AMED - Danişîna doza darizandina Hevserokên HDP’ê yên Amedê Zeyyat Ceylan û Hulya Alokmen hat dîtin.
Danişîna doza Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Zeyyat Ceylan û Hulya Alokmen ên bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” û “propagandeya rêxistinê kirin” tên darizandin li 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Alokmen ji Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Xarpetê bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû. Ceylan di tevlî danişînê nebû. Di danişînê de, parêzerên Ceylan û Alokmen Şeyhmûs Bayhan û Berdan Acûn amade bûn.
DANIŞÎN HAT TALOQKIRIN
Şandeya dadgehê, diyar kir ku derbarê Ceylan û Alokmen de dosyeyên dozên din hene û xwest ev dosya bibin yek. Şandeyê ji bo ku dosya bê lêkolîn kirin û di vê mijarê de biryar bê dayîn, danişîn taloqî 20’ê Çileyê kir.