Jina ku 6 caran giliyê zilamê êrişkar kir: Herî dawî wê min bikuje

  • rojane
  • 10:21 16 Tîrmeh 2021
  • |
img

AMED - Şevîn D. a ku bi tundî û êrişa zayendî ya Mustafa B. re rûbirû ma tevî ku 6 caran ji qereqolê re gilî kir jî tu tevdîr ji bo wê nehatin girtin. D. a di êrişa dawî de ji mirinê filitî berteka xwe wiha anî ziman: “Herî dawî ez ê bimirim, 10 rojan di medyayê de cih bigirim û pişt re ez ê werim jibîrkirin.” 

 
Şevîn D. (35) li Amedê dijî. Salek bi awayek sîstematîk bi tacîza zayendî, êriş û tundia Mustafa B. re rûbirû ma. Mustafa B. gefa destdirêjiyê li keça wê ya 3 salî û xwişka wê xwar. Şevîn D. piştî her êriş û gefê çû serî li qereqolê da û giliyê zilam kir, lê her carê bi gotinên zayendperest û muameleya xerab a polîsan re rûbirû ma. 
 
Şevîn D. 6 caran giliyê Musafa B. kir û piştî her gilîkirinê asta tundiyê û gefan zêdetir bû. Şevîn D. da zanîn ku di serê sala 2020’an de Mustafa B. ji ber pirsgirêka ceryana li malê wê wek hosteyê ceryanê hatiye mala wê û salek ji aliyê vî kesî ve bi tacîz, gef, şopandin û tundiyê re rûbirû maye. Şevîn D. diyar kir ku 3 sal berê ew hêj ducaniya 4 mehî bûye wê û hevjînê xwe hevberdan e û wiha got: “Ev zilam wek hosteyê ceryanê hat mala min. Demek dirêj ceryana min çênekir. Fêm kir ku ez bi tenê li malê dijîm, derheqê min de lêkolîn kiriye û ji wê demê ve min aciz kir. Tevî ku zewicî ye û zarokên wî jî hene teklîfa zewacê li min kir. Min qebûl nekir, dest bi gefan kir.” 
 
TIŞTEK DERBARÊ ZILAMÊ TUNDIYÊ DIKE DE NAYÊ KIRIN 
 
Şevîn D. destnîşan kr ku Mustafa B. xwe gihandiye hevalên wê û malbata wê bi hin wêneyên pevxistî gef li wê xwariye û got: “Her ku min wî red kir, peyamên naveroka wan tundîbû ji min re şand. Ewilî li malbata min geriya, pişt re gefa kuştinê l imin xwar. Hin mezinên malbata min pê re axivîn lê belê tacîzên wî dewam kirin. Ji bo dev ji min berde ez çûm cem wî. Êrişî min kir. Cîranan min xelas kir. Ez çûm min giliyê wî kir û îfade da. Lê belê derbarê wî de tu kirarek nehat kirin. Min cara duyem giliyê wî kir. Vê carê sîlehê xist serê min. Tu encam jê derneket. Min cara sêyem giliyê wî kir. Vê carê polîs li hember min xerab tevgeriyan. Henekê xwe bi min kirin. Min cara şaremîn, pêncemîn giliyê wî kir. Lê polîsan derbarê wî de tiştek nekirin. Di gilîkirina çarem de derbarê Mustafa B. de biryara dûrkirinê hat dayîn lê vê biryarê jî binpê kir. Mustafa B. li naverasta kuçeyê êrişî min kir. Min xwest ez xwe biparêz im. Lê kes tiştekî pê nake. Piştî vê êrişê dîsa derbarê wî de biryara dûrkirinê hat derxistin. 
 
‘DERÎ LI MIN RADA Û ÊRIŞÎ MIN KIR’ 
 
Di 6’ê hezîranê de got ‘ez têm ber deriyê te û ez ê te bikujim’. Gef li min xwar. Min ji Sepana Piştevaniya Jinan (KADES) alîkariyê xwest, lê wan jî min arasteyî polîsan kir. Polîsan ji min re got ‘şexs ne li vir e, dema şexs hat li me bigere’. Min got dema şexs min bikuje ez ê li we bigerim? Roja pişt re min giliyê wî kir. Di 14’ê tîrmehê de peyamên bi naveroka gefan ji min re şand. Ez li 155’ê geriyam, min arasteyî qereqola herî nêz kirin. Ez çûm cem polîsan îfadeya min negirtin. Min ji qereqolê paş ve şandin. Min dît ku qereqol tiştekî nake, min xwe gihand xizmek Mustafa B. û ji bo dev ji min berde ez çûm cem wî. Dema ez çûm Mustafa B. li hundir bû. Li dikanê derî li ser min radan. Bi kêrê êrişî min kir. Hewl da destdirêjî min bike. Gefa kuştinê li min xwar. Milê min kişand û tundiyê li min kir. Xelk li ber deriyê dikanê kom bû. Wextê ku derket, xelkê wî lanet kir. Min birin nexweşxaneyê. Li nexweşxaneyê min ferq kir ku milê min şikestiye. Pişt re ji bo îfade bidim min birin qereqolê. Li qereqolê polîsan bo min got  ‘dîsa tu yî’. Polîsan min nebir malê. Xwestin ez bi tena serê xwe biçim malê. Min ji wesayîtek bi rê de diçû rica kir û min danî malê. 
 
‘EZ NAXWAZIM WERIM KUŞTIN’ 
 
Şevîn destnîşan kir ku ew bi êrişa zeyendî re rûbirû maye û got: “Ez dixwazim bi rûmeta xwe bijîm, lê destûr nayê dayîn. Daraz bêedalet e. Dixwazim Mustafa B. were girtin. Jinên bi tundiyê re rûbirû dimînin, li qereqolan jî bi tundiya derûnî û gotinan re rûbirû dimînin. Zilam li qereqolan serbest tên berdan. Cesaretê ji vê distînin. Herî dawî ez ê werim kuştin, dema ez bimirim ez ê dest bi jiyanê bikim. Dema ez werim kuştinê wê navê min bibîr bînin û derbarê zilam de wê kirar bikin. Ez ê deh rojan di medyayê de cih bigirim, pişt re jî ez ê werim jibîrkirin. Ez xwe bi tenê dibînim. Ez naxwazim werim kuştinê.” 
 
MA / Arjîn Dîlek Oncel - Mehmet Erol
 

Sernavên din

19/07/2021
09:01 Kana madenê darên mişmişan hişk kirin, hemû derî li gundiyan girtin
09:00 ROJEVA 19'Ê TÎRMEHA 2021'AN
08:43 19 ciwanên hatibûn binçavkirin, hatin berdan
18/07/2021
19:53 Polîsan êrişî bîranîna Pirsûsê kirin: 19 binçavkirin
18:55 Hejmara jinên îşkence li wan hat kirin ji sedî 10 zêde bû
18:33 Hozan Arhat ê bi Kurdî stran gotin, di dawetê de hat binçavkirin
16:18 Meclîs kete betlanê
16:03 Jinek din jî ji aliyê çawişê pispor ve hat kuştin
15:50 Di xwepêşandanên bêaviyê de 3 ciwan hatin kuştin
15:03 Qeyûm ji bo danasîna filmê sûrên Amedê 400 hezar lîre xerc kir
14:48 Li Hindistanê barana mûsonê bû sedema mirina 23 kesan
14:21 Jina ducanî ku polîsan lêdabû: Bi porê min girtin û min avêtin erdê
13:35 Ji Rêveberiya Xweser bang: Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nas bikin
12:39 Li Panosê qezaya trafîkê: 3 kes mirin 14 kes birîndar bûn
11:55 Malbata Şenyaşar: Li dijî hiqûq serdestan em ê bi ser bikevin
11:24 Li Amedê seferberiya derzîkirinê
10:35 Di meha hezîranê de 9 kolber hatin qetilkirin
10:26 39 roj in ji siyasetmedarên kurd agahî nayê wergirtin
10:25 Şêxo: Tirkiye hewl dide sûcên xwe veşêre
09:53 Dede: Em ê bikin ku parastina me doza girtina HDP’ê pûç bike
09:02 Greva birçîbûnê di roja 234'emîn de dewam dike
09:01 Dadgehê rapora ÇED'ê ya derbarê HES'a li Çemê Zoravayê de betal kir
09:01 Hilberînerên mişmişan: Guh nedin fiyetan, mişmişên organîk bixwin
09:01 Muslîm behsa Şoreşa Rojavayê kir: Divê Rêveberiya Xweser bê pejirandin
09:00 6 sal in Komkujiya Pirsûsê nehatiye zelalkirin
09:00 ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2021'AN
09:00 Li Ewropayê hejmara miriyên lehiyê derket 168 kesan
17/07/2021
23:08 Li Silopiyayê bi hezaran kes qîriyan: Dem dema yekîtiyê, dem dema şikandina tecrîdê ye
21:19 38 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:00 Ciwanê ket Çemê Êlihê ber avê ket
16:52 Biryara nepeniyê danîn ser dosya zarokê li qursa Quranê jiyana xwe ji dest dabû
15:34 YNK'ê rayeyên Lahor dewrî Bafil Talabanî kir
15:34 Li Bestayê şewata daristanê û birrîna daran didome
15:34 Sancar, serdana dikandarên Kuşadasiyê kir
15:33 Ji bo girtiyê nexweş ê 95 salî banga berdanê kirin
14:31 Xwestin kiryarên Aydin werin darizandin
14:30 MEBYA-DER'ê 2’yemîn kongreya xwe li dar xist
14:29 Xwîn çû ser mîdeya girtiyê nexweş ê 70 salî
14:08 ÎHD 35 salî ye: Wê têkoşîna me berdewam bike
14:04 ‘Daxwaza aştiyê di asta ku sînorê tecrîdê derbas bike de ye’
13:55 Dayika Şemiyê: Ne me kesên ku hezkiriyên me dan windakirin bidarizînin
13:42 Malbata Ocalan ji bo hevdîtina cejnê serî li dozgeriyê da
13:35 Malbata Şenyaşar: Dawiya zaliman nêz e
13:18 Denîz Poyraz bi bîr anî: Em ê serhildana xwe mezin bikin
12:32 Bi torosa spî birin 26 sal in agahî ji wan nayê girtin
12:28 Polîsan rapora lêdanê ya jina ducanî desteser kir
11:32 Li Wanê qedexeya çalakiyan 15 roj hat dirêjkirin
11:15 Parêzer û birayê wî li Rihayê hatin kuştin
10:56 Lêdana jina ducanî ji Soylu pirsî
10:34 Ji siyasetmedarên kurd 38 roj in agahî nayê girtin
10:31 Gergerlîoglû: Em bi berxwedanê hatin girtin û em bi berxwedanê vegeriyan
09:53 Di ser êrişê re mehek derbas bû, lê hê jî pirs bêbersiv in
09:39 TIR’a ku rûn dibir Îranê qelibî
09:37 Gumanbarê sereke yê mirina Çakir hat berdan
09:25 Greva birçîbûnê di roja 233'yemîn de dewam dike
09:23 Pîroglû: Kesên dixwazin ji AKP'ê xelas bibin, mecbûr in bên cem gelê kurd
09:20 Şêniyên Taxa Bayirliyê: Em ji ber ava vexwarinê bi jehrê dikevin
09:18 Dê newala Êwilê di bin ava bendava 'ewlehiyê' de bimîne
09:11 Bêhn li Fatsayê çikandine!
09:08 Kulîçeya 2 hezar salî ya suryaniyan
09:05 Şahidê Komkujiya Pirsûsê: Bi zanebûn dereng mudaxile kirin
09:03 Sewalvan: Aborî nemaye, gel perîşan e
09:00 ROJEVA 17'Ê TÎRMEHA 2021'AN
16/07/2021
21:43 35 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:58 Encamnameya komxebeta şaredariya pirzimanî hat aşkerekirin
16:43 Aksû yê di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest da hat bibîranîn
16:33 Gergerlîoglû: Îro roja serkeftina gel e
16:31 Ji Ahmet Turk bo AKP’ê: Êdî dawiya we hatiye
15:54 Di serdegirtina malê de polisan bi qûntaxa çekê li jina dûcanî dan
15:51 Parlamenteriya Gergerlîoglû lê hat vegerand
15:35 Li Farqînê kesek kuştî hat dîtin
15:06 Walîtiya Colemêrgê dîsa qedexeya çalakiyan a li bajar dirêj kir
14:56 ÎHD: Mafên karkerên şaredariyan tên binpêkirin
13:06 TMMOB: Li gundan pirsgirêka cidî ya avê heye
12:58 Bersûcê Emîne Karakaş hat girtin
12:47 Girtiyê nexweş Ozdemîrlî hat berdan
12:27 Li Amedê erdhej çêbû
12:26 Gergerlîoglu ji bo îadekirina wekîltiya xwe serî li Meclîsê da
12:10 Ebdî bertek nîşanî ‘gora komî’ da: Dawî li vê qirkirinê bînin
12:03 Emîne Şenyaşar: Malbata min binax kirin
11:44 Hevseroka HDP’a Tûşbayê hat binçavkirin
11:33 Li Serhedê lehî rabû: Heywan mirin, mal û axur hilweşiyan
11:14 Goristana ku jê re hat gotin ‘gora komî’ ye aydê endamên YPG’ê û YPJ’ê ye
10:45 Jiyaneke li dû azadiyê
10:21 Jina ku 6 caran giliyê zilamê êrişkar kir: Herî dawî wê min bikuje
09:16 Greva birçîbûnê di roja 232'yemîn de dewam dike
09:15 'Pakêta darazê dê kiryarên destdirêjiyê biparêze'
09:10 Pira ku 20 hezar kes di ser re diçin û tên hindik maye hilweşe
09:09 Jinên çewligî: Em ê xwe bi xwe mafên xwe diyar bikin
09:08 Gelo çekên ku li nav erdên cerdevanan hatin dîtin, ew 'çekên winda ne?'
09:07 Cîgirê Hevserokên MXDŞ'ê Îbrahîm: Em ê destûr nedin dagirkirina Şengalê
09:00 ROJEVA 16'Ê TÎRMEHA 2021'AN
15/07/2021
22:52 Parlementoya Belçîkayê jî qirkirina êzidiyan pejirand
20:43 7 hezar û 304 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
20:39 Meclîsa Jina ya HDP'a Amedê hat avakirin
16:36 Ji ber êrişa li dijî HDP'ê 3 kesên din jî hatin binçavkirin
15:30 Gundî mudaxileyî şewata ku leşkeran derxist dikin
15:23 Nivîsên nîjadperest li ser dîwarê mala peywirdarê HDP'ê nivîsandin
15:01 Li Antalyayê êrişê li dijî HDP'ê hat şermezarkirin
14:22 Di lehîya ku li Rîzeyê rabû de 5 kesan jiyana xwe ji dest da