Hewldana 78'an serdana Malbata Şenyaşar kir

  • rojane
  • 13:05 8 Tîrmeh 2021
  • |
img
RIHA - Endamên Hewldana 78'an, serdana Malbata Şenyşar ku nobeta xwe ya "Edaletê" ya li ber Edliyeya Rihayê di roja 122'yemîn de didomîne kir. Endama Hewldanê Atiye Oktay, ev tişt gopt: "Kezeba milyonan peritiye. Herkesê xwedî wijdan dibêje êdî bes e. Bila herkes li pêşberî qanûnan wekhev be. Heyfe malbateke hilweşiya. Êdî bes e."
 
Emîne Şenyaşar ku 2 kur û hevjînê wê di encama êrişa parastvan û xizmên Parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û kurê xwe Ferît Şenyaşar nobeta xwe ya "Edaletê" ya di 9'ê adarê de li ber Edliyeya Rihayê dan destpêkirin di 122'yemîn de didome. Weke hergav îro jî malbat di saetê serê sibehê de hat ber edliyeyê û bi dovîzên mîna "Ji bo herkesî edalet", "Dayikeke 122 roj in çalakiyên nobetê didomîne" , "2 kur û hevjînê wê li nexweşxaneyê qetil kirin" , "Ji ber ku di komkujiyê parlamenter jî heye 3 sal in doz nayê vekirin" dest bi çalakiya xwe kir. 
 
'ÊDÎ BESE’
 
Serdanên piştevaniya malbatê îro jî berdewam kirin. Endamên hewldanên 78'an ên Dîlok, Riha û Pirsûsê serdana malbatê kirin. Bi malbatê re parêzerê malbatê Serhat Kûrt jî endamên hewldanan pêşwazî kir. Piştî hevdîtina bi malbatê re li ser navê endaman Atiye Oktay axivî û wiha got: "Me beriya niha jî dixwest serdana malbatê bikin. Em ê bi Berdevkê xwe yê Tirkiyeyê Celalettîn Can re bihatina lê ji ber pirsgirêkên wî yên tenduristiyê em dereng man. Ji ber vê em ji malbatê lêborîna xwe dixwazin. Diviya ku em zûtir bihatina."
 
'KEZEBA MILYONAN PERITIYE'
 
Di berdewamê de Oktay, ev tişt gotin: "Mixabin li Tirkiyeyê êşên gelek mezin tên jiyîn. Êşa herî mezin jî êşa dayik û birayekî ye ku 122 rojan dikişînin. Timik êşa ku dikişînin bi bîra me dixin û kezebên me dişewitînin. Li tu devereke dinyayê êşeke wiha tuneye û rayedar li dijî vê êşê ker, kol û lal nabin. Li welatên demokratîk herkes li pêşberî qanûnan wekhev e. Li welatê me ku veguherandine Rojhilata Navîn qanûn ji bo alîgirên desthilatê hene. Tu yê hem mirovên bêguneh bikujî hem jî ji xwe re rehet rehet bigerî û wê edaletê cihê xwe nebîne. Ji roja ku komkujî pêk hatiye ve em bûyerê dişopînin. Êdî bes e kezeba milyonan peritiye. Herkesê xwedî wijdan dibêje êdî bes e. Bila herkes li pêşberî qanûnan wekhev be. Heyfe malbateke hilweşiya. Êdî bes e."
 
'EM HIQÛQÊ DIXWAZIN'
 
Piştî axaftina Oktay Ferît Şenyaşar jî axivî. Şenyaşar, diyar kir ku bi piştevaniya ku ji wan re tê nîşandan çalakiya xwe didomînin û wiha got: "3 mirovên me li Nexweşcxaneya Dewletê ya Pirsûsê li pêşberî qamerayên ewlehiyê bi lîncê hatin qetilkirin. Hê jî li ser dozê biryara nepeniyê heye. Roja duşemê ji bo dosyayê dozgerê 8'emîn hat tayînkirin. Me daxwaza hevdîtinê kir, bi awayekÎ kêfî ev daxwaz hat redkirin. Heta ku edalet pêk were em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em piştgiriya hiqûqî û piştevaniyê dixwazin."
 
BERTEK NÎŞANÎ POLISÊ KU KÊŞANÊ KIR DA
 
Emîne Şenyaşar jî bertek nîşanî polisên ku dema serdanê hevdîtinê kişandin da û bi lorandinê ev tişt ji wan re got: "Hûn çima nakevin pey şopa kesên ku me qetil kirin? Me çi kiriye ji we.? Hûn çima li pey me digerin? Biçin kesên ku me qetil kirine bigirin. Hûn di malbata me de sûcdar nabînin." Emîne Şenyaşar, di van kêliyan de wêneyên zarokên xwe yên hatine qetilkirin; Adil, Celal û hevjînê xwe Esvet Şenyaşar hembiz kir û bi demeke dirêj lorik barandin. 
 
Endamên Hewldana 78'an piştî ku demekê bi malbatê re nobet girtin ji ber edliyeyê veqetiyan. 
 
'SERKEFTIN TEQEZ E'
 
Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê twîtterê ev peyam parve kir: "Em li Edliyeya Rihayê di bin zilmê de têkoşîna 'maf' didin. Di dozeke mafdar de serkeftin jî teqez e. Wê ji vê zilma bi rêya darazê berdewam bike re rayedarekî bi wijdan bêje bisekine..."
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

10/07/2021
09:05 Gardiyanan êrîş bir ser wê, ji dêvla bibin nexweşxaneyê, wê xistin hucreyê
09:04 Bijîşk Yavîç: Divê xebatên ji bo aşiyê bi kurdî bên kirin
09:04 Zarokê 12 salî ji ber zilmê daye ser rêyan
09:04 Esnafên amedî: Em kartên krediyê qilopanî dikin û bi vî hawî debara xwe dikin
09:00 ROJEVA 10'Ê TÎRMEHA 2021'Ê
00:22 Ji ber 'xutbeya bi kurdî' 9 endamên DÎK û DÎAY-DER'ê hatin girtin
09/07/2021
21:30 Di 2015'an de Erdogan: Pêvajoya çareseriyê di sarincê de ye
Di 2021'ê de Erdogan: Ê ku pêvajoya çareseriyê bi dawî kir ne em bûn
21:11 11 endamên DÎK û DÎAY-DER'ê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin
21:03 59 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:50 Li Antalyayê 20 girtiyên bi darê zorê hatin sewqkirin hatin îşkencekirin
16:47 Zarokê 8 salî ku otobusa şaredariyê lê qelibî jiyana xwe ji dest da
16:43 Wê li Êlihê têkildarî greva birçîbûnê daxuyanî bê dayîn
16:43 Wê li Êlihê têkildarî greva birçîbûnê daxuyanî bê dayîn
16:08 Amed wê piştevaniya meşa ji bo Pirsûsê edalet bike
16:04 Hatina Erdogan trafîka Amedê serûbin kir
15:41 Li Girtîgeha Tarsûsê binpêkirinên mafan zêde bûn
15:33 Tirkiye qebûl kir ku di doza Erdem de lêpirsînek bibandor nekiriye
14:47 Polisan mudaxaleyî malbatên Pirsûsê ku xwestin bimeşin Enqerê kirin
14:34 Dermankirina zarokê ku eskeran ew birîndar kiribû didome
14:18 Di binçavan de lêgerîna tazî li karkerên Sînboyê kirin
14:02 EMEP: Kesên biguman ketin partiya me
13:39 HDP’ê serdana esnafên titûnê kir
13:38 Hatina Erdogan Amedê dorpêç kir
12:55 ÎHD'a Amedê bi rojnamevanan re civiya
12:44 Li Semsûrê gelek titûnfiroş hatin binçavkirin
12:42 Rêveberiya nû ya Baroya Rihayê serdana Malbata Şenyaşar kir
12:37 Doza rojnamevanan hat taloqkirin
12:36 Îfadeyên endamên DÎK û DÎAY-DER’ê hat girtin
12:24 Li Efrînê di sal û nîvan de 83 jin hatin qetilkirin
12:09 Her roj kurd tiştan jê dikirin lê kurdî nîne!
11:33 Qutkirina avê ya li 8 gundên Hezoyê di roja 17’emîn de didome
10:34 Serokê Maden-Îşê Çetîn û endamê sendîkayê jiyana xwe ji dest dan
10:29 Welatiyên Amedê: Em naxwazin Erdogan were vî welatî
10:01 Bi hezaran polîs anîn Amedê
09:54 Cotkarên titûnê: Kêr gihîştiye hestî
09:38 Serokê Baroya Mêrdînê Elîk: Pergaleke bêhiqûqî heye
09:14 Girtiyê nexweş bi mama dijî û her roj zeîf dibe
09:13 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 225'emîn de berdewam dike
09:13 Fermandarê qereqolê û cîgirê wî ji ber 'defînegeriyê' ji peywirê hatin girtin
09:12 Kesê girtî ji ber binpêkirinên mafan serî li ÎHD'ê da
09:10 Îzol: Karê me yê ewil dê çalakiyên greva birçîbûnê bin
09:09 Qeyûm rêyan xera dike û çêdike: Esnafên Wanê bêzar bûne
09:08 ‘Tecrîda li ser Ocalan pêk tê li tu devera cîhanê tune ye'
09:00 ROJEVA 9'Ê TÎRMEHA 2021'AN
08/07/2021
21:04 Îro 5 hezar û 171 kes bi Covîd-19'ê ketin
20:57 Şaredarê Pîranê Aygoren tevli AKP'ê bû
20:51 Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Îzmîrê: Dê Denîz bi ser bikevin, faşîzm têk biçe
16:54 Li Dêrîkê gengeşeya DEDAŞ’ê
16:45 Beriya hatina Erdogan a Amedê li mal û kargehan lêgerîn hat kirin
16:06 Ji bo 33 qurbaniyan dê bimeşin Enqereyê
15:42 Posterê Denîz Poyraz li sûrên Kadîfekaleyê ye
15:34 Derbarê Hevserokê HDP’ê yê pirsgirêka avê anî ziman lêpirsîn hat destpêkirin
15:28 Di doza destdirêjiyê ya GGM'ê de 15 sal ceza li bersûcan hat birîn
15:05 Cezayê hefsê li rojnamevan Şîmşek hat birîn
14:46 Li Qamişloyê komxebata yekitiyê
14:34 Danişîna cînayeta Kok hat taloqkirin
14:34 Dadgehê îtîraza ji bo berdanên Doza Kobanê hatibû kirin red kir
14:16 Di doza Medenî Yildirim de careke din leşker beraet kir
14:14 Varyanta Delta Plusê gelo li Amedê ye?
13:05 Hewldana 78'an serdana Malbata Şenyaşar kir
12:24 Binasiya biryara Gergerlioglû hat aşkerakirin
12:17 ‘Qutkirina avê zirarê dide tenduristiya xelkê’
12:16 Ji ber topbarana Tirkiyê welatiyek birîndar bû
12:02 Elîtaş ê AKP’î ji karker re got: Bila te deng nedabûya
12:01 Karkerên madenê ku meşa wan tê astengkirin baretên xwe şikandin
11:17 Ceylan: Li şûna Amedê divê Erdogan serdana Malbata Şenyaşar bike
11:06 Cotkarê ku birûskê lê da jiyana xwe ji dest da
10:46 Li Qereyaziyê 7 kes hatin binçavkirin
10:46 Li Pîşesaziya Hesinkaran teqînek pêk hat
10:11 Bi roketan êrişî Seferatxaneya Amerîka ya Bexdayê kirin
09:15 Heger xaniyek wê çênebe dê negihê zarokên xwe
09:06 Tom Sawyer hêmaya 'zarokên mînak û bi terbiye' hildewişîne!
09:06 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 224'emîn de berdewam dike
09:06 Aydenîz: Gel ji bo çareseriyê dibêje 'Ocalan'
09:06 Beser Şahîn: Me gotinên Barzanî bi bîra wî xistin
09:06 Li Sûrê avahiyên dîrokî tên xerakirin
09:06 ‘Ên zemê dikin bila dema hilbijartinê neyê doza rayan nekin'
09:06 16 roj in 8 gund bêav mane: Av li ber çavê me ye lê em ji bêaviyê qeliyan
09:00 ROJEVA 8'Ê TÎRMEHA 2021'AN
07/07/2021
21:32 52 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:34 Piştî bûyerê bi 20 rojan îfadeya şahidan hat girtin
17:10 Keç û neviyên xwe kuşt û întihar kir
16:56 Li Artûklûyê welatiyan faîlê îstîsmarê girt
16:52 Eskerên derketin operasyonê zarokek birîndar kirin
16:51 Ji ber gotina 'faşîzmê' Turk Telekomê peyama HDP'ê asteng kir
16:38 Li Çewlikê hevdîtina jinan: Bi perspektîfa Ocalan pêşiya jinan vebû
16:26 Li Amedê 10 bijîjkan îstifa kir
15:36 Li Mêrdînê eskerekî jiyana xwe ji dest da
15:08 Rêxistinên sivîl piştgiriya ajokaran kir
14:44 Hatîmogûllari: Bila alimên olî demildest bên berdin
14:39 HDP’ê serdana esnafê titûnfiroş kir
14:22 Serokkomarê Haîtiyê hat kuştin
14:19 Parêzerên Ocalan dîsa serî li dozgeriyê dan
13:36 HDP’iyan serdana karkerên medenê kir
13:35 Gergerlîoglû: Ez ê li cihê ku mabûm berdewam bikim
13:19 Qeyûm çûnehata dolmîşên navbajêr sekinand
12:15 Partiya Pêşerojê serdana Malbata Şenyaşar kir: Em berxwedana we destek dikin
12:14 Kesê nelirêtî kiribû vegeriya Şaredariya Amedê
12:13 2 sal in girtiyan nabin nexweşxaneyê
11:34 Eskerên ku li Colemêrgê her şev deng derdixînin şêniyên taxê bêzar dikin