‘Nêzikatiya Tirkiyeyê ya li dijî jinan çi be, ya PDK'ê jî ew e’

  • rojane
  • 10:11 13 Tebax 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevka RJAK’ê Soma Ferhad derbarê aqûbeta 3 endamên RJAK’ê yên ji aliyê PDK’ê ve hatin binçavkirin û 10 rojin agahî ji wan nayê girtin de axivî û got: “Binçavkirina sê jinan encama hişmendiya desthilatdariyê ye. Nêzikatiya Tirkiyeyê ya li dijî jinan çi be, ya PDK'ê jî ew e."
 
Sê endamên Tevgera Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) Xewla Mihemed Hesen, Ciwana Ebdulbaqî û Seyran Ehmed Hesen, bi boneya salvegera 3’yê Tabaxa 2014’an Komkujiya Şengalê, ji Hewlêrê çûbûn Şengalê. Sê endamên RJAK’ê dema ku ji Şengalê vedigeriyan, di ketina bajêrê Hewlêrê yê Herêma Federe ya Kurdistanê de, ji aliyê asayîşa Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ve hatin binçavkirin. Ligel hemû hewldanan jî 10 rojin bi tu awayî agahî ji 3 jinan nayê girtin. Heta niha derbarê biçavkirina wan de jî tu daxuyaniyek fermî nehatiyedayîn.  
Berdevka Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) Soma Ferhad, derbarê binçavkirina her sê jinan de û polîtîkayên PDK’ê yên li dijî jinan de axivî. 
 
'BINÇAVKIRINA JINAN NE JI RÊZÊ YE’
 
Soma Ferhad, diyar kir ku di roja salvegera Komkujiya Şengalê de, binçavkirina sê jinan ne ji rêzê ye û wiha got: “PDK’ê bi vê helwestê, dijminahiya xwe ya li dijî jinan carek din raxist ber çavan. Heta niha li ser aqûbeta van her sê hevalên me tu agahî nehatin bi dest xistin. Ji bo ku em bizanibin li ku ne, li ku tên girtin û bikaribin ligel wan pêywendiyê danîn, em di nav hewledanan de ne. Her sê hevalên me jî hemwelatiyên Iraqê ne. Mafê van heye ku  biçin her derê. Lê dema em li vê rewşê mêzê dikin, nêzikatiya Tirkiyeyê ya li dijî jinan çi be, li Iraqê jî ew e. PDK her tim çalakî û xebatên me asteng dike û êrîş dike. Sedema binçavkirina hemû hevalên me xebatên jinane. Di salvegera Komkujiya Şengalê de êrişî jinan kirin û binçavkirin ne ji rêzê ye.” 
 
'KÎ DENGÊ XWE BILIND BIKE TÊ BINÇAVKIRIN' 
 
Ferhad, bal kişand li ser astengkirina çalakiyên jinan û wiha bilêv kir: “Li vê herêmê li dijî jinên têkoşer bêtehemûliyek heye. Îro nêzikatiyên PDK'ê yên li dijî sazî û dezgehên Kurd berçava ye. Li ku derê  dengek û şêwazeke azad bilind bibe, PDK êrîşî wir dike. Bajarên ku PDK tê de desthilatdare kesek nikare çalakiyeke herî demokratîk pêk bîne. Li dijî kuştina jinekê jî, mirov nikarin çalakiyê li dar bixin. Kesên ku dengê xwe bilind dikin û li dijî vê yekê disekinin tên binçavkirin û îşkencekirin. Em weke saziya jinan li Başûr bi zehmetiyên mezin re rû bi rû ne. Her çiqasê saziya me fermî jî be, em tên astengkirin. Ji bo ku em meşekê li dar bixin divê em hemû serlêdanên fermî bikin. Ligel van serlêdanan jî destûr ji bo me nayê dayîn. Dema ku em bê destûr çalakiyên xwe li dar dixin jî êrişî li me dikin. Çend rojan beriya niha 20 endamên RJAK'ê di çalakiyê de hatin binçavkirin. Ev hevalên me 4-5 rojan di binçavan de man.” 
 
'MÊRÊN KU JINAN DIKUJIN TÊN XELAT KIRIN' 
 
Soma Ferhad, da zanîn ku sedema sereke ya zêdebûna tundiya li dijî jinan a li herêmê polîtîkayên hikûmetê ne û wiha pê de çû: "Li Iraqê di sala dawî de tundî û kuştinên jinan gihiştin asta herî bilind. Sedemên zêdebûna tundî û xwekuştinan jinan hikûmet bi xwe ye. Ji ber ku hikûmet bi şewazekî tundî li herêmê belav kiriye. Jinên ku tên kuştin an ji hêla hevjinên xwe ve, yan ji hêla bav û birayên xwe ve tê kuştin. Ev kujer jî, bi awayekê cidî nayin mehkûm kirin. Di dadgehan de mafê didin zilaman ku jin kuştine. Weke ku ew jina hatiye kuştin xeletî kiriye, ji ber wê mirin heq kiriye tê nîşandin. Li vir zilamên ku jinan dikujin û li ser jinan tundiyê dikin, tên xelatkirin. Nayên cezakirin. Weke RJAK em li dijî van polîtîkayê disekinin. Li vir meseleya kuştinên jinan û tundiya li dijî jinan pir kur e. Ger hikûmetê, piştgirî da bûya jinan tundî û kuştin evqas zêde ne dibûn" 
 
'JINÊN XIZMETA HIŞMENDIYA WAN DIKIN, DIXWAZIN' 
 
Berdevka RJAK’ê Soma Ferhad, dest nîşan kir ku li dijî her êrişekê ew ê weke saziya jinan li ber xwe bidin û wiha bi dawî kir: “Li Başûr herkes baş dizane ku hikûmeta herêmî ji jinên azad, zana û têkoşer ditirse. Ji ber vê jî êrişên xwe zêde dike û jina azad binçav dike. Dixwazin ku jin bêdeng bin û di hûndirê malê de bin. Jinên ku ji hişmendiya wan re xîzmet bikin, dixwazin. Ji xwe dema ku em rêveberiya hikûmetê dinerin, hemû mêr in. Ev jî nîşanî me dide ku baweriya wan bi pêşketina jinan tune ye û naxwazin ku jin pêş bikevin. Em li dijî vê hişmendiyê disekinin û ji ber wê jî em di hedefê de ne. Lê ew çi bikin jî, bila bikin em ê li qadan bin û mafê jinan biparêzîn.” 
 
MA / Zeynep Dûrgût 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

16/08/2021
09:00 ROJEVA 16'Ê TEBAXA 2021'AN
15/08/2021
20:00 Ji ber koronayê 154 kesan jiyana xwe ji dest dan
19:50 Di daweta kurê xwe de hat binçavkirin
19:09 Derbarê êrişa li dijî Mala Cemê de 2 kes hatin binçavkirin
15:33 Sûka Bedlîsê ku weke ‘avahiya bixeter' hatibû îlankirin tê valakirin
15:18 Li Bûrsayê operasyona medya sanal
15:10 Onlu: Divê em tecrîda li ser Ocalan bişikînin
13:23 Li Êlih û Mêrdînê hejmara binçavkiriyan derket 10'an
13:08 Li Amedê 63 kes 3 roj in di bin çavan de ne
12:46 Li Edenê jinek hat qetilkirin
12:05 Şewata li Setkarê bixwe vemirî
11:38 Pasdarên Îranê sînor derbas kirin û ciwanekî qetil kirin
10:42 Malbata Şenyaşar: Nebin hevparê sûc
10:14 Li Erzirom û Qersê lehî rabûn
09:20 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 262'emîn de dewam dike
09:18 Li Êlih û Mêrdînê serdegirtinên malan: Hevserokên HDP'î hatin binçavkirin
09:05 Parlementerê YNK'ê Werdî: Hikûmet ji bo çareserkirina pirsgirêka avê tiştekî nake
09:04 Cobarê Zerganê bûye sergo
09:03 Çîroka behsa çalakiyên greva birçîbûnê dike: Olum Ûykûdaydi
09:01 Keleş: Divê têkoşîna ji bo demokrasiyê û ekolojiyê bibe yek
09:00 ROJEVA 15'Ê TEBAXA 2021'Ê
14/08/2021
22:15 Bûldan: Pêdivî bi Ocalan heye
20:02 Posterên Ocalan hatin vekirin: Êlih îşareta azadiyê da
19:55 Li Şemzînanê hevdîtina 'Dem dema azadiyê ye': Bêyî gelê kurd tu partî nikare bibe îqtidar
17:14 ‘Li welat karesata siyasî tê jiyîn’
16:37 ÎHD: Şahîd heye, girtin tuneye
16:25 Hejmara kesên di karesata lehiyê de mirin derket 44’an
16:02 Tedawiya nexweşa penceşêrê Pehlîvan tê astengkirin
15:48 Girtiya anjiyo bû, li nexweşxanê 8 rojan kelepçekirî ma
15:22 Cotkar ji DEDAŞ’ê re got: Tişta ku tê kirin şêlandin e
15:00 ÎHD'ê rapora derbarê êrişa nijadperest a li Çorûmê de eşkere kir
14:35 Li Êlihê pirsa aqûbeta Demîr kirin
14:24 Eskeran êrişî cotkaran kirin: 2 birîndar, 7 binçav kirin
14:17 Kurê Ertak ê 29 salin windaye: Em ê dev ji lêgerînê bernedin
13:22 Li Rihayê şermezarkirinên DEDAŞ’ê mezin dibin
12:58 'Ji ber ku me daxwaza hevserokatiyê kir, doz li me hatin vekirin'
12:40 Li Elkê di teqînekê de 2 kes birîndar bûn
12:21 Êrişî Mala Cemê ya Alî Baba Sûltan kirin
12:20 Polîsan li Şirnexê bi ser malan de girtin: 8 kes binçav kirin
12:13 Hejmara kesên di karesata lehiyê de mirin derket 40’an
12:01 Pirsa aqûbeta Akdenîz ê berî 27 salan hat binçavkirin, kirin
11:41 Gokçûr ê hat revandin û ‘sîxurtî’ lê hat ferzkirin gilî kir
10:36 Malbata Şenyaşar: Dest ji siyasetê berdin, xwe bêxin şûna me
10:33 Polîsan êrişî esnafan kir: Herî kêm 70 binçav kirin
10:17 Nûnerê TÎHV’ê yê Amedê: Desthilat nijadperestiyê pîroz dike
10:10 Şewata li gundê Setkarê belav dibe
09:47 Du xwişkên ku ketin Çemê Zorava xeniqîn
09:10 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 261'emîn de dewam dike
09:08 Gel ji ber xebatên çêkirina rê yên qeyûm bêzar bûye
09:07 'Em ê ji bo her darekê heya dawiyê li ber xwe bidin'
09:05 Hevserokê HDP'a Stenbolê Avci: Gel tecrîdê qebûl nake
09:03 'Berpirsiyarê êrişên li dijî penaberan îqtidar û CHP ye'
09:01 Lehiyên radibin ji ber mudaxileya mirovan a li xwezayê ye
09:00 ROJEVA 14'Ê TEBAXA 2021'AN
13/08/2021
21:19 Li Girtîgeha Gîresunê 19 girtî bi Covîd-19'ê ketin
20:46 Bayindir: Rizgarî şikandina tecrîdê ye
20:19 157 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:21 Rojnamevan Guleş hat berdan
17:53 Heyeta KCD û DBP'ê li sînor e: Kurd bi sedan sal in têdikoşin
17:42 Hevserokên giştî yên DBP û HDP'ê li Çewligê bi coşek mezin hatin pêşwazîkirin
17:22 Li Elkê agir bi daristanê ket
16:53 Li Qoserê gel vexwendin hevdîtina ‘Dema Azadiyê’
16:43 Li Girtîgeha Çûkûrovayê girtî ji hemû mafan bêpar in
15:48 3 bajar weke herêma bobelatê hatin îlankirin
15:34 Balafirên şer ên tirk sivîlek qetil kirin
15:33 Hevseroka HDP’ê ya Mûşê Nêrgiz hat girtin
15:23 Endamê Meclîsa Ciwanên HDP’ê Ermîş hat binçavkirin
14:43 SUDEF: Bila faîlên Gevriye Sari bên dîtin
14:42 Hevdîtina parêzeran a ji bo kesên di bin çavan de sînordar kirin
14:42 Têkildarî êrişa li Altindagê 72 kesên din hatin binçavkirin
14:19 Rojnamevan Canozer di 6 salan de cara 4’emîne tê binçavkirin
13:55 KESK'ê serdana Malbata Şenyaşar kir
13:49 Kaya yê tedawiya bi kelepçê red kir, paşve şandin girtîgehê
13:35 Êlih ji hevdîtina 'Dema Azadiyê' re amade ye
13:18 Mirina biguman a jineke ku malbata wê ew ji stargehê wergirt
13:13 Malbat, wasî û parêzeran ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
12:35 Qeymeqamê Qoserê ji AKP’ê re bû sponsor
12:35 Asayîşa PDK’ê ji malbata Tatli re got: Agahiya me jê nîne
12:07 Hunermendê girtî tevlî çalakiya greva birçîbûnê bû
11:53 Malbata Şenyaşar: Bi cezayê pereyan nikarin me têk bibin
11:23 Rasho ya hat qetilkirin bi dirûşmeyan ber bi Şengalê ve hat rêkirin
11:15 Li Dîlokê girtiyek sewq kirin
11:12 Ligel dîmenên lêdanê jî, dadgehê doza tazmînatê red kir
10:50 Dikana ku wî bi hevkarê xwe yê sûriyeyî re dida xebitandin hat talankirin
10:23 Li Amed û Edenê serdegirtina malan: Herî kêm 59 binçav kirin
10:11 ‘Nêzikatiya Tirkiyeyê ya li dijî jinan çi be, ya PDK'ê jî ew e’
09:13 Koma 49'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:12 Fîlmê 'dînên' Dersimê çêdike
09:10 Tevî ku înfaza wî qediyaye, 8 meh in nayê berdan
09:08 Divê fatûreya şewatan li îqtidarê bê birîn
09:06 Li Bazarcixê cihêkariyê di warê xizmetê de dikin
09:05 DEDEF: Mûnzûr tê qirêjkirin, divê tevdîr bên girtin
09:03 Dosyeya faîl Yûsûf Guzelyûrt heta ber dev tijî ye!
09:00 ROJEVA 13'Ê TEBAXA 2021'AN
08:13 Li Edenê polîsan bi ser gelek malan de girtin
08:12 Li Kerboranê polîsek li mala xwe kuştî hat dîtin
07:57 Rojnameger Bêrîtan Canozer hat binçavkirin
12/08/2021
22:03 138 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:04 Li Rihayê ji 24 saziyan 'seferberiya' aşiyê
17:13 18 Cotkarên ku DEDAŞ şermezar kiribûn hatin binçavkirin