HDP’ê serdana gundên Êlihê kir: Gundiyan azadiya Ocalan xwest

  • rojane
  • 16:11 27 Tîrmeh 2021
  • |
img

ÊLIH - Şandeya HDP’ê serdana gundên Hezoyê kir û ji xelkê herêmê re behsa pêvajoya tecrîdê, greva birçîbûnê û doza girtinê kir. Xelkê gundan daxwaziya azadiya Ocalan kirin.  

 
Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Êlihê serdana gelek gundên navçeya Hezoyê kir. Di serdana her gundekî de behsa tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, greva birçîbûnê û doza girtina HDP’ê hat kirin. Balkêş bû ku di serdanan de azadiya Ocalan hat xwestin. 
 
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê û Parlamentera Êlihê Ayşe Acar Başaran, parlamenterên HDP’ê yên Êlihê Feleknas Ûca û Necdet Îpekyuz, Hevşaredarê Êlihê Mehmet Demîr ê ku qeyûm danîn şûna wî, Hevserokên HDP’a Êlihê Omer Kulpu û Fatma Ablay, aktîvîstên TJA’yê û rêveberên HDP’ê ewilî li Bajaroka Kaniyahenê ya bi ser navçeya Hezoyê ve civiyan. Şande bi sê başkan ve serdana gundan kir. 
 
DAXWAZA AZADIYA OCALAN HAT KIRIN 
 
Şandeya HDP’ê ewilî serdana gundê Zîlana Hezoyê ku li wir Îsa Ûke yê roja 10’ê tîrmehê di qenala avê de xeniqîbû kir. 
 
Şandeyên HDP’ê bi sê baskan ve serdana gundên Bacaxê, Xoxê, Dêle, Simaîlka, Kanîyaberê, Selîvê, Huskut, Melkîşa, Şelmo, Baqînê, Avaga, Malêgir, Qeynterê, Celdeka, Kenik, Baştirma Jorî, Eynhesarê, Şedirkê û Xedîrê kir. 
 
Di serdanan de xelkê gundan bi kêfxweşî pêşwazî li şandeyên HDP’ê kir û xwarin û vexwarinê îkramî wan kirin. Daxwaza sereke ya xelkê van gundan ew bû ku tecrîda li ser Ocalan were bidawîkirin û azadiya Ocalan pêk were. 
 
SÛCÊ NAVNETEWΠ
 
Parlamenter Feleknas Ûca di serdanan de destnîşan kir ku Tirkiye bi tecrîdê sûc dike û bang li hiqûqa navnetewî kir ku bikeve dewrê. Ûca bal kişand ser greva birçîbûnê û got daxwaza girtiyan ji aliyê îqtidarê ve ji nedîtî ve tê û lê belê wê bi berxwedana civakê hikumet neçar bimîne ku gavan biavêje. 
 
DOZA GIRTINA HDP’Ê 
 
Parlamenter Necdet Îpekyuz jî bal kişand ser doza girtina li HDP’ê hatiye vekirin û destnîşan kir ku îqtidara ku her roj li meydanan qala demokrasiyê dike lê radibe doza girtinê li HDP’ê vedike û bi vî awayî dawiya xwe tîne. 
 
‘ÎQTIDAR JI DEMOKRASIYÊ DITIRSE’ 
 
Berdevka Meclîsa Jinan Ayşe Acar Başaran jî li gundê Xedîrê çû nav baxçeyê malbatek ku karê titûnê dikirin û alîkariya wan kir. Başaran di serdanên gundan de bal kişand ser tecrîd, greva birçîbûnê û doza girtina HDP’ê û pirsên welatiyên li gundan ên derbarê pêvajoyê de bersivand. Başaran destnîşan kir ku divê her kes deng bide dengê gritiyên dikevin greva birçîbûnê û pêwîste her kes kevirek bide ser kevirekî. Başaran anî ziman ku di doza girtina HDP’ê de ew baş dibînin û nîşaneya tirsa îqtidarê ya ji demokrasiyê ye. 
 
 

Sernavên din

27/07/2021
16:11 HDP’ê serdana gundên Êlihê kir: Gundiyan azadiya Ocalan xwest
16:00 Li Beyoglû şerê çekdarî: 3 kes mirin û kesek birîndar bû
15:44 Lêpirsîna Denîz Poyraz ji Soylû û Koca pirsî
15:44 Dayika ku 5 sal in cenazeyê lawê xwe wernegirtiye: Êdî bila vê zilmê li me nekin
15:31 Turkler û Bûdak hatin bibîranîn
14:37 Li kûçeya ku jinên êzidî lê hatibûn zincîrkirin meşa azadiyê
14:26 Baroya Amedê giliyê Yenî Şafakê kir
13:37 Tundiyê li girtiyê ku li dijî lêgerîna tazî derket kirin
13:11 Kolberek din jî hat kuştin û gel bertek nîşan da
12:13 Ferît Şenyaşar: Em bi edaleta derengmayî jî qayil in
11:42 Ji Hikûmeta Almanyayê daxuyaniya lîsteya înfazê
11:30 Li Amedê wê dawet bêmaske neyên lidarxistin
11:27 Banga ji bo girtiyê siyasî ku gef lê tê xwarin
10:18 Ji ber lihevanînê bi sedan sal ceza dan rûspiyan
10:04 Parêzerên Ocalan banga lezgîn li CPT’iyê kirin ku wezîfeya xwe bike
09:01 Greva birçîbûnê di roja 243'yemîn de dewam dike
09:01 Derbarê daxuyaniya dijberî nukleerê de îdianame hat amadekirin
09:01 Karkerê ku li Afyonê bi êrişê re rûbirû ma: Êrişeke nijadperest û plankirî bû
09:01 Rojnamevan Başlangiç ku navê wî di 'lîsteya înfazê' de ye: Behr qediya ji bo AKP'ê
09:00 Dayika girtî: Li ber çavê dewletê kurd kurd e
09:00 Bavê ku polîs bû sedema mirina kurê wî: Ma em li ku bidin dû edaletê?
09:00 Mehmet Ocalan: Divê deriyên Îmraliyê vebin
09:00 ROJEVA 27'Ê TÎRMEHA 2021'AN
08:53 Li Stenbolê jinek hat kuştin
26/07/2021
21:15 63 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
21:09 Bûldan: Êdî dema yekîtiya kurdan e
17:45 Li zozanên Elkê bal kişandin ser tecrîd û çalakiya greva birçîbûnê
16:42 Amerîka mîsyona xwe ya şer a li Iraqê bi dawî dike
16:42 Aldar Xelîl: Divê şendeyên bêalî Goristana Efrînê lêkolîn bikin
16:16 Piştî 6 meh cezayê wê qediya û şûnde hat berdan
15:45 Dadgeha Bilind derbarê çalakiyên Kobanê de biryareke balkêş da
13:58 Hevseroka KNK'ê Mûrad: Divê partiyên Kurd li dijî dagirkeriyê bibin xwedî helwest
13:40 Welatiyek derket ser banê avahiya AKP’ê û hewl da întîhar bike
13:40 GOÇÎZDER: Divê li dijî êrişên nîjadperest çareseriyên bingehîn bên dîtin
13:36 Li dijî nijadperestiyê banga têkoşînê
13:33 Gorên li Efrînê hatin rûxandin di rojeva Meclîsê de ye
12:11 Emîne Şenyaşar: Heta lawê min neyê berdan ez ji vir naçim
11:53 Serokê Baroya Şirnexê: Êrîşên nîjadperest ne 'hêsan û bi tenê' ne
11:46 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:18 Qedexekirina parêzerên Ocalan di sala 10’an de ye: Li Îmraliyê ne hiqûq, ‘h’ ya wê jî nîne
11:13 Li Bestayê cerdevan darên sedsale dibirin
10:41 Çîrokek têkoşînê
10:39 Li Çinarê 6 taxan kirin qarantînayê
10:24 Qefleyek penaberên Afgan dema ku ji Wanê derdikeve
10:12 Serokdewletê Tûnîsê darbe li meclisa welat kir
09:35 Rojanemeger Mame: PDK'ê di rêvebirinê de zehmetî dikişîne
09:11 Greva birçîbûnê di roja 242'yemîn de dewam dike
09:00 Ji Serokê CHP'a Rîzeyê: Divê em bobelatan ji qederê derbixin
09:00 Fermandarê ku çixareyên desteserkirî difirot dîsa hat ser peywira xwe
09:00 ROJEVA 26'Ê TÎRMEHA 20121'AN
25/07/2021
21:14 Topbarana Şehbayê: 2 jê zarok 4 kes birîndar bûn
19:52 Hejmar pêketiyen vîrûsa koronayê 14 hezaran derbas kir
19:45 Li Serêkaniyê di navbera komên paramîlîter de şer derket
17:59 Li Geliyê Bilûr agir bi daristanê ket
17:51 Yek jê zarok 2 kesên ku ketin bendavê xeniqîn
17:39 48 Baroyan bertek nîşanî manşeta Yenî Şafakê dan
16:51 Cotkaran li dijî birrîna ceryanê bi ser TEÎAŞ’ê de girt
16:50 Ji ber barana mûsonê 127 kes mirin û bi dehan kes winda ne
16:50 Odeya Tabîban bi keyayan re civîna derzîkirinê li dar xist
15:06 Li Arhaviyê bîlançoya lehiyê eşkere bû
12:31 Tirkiyê ji Girê Spî 2 jin revandin
11:07 Malbata Şenyaşar 139 roj in li benda ‘edaletê’ ye
10:40 Grûpên bi ser Tirkiyê ve kevirên goran didizin û difiroşin
10:13 Li Belçîkayê dîsa lehî rabû
09:07 Greva birçîbûnê di roja 241'emîn de dewam dike
09:06 Li Amedê rojê 500 kes bi Covîd-19'ê dikevin: Tekane rêya xelasiyê aşî ye
09:06 Ji bo greva birçîbûnê bang li rayedaran kir: Qanûna xwe pêk bînin
09:03 Îqtidar û muxalefet bi zimanê xwe ço li ba dikin
09:01 Bi îmzeya serokkomar erdê nexweşxaneyê kirin qada avahiyan!
09:00 ROJEVA 25'Ê TÎRMEHA 2021'AN
24/07/2021
21:17 58 kes ji ber Covîd-19'ê mirin, hejmara pêketiyan zêde bû
15:40 Hêzên PDK’ê cihên HPG'ê kirin hedef
14:57 Înîsiyatîfê xwest cezayê girtiyê nexweş Kocaturk bê taloqkirin
14:49 Ji bo girtiyê nexweş Kiliç banga berdanê hat kirin
14:30 ÎHD: Divê Korkmaz bê şert û merc were berdin
14:20 ÎHD’a Çanakkaleyê raporek li ser pirsgirêkên karkeran amade kir
14:00 Keça Gulunay ê 29 sal in winda ye: Em ê dev ji doza xwe bernedin
13:44 Ji êrişkaran tenê 1 jê hat girtin
12:55 45 roj in ji 3 siyasetmedarên ku PDK'ê binçav kiribûn agahî nayê girtin!
12:38 Serokê Şaredariya Êlihê yê berê hat berdan
12:38 Tevî îtîrafên Aygan jî 27 sal in agahî ji Haran nayê wergirtin
10:51 ‘Parazvanên edaletê wê hertim hebin’
09:02 Weşanxaneya Na pirtûka Welatê Xaltan çap kir
09:01 Greva birçîbûnê di roja 240'emîn de dewam dike
09:01 Hevserokê KNK'ê Karamûs: Heger yekîtî çêbibe dê Kurdistan bibe xwedî statu
09:01 ‘Li dijî êrişên nîjadperest, divê daraz xwedî helwest be'
09:01 Zeytûn: Neçareserkirina pirsgirêka kurd pêşî li ber êrişan vedike
09:01 Gundiyên ku eskeran li wan xist: Esker zilmê dikin
09:01 Karkerên demsalî 5 roj in bê av in
09:00 ROJEVA 24'Ê TÎRMEHA 2021'AN
08:35 Ciwanê ku di avê de xeniqîbû hat veşartin
23/07/2021
19:52 Di 24 saetên dawî de 11 hezar û 94 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
14:32 Bertekên li dijî êrişên nîjadperest: Divê polîtîkayên bêcezahiştinê bên terkkirin
14:14 ‘Siyaseta dubendiyê bingeha êrişên li dijî Kurdan e’
13:32 Li Gîresûnê jinek û zarokê wê bi giranî birîndar bûn
13:26 Baroyan bertek nîşanî manşeta Yenî Şafakê da
13:04 Mihrîcana Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê taloq bû
12:38 40 kesên ji koma nîjadperest hatin binçavkirin şandin edliyê
12:20 Malbata Şenyaşar: Di bin zilmê de cejn nabe
11:57 Tora Ziman û Çanda Kurdî: Em ê li dijî êrişan bêdeng nebin