Wesayît ajotin ser, bi mirin gef lê xwarin

  • rojane
  • 09:11 27 Hezîran 2021
  • |
img
MÊRSÎN - Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'a Mêrsînê Resûl Demîr ku polîsan gef lê xwar, li ser medyaya sanal peyam jê re hatin şandin û bi mirinê gef lê hatin xwarin, serî li ÎHD'ê da û diyar kir ku dê zext û zorî nikaribin wan bitepisînin. 
 
Li Mêrsînê hin kesên ku xwe wekî polîsan dan naskirin gef li endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê û partiyê xwarin. Di meha Hezîranê de 7 kesan ji ber vê serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Mêrsînê da. Di serlêdanekê de hatiye destnîşankirin ku kesên sivîl ên xwe wekî polîsa dane naskirin du ciwan binçav kirine, wan birine qereqolê dane ber lêpirsînê û ji wan re gotine heger li bajêr tiştek biqewime berpirsiyar ew in. Di serlêdanan de hatiye diyarkirin ku derbarê kesên hatine binçavkirin de tu zabitname nehatine çêkirin û her wiha li ser medyaya sanal jî peyamên wekî "dê aqûbeta we ji ya Denîz Poyrazê xirabtir bibe" ji wan re hatine şandin. 
 
Di 24'ê Hezîranê de hesabê bi navê “tr19akgenclik” ji endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'a Mêrsînê Resûl Demîr (24) re ev peyam şandiye: "Hûn hemû mirinê heq dikin. Dê dor bê te jî. Dê mirina te ji ya Denîz Poyrazê xerabtir bibe. Hûn xayin in. Kûçikên bêşeref, êdî Ulku Ocaklari û Ciwanên AKP'î li her derî ne." 
 
Piştî ev peyam hatiye şandin, kes an kesên “tr19akgenclik” bi kar anîne, hesab girtine. 
 
GEF
 
Demîr, anî ziman ku di meha Gulanê de polîsan bi xwe gef lê xwarine û di 24'ê Hezîranê de jî li ser medyaya sanal peyamek jê re hatiye şandin û gef lê hatiye xwarin. Demîr, diyar kir ku piştî peyamên gefxwarinê, gava bi şev çûye malê wesayîteke bêplake û gewr, ajotiye ser wî û got: "Du roj berê li ser medyaya sanal, hesabekî peyamek ji min re şand û gef li min xwar. Di peyamê de digot 'Hûn hemû mirinê heq dikin. Dê mirina te ji ya Denîz Poyrazê xerabtir be.' Polîsan jî bi rêya hevalên xwe peyam ji min re şandin û gef li min xwarin. Di peyamê de gotin, 'Heger li Mêrsînê bûyerek biqewime, berprisiyar tu wî.'" 
 
Demîr, da zanîn ku gef li Alî Çat, Îsa Dag, Alî Bîlen, endamê Meclîsa Ciwanan O.A. û S.Ş. jî hatine xwarin û got: "Sedema van gefan, sirf ji ebr ku em HDP'î ne. Lê çi dikin bila bikin, dê xebatên me bidomin. Em xebateke legal û rewa dikin. Em ji kesî natirsin." 
 
HDP: ME SERÎ NETEWAND, EM Ê NETEWÎNIN 
 
Hevseroka HDP'a MÊrsînê Gulbahar Şofor jî bertek nîşanî van gefxwarinan da û got: "Sedema vê çapemeniya alîgir û partiya îqtidarê ye. Ev gefxwarin, piştî wextekê vediguherin komkujiyê. Êrîşa li ser HDP'a Îzmîrê û kuştina hevaleke me, nîşaneya vê ye. Em ê serî li ber evana netewînin. Ev ne cara ewil e. Dê têkoşîna partiya me û gelê me bidome." 
 
ÎHD: EM Ê BIŞOPÎNIN 
 
Hevserokê ÎHD'a Mêrsînê Hakki Demîr jî anî ziman ku binçavkirinên hatine kirin derî qeydê ne û tu hêleke wan a qanûnî tune ye. Demîr, bilêv kir ku du serlêdanên dawî yên hatine kirin, derbarê ciwanan de ye ku li bajêr tevli daxuyaniya ji bo Denîz Poyrazê bûne. Demîr, destnîşan kir ku dê vê yekê bişopînin û got: "Îqtidar ku dizane dê têk biçe, diwaze Tirkiyeyê ber bi tarîtiyekê ve bibe. Divê pêşî li ber vê bê girtin." 
 
OHD: BÊHIQÛQÎTÎ YE 
 
Hevserokê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Hoşyar Sariyildiz jî destnîşan kir ku tişta hatiye kirin dijî usûla ceza û hiqûqê ye û got: "Divê polîs dev ji vê bêhiqûqîtiyê berdin. Ji dêvla kesan belesebeb û binçav dikin, bila bi lêpirsînên li gor heqiyê pêbaweriya ji bo edaletê teze bikin." 
 
MA / Omer Akin

Sernavên din

29/06/2021
11:48 Navnîşana nû ya tunekirina daran Besta
11:20 Kurê Metîn Lokûmcû: Bi tena serê xwe bimînim jî ez ê edaletê bînim
10:44 Waliyên Şirnex û Duhokê di du mehan de 4 civîn li dar xistin: 38 gund hatin valakirin
10:08 Jin wê di 1’ê Tîrmehê de dakevin qadan
09:59 Li Medenê bi pîleya 4.3 erdhej pêk hat
09:23 Bi serpêhatiya xwe dixwaze jinan ji tundiyê biparêze
09:23 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 215'emîn de didome
09:22 Hevserokê DAD'ê Kûlû: Plana ku kurdan bera kurdan bidin xistine dewrê
09:22 Girtîgeha Kepsûtê ji ber 'cezayên berê' wî bernade
09:21 Parêzer Beşdar Hessen: Tirkiyeyê xwest PDK'ê jî 30 sal ceza li rojnamevanan birî
09:11 Lêkolîna hestiyên di şikeftê de hatin dîtin 13 meh in temam nebûye
09:11 Dozger derbarê bûyera îşkenceyê de biryara 'neşopandinê' da
09:10 Kedkarên HDP'ê: Em ê hîn bêtir xurt bibin
09:10 Salvegera 14'emîn a koça Orhan Dogan: Ji bo aştiyê windahiyek mezin e
09:09 Weşanxaneya Na ‘Karmamiz’ a 57 salî weşand
09:07 Zibare û stran palehiyê xweş dikin
09:00 ROJEVA 29'Ê HEZÎRANA 2021'AN
28/06/2021
19:57 Piştî 5 salan cenazeyê Oner dan malbatê
16:40 TJA’yê serdana HDP’ê û malbata Poyraz kir
15:51 Hevserokên Giştî yên HDP'ê: Em têkoşîna hiqûqê qeydî dîrokê bikin
15:13 Doza xwendekarên Bogazîçiyê hat taloqkirin
14:15 Şandeya dadgehê ya Doza JÎTEM’a Kerboranê dîsa hat guhertin
14:00 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Dev jê berdana peymanê, pejirandina dijminantiya jinê ye
13:26 Qaymeqamê Pişderê Rûdawê derewand
13:04 Komxebata ‘Dem Dema Parastina Ziman e’ dest pê kir: Roj roja xwedî derketina ziman e
12:57 Komkujiya Roboskiyê di meha 114’emîn de ye
12:52 Parêzeran cardin ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
12:10 Endamê Dîwana Hevserokatiya KCD’ê Ozdemîr hat berdan
12:09 Di şerê navbera du malbatan de kesek mir
11:40 Nobeta ‘edaletê’ ya Malbata Şenyaşar di roja 112’emîn de ye
11:40 Li Bestayê şewat derket
11:25 Mazlûm Ebdî bang li Koalîsyona Navneteweyî kir
11:00 Danişîna rojnamevan Şahîn hat taloqkirin
10:25 Endamên AKP'î jî erê kirin lê tenê doz li HDP'iyan hat vekirin
10:21 Li Stenbolê mirina biguman a jinekê
09:01 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 214'emîn de didome
09:01 Ji Şanoya Bajêr a Amedê lîstikek nû: Don Kîşot
09:01 Kartvîzîtên komeleyan wek delîliya ‘endamtiya rêxistinê’ hatiye nîşandan
09:01 Duzkan: Jin dixwazin xwebixwe çarenûsa xwe diyar bikin
09:00 ROJEVA 28'Ê HEZÎRANA 2021'AN
27/06/2021
21:10 Girtiyê nexweş Ozkan ji bo rapora ATK’ê sewqî Stenbolê kirin
20:57 Li Gola Wanê tav bi zeraqên xweşik xatir dixwaze
20:40 Dadgeha Temyîzê ya Herêma Kurdistanê cezayê 5 rojnamevanan erê kir
20:33 Li Hîzanê operasyona leşkerî hat destpêkirin
20:29 Ji ber koronayê 52 kesên din jî mirin
19:16 Di şewata li Marmarîsê de kesekî jiyana xwe ji dest da
18:13 Ji bo bîranîna 61 penaberan qerenfîl avêtin Gola Wanê
17:06 Polîsên Elman tundiyê li endamên Defend Kurdistanê kirin û binçav kirin
16:33 Şewata li Çewligê di roja sêyemîn de ye: Qadek mezin talan bû
16:28 Li Brukselê komxebata yekîtiya neteweyî
16:05 Xwebûn bi manşeta ‘Em ê tune nebin’ derket
14:33 Ciwanên wanî, qetilkirina Denîz Poyraz şermezar kirin
13:53 Di serdegirtina malê de gefa destavêtinê lê xwarin
12:56 Hunermendê kurd Axîn Biro 15 roj in di hucreyê de tê ragirtin
12:45 Tîmên dij-terorê yên PDK'ê Hevalê 15 salî qetil kirin
11:29 Eskeran penaber remî kirin: 2 mirî, 12 birîndar
11:09 Tirkiyê Deşta Nînowayê bombebaran kir
10:58 Li Serdeştê kolberek hat qetilkirin
10:35 Malbata Şenyaşar: Kesên edaletê dixwazin bi tenê nehêlin
09:56 Girtîgeh bi hinceta 'em tên rexnekirin' nameyan desteser dike
09:16 Zarokên Kurd dê bi zimanê xwe li tama klasîkên zarokan yên cîhanê binihêrin
09:15 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 213'yemîn de didome
09:14 Dê Demîr giliyê polîsan bike
09:13 Dayika Medenî Yildirim: Kujerê Medenî kujerê Denîzê ye
09:11 Wesayît ajotin ser, bi mirin gef lê xwarin
09:10 Dê li Rihayê deng ji fîqê neyê!
09:08 Aycan a bi salan tahde lê hat kirin: Di 1'ê Tîrmehê de dakevin kuçeyan
09:06 Akademîsyenên Aştiyê: Daxwaza me ya ji bo aştiyê didome
09:04 Li Wanê kêlî bi kêlî dîmenên trajediya penaberan
09:01 Li Mamakê roj li nîvro tiryakê difiroşin!
09:00 ROJEVA 27'Ê HEZÎRANA 2021'Ê
08:30 Baroya Çewlîgê: Bi şewatan, herêmê tînin asta ku jiyan lê nebe
26/06/2021
20:57 51 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:26 Tecrîdê şermezar kirin
17:02 Li Dara Hênî şewat: Gund dibin xeteriyê de ne
16:32 Komeleya Jinan a Rosa rêveberiya xwe ya nû hilbijart: Em di parastinê de ne
16:03 ÎHD’ê bang kir ku girtiyê nexweş Çalişkan were berdan
15:41 ÎHD’ê bang kir ku nexweşê bîpolar û şîzofreniyê Aydemîr were berdan
15:10 Şaxa ÎHD’ê ya Enqerê: Em ê têkoşîna li dijî bêcezatiyê bidomînin
14:33 Di dema emeliyatê de girtiyê nexweşê penceşêrê kelemçe kirin
14:24 Dema bavê wî winda kirin 4 salî bû: Dixwazim gorek wî hebe
13:56 TGC'ê Veyîs Ateş ji endamtiya xwe derxist
13:47 Îşkence bi 'polîtîkayên bêcezahiştinê' derket astên cuda
13:40 Li dadgerê ku ji kurtbûna etek re girtek girt ceza hat birîn
13:39 Parêzerên Doza Xelfetî: Berî ku lêpirsîna îşkenceyê bidawî bibe, biryar dan
12:51 ‘Reva ji zilmê bû sedema mirina wî’
12:28 Baroya Stenbolê wê ji bo piştgiriya Malbata Şenyaşar bê Rihayê
12:01 Xizmên Windayan li aqûbeta Guler pirsîn
10:42 Li Qoserê kesek hat binçavkirin
10:38 Ocalan: Sûcê min vexwendina jiyana azad e
09:14 Di erdhejê de xaniyên gundên Depê xesar dîtin
09:00 Dêra hezar û 400 salî kirine axur!
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 212'emîn de didome
09:00 ‘Civaka ku jinê bi tenê bihêle, dê têk biçe'
09:00 Pakêta Darazê ya 4'an: Dê ne bi kêrî mexdûr, bi kêrî kiryar bê
09:00 Ozturk: Dê mohra li deriyê KCD'ê nikaribe pêşî li ber xebatên me bigire
09:00 Li Hewengê 6 sal in ceryana ava 15 hezar dekar erdî hatiye qutkirin
09:00 Serokê Baroya Şirnexê: Em ê hewl bidin pêşî li binpêkirinên mafan bigirin
09:00 ROJEVA 26'Ê HEZÎRANA 2021'Ê
25/06/2021
23:01 Tirkiyeyê li wî aliyê sînor 70 heb binkeyên eskerî ava kiriye û 30 hezar esker bi cih kirine