Temellî: Li Tirkiyeyê şer tê gurkirin

  • rojane
  • 11:42 7 Cotmeh 2024
  • |

ENQERE - Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî bertek nîşanî rûniştina girtî ya Meclisê da û got: “Tirkiye 10 sal in adeta gurkirina şer dike.” 

Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî li Meclisê civîna çapemeniyê li dar xist û geşedanên di rojevê de nirxand. 
 
Temellî bal kişand ser çalakiyên Kobanê yên 6-8’ê Cotmeha 2014’an ên ji bo piştevaniya berxwedana Kobanê û destnîşan kir ku gelê Kobanê li dijî rêxistinek neyarê mirovahiyê li ber xwe da. Temellî anî ziman ku deh sal bere bi berxwedanê hovîtiya DAIŞ’ê hat rawestandin. Temellî da zanîn ku yek ji berxwedanên dîrokî yên mirovahiyê ya herî girîng berxwedana Kobanê bû û got: “Di çalakiyên Kobanê de 54 mirov hatin kuştin. 47 kes endamên HDP’ê bûn. Daxuyaniya Erdogan bû sedema kuştin û mirina van mirovan.” 
 
‘DOZA KOBANÊ DEWAMA PLANA TÊKBIRINÊ YE’ 
 
Temellî bi bîr xist ku Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û gelek parlamenter bi îdiaya çalakiyên Kobanê hatin girtin û Doza Kobanê ku hat vekirin jî berdewamiya “Plana Têkbirinê” bû. 
 
Temellî di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Baş e ku berxwedan pêk hati baş e ku Kobanê li ber xwe da û DAIŞ têk çû. Nexwê wê encamên wê hovîtiya DAIŞ’ê bi qasî ku nayê texmînkirin wê giran buna. Îro Rojhilata Navîn bûye gola xwînê. Dramên mirovî diqewimin. Îro salvegera 7’ê Cotmeha 2023’yan ku Îsraîlêl i dijî Filîstinê êrişan da destpêkirin. Li Xezeyê qirkirina mirovan pêk hat. Êrişên Îsraîlê li gelek welatan didomin. Heke Tirkiyeyê di pêvajoya çareseriyê de israr bikira, meseleya kurd bi rêyên demokratîk bihata çareserkirin, wê siyaseta aştiyê li herêmê serdest bûya wê îro êrişên Îsraîlê yên hovane neketina meriyetê. 
 
LI ŞÛNA AŞTIYÊ ŞER GUR DIKIN 
 
Rizgariya gelê Îsraîlê û hemû gelê ereb di qedera hevpar a gelan de veşartî ye. Rêya vê qedera hevpar di siyaseta aştiyê de derbas dibe. Di çareseriya demokratîk de derbas dibe. Çareserî pêk were wê îro li Sûriyeyê, Iraqê, Tirkiyeyê, Îsraîlê, Filistînê şer nebûya. Rêya çareseriyê di siyaseta aştiyane de derbas dibe. Tirkiye şûna k udi siyaseta aştiyê de israr bike, li şûna aştiyê bîne herêmê lê ev 10 sal in adeta herêmê xistiye nav şer û tevgera gurkirina şer zêde kiriye. 
 
HER TIŞT LI BER ÇAVÊ DINYAYÊ DIQEWIME 
 
Li Meclisê wê rûniştina girtî pêk bînin. Qaşo wê agahî bidin me. Qey meriv dibêje tiştekî veşarî heye. Jixwe her tişt li ber çavê dinyayê diqewime û pêk tê. Siyaseta ku Tirkiye dişopîne pirr eşkere li ber çavan e. Siyaseta Tirkiyeyê li Efrînê, li Girêspî û Serêkaniyê, li Başûr li ber çavan e. Ne mimkûn e ku bi vê siyasetê bi pêş ve biçe. Tam jî cihê ku siyaseta Tirkiyeyê lê xitimî ye, ev der e. Sedema herî bingehîn a krîza siyasî ev e. Krîza siyasî tene bi herêmê jî sînordar namîne. Li derveyî sînorê me krîza siyasî ya şer heye lê Tirkiyeyê wek gul û gulilstan nîşan didin. Naxêr ev ne wisa ye. Mixabin bedela şer gelên Tirkiyeyê dide. 
 
GULE Û ÇEK LI KU NE?
 
Narînê qetil kirin û winda kirin. Windakirin û dîtina wê jî kirin krîz. Li vir mudaxileya darazê tune ye. Em destê xwe didin cihên ku darazê dest nade wan. Em dipirsin, gule û çekên li wî gundî li ku ne? Xebata organîze ya ji bo tunekirina DNA çawa çêbû? Ev zarok hat qetilkirin û 19 rojan cenazeyê wî nehat dîtin. Mesele çibû? Em dixwazin lêkolîn bê kirin ka çima van berpirsiyaran tiştên pêwîst nekirine, lê em bi heman gotinên klîşe re rû bi rû ne. Ev hikûmet li dijî zarokan e. Dema em li nêzîkatiya wan a li ser zarokan dinêrin jixwe em vê fêm dikin. Ji ber vê jî dema zarokên wan tên qetilkirin hesasiyetê nabînin. 
 
QETILKIRINA JINAN DIDOME 
 
Şer dewam dike. Li naverasta kuçeyan şer dewam dike, naverasta kuçeyan adeta bûye qada şer. Hilweşandina aştiya civakî berdewam dike. Hê jî her roj jin tên qetilkirin. Kuştina jinan hat astek û rewşek wisa ku di nava salek dawî de 292 jin hatine qetilkirin. Ev reqamek pirr cidî ye. Duh 6 jin hatine qetilkirin. İkbal Uzuner û Ayşenur Halil bi awayek hovane hatine qetilkirin. Tu wîjdan viya qebûl nake.” 
 
 

Sernavên din

14:26 Xwendekaran qetilkirina jinan protesto kirin
14:25 Rêveberên DEM Partiyê yên hatibûn binçavkirin hatin berdan
14:04 Pitika bi navê Sila ku êrişa zayendî lê hatibû kirin jiyana xwe ji dest da
13:55 KESK dê li dijî polîtîkayên aboriyê yên hikumetê dakeve qadan
13:02 Massimo D’Alema: Clînton li min geriya, got ‘Ocalan bidin Tirkiyeyê’
12:34 Bernameya ‘mitînga azadiyê’ diyar bû
12:29 Li Îzmîrê êrişî jinekê hate kirin: Bi giranî birîndar bû
11:42 Temellî: Li Tirkiyeyê şer tê gurkirin
10:56 Xebata madenê ya li Pîrejmanê zirarê dide xwezayê
10:38 MKG: Em ê xwedî li rojnamevaniya kurdî derkevin
10:30 Li Korta Kasorê nerazîbûna li dijî madenê: Em axa xwe nadin we
09:01 Sê meh piştî girtina bavê xwe hat dinê: 32 sal in bêhiqûqiya li ser bavê min didome
09:01 Li Wanê dema firotina guhîjan e
09:01 Banga ji bo ‘Mitînga Azadiyê’: Divê bi sedhezaran kes ji bo çareseriyê li Amedê bin
09:00 Emekçî: Rehenda hiqûqî ya komployê ji demboriyê re dihêlin
09:00 ROJEVA 7'Ê COTMEHA 2024'AN
08:39 Xwebûn bi manşeta 'Komplo ne rojek e, pêvajoyek e' derket
06/10/2024
21:44 Hunermendan qetilkirina jinan şermezar kir
21:23 Can: 26 sal in li Îmraliyê sansûrek bêmînak heye
21:00 Îsraîlê êrişî Sûriyeyê kir
20:52 Li Îranî seferên balafiran hatin betalkirin
18:39 TJA: Divê em ji bo ewlehiya xwe werin cem hev
17:33 ‘DAIŞ ket yên xwedî lê derketin jî wê bikevin'
17:10 Li Korta Kasorê nerazîbûna dijî madenê: 60 gund bi tinekirina avê re rû bi rû mane
16:16 Li navçeyên Amedê seferberiya ji bo 'Mitînga Azadiyê'
15:26 Li Amedê bertek nîşanî kuştina jinan dan
15:07 Ji Bakirhan daxuyaniya Destûra Bingehîn: Em ji muzakereyê re jî ji têkoşînê re jî hene
13:45 Çîçek: Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan gefê li tenduristiya civakê dixwe
13:15 'Kobanê rûmeta me ye'
13:04 Konferansa Perwerdehiyê ya DEM Partiyê: Perwerdehiya bi zimanê zikmakî maf e
11:30 Çeteleya tundiyê ya meha îlonê: 30 jin û zarokek hatin qetilkirin
11:09 Stêrka Çapemeniya Azad: Gurbetellî Ersoz
10:10 Rojnamevan 8 meh in di hepsa 'malê' de ne: Lêpirsîn bi derengî tê xistin
09:51 Karamûs: Tecrîd pirsgirêka hemû Kurdistanê ye
09:12 Di şerekî herêmî yê gengaz de çi li benda kurdan û Kurdistanê ye?
09:01 Siyasetmedarên jin: Em di 13'ê Cotmehê de li dijî komployê biherikin Amedê
09:01 Tekîn ê ku 5 xizmên wî hatine girtin: Ya hatiye kirin zilm e
09:01 Piştî 40 salan vegeriya welatê xwe
09:00 Di pêvajoya komployê de girtîgeh: Çemberek ji agir çêbû
09:00 Li gel metirsiya mirinê li revîrê tê sekinandin: Bila were berdan
09:00 ROJEVA 6'Ê COTMEHA 2024'AN
08:14 Îsraîlê êrişî Beyrûtê kir: Hejmara miriyan derket hezar û 181’an
05/10/2024
22:59 Jin daketin qadan: Em ê hesab bipirsin
19:54 Li Îzmîrê Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Avestayê hat vekirin
19:39 Li Stenbolê çalakiya 'Deng bide azadiyê':Wê komploger winda bikin
16:45 Li Sûrê çawişê pispor jina pê re zewicîbû qetil kir
16:28 Malbatên ji Lubnanê koç kirine li Serêkaniyê hatin bicihkirin
15:55 Ji Şaredariya Wanê xizmeta pirzimanî
15:25 Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiyayê êrişên Tirkiyeyê şermezar kirin
15:10 Li sê bajaran banga hevpar: Bila girtiyên nexweş bên berdan
15:05 TTB’ê li Agiriyê nûnertî vekir
14:43 ‘Em ê ji bo azadiya zimanan di mitînga 13’ê cotmehê de bin’
14:25 Rapora MKG'ê: Tundiya li ser rojnamevanên jin didome
14:19 Xizmên windayan: Her du destên me dê li stûyê we ve bin
14:09 Aqûbeta Tekîn ê 29 sal berê hatiye windakirin hate pirsîn
12:56 Wezîrê Karên Derve yê Îranê serdana Şamê kir
12:46 Cenazeyên jinan ji ATK’ê hatin girtin
11:38 Dermankirina Nergîs Muhammedî tê astengkirin
11:21 Rojnamegera girtî ê nexweş ev 28 roj in girtina dermanan red dike
11:05 Civata li ser ‘Sansur û otosansur’ê: Mudaxile li filman tê kirin
10:58 Kabaîş ev 9 roj in winda ye: Lêgerîn li golê tên kirin
10:18 Komplo di sala 26'emîn de ye. Dixwazin Peymana Edeneyê berfireh bikin
10:00 Bi daxwaza ‘Azadiya Abdullah Ocalan’ xebat û çalakiyên nû
09:10 Dayikên Aştiyê: Em ji bo aştiyeke birûmet di azadiyê de israr dikin
09:09 Li zozanên Elkê amadekariyên zivistanê
09:08 Kevneşopiyeke hatiye jibîrkirin: Tahtî
09:00 ROJEVA 5'Ê COTMEHA 2024'AN
08:13 Şaredariya Wanê 'Pirtûkxaneya Berhemên Jinan û Navenda Lêkolînê' vedike
04/10/2024
19:46 Akarsel li gelek bajaran hat bibîranîn: Pêşengiya milyonan kir
19:39 Hevserokên HDP'î nehatin berdan
17:02 Ji ber piştevaniya bi Ozgur Gundemê re ceza li Ustunê birîn
16:43 Li Elkê şewat derket
16:23 Bayindir: Em ê xwedî li wesyeta Kûday derkevin
15:55 Akarsel li ser gora xwe hate bibîranîn: Em ê têkoşînê mezin bikin
15:26 Demîrhan ê Kar qetil kir piştî 3 mehan hate girtin
14:56 Rêveberên DEM Partiyê hatin binçavkirin
14:54 Derbarê rojnamevanekî di hefsa malê de biryara neşopandinê
14:51 Karkerên Spanyayê dê li 70 bajaran azadiya Ocalan biqîrin
14:44 Girtiyê nexweşê penceşêrê bêyî were tedawîkirin şandin girtîgehê
14:35 Şandeya DEM Partiyê serdana malbata Kabaîş kir
14:35 MKG’ê Nagihan Akarsel bi bîr anî: Dê têkoşîna wê li her derê olan bide
14:11 Bi sedan parêzer li pêşiya AYM’ê ne: Li dijî binpêkirina li Îmraliyê berpirsyartiya xwe bi cih bîne
14:00 Ekîncî ê piştî 30 salan hate berdan li Amedê bi tililiyan hate pêşwazîkirin
13:50 Ji çalakiya Dayikên Şemiyê re beraet hate dayîn
13:45 Lubnan: Îsraîlê bi êrişên xwe rêya sivîlên direvin girt
13:26 DEM Partiyê bang li perwerdekaran kir ku li dijî bişaftinê derkevin
13:08 Aqûbeta pêşniyarqanûna têkildarî ‘girtina heta mirinê’ pirsî
13:05 Tedawiya girtiyê mejiyê wî dihele tê astengkirin
12:44 Polîsê teqawid di wesayîta xwe de mirî hate dîtin
12:04 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
12:03 Înfaza girtiyê nexweş Dayan 6 mehan hate taloqkirin
11:43 Li Çanakkaleyê 3 kes hatin binçavkirin
11:37 Walîtiya Mêrdînê baxçeyê çayê yê 20 salan dewrî miftîtiyê kir
11:19 Nexweşê penceşêrê Gemîcîoglû yê 67 salî bi ambulansê birin girtîgehê
11:17 Dayikên Plaza De Mayoyê bertek nîşanî tecrîdê dan
11:13 Şewata li Rojhilat gel vemirand
11:05 Amediyan ji bo ‘mitînga azadiyê’ bang kirin
10:59 Yolerî: Ji bo 'mafê hêviyê' pêdivî bi muxalefete xurt heye
10:57 Rojnamegerê lubnanî: Tu hemleyên Tirkiyeyê yên li herêmê bi ser neketin
10:45 Tenduristî li Qersê derketiye asta metirsiyê