Li her derê daxwaza aştiyê

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek bajaran, bi boneya 1'ê Gulanê Roja Aştiya Cîhanê, daxuyanî hatin dayîn û banga têkoşîna birêxistinkirî ya gelan, çareserkirina pirsgirêka Kurd û rêyên çareseriya demokratîk û aştiyane hatin kirin.  

 
Li gelek bajaran, bi boneya 1'ê Îlonê Roja  Aştiya Cîhanê, çalakiyên cur bi cur hatin lidarxistin. Di daxuyaniyên ku daxwaza aştiyê hatin qîrîn de, hat destnîşankirin ku aştî li ser bingeha maf û azadiyan pêk tê ûb anga têkoşîna hevpar a birêxistinkirî li hemû gelan hat kirin. 
 
ENQERE 
 
Navenda Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê Cîhanê, daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniya bi sernavê “Mafê aştiyê mafekî mirovahiyê ye” hat weşandin de, ev peyam hat dayîn: “Em weke ÎHD’ê bawer dikin ku aştî li ser bingeha maf û azadiyan di bin her şert û mercî de û li her devera cîhanê pêk tê. Pirsgirêka bi milyonan koçber û penaberan ji ber polîtîkaya Rojhilata Navîn a li dijî Kurdan hatiye pêşxistin, derketiye holê. Em bang dikin ku êdî dest ji înkara pirsgirêka Kurd berdin. Divê tecrîda li dijî Abdullah Ocalan, girtiyên li Îmraliyê tên girtin û hemû girtiyan bi dawî bibe. Pêwîste ku pêşiya aştiyê bê vekirin. Emê weke ÎHD’ê ji bo ku li welat û tevahiya cîhanê aştî pêk were, emê têkoşîna xwe ya aştiyê dewam bikin.” 
 
TTB: AŞTÎ NEBE TENDURISTÎ JÎ NABE
 
Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) jî, derbarê 1’ê Îlonê de, daxuyaniya bi sernavê “Aştî nebe, tenduristî jî nabe” parve kir û wiha got: “Yek ji hilweşandinên ku şer bi xwe re tîne îro gel li Afganîstanê dijî. Talîban, zarok û ciwanan bi îşkenceyên giran tevlî xwe dike. Li aliyê din jî hewl dide jinên li Afganîstanê dijîn hepsî malan bike û wan esîr bigire. Îro li tevahiya cîhanê pêdivî bi aştiyê heye. Bi çek kirina sivîlan, xwedîkirina hêzên paramîlîter û parastina tundiyê, ji bo tevahiya mirovahiyê xeteriyek mezine. Em ji bîr nekin ku; Yên ku di şer û pevçûnan de winda dikin, her dem gel in. Ji bo tenduristiya civakî, ji bilî aştiyê tu alternatîfeke me tuneye. Cîhanek bê şer û kedxwarî, di destên me de ye, wê bi hevgirtinê were damezrandin.”
 
WAN 
 
Endamên Şaxa ÎHD’ê ya Wanê, têkildarî 1’ê Îlonê, li avahiya xwe ya komeleyê daxuyanî dan çapemeniyê. Ji rêveberên komeleyê Serdar Çevîk, di axuyaniyê de axivî û got: “Li welat, pirsgirêk mafên mirovan a herî girîng pirsgirêka gel Kurd e. Ji bo ku pirsgirêka mafên mirovan û demokrasiyê çareser bibe, divê pêvajoyek aştiyane bê destpêkirin û şer bê rawestandin.
 
ÊLIH 
 
Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Êlihê jî, li avahiya xwe derbarê rojê de, civîna çapemeniyê li dar xist. Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz a qeyûm tayînî cihê wê hat kirin û ji peywirê hat girtin, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û Dayikên Aştiyê beşdarî civînê bûn. Endama Dayikên Aştiyê Sûltan Azboy, di civînê de axivî û wiha pê de çû: “Bi salane em li qadan banga aştiyê dikin. Her ku em dibêjin aştî, cenazeyên me bi ser me de tên. Êdî rewş wisan bûye, cenazeyên zarokên me bi kargoyan ji me re dişînin. Zarokên me rastî êrişên nijadperest tên û tên qetilkirin. Di girtîgehan de, ji bo aştiyek birûmet bedena xwe jig reva birçîbûnê re razindine. Ligel her tiştî em aştiyê dixwazin û di aştiyê de bi israrin. Em cîhanekê ku êdî mirov lê jiyana xwe ji dest nedin, cenazeyên zarokan bi kargoyan ji malbatên wan re neyin şandin û ji ber zimanê xwe yê zikmakî qetilkirina mirovan naxwazin. Em cîhanek bê xwîn û mirin dixwazin. Ev jî bi aştiyek birûmet re pêkane.” 
 
Daxuyanî piştî axaftinê, bi berzkirina tilîlî û lêxistina çepikan bi dawî. 
 
HATAY  
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Îskenderûnê jî li Bazara Bît a Berê daxuyanî da çapemeniyê. Parlamenterê HDP’ê yê Mêrsînê Ridvan Tûran, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sîvîl tevlî daxuyaniyê bûn. Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Înkenderûnê Coşkûn Selçûk, daxuyanî xwend û wiha got: “Ew dixwazin li welatekî ku aştî lê serdest e bijîn.
 
Tûran, bal kişand ser pirsgirêka Kurd û ev peyam da: “Mîna hikûmetên din ên ku nekarîn pirsgirêka Kurd çareser bikin, ew hikûmet jî ji aliyê siyasî ve tên hilweşandin. Yên ku nikarin vê pirsgirêkê çareser bikin, dikevin çopa dîrokê. Li Tirkiyeyê, dema dibêjin aştî, pirsgirêka gelê Kurd tê bîra mirov. Ji ber ku pirsgirêka Kurd nayê çareser kirin, krîzên li Tirkiyeyê her ku diçin kûrtir dibin. Divê pirsgirêka Kurd bi şêweyek demokratîk, aştiyane û birûmet bê çareserkirin.”
 
AMED 
 
Meclîsa Tenduristiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) jî, bi bonaya 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê, daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de, ev peyam hat dayîn: “Li dijî hemû êrişên dewletê, pêwîstî bi sekneke rêxistinkirî heye. Divê em li dijî êrîşên dewlet û pergala kapîtalîst, bi pîvanên rast ên tenduristî, aborî, ekolojîk, civakî û dîrokî tevbigerin, hesasiyeta civakî bi rêxistin bikin û qadên xwe yên birêxistinkirina jiyana nû ya azadiya jin a ekolojîk a demokratîk berfireh bikin.
 
Bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê, ji bo hemû civakan, siyasî, tenduristî û xweşiya di tenduristiyê de yek ji bingehên têkoşîna me ye. Divê bi şîara ‘civakek saxlem civakek azad e’ em tevbigerin, civakek bi saxlem ava bikin û têkoşîna xwe ya ber bi civakek azad ve mezin bikin.”
 
STENBOL 
 
Desteya Rêveber a Kongreya Demokratîk a gelan (HDK) jî bi heman armancê daxuyaniyek nivîskî weşand û wiha got: “Em banga bilindkirina ruhê têkoşîna hevpar a li dijî şer, nîjadperestî û faşîzmê dikin. Desthilatdariya AKP û MHP’ê şer mezin dike. Gelên Tirkiyê û Kurdistanê yên ku bi dehan sal in berdêla demokrasî û azadiyê didin, îro dixwazin dibin zextên şer, dagirkerî, kedxwarî, rant û talanê de teslîm bigirin. Têkoşîna gelan a ji bo aştiyê pêwîstiya herî mezine. Ji ber vê em banga têkoşîna hevpar a bi rêxistinkirî li hemû gelan dikin.”
 
Li bajarên weke Êlih, Wan, Riha, Dersim, Amasya, Çorûm, Giresûn, Dîlok, Mêrsîn û Antalyayê, bi heman armancê daxuyanî hatin dayîn û çalakî hatin lidarxistin. Di daxuyanî û çalakiyan de, hat destnîşankirin ku aştî wê bi destê gelan pêk were û daxwaza cîhanek bê şer hat kirin.
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

03/09/2021
09:10 Di cînayeta Sîncar de 28 sal: Hemû belge di arşîva dewletê de ne
09:09 Ji bo pitikê 35 rojî yê ku qetil kirin gotin 'terorîst'!
09:08 Salih Muslim: Kêşeyên Sûriyê li derdora maseyê dikarin werin çareserkirin
09:00 ROJEVA 3'Ê ÎLONA 2021'AN
08:54 Balafirên şer ên Tirk carek din Wargeha Mexmûrê bombebaran kirin
08:45 Mamosteyê Ma Muzîkê Guçmen hat binçavkirin
02/09/2021
21:37 Li Licê şewata daristanê
21:31 Li Bongilanê şewata daristanan derket
19:53 Artêşa Tirk gundê Barê yê Şengalê bombebaran kir
17:55 Şewata li Bestayê didome
15:42 Li 3 bajaran şewat: Mudaxile kême
14:36 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:03 OHD: 9 roj in di binçavan de îşkence li Gurdegîr tê kirin
14:02 Di Tebaxê de 5 kolber hatin qetilkirin
13:18 Ferda Cemîloglu hat veşartin
13:14 AYM’ê daxwaza dirêjkirina demê ya HDP’ê qebûl kir
13:02 Êrişî 8 rojnamevanan hat kirin, 211 nûçe hatin astengkirin
12:45 Malbata Şenyaşar: Gelo Wezîrê Dadê li kîjan welatî dijî?
12:44 Li Dersimê darên kevnar şewitîn
12:15 Romana 'Dengê Zê' ya Mehmet Akdogan der çû
12:00 Hat îdiakirin ku polîsekî xwe kuştî ye
11:45 DYA’yê agirbest bi bîra Tirkiyê xist
11:42 Wî xemsariya di komkujiya Konyayê de yek bi yek vegot
11:29 Di qenala avê de cenazeyê jinekê hat dîtin
11:26 Karkerê 20 salî ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da
11:22 Ji bo şewata li Şemzînanê banga ‘lezgîn’ hat kirin
11:06 Li Şirnexê tecawizî zaroka 9 salî hat kirin
10:45 Kesên mudaxileyî şewatê dikin: Dersimê dişewitînin
10:44 'Mifteya aştî û azadiyê Ocalan e'
10:38 Parêzer Kuzu: Dewletê dît ku sûcdar e, ser dosyeyan girt
09:19 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 280'yemîn de dewam dike
09:19 Werza hilberîna îsotên Rihayê jî bi qasî tehma wê tûj e!
09:18 Ji Şanoya Bajar a Amedê perwerdeya şanoyê
09:17 Rexmî lihevhatina DNA'yê jî cenaze nayê dayîn
09:08 Îlham Ehmed: Heke Şam muzakereyan bixwaze em amade ne
09:08 'Pêwîstiya êzidiyan bi yekitî û têkoşîna hevpar heye'
09:07 Hevserokê KNK'ê Karamûs: Li Başûr konsepta tasfiyekirinê hatiye amadekirin
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÎLONA 2021'AN
01/09/2021
20:38 Ebru Gunay : Rêya aştiyê li Îmraliyê ye
20:22 'Em ê azadiyê mayînde bikin'
19:54 ‘Ger pirsgirêka Kurd çareser bibe wê aştî were vî welatî'
19:15 Mîtînga Wanê bi meşa li dijî tecrîdê bi dawî bû
18:40 Bûldan: Pêdiviya gelan bi aştiyê heye
17:54 Li herêma şewatê, qalikên guleyên aydê MKE hatin dîtin
17:32 Li her derê daxwaza aştiyê
16:40 Li nêzî Zanîngeha Mûnzûrê agir bi daristanê ket
16:25 Di 4 mehan de 213 binpêkirinên mafên jinan qewimîne
15:53 Li Wanê mitînga aştiyê tê lidarxistin
15:50 Girtiyê nexweş Çelebî ku hatibû berdan rakirin nexweşxaneyê
15:37 KESK û DÎSK’ê serdana Malbata Şenyaşar kirin
15:24 Baroyan ji bo Sala Edlî ya Nû daxuyanî dan: Ji bo her kesê edalet
15:12 Derbarê nûçegihana JinNewsê de lêpirsîn hat destpêkirin
14:35 Li Şirnexê alîkarî weke ku kirine hatiye qeydkirin
13:37 Ayşe Gokkan neanîn merasîma cenazeyê dayika wê
13:08 Li Amedê di 4’ê îlonê de wê daxuyaniyek girseyî were lidarxistin
13:01 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:32 Li Bedlîsê şewat didome: Bi hezaran hektar qad şewitî
12:14 ‘Em qedexeyê nas nakin, em ê di 5’ê îlonê de li Bakirkoyê bin’
11:48 Şewata ku dîsa dest pê kir ber bi jîngehan ve belav dibe
11:42 Malbata Şenyaşar 177 roj in li edaletê digere
11:22 Jinên elewî: Yên dişewitin ne dar in em in
11:09 Parêzerê Ozkan: Hêzên tarî yên dewletê dixwazin Emîn Ozkan girtî bimîne
10:44 Şûreya Dewletê ne dewletê, bav û law bi qisûr dît
10:31 35 roj in agahî ji Axabigepûr ê ji aliyê Îranê ve hat binçavkirin nayê wergirtin
10:03 Şêniyên Dersimê: Dewlet bi zanebûn daristanên me dişewitîne
09:44 Li Cizîrê ciwanekî întîhar kir
09:04 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 279'emîn de dewam dike
09:04 Li Şirnexê talankirina daristanan: Devereke bidar nehêlin!
09:04 Şaredarî û DEDAŞ'ê tax û kûçe serobino kirin: Êdî em bêzar bûn
09:04 Tahmaz: Gava têkoşîna ji bo aştiyê di şertên giran de bê bilindkirin watedar dibe
09:04 Avahiyên kavilbûyî bûne navenda tiryakêşan
09:00 ROJEVA 1'Ê ÎLONA 2021'AN
08:15 Li Kerboranê du gund xistin bin karantînayê
31/08/2021
19:37 Li Çiyayê Cûdiyê şewat
16:37 TJA’yê ji Ayşe Gokkan re sersaxî xwest
16:24 TJA: Qêrîna herî bihêz di daxwaza jinê ya di aştiyê de veşartiye
15:56 Gundiyan nehişt ku DEDAŞ trafoya wan rake
15:52 Platforma Jinên Kurd ji malbata Cemîloglû re sersaxî xwest
15:50 Baregeha leşkerî ya li herêma şewatê tê tehliyekirin
15:35 Wan ji mitînga 1'ê Îlonê re amade ye
15:09 Şewata li Geliyê Mûnzûrê berbelav dibe
14:59 Ahmet Tokay ê Hediye Tokay bi îşkenceyê qetil kir hat girtin
14:40 Dayika Ayşe Gokkan jiyana xwe ji dest da
14:26 Wezîra Jinan a Afganistanê ji welat reviya
14:09 Li 4 bajaran daristan dişewitin
14:06 Ciwanê ku îltîca kir tê xwestin radestî Tirkiyeyê bê kirin
14:03 Li Mersînê banga 1'ê Îlonê
13:33 Li Şirnexê tundiya zilam
13:21 Parêzeran ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
12:51 Karsaza kurd Ferda Cemîloglû jiyana xwe ji dest da
12:21 Ji 8 kesên ku li Karazê hatibûn binçavkirin 2 jê hatin berdan
11:10 ‘Em 176 roj in ji bo edaletê qîr dikin’
11:03 Parêzer li girtîgehê bi lêgerîna tazî re rûbirû ma
10:58 Amed xwe ji bo ‘Mitînga Aştiyê’ amade dike
10:57 Ocalan: Divê 1'ê Îlonê bibe mîlada aştî û çareseriyê
10:01 Li Enqereyê jinek hat kuştin
09:01 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 278'emîn de dewam dike
09:01 Li Şirnexê di 4 mehan de 21 şewatên daristanan
09:01 Ji bo aştiyê bedelên giran dan ber çavên xwe
09:00 Dayîka Muhlîse Sîdar: Çi çek di destê keça min de nebûn