EDENE - Rêxistina HDP'ê ya Edenê, hewldana êrişê ya li dijî Parlamentera HDP'ê ya bajar Tulay Hatîmogûllari şermezar kir.
Rêxistina HDP'ê ya Edenê, hewldana êrişê ya li dijî Alîkara Hevserokên Giştî û Parlamentera HDP'ê ya bajar Tulay Hatîmogûllari şermezar kir. Di daxuyaniya ku bi îmzeya Hevserokên HDP'ê yên Bajar Gulseren Tûral û Mehmet Karakiş hat weşandin de hat destnîşankirin ku êriş encama zimanê desthilatê yê li dijî HDP'ê û muxalîfan û xwestin ku êriş bê ronîkirin. Hevserokan, di dawiya daxuyaniya xwe de peyamên berdewamkirina têkoşîna mafê mirovan û demokrasiyê dan.