Tarik Bîrleşîk ê polîsan wesayîta wî gule baran kirin ew kêlî vegotin

img

MÊRDÎN - Tarik Bîrleşîk ê polîsên GBT dikirin li wî dan û wesayîta wî gule baran kirin, wiha got: “Polîsan ji min re gotin hûn terorîst in em ê we bikujin.” Parêzerê Bîrleşîk Azad Abdan jî wiha got: “Polîsan hewl dan ku wesayîtê weke ku ‘di sûcekê de hatiye bikaranîn’ nîşan bidin.”

Serokê Sîteya Galerîvanên Qoserê Tarik Bîrleşîk di şeva 5’ê tebaxê de dema 3 jê zarok bi 6 kesan ji cihê karê xwe yên li navçeya Qosera Mêrdînê derket, li noxteya polîsan a li rex Amîrtiya Trafîka Herêmê di dema kontolkirina nasnameyan de polîsan heqaret û tundî lê kir. Bûyer, bi bertek nîşandana Bîrleşîk a heqaretkirina polîsan a hin kesên di wesayîteke din de dest pê kir. Polîsê ku bi gotina “ez dewlet im  hûn keriyê kuçikan e” heqaret li Bîrleşîk kir û li wî da. Wesayîta ku zarok jî tê de bûn ji aliyê polîsekî din ê tîmên taybet ve hat gulebaran kirin. Bi tesaduf kesên ku di wesayîtê de birîndar nebûn. Piştî ku polîsan heqaret û tundî li Tarik Bîrleşîk û birayê wî Ramazan Bîrleşîk kirin ew binçav kirin. Bîrleşîk ên li miduriyeta polîsan îfade nedan, dadgehê ew bi qedexeya derveyî welat berdan. Du birayên hev dûre giliyê polîsan kirin û derbarê wan de bi îdiaya “li dijî polîsan derketine” lêpirsîn hat destpêkirin. 
 
 
ÎFADEYÊN WAN BI XWE EW DEREWANDIN
 
Li gorî girtekan Bîrleşîk, piştî bûyerê daxwaza li hevkirinê ya polîsan qebûl nekir. Li ser vê yekê polîs ji Tarik Bîrleşîk gilîker bû. Polîsên bi navê K.T. û V.E. îdiakirin ku Bîrleşîk “heqaret” li polîsê bi navê A.S. kiriye û “gef lê xwariye.” Lê A.S. di îfadeya xwe de behsa heqaret û gef lê xwarinê nekir. Tarik Bîrleşîk û parêzerê wî Azad Abdan, tiştên ku di roja bûyerê de qewimîn ji ajansa me re vegotin. 
 
TIŞTÊN QEWIMÎN VEGOT
 
Bîrleşîk, bi lêv kir ku dema polîsan ew li noxteya kontrolê sekinandin, xeberên giran ji wesayîteke ku li rex wan re derbas bû û jinek jî tê de bû gotin û wiha got: “Pişt re dema polîs zivirî ji min re got ‘tu li çi dinêrî?’ Min jî tiştek negot. Ji bo GBT’ê nasnameyên me girtin û birin hundir. Pişt re polîsê ku xeber ji wesayîtên derbas dibûn re digot li birayê min zivirî jê re got ‘ka nasnameya te’. Birayê min jî got ‘polîsên din bir’. Bi israr ji birayê min re got ‘ka nasnameya te li ku ye’. Birayê min jî dîsa jê re got ‘tîmên din wergirt’. Dûre li destê birayê min xist. Min jî jê re got tişta tu dikî xelet e, di wesayîtê de zarok hene. Pişt re ji min re jî xeberên giran gotin.”
 
HÊQARET Û LÊDAN
 
Bîrleşîk, diyar kir ku li ser tiştên qewimîn polîsan got wê kontrola wesayîtê jî werek kirin, dema sedemê vê yekê ji polîsan pirsî, li ser polîsan ew girt û kişand wesayîta di vitêsê de tevgeriya, dema xwest erebê bisekinîne piştê ve polîsekî din gule barandin. Bîrleşîk, da zanîn ku polîsê tîmên taybet bi 6-7 guleyan wesayîta wan gulebaran kir û wiha berdewam kir: “15 polîsên tîmên taybet hatin cem me. Min û birayên min ji wesayîtê peya kirin. Ji me re gotin ‘hûn terorîst in’. Xeberên giran kirin. Ez li erdî dirêj kirim û bi paş ve kelemçe kirim.”
 
HEMÛ QEYD HATIN XWESTIN
 
Bîrleşîk, bi lêv kir ku polîsan xwest girteke ku li miduriyeta polîsan amade kirin bi wan bidin îmze kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez ê heta dawiyê ji polîsan gazinker bim. Kesekî ku ne diyare kî ye nikare van heqaretan li min bike. Ji xeynî gelê kurd ji kesê re evqas neheqî nayê kirin. Ji min re gotin ‘em ê bi bikujin, we biqedînin’. Di îfadeya xwe de ev berovajî kirin û gotin min ev gotin gotine. Ligel ku li herêmê 5-6 qemere hebûn jî dîmenên yek qemereyê dan cendermeyan. Cendermeyan jî dîmenên hemû qemereyan xwest in.”
 
DAXWAZA LI HEV KIRINÊ 
 
Parêzer Azad Abdan jî, diyar kir ku piştî bûyerê bi lez û bez çû cihê bûyerê, dema çû cihê bûyerê polîsan ew ji xwe dûr xistine û hewl dane ku kilîla wesayîtê bigirin. Abdan, bi lêv kir ku destûr neda vê yekê û wiha got: “Polîsan ji ber zanîn ku ew sûcdar in daxwaza li hev kirinê kirin. Dema em ev qebûl nekir. Wesayît weke ku ‘di sûcekê de hatiye bikaranîn’ nîşandan. Dozger ji bo lêgerîna edlî were kirin destûr da. Wesayît li hev xistin û weke ku di wesayîtê de eroin hebe û an jî çek tê de hene lêgeriyan. Piştî ku di wesayîtê de tiştek nedîtin jî teslîm kirin. Dûre li ser derbarê muwekîlê min de lêgerînek heye na nîne sekinin. Piştî ku tiştek derneket xwestin girtekên wan amade kirin bi muwekîlê min bidin îmzekirin.”
 
WELATÎ TÊN MEXDÛRKIRIN
 
Abdan, da zanîn ku li ser vê yekê ji aliyek polîs bûn nexwest in li miduriyeta polîsan îfadeyê bidin û anî ziman ku bi biryara dozger cendermeyan îfadeyên muwekîlê wî wan girtin. Abdan, diyar kir ku polîsan cara ewil qeydên qemereyan kêm anîn lê li ser israra wan qeydên din jî yên qemereyan dan anîn. Abdan, bi lêv kir ku li Tirkiyeyê di dosyayên ku aliyekî wê polîs hene rewşên wek hev tên jiyîn û da zanîn ku dozger di asteke wisa dane ku her gotina polîsan bi cih tînin. Abdan, anî ziman ku welat bûye dewleta polîsan û ligel welatî mexdûr dibin jî bi binçavkirinê careke din tên mexdûr kirin. 
 
Abdan, diyar kir ku têkildarî bûyerê derbarê polîsan de ji sûcên “zirar dayîna mal” , “birîndar kirin” , “teşebûsa kuştina qestî” , “tirsandin” û “Xerakirina aramiyê” gilî kirine û destnîşan kir ku wê şopdarên dosyayê bin.
 
MA / Ahmet Kanbal - Mujdat Can
 

Sernavên din

09/08/2021
09:05 Greva birçîbûnê di roja 256'emîn de dewam dike
09:04 ‘Şewatên daristanan encama kapîtalîzmî ye'
09:03 'Nîjadperestiya li dijî kurdan û penaberan ji heman çavkaniyê xwedî dibe'
09:00 Hiqûqnas Kanar: Divê pergala muebbeta giran bi dawî bibe
09:00 ROJEVA 9'Ê TABEXA 2021'AN
08/08/2021
20:35 Kinyazê Îbrahîm jiyana xwe ji dest da
20:02 108 kesên din ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dan
19:23 Li Şirnexê 3 kesên brûskê li wan da birîndar bûn
19:14 Gergerlîgolû serdana malbata Dedeogûllari kir
17:42 Li gundan hevdîtinên 'Dema Azadiyê': Bi Ocalan re wê her tişt biguhere
16:44 Li ser sînorê Nisêbînê îşkenceya eskeran
16:21 Li Elkê mirina biguman a zarokekê
16:15 Malbata Dedeogûllari berî komkujiyê peyam ji Soylu re şand
15:21 Jinên HDP'î bi xebatkarên çandiniyê re tevrik kirin, giya kom kirin
15:01 Kaplan a hatibû tecawîzkirin, întîhar kir
14:02 Rojnameger Denîz Firat li ser gora xwe hat bibîranîn
13:40 Li Kadikoyê jinek bi awayekê bi şik birîndar bû
11:56 Talîbanê bajarê Kûndûzê girt
11:48 Berdevka RJAK’ê: Binçavkirina endamên me êrişa li dijî têkoşîna jinan e
11:25 Li Amedê zarokek bi çekê ji serê xwe birîndarkirî hat dîtin
10:55 Malbata Şenyaşar 'Doza Treblinka' li bîra dozgeran xist
10:04 Bavê Sara Kaya hat definkirin
09:53 Di qezaya li Balikesîrê rû da de 15 kes mirin, 17 kes birîndar bûn
09:52 Şaredariya AKP'î cihêkariyê dike
09:51 Hûnermendên Kurd civiyan: Yekitî dide qezenc kirin
09:24 Di dema derbasbûna wesayîta leşkerî de teqîn pêk hat
09:06 Greva birçîbûnê di roja 255'emîn de dewam dike
09:05 Li Çewligê varyanta Deltayê belav dibe
09:04 Mînakeke berxwedanê: Aram Tîgran
09:04 Neçareserkirina pirsgirêka kurd îşkenceyê zêde dike
09:02 TOHAV: Dibe ku dosyeya Ocalan cardin biçe DMME'yê
09:01 ROJEVA 8'Ê TEBAXA 2021'AN
07/08/2021
18:38 Cenazeyê Çelîkê hat definkirin
16:23 ÎHD: Girtiyê nexweşê giran Polat bila bê berdan
16:16 Bavê Kişanakê hat veşartin
16:03 ÎHD: Girtiyê nexweş Çakal berdin
15:46 Hevdîtinên ‘Dema azadiyê’ didomin: Mûxatap tenê Ocalan e
15:36 Ji bo girtiyê nexweş ê ji sedî 76 astengdar Ayik banga berdanê hat kirin
15:36 ‘Ocalan azad bibe, dê civak nefesê bigire’
14:32 Faîlê ku sûcê xwe îtîraf kir jina Êzidî ya qetil kir sûcdar nîşan da
14:10 Pirsa aqûbeta Haci Ahmet Er kirin
13:46 Zubeyde Tepe ya pirsa faîlên kurê xwe kir: Ne faîl dayik tên darizandin
13:25 Sancar: Armanca guhertina desthilatdariyê ye
12:00 Xizmên Windayan: Bûlûttekîn ê hat binçavkirin li ku ye ?
11:29 Li Wanê birûskê dîsa mirovek kuşt
11:26 HDK’ê li dijî nijadperestiyê banga yek dengiyê kir
11:25 DAIŞ'ê êrişî Mexmûrê kir: 2 kes revandin
11:25 Têkildarîdarî şermezarkirina komkujiyê dest bi lêpirsînê kirin
11:24 Ji bo Wan û Colemêrgê hişyariya lehiyê
10:50 Tarik Bîrleşîk ê polîsan wesayîta wî gule baran kirin ew kêlî vegotin
10:41 Malbata Şenyaşar: Em ê bi hev re mêzîna edaletê hevseng bikin
09:30 Ozturk ê li Omeriyan jiyana xwe ji dest da bû hat definkirin
09:14 Greva birçîbûnê di roja 254'emîn de dewam dike
09:14 Zarokê ku bi 'fîşekên ji aliyê din tên' birîndar bû, ji bo bijî li ber xwe dide
09:13 Bijîşk: Divê polîtîkaya aşiyê bê guherandin
09:13 Demîr: Tundî wê bi guherandina zimanê nêr kêm bibe
09:12 Dayikên girtiyan: Bila kes çav û guhên xwe negire
09:11 251 serlêdanên bêbersiv: Dê xeta Ocalan Tirkiyeyê xelas bike
09:10 Amed xwe ji Mîhrîcana Feqiyê Teyran re amade dike
09:00 ROJEVA 7'Ê TEBAXA 2021'AN
06/08/2021
19:54 Bi hezaran kes bi meşeke girseyî tecrîdê şermezar kir
17:01 Polîsan li Qoserê wesayîteke sivîl gulebaran kir
16:49 HDP'iyan li Xinûsê meşeke girseyî li dar xistin
16:41 Bavê Sara Kaya jiyana xwe ji dest da
16:41 Li Colemêrgê hevdîtina girseyî ya bi gel re: Bijî berxwedana zindanan
16:21 Kesên li Hezexê hatin binçavkirin hatin berdan
15:42 Kaplan: Kesê ku divê îstifa bike Erdogan e
15:37 4 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
15:28 Xebatkara tûtinê ji jinên HDP'î re got: Em bi we bawer in
15:16 Nêçîrvan Barzanî û Îbrahîm Reîsî li hev civiyan
14:45 Li Antalyayê şewata daristanan didome
14:32 Bavê Kişanak jiyana xwe ji des da
14:31 Ji malbat, vasî û parêzeran serlêdana Îmraliyê
14:14 Hunermendên kurd têkildarî rewşa Xelîl Xemgîn daxuyanî dan
13:54 Agahî ji siyasetmedarên ku li Hewlerê hatibûn desteserkirin nayê girtin
13:40 TMMOB’ê serdana malbata Şenyaşar kir
12:37 Ji bombardimanê 'şîrketên petrolê' derketin holê
10:59 Li Hezexê 2 kes hatin binçavkirin
10:49 3 kesên komkujiya nijadperest şermezar kirin hatin girtin
10:45 Xebatên DEDAŞ'ê zirarê dide malên welatiyan
10:33 Li Rojava fûara 5'emîn bi dawî bû
10:15 Girtî li dijî binpêkirinên mafan di çalakiyê de ne
09:07 Çemê Bazamîr jî ziwa bû
09:07 Greva birçîbûnê di roja 253'yemîn de dewam dike
09:07 Li Girtîgeha Dîlokê, av qut kirine, şekir û xwê nadin girtiyan
09:07 Ji ber lêdana gardiyan serî li DMME'yê da
09:07 Ji ber hişkesaliyê şîr nîvî nîvî kêm bûye
09:07 Gundê ku kana keviran lê tê şixulandin: Em di dojehê de dijîn
09:07 Dayika Saritaşê ku hat îşkencekirin: Qîrîna kurê min dihat min
09:07 Li Amedê hejmara pêketiyan bû 2 hezar: Rewş qet nebaş e
09:00 ROJEVA 6'Ê TEBAXA 2021'Ê
08:55 Li Manîsayê qezaya trafîkê: 9 kes mirin 30 kes jî birîndar bûn
08:49 Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Selçûk îstifa kir
05/08/2021
19:59 Cenazeyê Mahsûn Aslan jî bi kargoyê şandin
19:48 24 hezar û 297 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
17:25 Sancar li Mîlasê ye: Felaketa rêveberiyê tê jiyîn
17:06 Kujer Mehmet Altûn: Ji bo şop nemînin min careke din gule li wan reşand
16:37 Raporên otopsiyê yên ferdên malbata Dedeogûllari: 21 gule hatine reşandin, 6 kes ji serê xwe ve hedef hatine girtin
16:37 Parêzera Demîr a sîxurtî lê hat ferzkirin: Rêbazên çetewarî ne
15:35 TTB: Em ji bo jiyan û jiyandinê derzî dibin