozturk, destnîşan kir ku pirsgirêka kurdî dê bi çekan neyê çareserkirin û hedefgirtina kongreya wan berdewamiya "plana rûxandinê" ye ku di sala 2014'an de ketiye dewrê. 
 
‘Ê NIKARIBIN PÊŞÎ LI XEBATÊN ME BIGIRIN' 
 
Ozturk, destnîşan kir ku heger ji bo çareserkirina pirsgirêka kurdî vînek hebe, dê kes nikaribe operasyonên bi vî rengî bike û got: "Em behsa ferasetekê dikin ku ji bo jiholêrakirina çareseriya ji bo vê pirsgirêkê sond xwariye. Nêzîkatiya dewletê ya 6 salên dawî vê yekê nîşan dide. Em xwedî paşerojeke 14 salan e. Dê mohra li deriyê kongreya me hatiye xistin, nikaribe pêşî li ber xebatên me bigire. Dibe ku mohr kiribin, lê dê nikaribin armanc û xebatên kongreyê mohr bikin. Deriyê kongreya me hatiye mohrkirin, lê dîsa jî xebatên me didomin. Dê ji niha û pê de jî bimeşin. Em û gel tev de li rêya çareseriyê digerin. Em li her derî armanca kongreyê vedibêjin." 
 
MA / Ergîn Çaglar - Eylem Akdag

Sernavên din

29/06/2021
11:48 Navnîşana nû ya tunekirina daran Besta
11:20 Kurê Metîn Lokûmcû: Bi tena serê xwe bimînim jî ez ê edaletê bînim
10:44 Waliyên Şirnex û Duhokê di du mehan de 4 civîn li dar xistin: 38 gund hatin valakirin
10:08 Jin wê di 1’ê Tîrmehê de dakevin qadan
09:59 Li Medenê bi pîleya 4.3 erdhej pêk hat
09:23 Bi serpêhatiya xwe dixwaze jinan ji tundiyê biparêze
09:23 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 215'emîn de didome
09:22 Hevserokê DAD'ê Kûlû: Plana ku kurdan bera kurdan bidin xistine dewrê
09:22 Girtîgeha Kepsûtê ji ber 'cezayên berê' wî bernade
09:21 Parêzer Beşdar Hessen: Tirkiyeyê xwest PDK'ê jî 30 sal ceza li rojnamevanan birî
09:11 Lêkolîna hestiyên di şikeftê de hatin dîtin 13 meh in temam nebûye
09:11 Dozger derbarê bûyera îşkenceyê de biryara 'neşopandinê' da
09:10 Kedkarên HDP'ê: Em ê hîn bêtir xurt bibin
09:10 Salvegera 14'emîn a koça Orhan Dogan: Ji bo aştiyê windahiyek mezin e
09:09 Weşanxaneya Na ‘Karmamiz’ a 57 salî weşand
09:07 Zibare û stran palehiyê xweş dikin
09:00 ROJEVA 29'Ê HEZÎRANA 2021'AN
28/06/2021
19:57 Piştî 5 salan cenazeyê Oner dan malbatê
16:40 TJA’yê serdana HDP’ê û malbata Poyraz kir
15:51 Hevserokên Giştî yên HDP'ê: Em têkoşîna hiqûqê qeydî dîrokê bikin
15:13 Doza xwendekarên Bogazîçiyê hat taloqkirin
14:15 Şandeya dadgehê ya Doza JÎTEM’a Kerboranê dîsa hat guhertin
14:00 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Dev jê berdana peymanê, pejirandina dijminantiya jinê ye
13:26 Qaymeqamê Pişderê Rûdawê derewand
13:04 Komxebata ‘Dem Dema Parastina Ziman e’ dest pê kir: Roj roja xwedî derketina ziman e
12:57 Komkujiya Roboskiyê di meha 114’emîn de ye
12:52 Parêzeran cardin ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
12:10 Endamê Dîwana Hevserokatiya KCD’ê Ozdemîr hat berdan
12:09 Di şerê navbera du malbatan de kesek mir
11:40 Nobeta ‘edaletê’ ya Malbata Şenyaşar di roja 112’emîn de ye
11:40 Li Bestayê şewat derket
11:25 Mazlûm Ebdî bang li Koalîsyona Navneteweyî kir
11:00 Danişîna rojnamevan Şahîn hat taloqkirin
10:25 Endamên AKP'î jî erê kirin lê tenê doz li HDP'iyan hat vekirin
10:21 Li Stenbolê mirina biguman a jinekê
09:01 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 214'emîn de didome
09:01 Ji Şanoya Bajêr a Amedê lîstikek nû: Don Kîşot
09:01 Kartvîzîtên komeleyan wek delîliya ‘endamtiya rêxistinê’ hatiye nîşandan
09:01 Duzkan: Jin dixwazin xwebixwe çarenûsa xwe diyar bikin
09:00 ROJEVA 28'Ê HEZÎRANA 2021'AN
27/06/2021
21:10 Girtiyê nexweş Ozkan ji bo rapora ATK’ê sewqî Stenbolê kirin
20:57 Li Gola Wanê tav bi zeraqên xweşik xatir dixwaze
20:40 Dadgeha Temyîzê ya Herêma Kurdistanê cezayê 5 rojnamevanan erê kir
20:33 Li Hîzanê operasyona leşkerî hat destpêkirin
20:29 Ji ber koronayê 52 kesên din jî mirin
19:16 Di şewata li Marmarîsê de kesekî jiyana xwe ji dest da
18:13 Ji bo bîranîna 61 penaberan qerenfîl avêtin Gola Wanê
17:06 Polîsên Elman tundiyê li endamên Defend Kurdistanê kirin û binçav kirin
16:33 Şewata li Çewligê di roja sêyemîn de ye: Qadek mezin talan bû
16:28 Li Brukselê komxebata yekîtiya neteweyî
16:05 Xwebûn bi manşeta ‘Em ê tune nebin’ derket
14:33 Ciwanên wanî, qetilkirina Denîz Poyraz şermezar kirin
13:53 Di serdegirtina malê de gefa destavêtinê lê xwarin
12:56 Hunermendê kurd Axîn Biro 15 roj in di hucreyê de tê ragirtin
12:45 Tîmên dij-terorê yên PDK'ê Hevalê 15 salî qetil kirin
11:29 Eskeran penaber remî kirin: 2 mirî, 12 birîndar
11:09 Tirkiyê Deşta Nînowayê bombebaran kir
10:58 Li Serdeştê kolberek hat qetilkirin
10:35 Malbata Şenyaşar: Kesên edaletê dixwazin bi tenê nehêlin
09:56 Girtîgeh bi hinceta 'em tên rexnekirin' nameyan desteser dike
09:16 Zarokên Kurd dê bi zimanê xwe li tama klasîkên zarokan yên cîhanê binihêrin
09:15 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 213'yemîn de didome
09:14 Dê Demîr giliyê polîsan bike
09:13 Dayika Medenî Yildirim: Kujerê Medenî kujerê Denîzê ye
09:11 Wesayît ajotin ser, bi mirin gef lê xwarin
09:10 Dê li Rihayê deng ji fîqê neyê!
09:08 Aycan a bi salan tahde lê hat kirin: Di 1'ê Tîrmehê de dakevin kuçeyan
09:06 Akademîsyenên Aştiyê: Daxwaza me ya ji bo aştiyê didome
09:04 Li Wanê kêlî bi kêlî dîmenên trajediya penaberan
09:01 Li Mamakê roj li nîvro tiryakê difiroşin!
09:00 ROJEVA 27'Ê HEZÎRANA 2021'Ê
08:30 Baroya Çewlîgê: Bi şewatan, herêmê tînin asta ku jiyan lê nebe
26/06/2021
20:57 51 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:26 Tecrîdê şermezar kirin
17:02 Li Dara Hênî şewat: Gund dibin xeteriyê de ne
16:32 Komeleya Jinan a Rosa rêveberiya xwe ya nû hilbijart: Em di parastinê de ne
16:03 ÎHD’ê bang kir ku girtiyê nexweş Çalişkan were berdan
15:41 ÎHD’ê bang kir ku nexweşê bîpolar û şîzofreniyê Aydemîr were berdan
15:10 Şaxa ÎHD’ê ya Enqerê: Em ê têkoşîna li dijî bêcezatiyê bidomînin
14:33 Di dema emeliyatê de girtiyê nexweşê penceşêrê kelemçe kirin
14:24 Dema bavê wî winda kirin 4 salî bû: Dixwazim gorek wî hebe
13:56 TGC'ê Veyîs Ateş ji endamtiya xwe derxist
13:47 Îşkence bi 'polîtîkayên bêcezahiştinê' derket astên cuda
13:40 Li dadgerê ku ji kurtbûna etek re girtek girt ceza hat birîn
13:39 Parêzerên Doza Xelfetî: Berî ku lêpirsîna îşkenceyê bidawî bibe, biryar dan
12:51 ‘Reva ji zilmê bû sedema mirina wî’
12:28 Baroya Stenbolê wê ji bo piştgiriya Malbata Şenyaşar bê Rihayê
12:01 Xizmên Windayan li aqûbeta Guler pirsîn
10:42 Li Qoserê kesek hat binçavkirin
10:38 Ocalan: Sûcê min vexwendina jiyana azad e
09:14 Di erdhejê de xaniyên gundên Depê xesar dîtin
09:00 Dêra hezar û 400 salî kirine axur!
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 212'emîn de didome
09:00 ‘Civaka ku jinê bi tenê bihêle, dê têk biçe'
09:00 Pakêta Darazê ya 4'an: Dê ne bi kêrî mexdûr, bi kêrî kiryar bê
09:00 Ozturk: Dê mohra li deriyê KCD'ê nikaribe pêşî li ber xebatên me bigire
09:00 Li Hewengê 6 sal in ceryana ava 15 hezar dekar erdî hatiye qutkirin
09:00 Serokê Baroya Şirnexê: Em ê hewl bidin pêşî li binpêkirinên mafan bigirin
09:00 ROJEVA 26'Ê HEZÎRANA 2021'Ê
25/06/2021
23:01 Tirkiyeyê li wî aliyê sînor 70 heb binkeyên eskerî ava kiriye û 30 hezar esker bi cih kirine