Komîsyona OHAL'ê endamtiya ÎHD'ê û KURDÎ-DER'ê wek sûc nîşan da

  • rojane
  • 09:27 19 Tebax 2021
  • |
img

ŞIRNEX - Serlêdana xebatkarê tendûristiyê Selahattîn Barinç ê ku di sala 2016'an de bi KHK'ê hatibû îxrackirin piştî 3'ê salan şûnde  ji hêla Komîsyona OHALê ve hat redkirin. Di biryara ku ji Barinç re hat şandî de, komeleyên wek ÎHD û Kurdî-Der wek komeleyên ku "alikariyê didin rêxistinê" hatin pênasekirin û endamtiya saziyan wek sûc hatiye dîtin. 

Di sala 2016'an de bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) bi hezaran mamoste, xebatkarên tendûristiyê û karmend ji peywîra xwe hatin îxrackirin. Yek ji van jî xebatkarê tendûristiyê Selahattîn Barinç bû. Barinçê ku di KHK'ya 29'ê cotmehê 2016'an de hatibû îxrackirin, wê biryarê qebûl nekiribû û di sala 2017'an de serî li Komîsyona OHAL'ê dabû. Komîsyonê piştî 3 salan şûn de serlêdan nirxand û biryara redkirinê da. Di biryara ku ji Barinç re hatiye şandin de weke sûc û sedemê îxrackirinê endamtiya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), KURDÎ-DER û tevlîbûna cenazeyê xebatkarê tenduristiyê Azîz Yural ê ku di dema qedexeyên derketina derve de dema hewl dida alîkariya jinekê birîndar bike hatibû qetilkirin hat nîşandan.  
 
YÛRAL WEK 'TERORÎST' HATIYE NÎŞANDAN
 
Di biryara ku ji Barinç re hatiye şandin de  wiha hat gotin: "Di Komeleya Pêşvebirina Ziman û Çandê de qeyda endamtiyê ya ku bi hinceta girêdan, an jî girêdana komeleyê ya bi PKK/KCK'yê re hat girtin û Endamtiya Komeleya Mafên Mirovan a Şirnexê ya ku alikariya rêxistinê dike desteya çavdêriyê heye." Di heman demê de ji bo xebatkarê tendûristiyê Azîz Yural jî ev tişt hatin gotin: "Aziz Yuralê ku li Şirnexê di operasyona li dijî PKK/KCK'yê de mir. Dema ku cenazeyê wî di morga nexweşxaneyê de bû, komek mirov, jî di nav de, xwepêşandanek li pêşiya nexweşxaneyê li dar xistin, axaftinên alîgirê rêxistinê kir û hat tespîtkirin ku wî terorîstî weke şehîd nîşan daye."
 
SÛC: ENDAMTIYA ÎHD'Ê Û KURDÎ-DER'Ê
 
Selahattîn Barinç derbarê neheqiya li wî hatiye kirin axivî. Barinç, anî ziman ku ew tiştê ku ew pê tê sucdar kirin nayê qebûlkirin û wiha axivî: "Ez ji sala 1997'an heta sala 2016'an li Mîdûryeta Tendûristî ya Şirnexê xebitîm. Di sala 2016'an de bi KHK'ê hatim îxrackirin. Min di sala 2017'an de  ji bo vegerandina ser karê xwe serî  li Komîsyona Rewşa Awarte da û piştî 3 salan şûn de di 5'ê tebaxê de biryara redê ji min re hat. Sedemên  redkirina serlêdana min  ew bûn ku ez endamê Komela Lêkolîna Zimanê Kurdî û ÎHD'ê bûm. Di heman demê de, serlêdana min bi hinceta ku li ser cenazeyê hemşîre Azîz Yural ê ku li Nexweşxaneya Dewletê dixebitî û dema ku jinek birîndar xilas kir hat kuştin, hat redkirin. Tevî rakirina OHAL'ê jî qanûnên wê hê jî didomin." 
 
'EZ Ê HER ENDAMÊ ÎHD'Ê BIM'
 
Barinç, bi lêv kir ku welatê ku tê de hiqûq nebe mirov nikare behsa edeletê bike û got: "Min di gelek dosyayan de beraat girt, lê ez dîsa jî ji zilma Komîsyona OHAL'ê rizgar nebûm. Ev biryareke bêhiqûqî ye. Em ê şopdarê vê bibîn û ez ê têkoşîna xwe ya hiqûqî bidomînim. Îro li Tirkiyeyê komeleya ku herî kevin û hêja ÎHD ye. Endamtiya min a ÎHD'ê didome." 
 
Navenda Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) di heman demê de derheqê vê biryara Komîsyona OHAL'ê de doz vekiriye. 
 
MA / Zeynep Durgut 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

19/08/2021
09:27 Komîsyona OHAL'ê endamtiya ÎHD'ê û KURDÎ-DER'ê wek sûc nîşan da
09:14 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 266'emîn de dewam dike
09:13 Berteka jinan a ji bo krîza aborî: Em êdî nikarin biçin market û bazaran
09:12 Gelo hedefa DYA'yê Îran e?
09:11 Navenda Bedlîsê veguherandina qada şer
09:10 Amedî: Li cîhanê çi biqewime dixin stuyê kurdan
09:07 Avci: Dê AKP û qeyûm biçin, hesabê diziyan bê pirsîn
09:06 ‘Bi çêkirina dîwar dixwazin kurdan bi temamî ji hev qut bikin'
09:06 Meclîsa Dayikên Aştiyê: Mifteya aşitiyê di destê Ocalan de ye
09:00 ROJEVA 19'Ê TEBAXA 2021'AN
18/08/2021
20:35 Li Hezexê serdaneke girseyî: Em ê tecrîdê bişikînin
16:09 Polîs, lingê ciwanê ku bi xeletî pêl li zingila derê wî kir şikand
15:50 Şewata li Şemzînanê hatibû kontrolkirin dîsa dest pê kir
15:32 Polîsan li Farqînê serdana esnafan asteng kir
14:41 Li Sêrtê amadekariyên hevdîtina 'Dem Dema Azadiyê ye' didomin
14:32 11 cotkarên ku DEDAŞ’ê protesto kiribûn hatin binçavkirin
14:15 Meşa kedkaran a baskê Êlihê ya ber bi Enqereyê ve dest pê kir
13:58 Ferît Şenyaşar: Mirovahî tenê temaşeyî zilmê dike
13:21 KCD, DBP, TJA û HDP: Êrişên li ser Şengalê ji zîhniyeta DAIŞ’ê necudatir e
13:01 Du kesên ku Aysel K. revandibûn hatin berdan
13:00 Li Botanê ‘Dem dema azadiyê’ ye: Hûn nikarin koka gelê kurd ziwa bikin
12:23 Li Şengalê armanc bêstatû hiştin e
12:07 Parêzer ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li dozgeriyê dan
11:54 MXDŞ: Li Nexweşxaneya Sikêniyê 4 kedkarên tenduristiyê û 4 şervan şehîd bûn
11:17 Malperên JinNewsê û Rojnameya Welat hatin astengkirin
10:54 Li Amedê 56 kes serbest hatin berdan
10:50 Li Enqereyê du kes hatin binçavkirin
10:50 Şewata li Çiyayê Cudî vemirî
10:49 Hejmara 21’emîn a Kovara Dilopê derket
10:10 Li Amedê hejmara pêketiyên koronayê ya rojane derket ser 2 hezaran
10:08 Xebata Tifaqa Kurdistanî: Divê hikumeta Tirkiyê rêzê ji Şengalê re bigire
09:49 Aktivîsta afxan Mahmoûda A.: Li devere neazad jiyan nepêkan e
09:44 'Em ê yekîtiya neteweyî ne di navbera partiyan de di nava civakê de ava bikin’
09:04 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 265'emîn de dewam dike
09:03 Tumuklu: Di şexsê Ocalan de demokrasiya Tirkiyeyê tê tecrîdkirin
09:03 'Şoreşa Rojava nîşan dide ku dê şoreşa demokratîk çawa bê avakirin'
09:02 Bangawazî ji bo hevdîtina 'Dem Dema Azadiyê' ya li Sêrtê
09:01 Endamê HDP'ê kirin endamê AKP'ê
09:00 ROJEVA 18'Ê TEBAXA 2021'AN
08:50 Li Şemzînanê şewata daristanê derket
17/08/2021
21:15 Heso Îbrahîm: Êrîşa li ser Şengalê şermezarî ye ji dewleta Iraqê re
16:52 Kesên li Mêrsînê hatibûn binçavkirin, hatin berdan
16:38 BMG’ê banga têkoşîna hevpar kir
16:37 Zarokên ketin qenala avê jiyana xwe ji dest dan
16:08 Jinên Kurd piştevaniya xwe ya bi jinên Afgan re diyar kirin
15:08 Balafirên TSK'ê li nexweşxaneyeke Şengalê xistin
14:40 Rêveberên DEVA’yê serdana malbata Şenyaşar kirin
14:08 Li Cudî şewat derket
13:41 HDP: Daxwazên gelên li Afganîstanê kirin qurbana berjewendiyên reel ên polîtîk
13:23 Jina ku hat îdiakirin di şaneşînê de ketiye jiyana xwe ji dest da
13:22 Ji bo 3 endamên RJAK'ê kampanya îmzeyê hat destpêkirin
13:10 15 mêr û jinek beşdarî civîna 'jinan' a qeymeqamtiya navçeyê bûn
13:10 Jinên Afganî yên dibin gefa Talîbanê de ne: Em hene
12:35 Ji bo ‘hilweşandinê’ bi ser avahiya HDP’ê ya Bedlîsê de girtin
12:33 Koma netewperest a kontrola rê kirin li kesekê dan
12:21 Ji bo tamîrkirina avahiyeke li bajarê Babê yê Sûriyeyê li Dîlokê îhale hat vekirin
11:47 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
11:46 Hat îdiakirina ku keça ciwan ji qata 3’yemîn hat avêtin
11:03 Malbata Şenyaşar: Hûn nikarin ji berpirsyartiyê birevin
11:02 Bi hinceta ‘betlaneya cejnê’ piştî 6 rojan serlêdana dayika keça wê hat revandin girtin
10:45 Lawê Vedat Aydin ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da
09:16 Fatma Unsal: Divê jin li dijî polîtîkayên ku ol ji bo amûrên xwe bi kar tîne, derkevin
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 264'emîn de dewam dike
09:05 Li dijî krîza avhewayê banga ji bo têkoşînê: Talûke ketiye nav malê
09:04 Eleqeyeke mezin ji bo bacanên reş û îsotên hişkkirî heye
09:03 Katircioglû: Ocalan ji ber ku got 'Ez ê pirsgirêka kurd çareser bikim' tê tecrîdkirin
09:02 Qeyûm karê 150 kesî bi 23 karkeran dide kirin
09:00 ROJEVA 17'Ê TEBAXA 2021'Ê
16/08/2021
20:10 Nûçegihana Jinnewsê Canozer hat berdan
18:26 Li Silopiyayê 5 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:52 PÎA û Înîsiyatîfa Heq serdana malbata Şenyaşar kir
17:14 Jinên êzîdî bertek nîşanî eskerên Iraqê dan
16:54 Hejmara kesên di karesata lehiyê de mirin derket 71’ê
16:49 Rêvebera ÎHD’ê hat berdan
16:35 'Li Girtîgeha Gîresûnê 100 girtî bi koronayê ketin'
16:27 Di binçavan de pirsên dubare ji rojnamevan Canozer kirin
16:04 Ciwanên ku sîxurtî lê ferz kirin: Em ê paş ve gavê neavêjin
15:21 HDP'ê ji bo doza girtinê dema zêde xwest
15:03 Çîftyurek: Astengkirina li pêş navê Kurdistanê rakin
14:45 Li Edeneyê 28 kesên binçavkirî hatin berdan
14:05 Li Amedê tê payîn 58 kesên binçavkirî sewqî edliyeyê bên kirin
13:55 Li Wanê çalakî û şahî carek din hatin qedexekirin
13:40 Malbata Şenyaşar: Heta kujer neyên dirazandin em ê li mala xwe rûnenin
13:37 Hevdîtina ‘Dema Azadiyê’ ya li Qoserê hat taloqkirin
13:03 Li Agiriyê malbatan şer kir: 3 mirî, 6 birîndar
13:02 Li Hezexê mirina bi guman a zarokekî
12:50 Balafirên Tirkiyê êrişî navenda Şengalê kirin
12:45 Şewata li Midyadê hat vemirandin
12:44 Li Balafirgeha Kabîlê îzdîham: Herî kêm 5 kesan jiyana xwe ji dest da
12:43 Midurê Polîsan ê Meramê ji wezîfeyê hat girtin
12:09 Li derveyî sînor 3 eskeran jiyana xwe ji dest da
11:59 Çakmak ê ku pasdarên Îranê wî qetil kirin, hat veşartin
11:52 Karkerên demsalî heqê keda xwe nastînin
11:26 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:10 Hejmara kesên di karesata lehiyê de mirin derket 70’yî
09:18 Şoreşa Jinê ya Rojava mohra xwe li konferansê da
09:04 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 263'emîn de dewam dike
09:03 Rojnamevan Guleş: Cihê ku ez lê mabûm ez ê ji wir berdewam bikim
09:02 'Bi destserkrina endamên RJAK’ê têkoşîna jina kurd hat hedef girtin'
09:01 Li Mîdyadê agir bi daristanê ket