Sê meh piştî girtina bavê xwe hat dinê: 32 sal in bêhiqûqiya li ser bavê min didome

  • rojane
  • 09:01 7 Cotmeh 2024
  • |
img

ÊLIH - Nivîskarê girtî Resûl Baltaci tevî ku cezayê xwe qedandiye jî nayê berdan. Kurê wî Azad Baltaci yê ku sê meh piştî girtina bavê xwe hat dinê, bertek nîşanî neberdana bavê xwe da û got ku 32 sal in bêhiqûqî didome. 

Nivîskar Resûl Baltaci li Batmanê di 15’ê cotmeha 1992’yan de piştî binçavkirinê tê girtin. Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) cezayê mubedê li Baltaci dibire. Baltaci di nava van 32 salan de li gelek girtîgehan hat hiştin. Herî dawî wî sewqî Girtîgeha Tîpa T a Çîlîmlî ya Duzceyê kirin. Baltaci tevî ku cezayê xwe yê 30 salî qedand jî lê ji ber ku infaza wî hatiye erêkirin 2 sal in nayê berdan. 
 
Divê ku Baltaci di sala 2022’yan de ji berdana bi şert sûdê werbigirta û bihata berdan. Lê bi hinceta ku cezayên hucreyê yên berê lê hatine birîn, berdana wî hat astengkirin. Baltaci ji bo cezayên hucreyê bên rakirin serî li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Duzceyê da û îtîraz kir. Dadgehê di 10’ê gulana 2022’yan biryar da ku cezayên hucreyê bên rakirin. Lê belê îdareya girtîgehê û Dadgeriya Înfazê ya Duzceyê dev ji biryara xwe ya erêkirina înfazê berneda. Parêzeran serî li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Duzceyê dan û îtîrazî biryara dadgeriyê kirin. Lê dadgehê serlêdana parêzeran red kir. 
 
Parêzerên Baltaci vê carê jî di 18’ê tebaxa 2022’yan de serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dan. Lê belê dîsa jî Baltacî nehat berdan. Ev 11 meh in tevî ku “cezayê hucreyê” yê Baltacî nîne jî AYM’ê serlêdanê nenirxandiye û biryar nedaye. 
 
Bi sê mehan piştî girtina Resûl Baltaci re kurê wî Azad Baltacî ku niha 32 salî ye tê dinê. Azad Baltaci nerazîbûn nîşanî bêhiqûqiya li ser bavê xwe da. 
 
‘32 SAL IN BÊHIQÛQÎ DIDOME’ 
 
Azad Baltaci diyar kir ku 32 sal in bi dayika xwe re li rêyên girtîgehan diçin û tên û dayika wî ji ber van çûnehatên girtîgehê bû ku nexweşiyên kronîk lê peyda bûn. Azad Baltaci anî ziman ku di vê pêvajoya girtîgehê de bavê wî her tim sewqî girtîgehên dûrî Êlihê kirin û nêzî 10 sal in ew li Girtîgeha Duzceyê tê ragirtin. Baltaci da zanîn ku ew bi hesret û bêrîkirina bavê xwe mezin bû û got: “Piştî 30 salan em li bendê bûn ku wî di 15’ê cotmeha 2022’yan de berdin lê bernedan. Hê jî bernedan e. Sê neviyên bavê min çêbûn. Em ê bi hev re biçûna pêşwaziya bavê min lê mixabin nehat berdan. Ev 32 sal in bi bêhiqûqiyan tije û derbas bû. 32 sal in li benda bavê xwe me. Girtina wî bêhiqûqî, taloqkirina berdana wî bêhiqûqî. Li hemberî me pergalek ku qanûnên xwe nas nake heye.”
 
‘TOLÊ HILDIDIN’ 
 
Baltaci diyar kir ku wan serlêdan kiriye ku bavê wî bînin girtîgeha Êlihê lê serlêdana wan bêencam maye û got: “32 sal in bavê bi awayek bêhiqûqî li girtîgehê tê ragirtin. Herî zêde jî bêhiqûqiya herî mezin ev 10 sal in li girtîgeha Duzceyê lê tê sepandin. Van cezayên li bavê min tên birîn, bi armanca tolhildanê ye. Ev 10 sal in em diçin girtîgeha Duzceyê û tên. Mesafeyek dirêj e. Dayika min jî ji ber ku nexweş e, gelek caran nikare biçe hevdîtinê.” 
 
HINCETÊN ASTENGKIRINA BERDANÊ 
 
Baltaci da zanîn ku yek ji cezayê hucreyê gerandina govendê ye, cezayê din jî pirtûkên ku li qawîşê ne û her wiha pênûsa serê wê tûj û meqasa ji kantînê hatiye stendin jî kirine hinceta erêkirina înfazê. Azad Baltaci anî ziman ku bavê wî wêneyên ku li gel neviyên xwe kişandiye bi rêya nameyek li ser navê kesek din şandiye kirin sedema birîna cezayê disiplînê. Baltaci da zanîn ku ew ji bo biryaran çûne dadgehê lê bi hinceta Qanûna Medenî ya Tirk (TMK) xala 17’an biryar neda û dema bavê wî tê girtin TMK tune ye û got: “Niha jî vê TMK’ê dikin hincet û wî bernadin. Em li benda biryara AYM’ê ne. Armanca wan ew e ku biryar û îradeya girtiyên siyasî bişikînin. Lê ev 32 sal in bavê min û girtiyên din li ber xwe didin. Wê her li ber xwe bidin jî.” 
 
MA / Fethî Balaman 
 
 

Sernavên din

10:56 Xebata madenê ya li Pîrejmanê zirarê dide xwezayê
10:38 MKG: Em ê xwedî li rojnamevaniya kurdî derkevin
10:30 Li Korta Kasorê nerazîbûna li dijî madenê: Em axa xwe nadin we
09:01 Sê meh piştî girtina bavê xwe hat dinê: 32 sal in bêhiqûqiya li ser bavê min didome
09:01 Li Wanê dema firotina guhîjan e
09:01 Banga ji bo ‘Mitînga Azadiyê’: Divê bi sedhezaran kes ji bo çareseriyê li Amedê bin
09:00 Emekçî: Rehenda hiqûqî ya komployê ji demboriyê re dihêlin
09:00 ROJEVA 7'Ê COTMEHA 2024'AN
08:39 Xwebûn bi manşeta 'Komplo ne rojek e, pêvajoyek e' derket
06/10/2024
21:44 Hunermendan qetilkirina jinan şermezar kir
21:23 Can: 26 sal in li Îmraliyê sansûrek bêmînak heye
21:00 Îsraîlê êrişî Sûriyeyê kir
20:52 Li Îranî seferên balafiran hatin betalkirin
18:39 TJA: Divê em ji bo ewlehiya xwe werin cem hev
17:33 ‘DAIŞ ket yên xwedî lê derketin jî wê bikevin'
17:10 Li Korta Kasorê nerazîbûna dijî madenê: 60 gund bi tinekirina avê re rû bi rû mane
16:16 Li navçeyên Amedê seferberiya ji bo 'Mitînga Azadiyê'
15:26 Li Amedê bertek nîşanî kuştina jinan dan
15:07 Ji Bakirhan daxuyaniya Destûra Bingehîn: Em ji muzakereyê re jî ji têkoşînê re jî hene
13:45 Çîçek: Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan gefê li tenduristiya civakê dixwe
13:15 'Kobanê rûmeta me ye'
13:04 Konferansa Perwerdehiyê ya DEM Partiyê: Perwerdehiya bi zimanê zikmakî maf e
11:30 Çeteleya tundiyê ya meha îlonê: 30 jin û zarokek hatin qetilkirin
11:09 Stêrka Çapemeniya Azad: Gurbetellî Ersoz
10:10 Rojnamevan 8 meh in di hepsa 'malê' de ne: Lêpirsîn bi derengî tê xistin
09:51 Karamûs: Tecrîd pirsgirêka hemû Kurdistanê ye
09:12 Di şerekî herêmî yê gengaz de çi li benda kurdan û Kurdistanê ye?
09:01 Siyasetmedarên jin: Em di 13'ê Cotmehê de li dijî komployê biherikin Amedê
09:01 Tekîn ê ku 5 xizmên wî hatine girtin: Ya hatiye kirin zilm e
09:01 Piştî 40 salan vegeriya welatê xwe
09:00 Di pêvajoya komployê de girtîgeh: Çemberek ji agir çêbû
09:00 Li gel metirsiya mirinê li revîrê tê sekinandin: Bila were berdan
09:00 ROJEVA 6'Ê COTMEHA 2024'AN
08:14 Îsraîlê êrişî Beyrûtê kir: Hejmara miriyan derket hezar û 181’an
05/10/2024
22:59 Jin daketin qadan: Em ê hesab bipirsin
19:54 Li Îzmîrê Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Avestayê hat vekirin
19:39 Li Stenbolê çalakiya 'Deng bide azadiyê':Wê komploger winda bikin
16:45 Li Sûrê çawişê pispor jina pê re zewicîbû qetil kir
16:28 Malbatên ji Lubnanê koç kirine li Serêkaniyê hatin bicihkirin
15:55 Ji Şaredariya Wanê xizmeta pirzimanî
15:25 Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiyayê êrişên Tirkiyeyê şermezar kirin
15:10 Li sê bajaran banga hevpar: Bila girtiyên nexweş bên berdan
15:05 TTB’ê li Agiriyê nûnertî vekir
14:43 ‘Em ê ji bo azadiya zimanan di mitînga 13’ê cotmehê de bin’
14:25 Rapora MKG'ê: Tundiya li ser rojnamevanên jin didome
14:19 Xizmên windayan: Her du destên me dê li stûyê we ve bin
14:09 Aqûbeta Tekîn ê 29 sal berê hatiye windakirin hate pirsîn
12:56 Wezîrê Karên Derve yê Îranê serdana Şamê kir
12:46 Cenazeyên jinan ji ATK’ê hatin girtin
11:38 Dermankirina Nergîs Muhammedî tê astengkirin
11:21 Rojnamegera girtî ê nexweş ev 28 roj in girtina dermanan red dike
11:05 Civata li ser ‘Sansur û otosansur’ê: Mudaxile li filman tê kirin
10:58 Kabaîş ev 9 roj in winda ye: Lêgerîn li golê tên kirin
10:18 Komplo di sala 26'emîn de ye. Dixwazin Peymana Edeneyê berfireh bikin
10:00 Bi daxwaza ‘Azadiya Abdullah Ocalan’ xebat û çalakiyên nû
09:10 Dayikên Aştiyê: Em ji bo aştiyeke birûmet di azadiyê de israr dikin
09:09 Li zozanên Elkê amadekariyên zivistanê
09:08 Kevneşopiyeke hatiye jibîrkirin: Tahtî
09:00 ROJEVA 5'Ê COTMEHA 2024'AN
08:13 Şaredariya Wanê 'Pirtûkxaneya Berhemên Jinan û Navenda Lêkolînê' vedike
04/10/2024
19:46 Akarsel li gelek bajaran hat bibîranîn: Pêşengiya milyonan kir
19:39 Hevserokên HDP'î nehatin berdan
17:02 Ji ber piştevaniya bi Ozgur Gundemê re ceza li Ustunê birîn
16:43 Li Elkê şewat derket
16:23 Bayindir: Em ê xwedî li wesyeta Kûday derkevin
15:55 Akarsel li ser gora xwe hate bibîranîn: Em ê têkoşînê mezin bikin
15:26 Demîrhan ê Kar qetil kir piştî 3 mehan hate girtin
14:56 Rêveberên DEM Partiyê hatin binçavkirin
14:54 Derbarê rojnamevanekî di hefsa malê de biryara neşopandinê
14:51 Karkerên Spanyayê dê li 70 bajaran azadiya Ocalan biqîrin
14:44 Girtiyê nexweşê penceşêrê bêyî were tedawîkirin şandin girtîgehê
14:35 Şandeya DEM Partiyê serdana malbata Kabaîş kir
14:35 MKG’ê Nagihan Akarsel bi bîr anî: Dê têkoşîna wê li her derê olan bide
14:11 Bi sedan parêzer li pêşiya AYM’ê ne: Li dijî binpêkirina li Îmraliyê berpirsyartiya xwe bi cih bîne
14:00 Ekîncî ê piştî 30 salan hate berdan li Amedê bi tililiyan hate pêşwazîkirin
13:50 Ji çalakiya Dayikên Şemiyê re beraet hate dayîn
13:45 Lubnan: Îsraîlê bi êrişên xwe rêya sivîlên direvin girt
13:26 DEM Partiyê bang li perwerdekaran kir ku li dijî bişaftinê derkevin
13:08 Aqûbeta pêşniyarqanûna têkildarî ‘girtina heta mirinê’ pirsî
13:05 Tedawiya girtiyê mejiyê wî dihele tê astengkirin
12:44 Polîsê teqawid di wesayîta xwe de mirî hate dîtin
12:04 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
12:03 Înfaza girtiyê nexweş Dayan 6 mehan hate taloqkirin
11:43 Li Çanakkaleyê 3 kes hatin binçavkirin
11:37 Walîtiya Mêrdînê baxçeyê çayê yê 20 salan dewrî miftîtiyê kir
11:19 Nexweşê penceşêrê Gemîcîoglû yê 67 salî bi ambulansê birin girtîgehê
11:17 Dayikên Plaza De Mayoyê bertek nîşanî tecrîdê dan
11:13 Şewata li Rojhilat gel vemirand
11:05 Amediyan ji bo ‘mitînga azadiyê’ bang kirin
10:59 Yolerî: Ji bo 'mafê hêviyê' pêdivî bi muxalefete xurt heye
10:57 Rojnamegerê lubnanî: Tu hemleyên Tirkiyeyê yên li herêmê bi ser neketin
10:45 Tenduristî li Qersê derketiye asta metirsiyê
10:32 Li Elbakê piştî îlana qedexeyê operasyon
10:25 Kûday, heta bêhna xwe ya dawî li ber xwe da
10:09 Ji bo seferberiya rêxistinbûnê bang hate kirin
09:48 Jinên ereb, êzidî û tirkmen: Komplo bi ser neket fikra Abdullah Ocalan li pêş ket
09:42 ‘Kuday terkî mirinê hate kirin û ev yek îdam bi xwe ye’
09:41 Banga ji bo mitînga ‘Azadiyê’: Ji bo çareseriyê werin bi sedhezaran li Amedê bicivin
09:31 Keskîn: Ji bo çareseriyê divê hewldan hebin
09:10 ‘Nagihanê li her cihê tê re derbas bûyî şopa xwe hişt’