Penaberên efxan ên dane ser rêya koçberiyê: Birçîbûn, tîbûn, sefalet

  • rojane
  • 09:06 30 Tîrmeh 2021
  • |
img

WAN - Rojnamevan Ahmed Kazimî anî ziman ku penaberên efxan ku di dema koçberiyê de bi birçîbûn, tîbûn û sefaletê re rû bi rû dimînin, li hemberî Ewropayê wekî koz tên bikaranîn û dê koçberiya mezin di Îlonê de dest pê bike. 

Piştî Rêxistina Peymana Atlantîka Bakur (NATO) û Dewletên Yekîbûyî yên Amerîkayê (DYA) ji Efxanistanê vekişiyan, bi hezaran kes ji Efxanistanê dan ser rêyên koçberiyê. Efxanên ku ji ber şer ji bêgavî terka warê xwe dikin, ewilî berê xwe didin Tirkiyeyê. Efxanên ku ji bêgavî terka warê xwe dikin di ser Îran, Wan, Tetwan, Amed û Enqereyê re xwe digihînin Stenbolê û ji vir jî hewl didin biçin Ewropayê. Rawestgeha penaberên efxan a ewil Wan e. Exfanên ku ewilî wekî kom pênc bi pênc û deh bi deh dihatin, di rojên dawî de sed bi sed, dused bi dused û pêncsed bi pêncsed tên. 
 
BIRÇÎBÛN Û TÎBÛN 
 
Penaberên ku bi rojan e li girekî li derdora Çiyayê Erekê ne, pirsgirêka wan a mezin birçîbûn, tîbûn, sefalet û paqijbûn e. Li nav tûmeke li quntarên Çiyayê Erekê Îbrahîm Rezayî tevî hevjîn xwe û du zarokên xwe ku yek jê 2 salî û yê din 5 salî dimîne got: "Em li hemû sînoran bi zextên polîs û eskerên welatan re rû bi rû dimînin. Gava polîs û esker çav bi me dikevin, em ji bêgavî ber bi çiyayan ve dibezin. Herî dawî me xwe gihand Wanê. Ev der, ji bo me ne cihekî rihet e. Em dixwazin biçin Stenbolê. Belkî li wir ji bo malbata xwe jiyanek biewle ava bikim. Efxanistan, êdî ne welatekî ku mirov lê bijî." 
 
TIRSA ZEVTKIRINÊ
 
Rezayî anî ziman ku tirsa wan a mezin ew e ku ên zevtkirin û got: "Heger polîs û esker me li vira zevt bikin, dê me bibin sînorê Îranê û radestî muhafizan bikin. Em naxwazin tiştekî wisa bê serê me. Tu tiştekî me nema. Çî me hebû, ji bo em bên vira me firotin. Heger me bişînin Îranê, dê muhafiz me radestî nav lepên qaçaxçiyên mirovan bikin. Dê ew jî pereyên me ji me bistînin. Dê telefonî malbatên me bikin û doza pereyan bikin. Dibe ku me bikujin jî. Em ji Tirkiyeyê dixwazin eziyetê li me neke. Me bi çavê xwe dît, Talîban serê mirovan jê dike." 
 
Rezay, bilêv kir ku 10 roj in zarokên wî birçî ne û got: "Zarokên min nexweş ketin. Em perîşan bûne û em nizanin dê çi bibe." 
 
ZAROK NEXWEŞ Û BIRÇÎ NE 
 
Zehra Rezayî jî anî ziman ku bi rojan e zarokên wê birçî ne û got: "Em ji Afxanîstanê çûn Tahranê. Li wir jî mirovan pir tahde li me dikir. Ji ber ku em afxan in, tahde li me kirin. Xeta telefonê jî nefirotin me. Me li wir xaniyek girt, lê pereyek zêde ji me xwestin. Em ji mecbûrî hatin Tirkiyeyê. Pirsgirêkên li Tirkiyeyê hatin serê me ji yên Îranê xirabtir in. Hefteyek e em li Tirkiyeyê ne, lê zewade bi devê me nebûye. Em tenê nanê tisî dixwin. Zarokên min hefteyek e birçî ne û min ew neşûştine. Em di rê de nexweş ketin. Em li vir, li çolê perîşan bûn. Bi şev sar e û zarokên min diqefilin. Biroj jî pir germ e. Zarokên min emelî bûn." 
 
Rezayê got: "Me got ev der ewle ye, em hatin. Lê ne wisa ye. Polîsên Tirkiyeyê bela xw eji me venakin. Em jî mirov in. Em mirov in perîşan in. Li Afxanîstanê şer heye û deverek tune mirov berê xwe bidinê. Ma em ê biçin ku? Jiyan pir zehmet e ji bo me." 
 
MEHEK E DI RÊ DE YE 
 
Temîn Sîna yê 17 ku nêzî mehek berê ji Kabîlê daye ser rêya koçberiyê, anî ziman ku ji roja ku hatiye Tirkiyeyê bi pirsgirêkan re rû bi rû yye. Sîna, destnîşan kir ku hem ji ber qaçaxçiyên mirovan hem jî ji ber eskeran direvin. 
 
ÊDÎ NIKARE BIMEŞE
 
Mahmût Mîrî (24) ku ji Kabîlê hatiye Wanê, ji ber nexweşînên xwe êdî bi zorekê dimeşe. Mîrî, diyar kir ku dixwaze biçe Stenbolê lê belê ji bo wî pir zehmet e û gelek kesên wekî wî hene ku nikarin bimeşin. 
 
DÊ HER KES KOÇ BIKE 
 
Rojnamevanê afxan Ahmed Kazimî, anî ziman ku tam nizane çend kes koçî Tirkiyeyê kirine, lê belê dê di nêz de hejmara koçberan pir zêde bibe. Kazimî got: "Li gor daneyan di salên dawî de 400 hezar kesên ji Efxanistanê koçî Îranê kirine, piraniya wan di nav du salan de berê xwe dane Tirkiyeyyê. Demek berê keys çêbû li Kabîlê hin lêkolînan bikim. Kesên ji Efxanistanê derên dê koç bikin. Pir kêm kes dixwazin li wir bimînin. Mirov ji ber talûkeyan direvin. Niha ji sedî 70-80'yî li welat şer heye di navbera Talîban û komên din de. Niha ji sedî 30-40'ê xaka Efxanistanê di dest Talîban de ye." 
 
Her wiha Kazimî bertek nîşanî gotinên Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan ku gotibû "Di navbera baweriya me û Talîbanê de tiştekî ters tune ye" û got: "Serokê welatekî çawa dikare wisa bifikire? A rast em meraq dikin ku Tirkiye çi difikire. Heya niha li Afxanîstanê di navbera Talîbanê û eskerên Tirkiyeyê de tu pirsgirêk rû nedane. Mesele ne bîrdozî ye, mesele meseleya hêzê ye. Tirkiye, li benda qezencekê ye ku ji Efxanistanê bi dest bixe.Tirkiye dibêje, 'Dê DYA derkeve, ez ê derbasî dewsa wan bibim.' Halbûkî Talîban naxwaze hêza xw ebi kesî re payê bike û dê ev bibe cihê rageşiyek mezin di navbera wan de." 
 
JI BO ERDOGAN PÊNGAVEK NÛ 
 
Kazimî ji bo vê rola Tirkiyeyê jî got: "Erdogan, penaberan wekî amûreke gefxwarinê dibîne li hemberî Ewropayê. Dibe ku ev ji bo îqtidara wî pêngavek nû be. Yanî îqtidar ji bo îqtidarên xwe xurt bikin, pêngavine nû dikin. Tirkiye, piştî civîna NATO'yê ji DYA'yê re gotiye 'Ez ê ji dêvla te li wir bim, lê gere tu jî min esas bigirî.' Sedema duyem jî, dixwaze krîza koçberiyê ji bo xwe veguherîne firsendekê. Tirkiye, dixwaze li vir komarên turkî di dest xwe de bihêle. Dibêje, 'heger ez li wir bim, ez ê kekê hemûyan bim.'" 
 
KOÇBERIYA MEZIN DI ÎLONÊ DE 
 
Seroka Komîsyona Koçberiyê ya Baroya Wanê Jîndar Ûçar jî anî ziman ku wisa difikirin dê koçberiya mezin di Îlonê û piştî Îlonê de çêbibe û got: "Hê koçberiya mezin dest pê nekiriye. Ya niha, li gor a salên berê hebikekî zêde ye, lê em her sal bi dîmenine wisa re rû bi rû dimînin. Çavdêriyên me didomin. Em diwarê alîkariya hiqûqî de dixebitin. Ne pêkan e ku mirov di sînorekî 295 kîlometreyî de hejmara kesên tên û hejmara kesên tên şandin bi temamî tespît bik." 
 
Ûçar, bilêv kir ku welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) Tirkiyeyê ji bo koçberan wekî herêmeke tampon dihesibînin û got: "Xendek û dîwarên li sînor hatine çêkirin, mafê îlticayê yê mirovan bi tememî ji holê radike. Ev binpêkirina mafan e. Bi taybetî divê dewlet alîkariya penaberên li bajêr bike û pêdiviyên wan peyda bike." 
 
MA / Cemil Ûgûr - Dîndar Karataş

Sernavên din

31/07/2021
09:47 Malbata kurd a hat qetilkirin wê li Goristana Saraçoglû bê definkirin
09:01 Greva birçîbûnê di roja 247'emîn de dewam dike
09:00 30 sal in girtî ye, ji ber hevdîtin bi malbatê re nekiriye, nayê berdan!
09:00 ROJEVA 31'Ê TÎRMEHA 2021'Ê
08:51 Cenazeyê Taş û Ûlûgana piştî 93 rojan radestî malbatên wan kirin
30/07/2021
23:59 Cizîrê êrîşa nîjadperest a li Konyayê şermezar kir
23:29 Sancar: Berpirsiyarê sereke yê vê komkujiya hov îqtidar e
21:38 Parêzerê malbata hat kuştin: Êrîşkaran cesaret ji bêcezatiyê girt
21:08 HDP têkildarî êrîşa nîjadperest a li Konyayê bi awayekî 'lezgîn' li hev civiya
21:03 Li Cizîrê panela 'Celadet Alî Bedirxan'
20:29 Li Konyayê cara dudoyan êrîş birin ser heman malbata kurd: 7 kes hatin qetilkirin
19:21 Ji HDP'ê kampanyaya aşiyê
16:38 Temellî: Muxatabê çareseriyê Birêz Ocalan e
14:55 Gunay: Îqtidara ku bi jetên taybet diçe her deverê nikare şewatê vemirîne
14:20 Agir bi daristanê qişleya leşkerî ket
14:13 Hikûmetê di şewatê de jî çav berdaye berîka gel
14:09 Konferansa Jinan a Rojhilata Navîn a 2'yemîn li Beyrûdê dest pê kir
13:54 DEDAŞ’ê panoyên ceryanê di nîveka peyarêyan de çêkir
13:53 Ji ber şewatan li 4 bajaran bi dehan gund hatin valakirin
13:32 Li Geverê 2 ciwan bi zorê birin herêma operasyonê
13:26 Li Marmarîsê di mehekê de 2 caran êrişî HDP’ê kirin
13:24 Jina karker ji nexweşîna Kirim Kongo jiyana xwe ji dest da
12:33 Ferît Şenyaşar: Bila dozger beriya betlanê edaletê bicih bînin
12:18 Kesên li Geliyê Sefo hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
12:10 Mexdûrên lehiya Elbakê: Çima vê cihêkariyê dikin?
11:43 Li Baglûmê malên Kurdan tên hilweşandin
11:16 Têkildarî şewata li Marmarîsê zanyariyek nû
10:43 Wezîr Çavûşoglû hat şermezarkirin
10:02 Rektorê Zanîngeha Marmarayê Ozvar tayînî Serokatiya YOK’ê hat kirin
09:22 Binarê Qendîlê û Zînî Wertê hatin bombebarankirin
09:21 Nûnerên PYD'ê hatin berdan, lê nûnerê Rêveberiya Xweser nehat berdan
09:06 Greva birçîbûnê di roja 246'emîn de dewam dike
09:06 Îmîr: Em pêşî li ber qirkirina xwezayê bigirin
09:06 'Berî ku cenazeyê wî derkeve bila hin gav bên avêtin'
09:06 Penaberên efxan ên dane ser rêya koçberiyê: Birçîbûn, tîbûn, sefalet
09:06 Geliyê Mûnzûrê bi talûkeyekê re rû bi rû ye
09:00 ROJEVA 30'YÊ TÎRMEHA 2021'A
29/07/2021
23:46 Olûç: HDP berxwedan e, hûn nikarin bigirin
22:13 Li Erzînê mîtîng: Tecrîdê rakin
20:48 Di 24 saetên dawî de 60 kesên din jî mirin
17:02 7 roj in Herêma Şênê dişewite
16:45 Aydenîz: Navnîşana çareserkirina pisgirêka kurd Girava Îmraliyê ye
15:32 Gerînendeyê Giştî yê Cûmhûriyetê îstifa kir
14:32 Sancar û Aydeniz li Norşîn û Bedlîsê serdana esnafan kirin
14:26 Boztaş ê rastî êrişê hat ji nexweşxaneyê derket
14:12 Di lehiya Wanê de sewal mirin û erdan xesar dît
13:27 HDP li Samandagê ye: Em ji vê desthilatê bi gazind in
13:07 Parêzerê Malbata Şenyaşar: Daraz di nava tirsê de ye
13:07 Sancar: Hêza me ya ku hevsengiyên siyasî diyar bike heye
11:06 Malbata kurd êrişa ku li wan hat kirin vegot: Polis ne aliyê me li aliyê êrişkaran bû
11:01 Êrişî balyozxaneya Amerîkayê hat kirin
10:12 Li DYA’yê bi pileya 7.2 erd hejiya
09:07 Greva birçîbûnê di roja 245'emîn de dewam dike
09:07 Çemê Reş ziwa dibe
09:07 Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê: Ji bo cenazeyan demildest divê heyetek biçe Efrînê
09:07 Siyasetmedar Mahmûd: Dê yekîtiya neteweyî pêşî li ber dagirkeriyê bigire
09:07 Li Amedê hejmara pêketiyan ji sedî bû hezar
09:07 Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê ji bo derzîbûnê bang kir
09:07 Birayê karkerê çandiniyê yê jiyana xwe ji dest da: Mirina me, polîtîkayeke dewletê ye
09:00 ROJEVA 29'Ê TÎRMEHA 2021'Ê
08:57 Ji bo Ocalan serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dan
28/07/2021
23:24 Li Wanê lehî rabû: 2 şivan winda ne
21:22 76 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
21:18 Li Enqereyê li hemberî malbateke kurd êrîşeke nîjadperest
21:05 Bakırhan: HDP gel e, serî natewîne
17:13 Şewata li Zozanên Şênê bi rojane dewam dike
16:46 Dibin çavan de perdeya guhê wî teqandin, di girtîgehê de îşkencê lê kirin
16:42 Li Çewlikê bi pîleya 4,3 erdhej çêbû
16:41 Li Manavgatê şewat gihîşt navenda navçeyê
16:17 Sancar û Aydeniz li Agiriyê bi coş hatin pêşwazîkirin
15:57 HDP'ê Yenî Şafakê derewand
15:57 Rapora girtîgehên Herêma Marmarayê: Tecrîd û îzolasyon kûrtir bûye
15:00 Li Amedê seferberiya 'Em derzî bibin û şewbê derbas bikin'
14:33 Di civîna DÎTAM’ê de banga ‘pêvajoyek nû’ hat kirin
14:22 'Roboskî şerm û birîna bixwîn a vê xakê ye'
14:14 Rapora girtîgehên Anatoliya Navîn: Lêdan, zext û qedexe zêde bûne
14:03 Serap Avci ya îşkence lê hat kirin: Dengê min bibihîzin
13:23 Piştî teqîna li Geverê gelek kes hatin binçavkirin
13:09 Egîtîm Senê serdana Malbata Şenyaşar kir
12:35 Meclisa Malbatên Şehîdên Efrînê: Divê cihê cenazeyan bê tespîtkirin
11:58 CFWIJ’ê li dijî tundiya polisan kampanya îmzeyan da destpêkirin
11:31 Îttîraza Tirkiyeyê ya doza êrişa parastvanên Erdogan hat redkirin
10:49 Pirsa kembûna derziyê ya li bajarên kurdan "Qebe û bi êş" hat hesibandin
10:39 Derbarê Şaredarê Bolûyê de lêpirsîn hat destpêkirin
10:04 Nahît Eren: Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd pêdivî bi pêvajoyek nû heye
09:54 Hewraman di lîsteya UNESCO'yê de ye
09:39 Talîbanê komedyen afgan Khasha Zwan kuşt
09:02 Jin tevna rêxistinbûyînê berfireh dikin
09:02 Polîsan gef li belavkarê rojnameya Yenî Yaşamê xwar
09:02 Dê mexdûrên erdheja Îzmîrê çalakiyeke girseyî li dar bixin
09:02 Greva birçîbûnê di roja 244'emîn de dewam dike
09:00 ROJEVA 28'Ê TÎRMEHA 2021'AN
27/07/2021
22:36 Olûç: HDP gotina berxwedana birûmet e, nayê girtin
21:52 Bakirhan: Meseleya kurdî heger çareser bibe dê bi piştevaniyê çareser bibe
20:18 19 hezar û 761 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
20:01 HDP'î çûn gundên Bêşebabê
19:05 Projeya wêjeyê Belongings li benda beşdarên xwe ye
18:24 Beştaş: Em ê tecrîdê jî bişikînin û aştiyê jî bînin
16:45 Kûrtûlan Gefên li girtiyan tên xwarin ji Wezîr Gul pirsî
16:42 Li Geverê li dijî dolmîşa leşkerî teqîn pêk hat