Dikana ku wî bi hevkarê xwe yê sûriyeyî re dida xebitandin hat talankirin

  • rojane
  • 10:50 13 Tebax 2021
  • |
img
ENQERE - Bekîr Coşkûn ê ku dikana wî ya bi hevkarê xwe yê sûriyeyî re dida xebitandin di êrişa nijadperest a li navçeya Altindaxê de hat talankirin, diyar kir ku polîsan êrişkarên ji navçeyên cuda jî hatibûn, temaşe kirin.  
 
Gelek pênaberên sûriyeyî yên li Taxên Onder û Battalgazî yên navçeya Altindaxa Enqereyê dijîn, di 11 û 12’ê tebaxê de rastî êrişên nijadperest hatin û mecbûr man ku mal û kargehên xwe terk bikin. Di êrişa nijadperest de gelek kargeh hatin talankirin. Lê ev kargeh hemû ne yên penaberên sûriyeyî bûn. Di êrişan de cam û deriyên dikanên hevkarên Tirk ên penaberan jî, hatin şikandin û talankirin. Dikana mobîlya ya penaberê suriyeyî Abdullah El Hesen ku 8 sal in li Taxa Onder dijî û hevkarê wî yê Tirk Bekîr Coşkûn jî, di êrişan de hat talankirin. 
 
El Hesen û Coşkûn ê di êrişan de nêzî 60 hezar lîre zirara wan çêbû, tiştên qewimîn ji ajansa me re vegotin. 
 
ÊRIŞKAR JI TAXÊN CUDA BÛN
 
El Hesen, diyar kir ku heta niha bi kesê re tu pirsgirêk ne jiyane û wiha got: “Ez beriya 8 salan bi malbata xwe re hatim vir û min dikana xwe vekir. Ez bi hevalê xwe yê tirk re bûm hevkar û em bi hev re dixebitin.” El Hesen bi lêv kir ku bi cîranên xwe re li hev dikin û difikire ku êrişkar ji taxên cuda hatine. 
 
‘TIŞTÊN ME DIZÎN’
 
El Hesen, da zanîn ku mobîlyayên li kargehê ji ber hatine rewşeke ku neyên bikaranîn mecbûr man ku dikanê vala bikin û wiha axivî: “Li hemberî dikana min dikaneke ku tiştên destên duyemîn difiroşe heye. Tenê camên wir şikandine. Lê ji ber ku tiştên me nû bûn cam şikandine û tiştên me dizine. Gelek zirara me heye. 10 televîzyonên LCD dizine û hemû taximên koltuxan çirandine. Nêzî 60 hezar lîre zirara me heye. Di dema êrişe de û di saetê serê sibê de tiştên me dizîne.”
 
‘JI BO MALBATA XWE BI FIKAR IM’
 
El Hesen, bi lêv kir ku di saetên serê sibê de kesek hatiye cem wî û bi gotinên ‘çi karê we li vir heye. Hûn bisekinin em ê hêj çi bi serê we bînin. Hûn kom bikin em ê êvarî werin û dîsa hilweşînin û bişewitînin’ gef li wî xwariye. 
 
El Hesen, destnîşan kir ku di dema êrişan de polîsan ne ew ne jî kargehên wan neparastin û wiha wiha axivî: “Polîsan tiştek nekir. Heke dikanên me parastibûna di vî halî de nedibûna. Tiştên mayî jî ez negirim wê werin wan jî bişewitînin, ez ji bo malbata xwe bi fikar im.”
 
‘MIN NEKARÎ TIŞTEKÎ BIKIM’
 
Bekîr Coşkûn jî, anî ziman ku bi El Hesen re 6 sal in hevkariyê dikin û êriş bi van gotinan vegot: “Duh dema bûyeran ez li pêş dikanê bûm lê min nekarî tiştekî bikim. Ji ber ku gelek qelebalix bûn û herkes ji bo talankirinê hatibûn. Ji ber ku hevkarê min suriyeyî ye êrişî dikanê kirin lê gelek tiştên dikanê jî dizîn. Dema êrişê de koltuxên me avêtin derve û şewitandin.”
 
‘POLÎSAN EM NE PARASTIN’
 
Coşkûn, diyar kir ku dema êrişan de êrişkaran wesayita agirkujiyê asteng kir ku derbas bibe û wiha berdewam kir: “Gelek qelebalix bûn wesayîta agirkujiyê asteng kirin û bi zanebûn her der şewitandin. Di êrişan de tenê penaberên suriyeyî zirar nedît. Ez tirk im lê pênç tiliyên dest ne wek hev in. Em li vir dixebitin, malê min zirar dît. Kî wê vê zirarê pêşwazî bike? Polîsan em ne parastin, tu tişt nekir. Ji xwe parastibûya di vî halî de nedibû.”
 
Xebatkarekî din jî, anî ziman ku têkildarî êriş û talankirinê giliya êrişkaran li polîsan nekirin û wiha got: “Wateya gilîkirinê nîne. Em ê giliyê kê li cem kê bikin.”
 
MA / Zemo Aggoz
 
 
 
 

Sernavên din

16/08/2021
09:00 ROJEVA 16'Ê TEBAXA 2021'AN
15/08/2021
20:00 Ji ber koronayê 154 kesan jiyana xwe ji dest dan
19:50 Di daweta kurê xwe de hat binçavkirin
19:09 Derbarê êrişa li dijî Mala Cemê de 2 kes hatin binçavkirin
15:33 Sûka Bedlîsê ku weke ‘avahiya bixeter' hatibû îlankirin tê valakirin
15:18 Li Bûrsayê operasyona medya sanal
15:10 Onlu: Divê em tecrîda li ser Ocalan bişikînin
13:23 Li Êlih û Mêrdînê hejmara binçavkiriyan derket 10'an
13:08 Li Amedê 63 kes 3 roj in di bin çavan de ne
12:46 Li Edenê jinek hat qetilkirin
12:05 Şewata li Setkarê bixwe vemirî
11:38 Pasdarên Îranê sînor derbas kirin û ciwanekî qetil kirin
10:42 Malbata Şenyaşar: Nebin hevparê sûc
10:14 Li Erzirom û Qersê lehî rabûn
09:20 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 262'emîn de dewam dike
09:18 Li Êlih û Mêrdînê serdegirtinên malan: Hevserokên HDP'î hatin binçavkirin
09:05 Parlementerê YNK'ê Werdî: Hikûmet ji bo çareserkirina pirsgirêka avê tiştekî nake
09:04 Cobarê Zerganê bûye sergo
09:03 Çîroka behsa çalakiyên greva birçîbûnê dike: Olum Ûykûdaydi
09:01 Keleş: Divê têkoşîna ji bo demokrasiyê û ekolojiyê bibe yek
09:00 ROJEVA 15'Ê TEBAXA 2021'Ê
14/08/2021
22:15 Bûldan: Pêdivî bi Ocalan heye
20:02 Posterên Ocalan hatin vekirin: Êlih îşareta azadiyê da
19:55 Li Şemzînanê hevdîtina 'Dem dema azadiyê ye': Bêyî gelê kurd tu partî nikare bibe îqtidar
17:14 ‘Li welat karesata siyasî tê jiyîn’
16:37 ÎHD: Şahîd heye, girtin tuneye
16:25 Hejmara kesên di karesata lehiyê de mirin derket 44’an
16:02 Tedawiya nexweşa penceşêrê Pehlîvan tê astengkirin
15:48 Girtiya anjiyo bû, li nexweşxanê 8 rojan kelepçekirî ma
15:22 Cotkar ji DEDAŞ’ê re got: Tişta ku tê kirin şêlandin e
15:00 ÎHD'ê rapora derbarê êrişa nijadperest a li Çorûmê de eşkere kir
14:35 Li Êlihê pirsa aqûbeta Demîr kirin
14:24 Eskeran êrişî cotkaran kirin: 2 birîndar, 7 binçav kirin
14:17 Kurê Ertak ê 29 salin windaye: Em ê dev ji lêgerînê bernedin
13:22 Li Rihayê şermezarkirinên DEDAŞ’ê mezin dibin
12:58 'Ji ber ku me daxwaza hevserokatiyê kir, doz li me hatin vekirin'
12:40 Li Elkê di teqînekê de 2 kes birîndar bûn
12:21 Êrişî Mala Cemê ya Alî Baba Sûltan kirin
12:20 Polîsan li Şirnexê bi ser malan de girtin: 8 kes binçav kirin
12:13 Hejmara kesên di karesata lehiyê de mirin derket 40’an
12:01 Pirsa aqûbeta Akdenîz ê berî 27 salan hat binçavkirin, kirin
11:41 Gokçûr ê hat revandin û ‘sîxurtî’ lê hat ferzkirin gilî kir
10:36 Malbata Şenyaşar: Dest ji siyasetê berdin, xwe bêxin şûna me
10:33 Polîsan êrişî esnafan kir: Herî kêm 70 binçav kirin
10:17 Nûnerê TÎHV’ê yê Amedê: Desthilat nijadperestiyê pîroz dike
10:10 Şewata li gundê Setkarê belav dibe
09:47 Du xwişkên ku ketin Çemê Zorava xeniqîn
09:10 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 261'emîn de dewam dike
09:08 Gel ji ber xebatên çêkirina rê yên qeyûm bêzar bûye
09:07 'Em ê ji bo her darekê heya dawiyê li ber xwe bidin'
09:05 Hevserokê HDP'a Stenbolê Avci: Gel tecrîdê qebûl nake
09:03 'Berpirsiyarê êrişên li dijî penaberan îqtidar û CHP ye'
09:01 Lehiyên radibin ji ber mudaxileya mirovan a li xwezayê ye
09:00 ROJEVA 14'Ê TEBAXA 2021'AN
13/08/2021
21:19 Li Girtîgeha Gîresunê 19 girtî bi Covîd-19'ê ketin
20:46 Bayindir: Rizgarî şikandina tecrîdê ye
20:19 157 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:21 Rojnamevan Guleş hat berdan
17:53 Heyeta KCD û DBP'ê li sînor e: Kurd bi sedan sal in têdikoşin
17:42 Hevserokên giştî yên DBP û HDP'ê li Çewligê bi coşek mezin hatin pêşwazîkirin
17:22 Li Elkê agir bi daristanê ket
16:53 Li Qoserê gel vexwendin hevdîtina ‘Dema Azadiyê’
16:43 Li Girtîgeha Çûkûrovayê girtî ji hemû mafan bêpar in
15:48 3 bajar weke herêma bobelatê hatin îlankirin
15:34 Balafirên şer ên tirk sivîlek qetil kirin
15:33 Hevseroka HDP’ê ya Mûşê Nêrgiz hat girtin
15:23 Endamê Meclîsa Ciwanên HDP’ê Ermîş hat binçavkirin
14:43 SUDEF: Bila faîlên Gevriye Sari bên dîtin
14:42 Hevdîtina parêzeran a ji bo kesên di bin çavan de sînordar kirin
14:42 Têkildarî êrişa li Altindagê 72 kesên din hatin binçavkirin
14:19 Rojnamevan Canozer di 6 salan de cara 4’emîne tê binçavkirin
13:55 KESK'ê serdana Malbata Şenyaşar kir
13:49 Kaya yê tedawiya bi kelepçê red kir, paşve şandin girtîgehê
13:35 Êlih ji hevdîtina 'Dema Azadiyê' re amade ye
13:18 Mirina biguman a jineke ku malbata wê ew ji stargehê wergirt
13:13 Malbat, wasî û parêzeran ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
12:35 Qeymeqamê Qoserê ji AKP’ê re bû sponsor
12:35 Asayîşa PDK’ê ji malbata Tatli re got: Agahiya me jê nîne
12:07 Hunermendê girtî tevlî çalakiya greva birçîbûnê bû
11:53 Malbata Şenyaşar: Bi cezayê pereyan nikarin me têk bibin
11:23 Rasho ya hat qetilkirin bi dirûşmeyan ber bi Şengalê ve hat rêkirin
11:15 Li Dîlokê girtiyek sewq kirin
11:12 Ligel dîmenên lêdanê jî, dadgehê doza tazmînatê red kir
10:50 Dikana ku wî bi hevkarê xwe yê sûriyeyî re dida xebitandin hat talankirin
10:23 Li Amed û Edenê serdegirtina malan: Herî kêm 59 binçav kirin
10:11 ‘Nêzikatiya Tirkiyeyê ya li dijî jinan çi be, ya PDK'ê jî ew e’
09:13 Koma 49'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:12 Fîlmê 'dînên' Dersimê çêdike
09:10 Tevî ku înfaza wî qediyaye, 8 meh in nayê berdan
09:08 Divê fatûreya şewatan li îqtidarê bê birîn
09:06 Li Bazarcixê cihêkariyê di warê xizmetê de dikin
09:05 DEDEF: Mûnzûr tê qirêjkirin, divê tevdîr bên girtin
09:03 Dosyeya faîl Yûsûf Guzelyûrt heta ber dev tijî ye!
09:00 ROJEVA 13'Ê TEBAXA 2021'AN
08:13 Li Edenê polîsan bi ser gelek malan de girtin
08:12 Li Kerboranê polîsek li mala xwe kuştî hat dîtin
07:57 Rojnameger Bêrîtan Canozer hat binçavkirin
12/08/2021
22:03 138 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:04 Li Rihayê ji 24 saziyan 'seferberiya' aşiyê
17:13 18 Cotkarên ku DEDAŞ şermezar kiribûn hatin binçavkirin