Bi qehwa kizwana tevlî jiyana kar bû

  • jin
  • 09:06 16 Îlon 2021
  • |
img

MEREŞ - Meryem Ganîdagli ku bi qehweya kizwanan a ji dapîra xwe hîn kiriye debara xwe dike, bang li jinan kir ku serxwebûna xwe ya aborî ava bikin. 

Meryem Ganîdagli (44) ku li navçeya Pazarcixê ya Mereşê dijî, kizwanên ku ji çoqlanên darê berhev dike dihêre û vediguherîna tehmeke herêmî. Ganîdagli, ji kizwanên dihêre qehwa kizwanan ku jê re qehwa kuran jî tê gotin çêdike û difiroşe. Ganîdagli, rêbaza ku ji dapîra xwe hîn kiriye kizwanan dihêre û beriya 8 salan ji xwe re dikan vekiriye. Ganîdagli, li gel qehwa kizwanan tehmên cuda yên herêmê jî difiroşe. Bi vê jiyana xwe Ganîdagli li navçeyê ji gelek kesan re bûye mînak 

 
HEM BERHEV DIKE HEM DIHÊRE
 
Ganîdagli, destpêkê li cafeya kurê xwe dixebite û tevlî jiyana kar dibe. Piştre dikana xwe vedike û jii gelek jinan re dibe pêşeng. Ganîdagli, diyar kir dema ku karê xwe ava kiriye xwe bihêz hîs kiriye û wiha got: “Kizwanan ez berhev dikim. Heftê 5 rojan li dikanê me û dawiya heftê jî diçim berhevkirina kizwanan. Berhevkirina kizwanan zor e. Beniştê darê bi destê mirov ve dizeliqe. Lepik bixî destê xwe jî pê ve dizeliqe. Piştî ku wan dişom 2-3 roj li benda ziwanbûna disekinim. Piştre wan li ser agir diqelînim û di makîneyê de dihêrim û dikim mîna qehwê.”
 
TEHMEKE XWEZAYÎ
 
Derbarê qalîteya qehwa ku çêdike de jî Ganîdagli, ev tişt anîn ziman: “Tu tiştî li qehweyê naxim. Tenê rûnê wê yê xwezayî lê dixim. Min bihîstiyeke hin kes leblebiyan dixine navê.  Lê ya ku em çêdikin ji sedî sed xwezayî ye. Salê 150-200 kîlo qehwe çedikim. Li vê herêmê herkes li gorî xwe çêdike û kes bi çavê debarê lê nanêre. Ev qehwa ku em çêdikin qehweya kurdan a xwezayî ye Kîloya wê di navbera 30-40 TL’yî de tê firotin.”
 
KEVNEŞOPIYEK
 
Ganîdagli, destnîşan kir ku çêkirina qehwa kizwanan ji dapîra xwe hîn bûye û derbarê kevneşopiya qehwê de ev agahî dan: “Dapîra min digot qehwa kizwana. Digot ji her pirsgirêka tenduristiyê re baş e. Berê li gundê me herkes çêdikir. Lê bi demê re nema. Niha jî em tenê çend kes mane ku bazirganiya wê dikin. Dayik jii bo ku diyarî bikin dikirin. Piranî kesên ji derveyî welat tên dikirin. Di nav qehweyên li marketan tên firotin de çi heye em nizanin. Kesên meraq dikin dikarin bên em bi hev re jî çêbikin. Wê bibînin ku çi dikeve navê.”
 
‘JI GIRÊDANA ABORÎ RIZGAR BIBIN’ 
 
Di berdewamê de Ganîdagli, bi lêv kir ku di civakê de zext li jinê tê kirin û bang li jinan kir ku aboriya xwe ew bixwe ava bikin û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Divê her jin aboriya xwe ava bike û ji girêdana aboriyê rizgar bibe. Divê jin ji hev re bibin destek. Ev 8 sal in min aboriya xwe ava kiriye. Ji roja destpêkê ve gelek kêfxweş im. Destê xwe ji kesî re venakim. Hem li ser piyê xwe disekinim hem jî alîkariya zarokên xwe dikim. Ji bo ku aboriya xwe bi destê xwe ava bikin divê jin ji cihekê dest pê bikin. Divê mirov ji zilaman hevî neke.” 
 
MA / Emrûllah Acar
 

Sernavên din

19/09/2021
13:52 Gefên Îranê yên li ser Kurdan
13:41 Pasdarên Îranê kolberek qetil kirin
12:54 Mînîbusa karkeran wergeriya: Kesek mir, 15 kes birîndar bûn
12:41 Mirina zarokek bi şik
12:08 Vejîna Li Welatê Rojê: Romana Amara derket
11:52 Lêgerîna edaletê ya Şenyaşaran di roja 195’emîn de ye
11:47 Sedema qedexeya li Mêrdînê: Musa Anter dê were bi bîranîn
10:52 Bi hinceta 'endamê YPG'ê’ girtin, bi îdîaya ‘endamê DAIŞ’ê ye’ bernadin
09:40 81 girtiyên di greva birçîbûnê de ne, daxwaza darizandinek adîlane dikin
09:01 Doza Kobanê dest pê dike: Me bi hev re tarîtî têk şikand, em dikarin bi hev re ronahiyê jî bi dest bixin
09:01 Dê Apê Mûsa di 29'emîn salvegera koça xwe de bê bibîranîn
09:00 Bêyî Îbrahîm Ayhan 3 sal: Di têkoşîna hevalên xwe de dijî
09:00 Dê di roja 200'emîn a têkoşîna ji bo edaletê de 200 parêzer biçin ber edliyeyê
09:00 ROJEVA 19'Ê ÎLONA 2021'Ê
18/09/2021
20:01 26 hezar û 161 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
19:36 Lal Laleş di 'Şevbihêrkên Payîzê' de pirtûka xwe îmze kir
17:02 Cotkarên ku pirsgirêka avê dijîn çalakî pêk anîn
16:41 Lahûr Şêx Cengî: Divê kujerên Bulut bên girtin
16:33 Bi hêceta “îxbar heye” konser hat qedexekirin
16:16 Cezayê hefsê li redkarê wijdanî Aksû hat birîn
16:06 Li Semsûrê 3 kes hatin girtin
15:50 AYM’ê girtina Rojnameya Ozgur Gundmê li dijî Destûra Bingehîn dît
15:49 ‘Divê mafê jiyanê yê girtiyan were parastin’
15:25 Dayika Devrîm Ayik: Naxwazim cenazeyê lawê min derkeve
15:06 Li Dîlokê zarokek hat kuştin
15:01 Xizmên windayan: Xwestin bersûcên Ozalp û Sancak bên dîtin
14:37 Ahmet Gurdegîr ê bi îşkenceyê hatibû binçavkirin hat girtin
14:11 Talîbanê Wezareta Jinê, kir ‘Wezareta Pêşîlêgirtina Bêexlaqiyê’
13:58 Wî li Torosa Spî siwar kirin û carek din agahî jê nehat girtin
13:45 Li Çiyayê Cudî şewat derket
13:37 Ji bo mîtînga 'Dem dema azadiya jinê ye' bang kirin
13:19 Parêzerên Doza Kobanê banga beşdariya dozê kirin
12:55 Meclîsa Jinan a HDP'ê kargeha 'Rêveberiya xwecihî ya azadîxwaziya jinan' li dar dixe
12:41 Kesên di şermezarkirina DEDAŞ’ê de hatibûn binçavkirin, hatin berdan
12:01 Mûsa Orhan şahid anîn dadgehê!
12:00 Rayedarên girtîgehê rojname nedan rojnamevan
11:37 Muftuoglû: Ewilî demokrasî pişt re aborî
11:31 Malbata Şenyaşar: Yên ku zilmê dikin nikarin bibin parlamenterê gel
10:49 Kujerê Bulut winda ye, kujerê Kondu hat girtin
10:32 Jin wê li dijî zayendperestiyê bisiklêt bajon
10:26 Sonmez: Medya bi zimanek neyînî tundiyê teşwîq dike
09:15 Cihê ku eskeran penaber avêtibûn Çemê Merîçê hat tespîtkirin
09:05 Dayika girtiyê nexweş: Divê rojeva derve girtiyên nexweş be
09:04 Ekolojîst: Armanca şewatan koçberî û rant e
09:02 Prof. Dr. Kuçukosmanoglû: Bi hatina payizê re dibe ku hejmara pêketiyan zêde bibe
09:00 Bi çêkirina gopalan nahêlin kevneşopiya mezinên wan were jibîrkirin
09:00 ROJEVA 18'Ê ÎLONA 2021'AN
17/09/2021
23:51 Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter diyar bûn
21:28 237 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:14 Rêxistina HDP'ê ya Cizîrê serdana gundan kir
18:07 Ji bo Îmraliyê serî li CPT'yê dan: Demildest tevbigerin
16:58 Qubad Talibanî qetilkirina Yasîn Bûlût şermezar kir
16:35 Ji bo piştevaniyê serdana HDP’ê kirin
16:20 Mînîbusa karkerên demsalî qeza kir
16:18 Li Dersimê xwendekar ji wargehên KYK’ê hatin derxistin
16:07 Zilamê ku dest avêt du zarokên xwe hat girtin
15:50 Rapora ÎHD'ê: Îşkence li malbata Gurdegîr hatiye kirin
15:27 Polîsan giliyê xwendekaran kirin
15:12 Li Amedê bi polîsekê re tiryak hat girtin
14:47 Malbata Ocalan, serî li Miduriyeta Girtîgeha Îmraliyê da
14:31 Konseya Ewropayê derbarê Demîrtaş û Kavala de biryar da
14:12 Parêzer Bek: Mehmet Emîn Ozkan carek din terkî mirinê hat kirin
13:58 Serokê dadgehê ji bo cezayê Racî Bîlîcî şerh danî
13:58 Polîs ji welatiyên ku DEDAŞ şermezar kirin re got: Herin Bakurê Iraqê
13:23 Gunay: Em ê bi ‘Belgeya Banga Demokrasiyê’ vebijêrkek nû pêşkêş bikin
12:41 Tiryakî: Namzetek ku HDP piştevaniyê nedê nikare bibe serokkomar
12:11 Li Stenbolê kargehên Jineolojiyê dest pê dikin
11:33 Siyasetmedarê kurd Bulut di encama êrişek çekdarî de hat kuştin
10:50 Malbata Şenyaşar bang li dozger kir: Heke tu nikarî edaletê pêk bînî îstîfa bike
09:05 Îstinafê cezayê nîjadperestên peyker bi zorê dabûn maçîkirin 'guncav' dît
09:05 Mamlê: Îro ji her rojê bêtir pêwistî bi yêkitiya gelê kurd heye
09:05 Li nav çiyayan wextê mehseran e
09:05 Bersûc li xwe mikur hat, lê darazê ser sûcê nefretê nixumand!
09:05 Li Îranê ji 2017'an heya niha 22 kurd bi îşkenceyê hatine kuştin
09:02 Eleqeya ji bo destkariyê kêm dibe
09:01 Betal doza hilbijartina pêşwext dikin
09:00 ROJEVA 17'Ê ÎLONA 2021'AN
16/09/2021
20:20 262 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:26 Daxwaza ji bo girtina failê destdirêjiyê Mûsa Orhan hat redkirin
16:56 Çalakiya hîndekaran didome
16:56 Baroya Amedê ji bo guhdarkirina Davûtoglû serlêdan kir
16:29 Dayikên Aştiyê: Divê Barzanî nebe şirîkê vî şerî
16:16 Di doza 5'ê Hezîranê de ji 10 polisan re ceza hat xwestin
15:56 Bavê leşkerê ku dixwest teslîm bibe û hat kuştin: Agahî nadin me
15:20 Cara duyemîn 8 girtî xistin karantînayê
15:15 Girtiyê nexweş Ozkan dîsa nehat berdan: Nikare we fêm bike û bibihîze
14:49 Doza tecawizkar Mûsa Orhan dest pê kir
14:17 Şandeya HDK’ê serdana Malbata Şenyaşar kir
14:06 HDP'ê qurbaniyên komkujiya Şatilla û Sabrayê bi bîr anî
13:33 Nivîsên nijadperest hatin jêbirin û derbarê midurê dibistanê de lêpirsîn hat destpêkirin
13:15 Derbarê rojnamevan Tolu de daxwaza beraetê hat kirin
12:34 Ferît Şenyaşar: Ew kesê keleşnîkof di destê wî de ye kî ye?
12:33 Lêpirsîna "qirkirina ermeniyan" derbarê parêzerê ÎHD'ê de hat destpêkirin
11:58 Nasnameya eskerê dema dixwest teslîm bibe hat kuştin, aşkere bû
11:36 Hayriye Dogan a li cenazeyên zarokên xwe digeriya koça dawî kir
11:34 Şaredarê Şalpazariyê ji ber hilberandina 'Şewqên Kurdistanê' êrişî kargehekê kir
11:13 Polîsan li ber Navenda Giştî ya HDP’ê êrişî parlamenteran kir
11:04 Welatiyên ku DEDAŞ'ê şermezar kiribûn hatin binçavkirin
10:32 81 kesên ku PDK'ê ew girtin di greva birçîbûnê de ne
10:29 Li Amedê jinek hat kuştin