HATAY - Bi hinceta axaftina 7 sal berê, derbarê Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Îskenderûnê Abdurrahîm Şahîn de doz hat vekirin.
Hevserokê Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Navçeya Îskenderûn a Hatayê Abdurrahîm Şahîn di 15’ê Tebaxa 2014’an de beşdarî bernameyekê bibû û axaftin kiribû. Bi hinceta vê axaftinê derbarê Şahîn de doz hat vekirin. Şahîn wê demê Hevserokê Rêxistina Partiya Aştî û Demokrasî (BDP) ya Navçeya Îskenderûnê bû û Serdozgeriya Komarê ya Îskenderûnê piştî 7 salan lêpirsîn li Şahîn vekir.
Dûre dozger derbarê Şahîn de bi îdîaya “Propagandeya rêxistinê kirin” îdîname amade kir. Îdîaname ji aliyê 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Hatayê ve hat qebilkirin. Yekemîn danişîna Şahîn wê di 23’yê Cotmehê de li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Girana a Hatayê bê dîtin.
MA / Hamdullah Yagiz Kesen