Gergerlîoglû: Ez ê li cihê ku mabûm berdewam bikim

  • rojane
  • 13:35 7 Tîrmeh 2021
  • |
img
ENQERE - Parlamenterê HDP'ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû ku piştî biryara AYM'ê ya "binpêkirina maf" hat berdan, ev tişt got: "Serî bilind ketimê serî bilind derketim. Ez ê li cihê ku mabûm berdewam dikim."
 
Parlamenterê HDP'ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû ku piştî Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) der barê wî de "binpêkirina maf" da bi çend rojan şûn ve hat berdan, Ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. Gergerlîoglû, biryara AYM'ê ya ji bo xwe girîng dît û wiha got: "Bi pêvajoyeke bêhiqûqî ku 5 sal in li dijî min dihat meşandin hem êrişeke takekesî çêbûbû hem jî gel mexdûr bûbû. Mexdûriyeteke civakî hebû. Lewre ez parlamenterê gel bûm û avêtina min a zindanê avêtina gel a zindanê bû."
 
'WÊ BANDOR LI PARLAMENTERÊN DIN JÎ BIKE'
 
Gergerlîoglû, bi bîr xist ku gelek caran ji Serokatiya Meclisê re gotine ku li benda encama biryara AYM'ê bisekinin û wiha axivî: "Me got, 'biryara Enîs Berberoglû heye, bêhiqûqiyeke mezin heye, şaşî heye, li benda biryarê bisekinin'. Nesekinîn. Lê AYM'ê jî biryareke bihêz girt. Ev biryara bandor li parlamenterên girtî yên HDP'ê jî dike. Min têkoşîna mafê mirovan da. Niha dibînim ku ev têkoşîn ne tenê ji bo min ji bo gelek kesên ku bihiqûqî li wan hatiye kirin encam daye. Ev jî kêfeke mezin dide min. Zilmeke ku li me nekirin ma. 5 sal berê ji ber banga min a aştiyê ji ji bijîjkiya raya giştî hatim îxrackirin. Daxwaza aştiyê sûc e gelo? Min ev got lê guhdar nekirin. Her cure lînc û neheqî li me hat kirin lê me dîsa jî got aştî û mafê mirovan."
 
'EZ PARLAMENTERÊ 84 MILYONÎ ME'
 
Têkildarî parlamenteriya xwe jî Gergerlîoglû, destnîşan kir ku bi 90 hezar dengî hatiye hilbijartin û parlamenterê 84 milyonan e û ev tişt got: "Bêyî cihêkarî min têkoşîna mafê mirovan da. Me bi têkoşînê desthilatê jî aciz kir. Me her cûre neheqî dianî ziman. Desthilat jî ji vê aciz bû û bi zexta siyasî Dadgeha Bilind cezayê ku li min hatibû birîn erê kir. Li Dadgeha Bilind rexmî ku dadgerekî îttîraz kiribû û gotibû, 'Ev biryar çawa tê dayîn' jî cezayê min erê kiribûn. AYM'ê îro ji wî dadgerî re got tu pir mafdar î. Ev 5 sal in bi her rêyî têm mexdûrkirin. Lê di dawiyê de dadgehekî dibêje, 'Di 5 salan de gelek neheqî li te hatin kirin'. Rewşeke mîna fîlm."
 
'DIVÊ DEMEK ZÛTIR PARLAMENTERIYA MIN DEWRÎ MIN BÊ KIRIN'
 
Gergerlîoglû axaftina xwe wiha domand: "Gel me şand meclisê lê desthilatê me avêt zindanê. Lê hiqûq û AYM'ê careke din min ji zindanê derxist. Em ê ber bi vekaleta gel ve biçin. Li bendê me ku pêvajoyên makeqanûnî temam bibin û li meclisê careke din parlamenteriya min dewrî min bê kirin. AYM'ê biryara xwe ji Serokatiya Meclisê re jî şandiye. Dadgeha herêmî min tehliye kir. Ji bo dewrkirina parlamenteriya min tu astengî nema. Tişta ku Serokatiya Meclisê bike divê demek zûtir parlamenteriya min dewrî min bike. Ez li bendê me. Divê em demek zûtir xwe bigihînin mafê me yê hatiye dizîn."
 
'MIN TIMIK MECLIS TV TEMAŞE KIR'
 
Têkildarî biryara derbarê xwe de jî Gergerlîoglû, da zanîn ku biryara ji bo wê bandor li Doza Girtina HDP'ê jî bike û wiha pêde çû: "Biryara hatiye dayîn ji biryara ez li bendê bûm baştir e.Gelek bikêf im. Ez siyasetmedarekî partvanê mafê mirovan im. Li meclisê li ber xwe da. Li girtîgehê jî min li ber xwe da û parastina mafê mirovan kir. Ev têkoşîn rê li ber vekir ku der barê min de biryareke wiha bê dayÎn. Li zindanê min timik Meclis TV temaşe kir. Dema ku min birin jî min got, 'Ez parlamenter im'. Qet ji parlamenteriyê nebûm. Parastina mafê gel û rawestandina li dijî binpêkirinan ne sûc e."
 
‘EZ Ê LI CIHÊ KU MABÛN BERDEWAM BIKIM'
 
Gergerlîoglû, bi lêv kir ku biryara der barê wî de kêfa gel jî anîye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Mirovan ji bo kêliyekî be jî gotin, 'Li vî welatî hiqûq heye, me mafê Destûra Bingehîn dît'. Di vê pêvajoya serokên mafyayan îttîrafan dikin û kesên li desthilatê desthilata xwe didomînin de derketina holê ya mafê me şoreşek e. Raya giştî, gelê me û herkesên ku ji demokrasiyê bawer dikin bila kêfa wan bê. Ez li cihê ku mabûm berdewam dikim. Li ba min rewşeke ku guheriye tune ye. Lewre min li zindanê jî heman tiştî kir. Min avêtin zindanê lê ez parlamenterê gel bûm. Ez ê paşde gav navêjim. Qet moralê min xera nebû. Serî bilind ketimê serî bilind derketim. Min dizanibû ku ez ê qezenc bikim. Wijdanê gel li cem min e."
 
MA / Zemo Aggoz 
 
 
 
 

Sernavên din

10/07/2021
09:05 Karkerên jin doza heqdesteke wekhev û sîgorteyê dikin
09:05 Gardiyanan êrîş bir ser wê, ji dêvla bibin nexweşxaneyê, wê xistin hucreyê
09:04 Bijîşk Yavîç: Divê xebatên ji bo aşiyê bi kurdî bên kirin
09:04 Zarokê 12 salî ji ber zilmê daye ser rêyan
09:04 Esnafên amedî: Em kartên krediyê qilopanî dikin û bi vî hawî debara xwe dikin
09:00 ROJEVA 10'Ê TÎRMEHA 2021'Ê
00:22 Ji ber 'xutbeya bi kurdî' 9 endamên DÎK û DÎAY-DER'ê hatin girtin
09/07/2021
21:30 Di 2015'an de Erdogan: Pêvajoya çareseriyê di sarincê de ye
Di 2021'ê de Erdogan: Ê ku pêvajoya çareseriyê bi dawî kir ne em bûn
21:11 11 endamên DÎK û DÎAY-DER'ê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin
21:03 59 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:50 Li Antalyayê 20 girtiyên bi darê zorê hatin sewqkirin hatin îşkencekirin
16:47 Zarokê 8 salî ku otobusa şaredariyê lê qelibî jiyana xwe ji dest da
16:43 Wê li Êlihê têkildarî greva birçîbûnê daxuyanî bê dayîn
16:43 Wê li Êlihê têkildarî greva birçîbûnê daxuyanî bê dayîn
16:08 Amed wê piştevaniya meşa ji bo Pirsûsê edalet bike
16:04 Hatina Erdogan trafîka Amedê serûbin kir
15:41 Li Girtîgeha Tarsûsê binpêkirinên mafan zêde bûn
15:33 Tirkiye qebûl kir ku di doza Erdem de lêpirsînek bibandor nekiriye
14:47 Polisan mudaxaleyî malbatên Pirsûsê ku xwestin bimeşin Enqerê kirin
14:34 Dermankirina zarokê ku eskeran ew birîndar kiribû didome
14:18 Di binçavan de lêgerîna tazî li karkerên Sînboyê kirin
14:02 EMEP: Kesên biguman ketin partiya me
13:39 HDP’ê serdana esnafên titûnê kir
13:38 Hatina Erdogan Amedê dorpêç kir
12:55 ÎHD'a Amedê bi rojnamevanan re civiya
12:44 Li Semsûrê gelek titûnfiroş hatin binçavkirin
12:42 Rêveberiya nû ya Baroya Rihayê serdana Malbata Şenyaşar kir
12:37 Doza rojnamevanan hat taloqkirin
12:36 Îfadeyên endamên DÎK û DÎAY-DER’ê hat girtin
12:24 Li Efrînê di sal û nîvan de 83 jin hatin qetilkirin
12:09 Her roj kurd tiştan jê dikirin lê kurdî nîne!
11:33 Qutkirina avê ya li 8 gundên Hezoyê di roja 17’emîn de didome
10:34 Serokê Maden-Îşê Çetîn û endamê sendîkayê jiyana xwe ji dest dan
10:29 Welatiyên Amedê: Em naxwazin Erdogan were vî welatî
10:01 Bi hezaran polîs anîn Amedê
09:54 Cotkarên titûnê: Kêr gihîştiye hestî
09:38 Serokê Baroya Mêrdînê Elîk: Pergaleke bêhiqûqî heye
09:14 Girtiyê nexweş bi mama dijî û her roj zeîf dibe
09:13 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 225'emîn de berdewam dike
09:13 Fermandarê qereqolê û cîgirê wî ji ber 'defînegeriyê' ji peywirê hatin girtin
09:12 Kesê girtî ji ber binpêkirinên mafan serî li ÎHD'ê da
09:10 Îzol: Karê me yê ewil dê çalakiyên greva birçîbûnê bin
09:09 Qeyûm rêyan xera dike û çêdike: Esnafên Wanê bêzar bûne
09:08 ‘Tecrîda li ser Ocalan pêk tê li tu devera cîhanê tune ye'
09:00 ROJEVA 9'Ê TÎRMEHA 2021'AN
08/07/2021
21:04 Îro 5 hezar û 171 kes bi Covîd-19'ê ketin
20:57 Şaredarê Pîranê Aygoren tevli AKP'ê bû
20:51 Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Îzmîrê: Dê Denîz bi ser bikevin, faşîzm têk biçe
16:54 Li Dêrîkê gengeşeya DEDAŞ’ê
16:45 Beriya hatina Erdogan a Amedê li mal û kargehan lêgerîn hat kirin
16:06 Ji bo 33 qurbaniyan dê bimeşin Enqereyê
15:42 Posterê Denîz Poyraz li sûrên Kadîfekaleyê ye
15:34 Derbarê Hevserokê HDP’ê yê pirsgirêka avê anî ziman lêpirsîn hat destpêkirin
15:28 Di doza destdirêjiyê ya GGM'ê de 15 sal ceza li bersûcan hat birîn
15:05 Cezayê hefsê li rojnamevan Şîmşek hat birîn
14:46 Li Qamişloyê komxebata yekitiyê
14:34 Danişîna cînayeta Kok hat taloqkirin
14:34 Dadgehê îtîraza ji bo berdanên Doza Kobanê hatibû kirin red kir
14:16 Di doza Medenî Yildirim de careke din leşker beraet kir
14:14 Varyanta Delta Plusê gelo li Amedê ye?
13:05 Hewldana 78'an serdana Malbata Şenyaşar kir
12:24 Binasiya biryara Gergerlioglû hat aşkerakirin
12:17 ‘Qutkirina avê zirarê dide tenduristiya xelkê’
12:16 Ji ber topbarana Tirkiyê welatiyek birîndar bû
12:02 Elîtaş ê AKP’î ji karker re got: Bila te deng nedabûya
12:01 Karkerên madenê ku meşa wan tê astengkirin baretên xwe şikandin
11:17 Ceylan: Li şûna Amedê divê Erdogan serdana Malbata Şenyaşar bike
11:06 Cotkarê ku birûskê lê da jiyana xwe ji dest da
10:46 Li Qereyaziyê 7 kes hatin binçavkirin
10:46 Li Pîşesaziya Hesinkaran teqînek pêk hat
10:11 Bi roketan êrişî Seferatxaneya Amerîka ya Bexdayê kirin
09:15 Heger xaniyek wê çênebe dê negihê zarokên xwe
09:06 Tom Sawyer hêmaya 'zarokên mînak û bi terbiye' hildewişîne!
09:06 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 224'emîn de berdewam dike
09:06 Aydenîz: Gel ji bo çareseriyê dibêje 'Ocalan'
09:06 Beser Şahîn: Me gotinên Barzanî bi bîra wî xistin
09:06 Li Sûrê avahiyên dîrokî tên xerakirin
09:06 ‘Ên zemê dikin bila dema hilbijartinê neyê doza rayan nekin'
09:06 16 roj in 8 gund bêav mane: Av li ber çavê me ye lê em ji bêaviyê qeliyan
09:00 ROJEVA 8'Ê TÎRMEHA 2021'AN
07/07/2021
21:32 52 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:34 Piştî bûyerê bi 20 rojan îfadeya şahidan hat girtin
17:10 Keç û neviyên xwe kuşt û întihar kir
16:56 Li Artûklûyê welatiyan faîlê îstîsmarê girt
16:52 Eskerên derketin operasyonê zarokek birîndar kirin
16:51 Ji ber gotina 'faşîzmê' Turk Telekomê peyama HDP'ê asteng kir
16:38 Li Çewlikê hevdîtina jinan: Bi perspektîfa Ocalan pêşiya jinan vebû
16:26 Li Amedê 10 bijîjkan îstifa kir
15:36 Li Mêrdînê eskerekî jiyana xwe ji dest da
15:08 Rêxistinên sivîl piştgiriya ajokaran kir
14:44 Hatîmogûllari: Bila alimên olî demildest bên berdin
14:39 HDP’ê serdana esnafê titûnfiroş kir
14:22 Serokkomarê Haîtiyê hat kuştin
14:19 Parêzerên Ocalan dîsa serî li dozgeriyê dan
13:36 HDP’iyan serdana karkerên medenê kir
13:35 Gergerlîoglû: Ez ê li cihê ku mabûm berdewam bikim
13:19 Qeyûm çûnehata dolmîşên navbajêr sekinand
12:15 Partiya Pêşerojê serdana Malbata Şenyaşar kir: Em berxwedana we destek dikin
12:14 Kesê nelirêtî kiribû vegeriya Şaredariya Amedê
12:13 2 sal in girtiyan nabin nexweşxaneyê