Beştaş: Em ê tecrîdê jî bişikînin û aştiyê jî bînin

  • rojane
  • 18:24 27 Tîrmeh 2021
  • |
img
EDENE - HDP'ê li Edeneyê di çarçoveya "Em HDP'î ne, li her derî ne" de hevdîtin bi gel re kir. Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş, diyar kir ku tecrîda Îmraliyê biryareke siyasî ye û got: "Em ê tecrîdê jî bişikînin, aştiyê jî bînin û em HDP em ê tim hebin." 
 
Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Tûncer Bakirhan û Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş, dê di çarçoveya kampanyaya "Em HDP'î ne, li her derî ne" de dê li Çûkûrovayê 3 rojan hevdîtinê bi gel, rêxistinên civaka sivîl û nûnerên partiyên siyasî re bikin. Rawestgeha ewil a heyetê Edene bû. Heyet, dê 3 rojan li ser hev li Edene, Osmaniye û Hatayê hevdîtinan bike. 
 
POLÎSAN DEST DANÎ SER ALAYÊN HDP'Ê 
 
Gel li Otobana Edeneyê heyeta HDP'ê pêşwazî kir û li nav bajêr konvoyyek hat çêkirin. Di dema konvoyê de polîsan dest danîn ser alayên HDP'ê û bi hinceta "talûkeya di trafîkê de" cezayê pereyî li xwediyê wesayîtan birîn. 
 
HEVDÎTINA BI GEL RE
 
Piştî konvoyê li Park Otêla Şîrînê hevdîtin bi gel re hat kirin. Li hêwana otêlê pankartên li ser "Em xwe rêxistin bikin, faşîzmê têk bibin, tecrîdê bişikînin", "Em HDP'î ne, li her derî ne!" û "Ji bo azadiya jinê em HDP'î ne li her derî ne!" nivîsandî û alayên HDP'ê hatin daliqandin.Ji xeynî Bakirhan û Beştaşê parlementerên HDP'ê Tula Hatîmogûllari, Fatma Kûrtûlan û Kemal Pekoz û endamên MYK û PM'ê yên HDP'ê û gelek kes tevli hevdîtinê bûn. Hevdîtin bi rêzgirtinê dest pê kir û ewilî Hevserokê HDP'a Edeneyê Mehmet Karakiş axivî. 
 
Piştî Karakiş Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş axivî. Beştaş, bilêv kir ku jin li her derî têdikoşin û ji bo kampanyaya "Em HDP'î ne, li her derî ne" jî bilêv kir ku îqtidar dixwaze wan bênefes bihêle, lê belê ew li her derî ne û dê li her derî bin. Beştaş, destnîşan kir ku Tirkiye bê kurdan nabe welatekî demokratîk û bal kişand ser êrîşên nîjadperest. Beştaş, bilêv kir ku dê ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê bitêkoşin, ji lew re ev welat ê her kesî ye û kurd ne mêvan in. 
 
'TECRÎD BIRYAREKE SIYASÎ YE' 
 
Beştaş, bal kişand ser doza ji bo girtina HDP'ê hatiye vekirin jî û destnîşan kir ku ev biryareke siyasî yya îqtidarê ye û perçeyeke Plana Rûxandinê ye. Beştaş, ji bo tecrîda li Îmraliyê jî destnîşan kir ku tecrîd biryareke siyasî e û îqtidar qanûnên xwe dieciqîne. Beştaş got: "Armanceke vê tecrîdê heye. Dixwazin ji Ocalan xelas bibin. Ocalan, tim dibêje aştî. Kesên pêvajoya çareseriyê qedandin, xwe jî qedandin." 
 
Beştaş di dawiya axaftina xwe de got: "Em ê tecrîdê  jî bişikînin, aştiyê jî bînin û em HDP em ê tim hebin." 
 
TÊKOŞÎN
 
Piştî Beştaşê Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê Tûncer Bakirhan axivî. Bakirhan jî anî ziman ku ji roja komar hatiye avakirin heya niha bi polîtîkayyên înkar û asîmlasiyonê yên îqtidaran re rû bi rû ne, lê belê gelê kurd bi berxwedana xwe polîtîkayên înkarparêz ên dewletê pûç kirine. Bakirhan, diyar kir ku her roj zext û zoriyên dewletê zêde dibin û li hemberî gelê kurd polîtîkane pir dijwar pêk tên. Bakirhan, destnîşan kir ku lê ew dikarin bi rêxistinbûyînê, berxwedan û têkoşînê ji heqê van polîtîkayyan derkevin. Bakirhan, bal kişand ser girîngiya têkoşînê û got: "An em ê bi ser bikevin an jî em ê li hember van polîtîkayan hîn bêtir bedêlê bidin." 
 
Hevdîtin bi berzkirina "Bijî berxwedana zindana" û "HDP gel e, gel li vir e" bi dawî bû. 
 
Heyet, paşê li heman otêlê hevdîtin bi Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Edeneyê re kir. 

Sernavên din

31/07/2021
09:47 Malbata kurd a hat qetilkirin wê li Goristana Saraçoglû bê definkirin
09:01 Greva birçîbûnê di roja 247'emîn de dewam dike
09:00 30 sal in girtî ye, ji ber hevdîtin bi malbatê re nekiriye, nayê berdan!
09:00 ROJEVA 31'Ê TÎRMEHA 2021'Ê
08:51 Cenazeyê Taş û Ûlûgana piştî 93 rojan radestî malbatên wan kirin
30/07/2021
23:59 Cizîrê êrîşa nîjadperest a li Konyayê şermezar kir
23:29 Sancar: Berpirsiyarê sereke yê vê komkujiya hov îqtidar e
21:38 Parêzerê malbata hat kuştin: Êrîşkaran cesaret ji bêcezatiyê girt
21:08 HDP têkildarî êrîşa nîjadperest a li Konyayê bi awayekî 'lezgîn' li hev civiya
21:03 Li Cizîrê panela 'Celadet Alî Bedirxan'
20:29 Li Konyayê cara dudoyan êrîş birin ser heman malbata kurd: 7 kes hatin qetilkirin
19:21 Ji HDP'ê kampanyaya aşiyê
16:38 Temellî: Muxatabê çareseriyê Birêz Ocalan e
14:55 Gunay: Îqtidara ku bi jetên taybet diçe her deverê nikare şewatê vemirîne
14:20 Agir bi daristanê qişleya leşkerî ket
14:13 Hikûmetê di şewatê de jî çav berdaye berîka gel
14:09 Konferansa Jinan a Rojhilata Navîn a 2'yemîn li Beyrûdê dest pê kir
13:54 DEDAŞ’ê panoyên ceryanê di nîveka peyarêyan de çêkir
13:53 Ji ber şewatan li 4 bajaran bi dehan gund hatin valakirin
13:32 Li Geverê 2 ciwan bi zorê birin herêma operasyonê
13:26 Li Marmarîsê di mehekê de 2 caran êrişî HDP’ê kirin
13:24 Jina karker ji nexweşîna Kirim Kongo jiyana xwe ji dest da
12:33 Ferît Şenyaşar: Bila dozger beriya betlanê edaletê bicih bînin
12:18 Kesên li Geliyê Sefo hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
12:10 Mexdûrên lehiya Elbakê: Çima vê cihêkariyê dikin?
11:43 Li Baglûmê malên Kurdan tên hilweşandin
11:16 Têkildarî şewata li Marmarîsê zanyariyek nû
10:43 Wezîr Çavûşoglû hat şermezarkirin
10:02 Rektorê Zanîngeha Marmarayê Ozvar tayînî Serokatiya YOK’ê hat kirin
09:22 Binarê Qendîlê û Zînî Wertê hatin bombebarankirin
09:21 Nûnerên PYD'ê hatin berdan, lê nûnerê Rêveberiya Xweser nehat berdan
09:06 Greva birçîbûnê di roja 246'emîn de dewam dike
09:06 Îmîr: Em pêşî li ber qirkirina xwezayê bigirin
09:06 'Berî ku cenazeyê wî derkeve bila hin gav bên avêtin'
09:06 Penaberên efxan ên dane ser rêya koçberiyê: Birçîbûn, tîbûn, sefalet
09:06 Geliyê Mûnzûrê bi talûkeyekê re rû bi rû ye
09:00 ROJEVA 30'YÊ TÎRMEHA 2021'A
29/07/2021
23:46 Olûç: HDP berxwedan e, hûn nikarin bigirin
22:13 Li Erzînê mîtîng: Tecrîdê rakin
20:48 Di 24 saetên dawî de 60 kesên din jî mirin
17:02 7 roj in Herêma Şênê dişewite
16:45 Aydenîz: Navnîşana çareserkirina pisgirêka kurd Girava Îmraliyê ye
15:32 Gerînendeyê Giştî yê Cûmhûriyetê îstifa kir
14:32 Sancar û Aydeniz li Norşîn û Bedlîsê serdana esnafan kirin
14:26 Boztaş ê rastî êrişê hat ji nexweşxaneyê derket
14:12 Di lehiya Wanê de sewal mirin û erdan xesar dît
13:27 HDP li Samandagê ye: Em ji vê desthilatê bi gazind in
13:07 Parêzerê Malbata Şenyaşar: Daraz di nava tirsê de ye
13:07 Sancar: Hêza me ya ku hevsengiyên siyasî diyar bike heye
11:06 Malbata kurd êrişa ku li wan hat kirin vegot: Polis ne aliyê me li aliyê êrişkaran bû
11:01 Êrişî balyozxaneya Amerîkayê hat kirin
10:12 Li DYA’yê bi pileya 7.2 erd hejiya
09:07 Greva birçîbûnê di roja 245'emîn de dewam dike
09:07 Çemê Reş ziwa dibe
09:07 Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê: Ji bo cenazeyan demildest divê heyetek biçe Efrînê
09:07 Siyasetmedar Mahmûd: Dê yekîtiya neteweyî pêşî li ber dagirkeriyê bigire
09:07 Li Amedê hejmara pêketiyan ji sedî bû hezar
09:07 Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê ji bo derzîbûnê bang kir
09:07 Birayê karkerê çandiniyê yê jiyana xwe ji dest da: Mirina me, polîtîkayeke dewletê ye
09:00 ROJEVA 29'Ê TÎRMEHA 2021'Ê
08:57 Ji bo Ocalan serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dan
28/07/2021
23:24 Li Wanê lehî rabû: 2 şivan winda ne
21:22 76 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
21:18 Li Enqereyê li hemberî malbateke kurd êrîşeke nîjadperest
21:05 Bakırhan: HDP gel e, serî natewîne
17:13 Şewata li Zozanên Şênê bi rojane dewam dike
16:46 Dibin çavan de perdeya guhê wî teqandin, di girtîgehê de îşkencê lê kirin
16:42 Li Çewlikê bi pîleya 4,3 erdhej çêbû
16:41 Li Manavgatê şewat gihîşt navenda navçeyê
16:17 Sancar û Aydeniz li Agiriyê bi coş hatin pêşwazîkirin
15:57 HDP'ê Yenî Şafakê derewand
15:57 Rapora girtîgehên Herêma Marmarayê: Tecrîd û îzolasyon kûrtir bûye
15:00 Li Amedê seferberiya 'Em derzî bibin û şewbê derbas bikin'
14:33 Di civîna DÎTAM’ê de banga ‘pêvajoyek nû’ hat kirin
14:22 'Roboskî şerm û birîna bixwîn a vê xakê ye'
14:14 Rapora girtîgehên Anatoliya Navîn: Lêdan, zext û qedexe zêde bûne
14:03 Serap Avci ya îşkence lê hat kirin: Dengê min bibihîzin
13:23 Piştî teqîna li Geverê gelek kes hatin binçavkirin
13:09 Egîtîm Senê serdana Malbata Şenyaşar kir
12:35 Meclisa Malbatên Şehîdên Efrînê: Divê cihê cenazeyan bê tespîtkirin
11:58 CFWIJ’ê li dijî tundiya polisan kampanya îmzeyan da destpêkirin
11:31 Îttîraza Tirkiyeyê ya doza êrişa parastvanên Erdogan hat redkirin
10:49 Pirsa kembûna derziyê ya li bajarên kurdan "Qebe û bi êş" hat hesibandin
10:39 Derbarê Şaredarê Bolûyê de lêpirsîn hat destpêkirin
10:04 Nahît Eren: Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd pêdivî bi pêvajoyek nû heye
09:54 Hewraman di lîsteya UNESCO'yê de ye
09:39 Talîbanê komedyen afgan Khasha Zwan kuşt
09:02 Jin tevna rêxistinbûyînê berfireh dikin
09:02 Polîsan gef li belavkarê rojnameya Yenî Yaşamê xwar
09:02 Dê mexdûrên erdheja Îzmîrê çalakiyeke girseyî li dar bixin
09:02 Greva birçîbûnê di roja 244'emîn de dewam dike
09:00 ROJEVA 28'Ê TÎRMEHA 2021'AN
27/07/2021
22:36 Olûç: HDP gotina berxwedana birûmet e, nayê girtin
21:52 Bakirhan: Meseleya kurdî heger çareser bibe dê bi piştevaniyê çareser bibe
20:18 19 hezar û 761 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
20:01 HDP'î çûn gundên Bêşebabê
19:05 Projeya wêjeyê Belongings li benda beşdarên xwe ye
18:24 Beştaş: Em ê tecrîdê jî bişikînin û aştiyê jî bînin
16:45 Kûrtûlan Gefên li girtiyan tên xwarin ji Wezîr Gul pirsî
16:42 Li Geverê li dijî dolmîşa leşkerî teqîn pêk hat