Parlementerê YNK'ê Werdî: Hikûmet ji bo çareserkirina pirsgirêka avê tiştekî nake

  • rojane
  • 09:05 15 Tebax 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN- Li  paytext Hewlêrê ya Herêmê Kurdistanê gelek tax bi rojan in bêav in. Parlementerê YNK'ê Loqman Werdî diyar kir ku Hikûmeta Herêmî ji bo vê gavine girîng neavêtine û got: "Heger hikûmet li gorî berjewendiyên gelê herêmê tevbigeriya, dê îro ev rû nedana." 
 
Li  paytext Hewlêr a Herêmê Kurdistana Federe bi rojane gelek tax bêav in. Rayedaran ji bo helkirina vê pirsgirêkê gelek soz dan, lê belê heya niha sozek xwe jî neanîne cî. Welatiyên ku di vê kela havînê de nikarin pêdiviyên xwe yên sereke jî pêk bînin, li kolan û taxan bi çalakiyên cur bi cur bertek û nerazîbûnên xwe tînin ziman. 
 
Parlementerê Yêkitiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Loqman Werdî têkildarî mijara avê ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî. 
 
'TU HEWLDANÊN HIKÛMETÊ TUNE NE' 
 
Parlementer Werdî, anî ziman li bajarê Hewlerê hejmara taxên ku bêav roj bi roj zêde dibin û ji ber bêhestiyariya hikûmetê gel perîşan bûye û got: "Ji bo çareserkirina vê pirsgirîkê 2 rê hene. Ger ku van projeyan pêk bînin, dê li herêmê pirsgirîka nemîne. Ya yekemîn, divê tesîsên avê yên safkirinê bên çêkirin.  Divê hikûmet bi lez û bez van projeyên avê pêk bîne û divê bendavên derdora Hewlêrê bên çêkirin ku avên baranê bikaribin bên girtin. Di taxan de divê  ji sedî 70 metre cih bê kolandin ku ava vexwarinê bê peyda kirin. Lê niha ev jî metirseyeke pir mezin e. Di vê hêlê de jî hîkûmet bi berpirsyarî tevnagere û tunebûna avê jî ne xema wan e. Di salên borî de jî ji bo peydakirina avê tu hewledanên hikûmetê yên cidî çênebûn. Bi rojane ava gel tune ye. Li dijî tunebûna avê jî nêrazîbûnên gel gihîştine asta herî jor. Gel bi bertek e û bi awayekî demokratîk daxwaza xwe ya avê li kolanan bi çalakiyên cur bi cur tîne zimên. Lidarxistina van çalakiyan mafeke sereke ye. Erka hikûmetê ya herî sereke ew e ku ava paqij ji gelê xwe re peyda bike. Hikûmet jî baş dizane ku pirsgirêka avê heye. Lê mixabin vê pirsgirêka heyî paşguh dike. Ev jî bi tena serê xwe pirsgirêk e. Ji bo çareserkirina pirsgirêka avê divê helwesteke cîdî hebe. Em YNK piştgiriyê didin daxwazên gel û li gel wan in." 
 
EV PIRSGIRÊK 10 SAL IN HEYE 
 
Werdî, da zanîn ku pirsgirêka avê ne pirsgirêkeke nû ye. Werdî, bilêv kir ku li herêmê gel li hemberî bêaviyê li ber xwe dide û got: "Bêgûman li Hewlêrê pirsgirêka ava vexwarinê heye. Ji bo peydakirina vê avê, divê hewldanên hikûmetê hebin. Li Hewlêrê hezar û sedî 90 bîrên avê hene. Ev bîrên ku ji sedî 60 wan ava paqj ji Hewlerê re peyda dikirin, lê ji ber barana vê dawiyê qirêj bûn. Niha ev av ji sedî 30 qirêj bûye. Li gel qirêjbûna avê projeya tesîsên safkirina avê jî qels man. Qirêjbûna avê jî dibe sedem ku li herêmê hejmareke mezin a mirovan bêav bimîne. Ji ber wê jî ev yek di nava gel de dibe sedema bertekan. Di van 10 salên dawî de li herêmê pirsgirêkeke pir cidî ya avê heye. Lê  heta niha  ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê jî hikûmeta Herêma Kurdistanê pêngavên  girîng neavêtine. Hejmara gelê Hewlêrê jî roj bi roj zêde dibe. Ev jî dibe sedem ku ev projeyên heyî yên avê têra xelkê Hewlêrê neke. Di vê demsala havînê de gelek taxên Hewlêrê bêav in û bi taybetî jî ên li van taxan kesên xizan in." 
 
'SEKINANDINA PROJEYÊ ZIRAR DA HERÊMÊ' 
 
Werdî, diyar kir ku bi têkçûna projeya bendavê ya di sala 1985'an de, li herêmê pirsgirêkeke mezin a avê rû daye û ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakî pêdivî bi polîtîkayên rast heye û wiha dom kir: "Di heman demê de projeyeke pir girîng heye. Ev proje jî projeya bendavê bû. Hikûmeta Iraqê di sala 1985'an de dest bi  çêkirina wê kiribû. Ji bo ku zûtirin ev bendav bê çêkirin biryar hatibû girtin. Lê mixabin şerê Iraq û Îranê ji vê projeyê re bû rêgirî. Piştî raperîna 1991'ê proje bi temamî hat sekinandin û ev proje hat talankirin. Piştî ku di sala 2005'an de Iraq hat rizgarkirin ji hêla wezaretê ve bi fermî hat sekinandin. Sekinandina vê projeyê jî zirareke mezin da herêmê. Heger îro hikûmeta heyî projeyên bi vî awayî bidana pêşiya xwe, em bi van pirsgirêkan re rû bi rû nediman. Bêgûman ev hemû girêdayî polîtîkayên hikûmetê ne. Heger hikûmet li gorî berjewendiyên gelê herêmê tevbigeriya dê îro ev pirsgirêk rû nedana û peydakirina avê jî ev qas zehmet nedibû. "
 
ALOZÎ
 
Werdî, da zanîn ku herêm bi pirsgirêkeke avê ya pir xeternak re rû bi rû ye û got: "Heger hişkesaliya par îsal jî li herêmê bidome, em ê bi aloziyeke avê re rû bi rû bimînin. Ji bo çareserkirina bêaviyê me daxwaz û pêşniyarên xwe di parlementoyê de anîn zimên. Divê di çareserkirina vê pirsgirêkê de hikûmet ji tiştekî nereve û ya pêwîst çibe wê bike. Ji bo ku ava herêmê zêde bibe divê li derdora bajêr bendav bên çêkirin. Ancax bi vî rengî dikarin pirsgirêka kêmaviyê çareser bikin."
 
MA / Zeynep Dûrgût

Sernavên din

16/08/2021
09:00 ROJEVA 16'Ê TEBAXA 2021'AN
15/08/2021
20:00 Ji ber koronayê 154 kesan jiyana xwe ji dest dan
19:50 Di daweta kurê xwe de hat binçavkirin
19:09 Derbarê êrişa li dijî Mala Cemê de 2 kes hatin binçavkirin
15:33 Sûka Bedlîsê ku weke ‘avahiya bixeter' hatibû îlankirin tê valakirin
15:18 Li Bûrsayê operasyona medya sanal
15:10 Onlu: Divê em tecrîda li ser Ocalan bişikînin
13:23 Li Êlih û Mêrdînê hejmara binçavkiriyan derket 10'an
13:08 Li Amedê 63 kes 3 roj in di bin çavan de ne
12:46 Li Edenê jinek hat qetilkirin
12:05 Şewata li Setkarê bixwe vemirî
11:38 Pasdarên Îranê sînor derbas kirin û ciwanekî qetil kirin
10:42 Malbata Şenyaşar: Nebin hevparê sûc
10:14 Li Erzirom û Qersê lehî rabûn
09:20 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 262'emîn de dewam dike
09:18 Li Êlih û Mêrdînê serdegirtinên malan: Hevserokên HDP'î hatin binçavkirin
09:05 Parlementerê YNK'ê Werdî: Hikûmet ji bo çareserkirina pirsgirêka avê tiştekî nake
09:04 Cobarê Zerganê bûye sergo
09:03 Çîroka behsa çalakiyên greva birçîbûnê dike: Olum Ûykûdaydi
09:01 Keleş: Divê têkoşîna ji bo demokrasiyê û ekolojiyê bibe yek
09:00 ROJEVA 15'Ê TEBAXA 2021'Ê
14/08/2021
22:15 Bûldan: Pêdivî bi Ocalan heye
20:02 Posterên Ocalan hatin vekirin: Êlih îşareta azadiyê da
19:55 Li Şemzînanê hevdîtina 'Dem dema azadiyê ye': Bêyî gelê kurd tu partî nikare bibe îqtidar
17:14 ‘Li welat karesata siyasî tê jiyîn’
16:37 ÎHD: Şahîd heye, girtin tuneye
16:25 Hejmara kesên di karesata lehiyê de mirin derket 44’an
16:02 Tedawiya nexweşa penceşêrê Pehlîvan tê astengkirin
15:48 Girtiya anjiyo bû, li nexweşxanê 8 rojan kelepçekirî ma
15:22 Cotkar ji DEDAŞ’ê re got: Tişta ku tê kirin şêlandin e
15:00 ÎHD'ê rapora derbarê êrişa nijadperest a li Çorûmê de eşkere kir
14:35 Li Êlihê pirsa aqûbeta Demîr kirin
14:24 Eskeran êrişî cotkaran kirin: 2 birîndar, 7 binçav kirin
14:17 Kurê Ertak ê 29 salin windaye: Em ê dev ji lêgerînê bernedin
13:22 Li Rihayê şermezarkirinên DEDAŞ’ê mezin dibin
12:58 'Ji ber ku me daxwaza hevserokatiyê kir, doz li me hatin vekirin'
12:40 Li Elkê di teqînekê de 2 kes birîndar bûn
12:21 Êrişî Mala Cemê ya Alî Baba Sûltan kirin
12:20 Polîsan li Şirnexê bi ser malan de girtin: 8 kes binçav kirin
12:13 Hejmara kesên di karesata lehiyê de mirin derket 40’an
12:01 Pirsa aqûbeta Akdenîz ê berî 27 salan hat binçavkirin, kirin
11:41 Gokçûr ê hat revandin û ‘sîxurtî’ lê hat ferzkirin gilî kir
10:36 Malbata Şenyaşar: Dest ji siyasetê berdin, xwe bêxin şûna me
10:33 Polîsan êrişî esnafan kir: Herî kêm 70 binçav kirin
10:17 Nûnerê TÎHV’ê yê Amedê: Desthilat nijadperestiyê pîroz dike
10:10 Şewata li gundê Setkarê belav dibe
09:47 Du xwişkên ku ketin Çemê Zorava xeniqîn
09:10 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 261'emîn de dewam dike
09:08 Gel ji ber xebatên çêkirina rê yên qeyûm bêzar bûye
09:07 'Em ê ji bo her darekê heya dawiyê li ber xwe bidin'
09:05 Hevserokê HDP'a Stenbolê Avci: Gel tecrîdê qebûl nake
09:03 'Berpirsiyarê êrişên li dijî penaberan îqtidar û CHP ye'
09:01 Lehiyên radibin ji ber mudaxileya mirovan a li xwezayê ye
09:00 ROJEVA 14'Ê TEBAXA 2021'AN
13/08/2021
21:19 Li Girtîgeha Gîresunê 19 girtî bi Covîd-19'ê ketin
20:46 Bayindir: Rizgarî şikandina tecrîdê ye
20:19 157 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:21 Rojnamevan Guleş hat berdan
17:53 Heyeta KCD û DBP'ê li sînor e: Kurd bi sedan sal in têdikoşin
17:42 Hevserokên giştî yên DBP û HDP'ê li Çewligê bi coşek mezin hatin pêşwazîkirin
17:22 Li Elkê agir bi daristanê ket
16:53 Li Qoserê gel vexwendin hevdîtina ‘Dema Azadiyê’
16:43 Li Girtîgeha Çûkûrovayê girtî ji hemû mafan bêpar in
15:48 3 bajar weke herêma bobelatê hatin îlankirin
15:34 Balafirên şer ên tirk sivîlek qetil kirin
15:33 Hevseroka HDP’ê ya Mûşê Nêrgiz hat girtin
15:23 Endamê Meclîsa Ciwanên HDP’ê Ermîş hat binçavkirin
14:43 SUDEF: Bila faîlên Gevriye Sari bên dîtin
14:42 Hevdîtina parêzeran a ji bo kesên di bin çavan de sînordar kirin
14:42 Têkildarî êrişa li Altindagê 72 kesên din hatin binçavkirin
14:19 Rojnamevan Canozer di 6 salan de cara 4’emîne tê binçavkirin
13:55 KESK'ê serdana Malbata Şenyaşar kir
13:49 Kaya yê tedawiya bi kelepçê red kir, paşve şandin girtîgehê
13:35 Êlih ji hevdîtina 'Dema Azadiyê' re amade ye
13:18 Mirina biguman a jineke ku malbata wê ew ji stargehê wergirt
13:13 Malbat, wasî û parêzeran ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
12:35 Qeymeqamê Qoserê ji AKP’ê re bû sponsor
12:35 Asayîşa PDK’ê ji malbata Tatli re got: Agahiya me jê nîne
12:07 Hunermendê girtî tevlî çalakiya greva birçîbûnê bû
11:53 Malbata Şenyaşar: Bi cezayê pereyan nikarin me têk bibin
11:23 Rasho ya hat qetilkirin bi dirûşmeyan ber bi Şengalê ve hat rêkirin
11:15 Li Dîlokê girtiyek sewq kirin
11:12 Ligel dîmenên lêdanê jî, dadgehê doza tazmînatê red kir
10:50 Dikana ku wî bi hevkarê xwe yê sûriyeyî re dida xebitandin hat talankirin
10:23 Li Amed û Edenê serdegirtina malan: Herî kêm 59 binçav kirin
10:11 ‘Nêzikatiya Tirkiyeyê ya li dijî jinan çi be, ya PDK'ê jî ew e’
09:13 Koma 49'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:12 Fîlmê 'dînên' Dersimê çêdike
09:10 Tevî ku înfaza wî qediyaye, 8 meh in nayê berdan
09:08 Divê fatûreya şewatan li îqtidarê bê birîn
09:06 Li Bazarcixê cihêkariyê di warê xizmetê de dikin
09:05 DEDEF: Mûnzûr tê qirêjkirin, divê tevdîr bên girtin
09:03 Dosyeya faîl Yûsûf Guzelyûrt heta ber dev tijî ye!
09:00 ROJEVA 13'Ê TEBAXA 2021'AN
08:13 Li Edenê polîsan bi ser gelek malan de girtin
08:12 Li Kerboranê polîsek li mala xwe kuştî hat dîtin
07:57 Rojnameger Bêrîtan Canozer hat binçavkirin
12/08/2021
22:03 138 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:04 Li Rihayê ji 24 saziyan 'seferberiya' aşiyê
17:13 18 Cotkarên ku DEDAŞ şermezar kiribûn hatin binçavkirin