Cîgirê Hevserokên MXDŞ'ê Îbrahîm: Em ê destûr nedin dagirkirina Şengalê

  • rojane
  • 09:07 16 Tîrmeh 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Cîgirê Hevserokên MXDŞ'ê Heso Îbrahîm anî ziman ku li ser Şengalê metirsiyek heye û got: "Em li ser Şengalê metirsiyê dibînin. Lê weke civaka êzidî em dibêjin, heger başûrê Kurdistanê ji dest biçe û fikriyata îslamî têde li pêş bikeve, ev ji bo me metirsî ye. Lê em ê destûra dagirkirina Şengalê nedin.”

Operasyona derveyî ya sînor a ku Tirkiyeyê di 23'ê Nîsanê de li deverên Zapê, Avaşîn û Metînayê yên bi ser Herêma Kurdistana Federe ve da destpêkirin di meha çaran de berdewam dike. Di encama operasyonê de heta niha bi dehan gund hatin bombebarankirin û valakirin. Tirkiye ya ku amadekariya valakirina axa başûrê Kurdistanê dike, li gelek deverên Zaxo, Amediyê, Hewler û Başîka baregehên xwe ava kirine. Herî dawî gundên hêrêma Metîna û Kampa Şehîd Nazê ya li Şengalê hat bombebarankirin.  Li dijî êriş û destwerdana herêmê nêrazîbûn jî her ku diçin zêde dibin. 
 
Cîgirê Hevserokên Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) Heso Îbrahîm, têkildarî operasyona derveyî sînor a ku Tirkiye li dijî herêma Başûrê Kurdistanê daye destpêkirin, wê li ser Şengalê xetere û bandoreke çawa ava bike û armanca êrişan de çi heye, ji ajansa me re axivî. 
 
 
'PKK HÊCET E, ARMANC DAGIRKIRINA KURDISTANÊ YE' 
 
Cîgirê Hevserokên MXDŞ'ê Heso Îbrahîm bal kişand ser pilan û armanca operasyona ku Tirkiyeyê li dijî Başûrê Kurdistanê daye destpêkirin û got: “Dewleta tirk  bi hinceta PKK'ê axa Kurdistanê dagir dike. Dewleta tirk ne bi meha ye, bi salane li ser Başûrê Kurdistanê êrişên xwe didomîne. Bi armanca wê PKK'ê tune bikin van êrişan pêk tîne. Ev hêcet in. Keseke ku bixwaze axa derdora xwe dagir bike bêgûman pêwîste hêcetekê derxe. Armanca wan ne PKK ye. Armanca dewleta tirk dagirkirina Başûrê Kurdistanê ye. Ne bi tenê başûr, dixwaze Iraqê bi giştî dagir bike. Tirkiye dixwaze sînorê Osmaniyan ê kevn li ser gelê Rojhilatanavîn û derdora xwe pêk bîne. Ji bo ku êriş bike neçare ku hêcetên ji xwe re derxe. Heger îro nebêje ku em ji ber PKK'ê li vir in, bêgûman nikare bikeve axa başûr. Dema ku em lê dinêrin di vê operasyona mezin de behsa Kerkûk, Mûsûl, Şengal, Tilafer û her cihî dike. Behsa dagirkirina Başûrê Kurdistanê giştî dike. Wexta ku behsa Bakurê Kurdistanê giştî kir wê demê ev nabe şereke tenê li dijî PKK'ê. Ev şer li dijî Kurdistanê ye. Îro baregehên xwe li deverên Başîka, Zaxo, Amediyê û Hewlerê çêkirine. Em vê yekê li ser civaka êzidî wek metirsiyê dibînin. Di demeke nêz de heta Laleşê gund hatibûn gulebarankirin. Ji ber ku dewleta tirk dewletek fikreke îslamiyetê diparêz e, bi her awayî êriş dike. Dema ku em îslamiyetê dinêrin baweriyeke din qebûl nake. Em ditirsin ku ku rojekî êrişek giran bibin ser Laleşê. Ev êriş jî bi navê PKK li wir pêk bînin. Weke ku bav û kalên wan Laleş kirine bin destê xwe, dixwazin heman tiştî bikin û em vê metirsiyê li ser Laleşê dibînin." 
 
'EM LI SER ŞENGALÊ METIRSIYÊ DIBÎNÎN'
 
Îbrahîm di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku êrişên herêmê li ser civaka êzidiyan pêşiya metirsiyê vedike û wiha domand: “Armanca dewleta tirk ew e li herêmê DAIŞ’ê zindî bike. Weke civaka êzidî me tu caran xwe ji erdnîgariya Kurdistanî û Iraqê qut nekiriye. Dema ku ev êriş hatin li ser Iraqê û Başûrê Kurdistanê bêgûman wê metirsiyek hebe. Li vir behsa Mûsûl dikin. Şengal girêdayî Mûsûlê ye. Em xeteriyê çawa dibînin? Em xeteriya baweriyê dibînin. Em xeteriya DAIŞ’ê dibînin. Ji ber ku gelek hêzên wan li Tirkiyeyê perwerde bûne. Bi piştgiriya Tirkiyeyê van Efrîn, Serêkaniyê jî dagir kirine. Ev der jî cihê êzidiyan e. Îro Başîka û Barzan jî bi heman xeteriyê re rûbirû ne. Di vê çarçoveyê de em li ser Şengalê metirsiyê dibînin. Lê weke civaka êzidî em dibêjin ku heger Başûrê Kurdistanê biçe û fikriyata Îslamî têde li pêş bikeve ev ji bo me metirsiye. Em metirsiya DAIŞ'ê li ser xwe dibînin."
 
'CIVAKA ÊZIDÎ ÊDÎ XWEDÎ ÎRADE YE' 
 
Îbrahîm bi lêv kir ku li dijî êrİşan wê civaka êzidî bêdeng nemîne û wiha got: "Kengî xelkê me got ku aramî li Şengalê heye û xelkê me behsa aramiya Şengalê kiribe wê demê dewleta tirk û PDK êriş anîne ser Şengalê. Civaka êzidî vegeriya ser xaka xwe. Ji ber vê jî ev êrişa dawî ya li Serdeştê çêbû û beriya wê jî bombebarankirina ku li ser Çiyayê Şengalê çêbû armanc ew bû ku gelê Şengalê venegere ser xaka xwe. Di berê de gotinek me hebû digotin, ‘Mar ji xiştîna werîs ditirse’. Ji ber ku di van kampan de şereke taybet tê  meşandin, nahêlin ku derûniya gel bi tişteke cuda mijûl be. Bêgûman ev êriş encama peymana 9'ê Cotmehê ye. Gelek caran hikûmeta Iraqê jî dibêje, 'Heger hûn vê tifaqê pêk neyînin û ew hêzên heyî tune nebin, meclîsên we yên heyî tune nebin û em di wir de nebin desthilatdar, Tirkiye wê êrişî we bike’. Bi vî awayî gef dixwin. Lê bila hikûmeta Iraqê jî, dewleta Tirkiyê û PDK baş bizanibin ku êdî xelkê me yê Şengalê xwedî îrade ye. Êdî civaka êzidî natirse. Gelê me ne gelê 2014’an e. Civakeke rêxistinkirî û xwedî bi parastin heye."
 
'DEWLETA IRAQÊ NE XWEDÎ HELWEST E' 
 
Îbrahîm bal kişand ser helwesta Dewleta Iraqê û got Tirkiye ji bêhelwestiya hikûmeta Iraqê hêz digire û wiha wiha axivî: "Di van êrişan de helwesta dewleta Iraqê ne tu helwest e. Tenê bi nav dewlet e û helwesta xwe nîşan dide. Dewleta Iraqê îro peykerek e û qalibeke bê xwîn e. Di dewleta Iraqê de tenê dizî û gendelî heye. Ev dewlete ne xwedî helwest e. Nikare helwest nîşan bide. Ji ber çi? Çimkî 10 perçe ye. Her yek li ser yekî de diçe. We dît li Bexdayê hêzên leşkerî rabûn û wêneyê Mustafa Kazimî binpê kirin û tiştên nebaş li ser nivîsandin.  Lê vê dewletê nekarî bersiv bide wan. Heger dewleta Iraqê xwedî helwest bûya, Tirkyê nedikaribû Başûrê Kurdistanê hemû bide ber xwe û operasyonê bide destpêkirin. Helwesta dewleta Iraqê  tenê li ser belengazan heye. Ne qanûn, ne parlemento û ne jî hikûmet heye. Lê nexwedî helwest e.” 
 
'XEBATA SEREKE VEGERA ŞENGALÊ YE' 
 
Îbrahîm bal kişand ser xebatên MXDŞ’ê ku li Şengalê dike û got: "Bêgûman xebatên me rêxistinkirina gelê me ye. Xebata me li ser çêkirina tifaqa gelê me didome. Xebata me ya sereke vegera ji bo Şengalê ye. Li dijî van êrişan em ê birêxistinkirî tev bigerin û bi bîr û baweriya xwe bersiv bidin û nehêlin ku dijmin xaka me dagir bike."
 
MA / Zeynep Durgut 
 

Sernavên din

19/07/2021
09:01 'Heya ku edalet pêk were, berpirsiyar dewlet e’
09:01 Kana madenê darên mişmişan hişk kirin, hemû derî li gundiyan girtin
09:00 ROJEVA 19'Ê TÎRMEHA 2021'AN
08:43 19 ciwanên hatibûn binçavkirin, hatin berdan
18/07/2021
19:53 Polîsan êrişî bîranîna Pirsûsê kirin: 19 binçavkirin
18:55 Hejmara jinên îşkence li wan hat kirin ji sedî 10 zêde bû
18:33 Hozan Arhat ê bi Kurdî stran gotin, di dawetê de hat binçavkirin
16:18 Meclîs kete betlanê
16:03 Jinek din jî ji aliyê çawişê pispor ve hat kuştin
15:50 Di xwepêşandanên bêaviyê de 3 ciwan hatin kuştin
15:03 Qeyûm ji bo danasîna filmê sûrên Amedê 400 hezar lîre xerc kir
14:48 Li Hindistanê barana mûsonê bû sedema mirina 23 kesan
14:21 Jina ducanî ku polîsan lêdabû: Bi porê min girtin û min avêtin erdê
13:35 Ji Rêveberiya Xweser bang: Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nas bikin
12:39 Li Panosê qezaya trafîkê: 3 kes mirin 14 kes birîndar bûn
11:55 Malbata Şenyaşar: Li dijî hiqûq serdestan em ê bi ser bikevin
11:24 Li Amedê seferberiya derzîkirinê
10:35 Di meha hezîranê de 9 kolber hatin qetilkirin
10:26 39 roj in ji siyasetmedarên kurd agahî nayê wergirtin
10:25 Şêxo: Tirkiye hewl dide sûcên xwe veşêre
09:53 Dede: Em ê bikin ku parastina me doza girtina HDP’ê pûç bike
09:02 Greva birçîbûnê di roja 234'emîn de dewam dike
09:01 Dadgehê rapora ÇED'ê ya derbarê HES'a li Çemê Zoravayê de betal kir
09:01 Hilberînerên mişmişan: Guh nedin fiyetan, mişmişên organîk bixwin
09:01 Muslîm behsa Şoreşa Rojavayê kir: Divê Rêveberiya Xweser bê pejirandin
09:00 6 sal in Komkujiya Pirsûsê nehatiye zelalkirin
09:00 ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2021'AN
09:00 Li Ewropayê hejmara miriyên lehiyê derket 168 kesan
17/07/2021
23:08 Li Silopiyayê bi hezaran kes qîriyan: Dem dema yekîtiyê, dem dema şikandina tecrîdê ye
21:19 38 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:00 Ciwanê ket Çemê Êlihê ber avê ket
16:52 Biryara nepeniyê danîn ser dosya zarokê li qursa Quranê jiyana xwe ji dest dabû
15:34 YNK'ê rayeyên Lahor dewrî Bafil Talabanî kir
15:34 Li Bestayê şewata daristanê û birrîna daran didome
15:34 Sancar, serdana dikandarên Kuşadasiyê kir
15:33 Ji bo girtiyê nexweş ê 95 salî banga berdanê kirin
14:31 Xwestin kiryarên Aydin werin darizandin
14:30 MEBYA-DER'ê 2’yemîn kongreya xwe li dar xist
14:29 Xwîn çû ser mîdeya girtiyê nexweş ê 70 salî
14:08 ÎHD 35 salî ye: Wê têkoşîna me berdewam bike
14:04 ‘Daxwaza aştiyê di asta ku sînorê tecrîdê derbas bike de ye’
13:55 Dayika Şemiyê: Ne me kesên ku hezkiriyên me dan windakirin bidarizînin
13:42 Malbata Ocalan ji bo hevdîtina cejnê serî li dozgeriyê da
13:35 Malbata Şenyaşar: Dawiya zaliman nêz e
13:18 Denîz Poyraz bi bîr anî: Em ê serhildana xwe mezin bikin
12:32 Bi torosa spî birin 26 sal in agahî ji wan nayê girtin
12:28 Polîsan rapora lêdanê ya jina ducanî desteser kir
11:32 Li Wanê qedexeya çalakiyan 15 roj hat dirêjkirin
11:15 Parêzer û birayê wî li Rihayê hatin kuştin
10:56 Lêdana jina ducanî ji Soylu pirsî
10:34 Ji siyasetmedarên kurd 38 roj in agahî nayê girtin
10:31 Gergerlîoglû: Em bi berxwedanê hatin girtin û em bi berxwedanê vegeriyan
09:53 Di ser êrişê re mehek derbas bû, lê hê jî pirs bêbersiv in
09:39 TIR’a ku rûn dibir Îranê qelibî
09:37 Gumanbarê sereke yê mirina Çakir hat berdan
09:25 Greva birçîbûnê di roja 233'yemîn de dewam dike
09:23 Pîroglû: Kesên dixwazin ji AKP'ê xelas bibin, mecbûr in bên cem gelê kurd
09:20 Şêniyên Taxa Bayirliyê: Em ji ber ava vexwarinê bi jehrê dikevin
09:18 Dê newala Êwilê di bin ava bendava 'ewlehiyê' de bimîne
09:11 Bêhn li Fatsayê çikandine!
09:08 Kulîçeya 2 hezar salî ya suryaniyan
09:05 Şahidê Komkujiya Pirsûsê: Bi zanebûn dereng mudaxile kirin
09:03 Sewalvan: Aborî nemaye, gel perîşan e
09:00 ROJEVA 17'Ê TÎRMEHA 2021'AN
16/07/2021
21:43 35 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:58 Encamnameya komxebeta şaredariya pirzimanî hat aşkerekirin
16:43 Aksû yê di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest da hat bibîranîn
16:33 Gergerlîoglû: Îro roja serkeftina gel e
16:31 Ji Ahmet Turk bo AKP’ê: Êdî dawiya we hatiye
15:54 Di serdegirtina malê de polisan bi qûntaxa çekê li jina dûcanî dan
15:51 Parlamenteriya Gergerlîoglû lê hat vegerand
15:35 Li Farqînê kesek kuştî hat dîtin
15:06 Walîtiya Colemêrgê dîsa qedexeya çalakiyan a li bajar dirêj kir
14:56 ÎHD: Mafên karkerên şaredariyan tên binpêkirin
13:06 TMMOB: Li gundan pirsgirêka cidî ya avê heye
12:58 Bersûcê Emîne Karakaş hat girtin
12:47 Girtiyê nexweş Ozdemîrlî hat berdan
12:27 Li Amedê erdhej çêbû
12:26 Gergerlîoglu ji bo îadekirina wekîltiya xwe serî li Meclîsê da
12:10 Ebdî bertek nîşanî ‘gora komî’ da: Dawî li vê qirkirinê bînin
12:03 Emîne Şenyaşar: Malbata min binax kirin
11:44 Hevseroka HDP’a Tûşbayê hat binçavkirin
11:33 Li Serhedê lehî rabû: Heywan mirin, mal û axur hilweşiyan
11:14 Goristana ku jê re hat gotin ‘gora komî’ ye aydê endamên YPG’ê û YPJ’ê ye
10:45 Jiyaneke li dû azadiyê
10:21 Jina ku 6 caran giliyê zilamê êrişkar kir: Herî dawî wê min bikuje
09:16 Greva birçîbûnê di roja 232'yemîn de dewam dike
09:15 'Pakêta darazê dê kiryarên destdirêjiyê biparêze'
09:10 Pira ku 20 hezar kes di ser re diçin û tên hindik maye hilweşe
09:09 Jinên çewligî: Em ê xwe bi xwe mafên xwe diyar bikin
09:08 Gelo çekên ku li nav erdên cerdevanan hatin dîtin, ew 'çekên winda ne?'
09:07 Cîgirê Hevserokên MXDŞ'ê Îbrahîm: Em ê destûr nedin dagirkirina Şengalê
09:00 ROJEVA 16'Ê TÎRMEHA 2021'AN
15/07/2021
22:52 Parlementoya Belçîkayê jî qirkirina êzidiyan pejirand
20:43 7 hezar û 304 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
20:39 Meclîsa Jina ya HDP'a Amedê hat avakirin
16:36 Ji ber êrişa li dijî HDP'ê 3 kesên din jî hatin binçavkirin
15:30 Gundî mudaxileyî şewata ku leşkeran derxist dikin
15:23 Nivîsên nîjadperest li ser dîwarê mala peywirdarê HDP'ê nivîsandin
15:01 Li Antalyayê êrişê li dijî HDP'ê hat şermezarkirin