‘Îqtidar girtiyên nexweş rehîne dibîne’

  • rojane
  • 10:27 14 Îlon 2021
  • |
img

STENBOL - Rêveberên ÎHD’ê û MATUHAY-DER'ê diyar kirin ku îqtidar girtiyên nexweş rehîneyan dibîne û bi astengkirina berdana girtiyan re jî malbatan ceza dikin. 

Li gorî rapora Adara 2018'an a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), di 17 salên dawî de bi giştî 3 hezar û 500 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dane. Li gorî rapora herî dawîn a komeleyê di Nîsana 2020’an de, di navbera Adara 2018 û Nîsana 2020’an de, 16 girtiyên nexweşên giran di girtîgehê de mirin û 5 jî ji wan demek kurt piştî serbestberdana xwe mirin. Li gorî heman raporê, niha hezar û 604 girtiyên nexweş ku 605 jê giran nexweş in, di girtîgehan de ne. 249 ji van girtiyan jin in. Ji ber ku rewşa girtiyên nexweş roj bi roj girantir dibe, tê payîn ku komele rapora xweya nû di meha mijdara bê de eşkere bike. 
 
Endamê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’a Stenbolê Mehmet Acettîn û Hevserokê Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Malbatên Girtiyan a Marmarayê (MATUHAY-DER) Nesîm Ozkan, têkildarî rewşa girtiyên nexweş ku nayên berdan û daxwaza berdana wan tê redkirin ji ajansa me re axivîn. 
 
PIŞTÎ KU TÊN BER MIRINÊ TÊN BERDAN 
 
Acettin destnîşan kir ku ji ber şert û mercên girtîgehê şert û mercên tenduristiyê yên girtiyan xirab bûne û di rapora dawîn a ku wan di sala 2020’an de eşkere kir de gelek kesên di wê lîsteyê de jiyana xwe ji dest dane. Acettin anî ziman ku wan lîsteyek nû ya girtiyên nexweş amade kirine û wiha got: “Rewşa girtiyên ku cezayê wan giran e her ku diçe dijwartir dibe. Bi salan, ew di girtîgehê de rastî gelek nexweşiyan hatin. Malbat serlêdan dikin ku gelek ji wan li ber mirinê ne. Divê ev rewş bi lezgînî were rojevê. Ji ber ku roj bi roj mirinên nû diqewimin.” Acettîn diyar kir ku girtiyê nexweş Sabrî Kaya tevî ku rojê 4 rojan diçû nexweşxaneyê jî dîsa jî nehat berdan û girtiyê nexweş Mehmet Alî Çelebî jî ji nexweşîna penceşêrê dihat dermankirin û nexweşiyên wî yên din jî hebûn û piştî ku ew hat li ber mirinê wî berdan. 
 
'LI GORÎ KÊFA XWE TEVDIGERIN’ 
 
Acettîn da xuyakirin ku "polîtîkayên dijminane" li pişt helwesta dewletê ya li hemberî girtiyên nexweş heye û wiha got: “Saziya Tipa Edlî (ATK) der barê gelek girtiyan de biryarên xelet girtine û girtiyên ku raporên wan ên ‘nikarin di girtîgehê de bimînin’ hene jî dîsa nayên berdan. Nexweşên giran, zarok, astengdar, girtiyên nexweş hene. Ev ne girtiyên ku dê di girtîgehê de bimînin in. Dewlet xwedî zîhniyeteke sûcdar e. Ji ber ew welatparêzên kurd û siyasetmedarên kurd in bi zanebûn nayên berdan. Li dinyayê rewşek bi vî rengî tune ye. Hiqûqa bûrjûwaziyê jî nayê sepandin. Li gorî kêfa xwe rêbazek heye. Ji ber vê yekê, desteserkirina mafan roj bi roj zêde dibe. Vana rewşên ku dikin ne li gorî mafên mirovan e.” 
 
RÊBAZA TECRÎDÊ DICERIBÎNIN 
 
Hevserokê MATUHAY-DER'ê Nesîm Ozkan jî diyar kir ku gelek girtî piştî gihîştine ber mirinê hatine berdan. Ozkan destnîşan kir ku dermankirina girtiyên nexweş hatiye astengkirin û wiha got: “Dema ku em hem bi malbatan re hem jî bi kesên di demên dawî de hatine berdan re diaxivin, em dibînin ku dewlet rêbazek tecrîdê diceribîne. Girtiyên nexweş heta ku li ber mirinê neyên berdan. Ev polîtîka bi salan li ser girtiyên siyasî hatin meşandin. AKP bi taybetî li ser kurdan polîtîkayek wiha dimeşîne. Ev polîtîkayek îdeolojîk e.” 
 
WEZARET BERDANÊ ASTENG DIKE 
 
Ozkan diyar kir ku tevî raporên ATK'ê jî Wezareta Dadê rê li ber berdana girtiyên nexweş venake û wiha got: “Malbat serî li wezaretê didin lê bersivên neyînî digirin. Berdana girtiyên nexweş bi insafa îdareyê ve dimîne. Ger girtiyên nexweş di wextê xwe de sewqî nexweşxaneyê werin kirin, şansê wan ê xelasbûnê zêdetir e. Di heman demê de têkiliyek di navbera bijîşk û nexweş de jî kêm e. Dema ku ew diçe nexweşxaneyê, li dosyeya wî tê nêrîn û ger di dosyeya wî de tiştek di derbarê PKKê de hebe, heta destên girtiyan jî yanî kelemçe nayên vekirin.” 
 
ÎŞKENCE HEYE 
 
Ozkan diyar kir ku nêzîkatiya li hember girtiyên nexweş bi polîtîkayên li ser kurdan ve girêdayî ye û got: "Li dijî kurdan pêkanînên dij hiqûqê hene. Dema ku ew diçin nexweşxaneyê jî îşkence heye. Divê jiyana kesekî ne di destê kesekî de be. Jiyana wî divê ne ew çend erzan be, tenê ji ber ku kesek di girtîgehê de ye. Divê mirovek di zindanê de nemire. Dilê vê îqtidarê kevirî ye, tu tiştekî nabîne. Ew tenê difikire, 'Ez ê çawa girtiyên siyasî biqedînim, çawa ez ê kesên di girtîgehê de bêdeng bikim’. Tenê li ser vê difikire.” 
 
‘ÎQTIDAR GIRTIYAN WEK REHÎNE DIBÎNE’
 
Ozkan destnîşan kir ku dewlet wekî "hêza min heye, girtîgeh di bin kontrola min de ne, qanûn di destê min de ye, her tişt di destê min de ye" tevger dike û wiha got: “Ev gefek mezin e. Bi taybetî di dema desthilatdariya AKP'ê de, gelek girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dane. Îqtidar hemû girtiyên ku wek wê nafikire, wek rehîneyan dibîne. Hewl dide bi rêya girtiyan malbatên wan terbiye bike. Divê her kes girtiyan biparêze. Ger em nekin, em ê tişta ku dewlet dixwaze bikin. Heke em bikin, dewlet dê paş de gav biavêje. Ev jî berpirsiyariya rêxistinên sivîl û siyasetmedaran e.” 
 
MA / Mehmet Aslan
 

Sernavên din

16/09/2021
11:13 Polîsan li ber Navenda Giştî ya HDP’ê êrişî parlamenteran kir
11:04 Welatiyên ku DEDAŞ'ê şermezar kiribûn hatin binçavkirin
10:32 81 kesên ku PDK'ê ew girtin di greva birçîbûnê de ne
10:29 Li Amedê jinek hat kuştin
09:27 Heyeta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serdana Moskovayê kir
09:06 Di tevahiya îhaleyên 450 milyonî yên qeyûm de nelirêtî heye
09:06 Bi qehwa kizwana tevlî jiyana kar bû
09:06 Ev etar bi mîqrefona xwe balê dikişine ser zeman
09:06 Ji baxçeyê 4 milyon TL’yî tenê çop ma
09:06 Rexmî rapora ‘Nikare li girtîgehê bimîne’ jî 10 sal wî dan razandin
09:06 Hezkirina bizinan a çiya!
09:06 Li Şengalê di bin barandina bombeyan de ber bi hilbijartinê ve
09:00 ROJEVA 16’Ê ÎLONA 2021’AN
15/09/2021
21:03 Midurê Giştî yê MARSÛ’yê ji peywirê hat girtin
20:55 Hesabên banqayê yên Şaredariya Panosê hatin bloqekirin
16:18 Polîsan li Licê mudaxileyî xelkê kir
16:10 Polîsan nehiştin ku doktor rapora lêdanê bide
16:04 Dadger destûr neda Guven û Alokmen ku bi kurdî parastina xwe bikin
15:38 Hevşaredên Êlihê: Qeyûm li dijî mewzûatê îhaleyan çêdike
15:34 Başaran: Xizankirina jinan polîtîkayek dewletê ye
15:04 Rexneyên ji bo sendîkaya wan tên, arasteyî SES’ê dikin
14:26 Çalakvanê kurd li Îranê bi îşkenceyê hat kuştin
13:51 Jinên HDP’î ji bo hevdîtinên ‘Ji Xizaniya Jinan Re Na’ li Dîlokê ne
13:24 DEDAŞ vê carê bi polîsan re çû taxê
13:00 Malbata Şenyaşar di roja 191’emîn de jî li pêş edliyeyê ye
12:50 Ji rêveberê MEBYA-DER’ê Olçen re ceza hat xwestin
12:02 Li Şirnexê ciwanekî întîhar kir
11:53 Duh ‘Bîngol şewitî’ serbest bû, îro ‘Serhildan jiyan e’ qedexe ye!
11:21 Çeko Mîmkara: Ciwan çiqas bi rêxistin bibin civak jî ewqas bi rêxistin dibe
10:58 Qaçaxçiyên mirovan penaber xapandin
10:09 Parêzera Ayşe Gokkan: Helwesta dadger dewama polîtîkaya çewisandinê ye
09:48 Li Enqereyê 11 endam û rêveberên ESP’ê hatin berdan
09:04 Gundê 150 mal bêav ma
09:04 AYM'ê serlêdana ji bo Sedat Baran red kir
09:04 Naveroka danezana HDP'ê ji qadê hatiye amadekirin
09:04 Li Tûrgûtlûyê kursa kurdî dest pê dike
09:00 Dîmenên nû derketin holê: Êrişkarê bikeleşnîkof di dosyayê de tune ye
09:00 Apê Nemir: Kobanê ji Erdogan re bû derd
09:00 ROJEVA 15'Ê ÎLONA 2021'AN
08:38 DYA: Em piştgiriyê didin diyaloga navbera kurdên Rojava
14/09/2021
21:26 Li Aydinê li 8 kesan 50 sal ceza hat birîn
21:02 Giliya mamosteyê ku gotinên nîjadperest gotibûn hat kirin
19:28 Li herêma operasyonê ya Gabarê agir bi daristanê ket
16:51 Malbata Îzol jî li pêş Edliyeya Rihayê daxwaza edaletê kir
16:22 Emîne Şenyaşar bang li parêzeran kir
15:59 Li Amedê wê mitînga 'Dem dema azadiya jinê ye' were lidarxistin
15:46 Çala ku qeyûm vekirî hişt zarok birîndar kir
15:46 Saît Uçlu û Îrfan Guler jiyana xwe ji dest dan
15:29 DMME’yê derbarê Bakirhan de biryara binpêkirinê da
15:23 Danişîna Meryem Soylû hat taloqkirin
15:16 Daxwaza girtina kujerê Recep Hantaş hat redkirin
14:51 Polîsan mudaxileyî endamên Weqfa Fûrqanê kirin
14:51 Doza Rojbîn Çetîn hat taloqkirin
14:41 Eskeran darên li derdora xwe şewitandin
14:21 Rêxistinên ekolojiyê ber bi Dersimê ve dikevin rê
14:18 Ji bo lêpirsîna lêgerîna tazî biryara dozvenekirinê hat dayîn
14:05 ÎHD’ê bertek nîşanî deqkirina malbata kurdên elewî da
13:51 Ferdên malbata Gurdegîr bi lêdanê hatin binçavkirin
13:36 Doza parêzerên Ocalan dest pê kir: Ev doz komplo ye
12:58 Li Qoserê 9 gund xistin karantînayê
12:58 Midurê Giştî yê TCDD’ê Atîk îstîfa kir
12:42 Li Pîranê 2 kes hatin girtin
12:41 Berxwedana ku sînor bê wate kir: Kobanê û Pirsûs
11:42 Dozger xwest rojnamevan Roza Metîna were cezakirin
11:38 Parêzer ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
10:27 ‘Îqtidar girtiyên nexweş rehîne dibîne’
10:01 Şewata li Licê bi hewldana welatiyan hat vemirandin
09:04 'Divê demildest lêpirsîna helîkopterê bê temamkirin û doz bê vekirin'
09:03 Ji ber hişkesaliyê dest bi firotina sewalên xwe kirin
09:03 Berxwedana li dijî pişaftin û çanda populer: Dengbêjî
09:02 Du lêpirsînên din derbarê qeyûmên berê yê Mêrdînê Yaman de hatin destpêkirin
09:01 Li Cizîr û Sîlopyayê berhevkirina pembû dest pê kir
09:00 ROJEVA 14'Ê ÎLONA 2021'AN
13/09/2021
21:44 Di encama bombebaranê de li Pulurê şewata daristanê derket
20:16 Li Sêrtê meş: Em ê bi berxwedanê bi serkevin
19:53 34 rêxistinên ekolojiyê diçin Dersimê
17:24 Li Licê şewat derket û ber bi gundan ve belav dibe
17:07 Baroya Amedê: Em ê li ber neheqiyan serî netewînin
16:11 Li Sêrtê mirina bi guman a jinekê
15:47 Baroya Wanê û OHD’ê bertek nîşanî lêgerîna tazî da
14:23 Berdevka TJA'yê Gokkan dîsa nehat berdan
14:08 Gefa lêpirsîna stranên kurdî û govendê li girtiyan hatiye xwarin
13:35 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê carek din serlêdan kirin
13:10 Ciwanên HDP’ê li dijî dejenerebûnê xelkê taxan agahdar kirin
12:41 Li Rihayê xebatkarek tenduristiyê întîhar kir
12:07 Di doza Gokkan de polîsan êrişî parêzer û beşdaran kir
11:59 Meclîsa Partiyê ya HDP'ê: Em bi têkoşînek hevpar li dijî tecrîdê rabin
11:35 Li Şapatanê ji ber gulebarana qereqolê şewat derket
11:27 Malbata Şenyaşar bang li baroyan kir: Ev doza her kesî ye
11:02 Li Geliyê Zîlan mirina masiyan zêde dibe
10:45 Li Çiyayê Cûdî darên behîv û kezwanan tên birîn
10:06 Li Medreseya Zincîriye girtina wêne û lixwekirina cilan hatin sînordarkirin
09:00 Malbata ku li ser deriyê wan ‘Kurdê elewî bicihime’ hat nivîsandin bi fikar e
09:00 Koordînatora CÎSST’ê: Em bersiva serlêdanên ji bo girtiyên nexweş nagirin
09:00 Li Semsûrê hişyariya hişkesaliyê: Ava bendavê vedikêşe, ya vexwarinê bidorê tê dayîn
09:00 ROJEVA 13'Ê ÎLONA 2021'AN
12/09/2021
19:37 Li Pîranê piştî operasyonê agir bi daristanê ket
17:12 Tedawiya Esmer Tûnç a binexweşiya KOAH'ê didome
17:10 Li ber Girtîgeha Bakirkoyê çalakî: Em tecrîdê qebûl nakin
16:45 BES'ê serdana HDP'ê kir