EDENE - AATUHAY-DER'ê 1’emîn Kongreya xwe ya Asayî li dar xist û di kongreyê de banga mezinkirina têkoşlîna li dijî tecrîdkirina Ocalan hat kirin.
Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Edeneyê û Akdenîzê (AATUHAY-DER) bi dirûşma "Bi biryardariya ji zindanan bilind dibe em tecrîdê bişikînin û azadiyê pêk bînin" 1'emîn Kongreya xwe ya Asayî li dar xist. Kongre li ewyanek bajêr hat lidarxistin û pankart hatin daliqandin. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl beşdarî kongreyê bûn. Di kongreyê de govend hat gerandin.
LI DIJÎ TECRÎDÊ MEZINKIRINA TÊKOŞÎNÊ
Di kongreyê de rêvebera HDP'ê Bêrîvan Gokalp û hevjîna Kadrî Bagdu yê li Edeneyê rojnameya Azadiya Welat belav dikir hat qetilkirin, Şemsa Bagdu axivîn û destnîşan kirin ku ew li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan têkoşîn were mezinkirin û xwestin êdî girtiyên kurd werin berdan.
Piştî axaftinan hilbijartin pêk hat û Hamdiye Işik û Nîmet Sezgîn ji bo hevserokatiya AATUHAY-DER'ê hatin bijartin.