MED-DER’ê ji Semsûrê heta Colemêrgê berhavkarî kir: 7 pirtûkên folklorîk çap kir

img
AMED - MED-DER’ê di çarçoveya projeyekê de 7 pirtûkên folklorîk ên ji gelek bajarên Bakûrê Kurdistanê berhev kiriye çap kir. Koordînatorê projeyê Mehmet Esen diyar kir ku bi heft pirtûkan qala çand û dîroka kurdan dikin û got: “Armanca me ew bû ku em bibin dilopek av û behra xwe tejî av bikin. Ku ew av sûdê bide derdor û civaka xwe.”
 
Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) bi piştgiriya Yekitiya Ewropayê di çarçoveya projeyek "Bernameya Alîkariya Mafan" de 7 pirtûkên folklorîk ên ji gelek bajarên Bakûrê Kurdistanê berhev kirine çap kir. Xebatkarên MED-DER’ê ji bo lêkolîn û berhevkirina Wêjeya Kurdî ya Devkî li bajarên wek Amed, Wan, Êlih, Semsûr, Colemêrg û navçeya Cizîrê xebatên qadê bi rê ve birin. Xebatkaran pişt re berhevkarî û daneyên ku bi dest xistin deşîfre, redekte kirin û mizanpaj û dîzayna bergên pirtûkan kirin. Di encama xebatan de 2 pirtûkên destanên kurdî, pirtûkeke lîstikên zarokan, pirtûkeke fabl, pirtûkeke gotinên pêşiyan û 2 pirtûkên çîrokan hatin berhevkirin. 
 
HER DU NIVÎSKAR JÎ GIRTÎ NE 
 
Pirtûka bi navê "Destanên Gelerî Yên Kurdan a Yekemîn û Duyemîn" ji aliyê Alî Firat Demîr û Cemîl Îvrendî ve hatine berhevkirin. Îvrendî 26 sal in û Demîr jî 10 sal in di girtîgehê de ne. Pirtûka Yekemîn ji 5 destanan pêk tê û 176 rûpel e. Pirtûka Duyemîn ji 11 destanan pêk tê û 213 rûpel e.  
 
JI SEMSÛRÊ HETA COLEMÊRGÊ BERHEVKARΠ
 
Pirtûka "Lehîstokên Herêma Botan" ji aliyê Mihyedîn Dûymak û Rûşen Demîr ve hatiye berhevkirin. Pirtûk ji lîstikên bajarê Şirnex û navçeyên wê Hezex û Cizîrê pêk tê, bi wêne ye û 168 rûpel e. Pirtûka Destana Şêr û Pisîkê (Fabl) ji aliyê nivîskar Mehmet Oncu ve hatiye berhevkirin. Pirtûk ji nêzî 40 çîrokên ku lehengên wan şî û ajalên curbecûr, kedî û kûvî ne hatine hilbijartin û ji 166 rûpelan pêk te. Pirtûka "Çîrokên Gelerî Ji Herêma Wanê" ji aliyê nivîskar Îkram Îşler ve hatiye berhevkirin. Pirtûk ji 9 çîrokan pêk tê û 108 rûpel e. Pirtûka "Çîroka Şepalxatûn" ji aliyê nivîskar Nezîr Ocek ve hatiye berhevkirin ji dozdeh çîrokan pêk tê, bi wêne ye û 115 rûpel e.
 
Pirtûka "Vateyê Verînon" ji aliyê Hacî Ozkal ve hatiye berhevkirin. Pirtûk ji gotinên pêşiyan ên herêmên wek Amed, Çewlig, Dersim, Xarpêt, Sêwregê pêk tên, hezar û 145 gotinên pêşiyan ên bi zaravayê kirmanckî (zazakî) yê kurdî tê de cih digirin û ji 190 rûpelan pêk tê. 
 
 
Koordînatorê projeyê û perwerdekarê MED-DER’ê Mehmet Esen, derbarê xebatên di çarçoveya projeyê de amade kirine ji ajansa me re nirxand. 
 
‘ME PÊDIVÎ BI VÊ XEBATÊ DÎT’
 
Esen, qala xebatên xwe yên di çarçoveya projeyê de pêk anîne kir û wiha got: “Civaka kurd ji aliyê çand û dîroka xwe ve civakeke dewlemend e. Ji ber wê ji aliyê folklorê ve çavkanî gelek in lê berhevkarî kêm e. Me jî weke MED-DER’ê pêdiviyek bi vê xebatê dît. Ji ber her ku diçe civak ji tiştên çandî dûr dikevin. Me xwest weke hafizayekê çêbikin û civak jê dûr nekeve û haydar be, ji ber wê me ev berhem derxistin. Tiştên weke dîrok û çand ên ku mane em derxin û bi raya giştî re parve bikin. Ji bo pêşeroja me jî dema em sed salên din bizivirin, bizanin ku arşîveke me heye.”
 
‘EM SÊ MEHAN LI HERÊMAN GERIYAN’
 
Esen, da zanîn ku ev xebat bi piştevaniya Yekitiya Ewropayê (YE) di çarçoveya "Bernameya Alîkariya Mafan" de dane destpêkirin û wiha berdewam kir: “Me xwest li hemû herêmên xwe vê xebatê bikin. Ji ber lîstik, çîrok, destan û çanda wan ji hev cuda ne. Me ji Semsûrê bigire heta Cizîra Botan, Colemêrg, Serhedê, Amed û Dersimê ev xebat bi rê ve bir. Di encama vê xebatê de jî mijarên destanên kurdî, çîrok, lîstikên zarokan ên herêman, gotinên pêşiyan ên zaravayên kurdî yê kirmanckî me berhev kirin û 7 heb pirtûk me derxistin. Dema vê xebatê salek bû. Em 5 kes bûn. Me piştgiriya xwe ji rêveberî û komîsyonên saziyê jî girt. Em 3 mehan li herêmên ku me diyarkirin geriyan. Piştî ku em li wan herêman geriyan ew daneyên me dabûn hev, me senifand, xwend û redekteya wan kir. Dema me kurt bû û ev nexweşiya vîrûsa koronayê jî hebû. Gelek caran qedexe hebûn me nedikarî derkevin derveyî bajar. Ji ber wê yekê di wextekî kêm de ev pirtûk hatin çapkirin. Sê hevalên me li herêmê geriyan, hevalekî me jî bi karê teknîkê ve eleqedar bû, hevalekî me jî di çarçoveya projeyê de bi têkiliya YE’yê re mijûl bû.”
 
‘ME DERENG XWE GIHAND ÇAVKANIYAN’
 
Esen, bi lêv kir ku hevalên wan ên berhevkar di qadê de bi hin pirsgirêkan re jî rûbirû mane û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Mînak li gundekî navçeya Erdîşa Wanê kesek heye, çîrokek dizane. Dema em diçûn digotin an rehmet kiriye an nexweş e. Me xwe dereng gihand çavkaniyan. Xwezî ev xebat ji berê de hatibûya kirin. Wê bêtir dewlemendtir û ji civakê re bibûya bersiv. Pirsgirêkên madî ne lê yên manewî jî derketin pêşiya me. Dema em derketin qadê qedexe hebûn. Mînak tu li Êlihê bûya heta qedexe nerabûna te nedikarî biçî Cizîrê.”
 
 
‘ME CIH NEDA TUNDÎ Û ZAYENDPERESTIYÊ’
 
Esen, diyar kir ku nivîskarên pirtûka "Destanên Gelerî Yên Kurdan" di girtîgehê de ne û wiha pê de çû: “Her du hevalên me bi birin û anîna nameyan ev xebat kirin. Di şert û mercên gelek zehmet de ev kar kirine. Ji xwe bi salan e di girtîgehê de ne. Bi rêya malbata xwe, bi rêya parêzerên xwe, xwe gihandina kesan û bi rêya nameye ew çîrok ji wan re hatine nivîsîn. Wan jî bi vî şiklî ew destan komkirine û kirine pirtûk, du pirtûkên me bi vî awayî ne.” Esen, da zanîn ku ji hêla zayend û tundiyê ve jî li ser pirtûkan sekinîne û wiha domand: “Mesele di hin çîrokan de tundî û zayendî jî heye. Me di pirtûkan de cih neda zayendperestî û tundiyê. Qasî ku em di qadê de xebitîn me ewqas dem ji pirtûkan re jî veqetand ku em şaşiyekê nekin. Hem ji hêla tundî hem ji hela zayendî hem jî ji hêla naverok û hişmendiyê ve em li serê xebitîn û bi vî awayî me pirtûk çap kirin. Dema tu wan pirtûkan dixwînî tu tama kurdî jê digirî.”
 
‘EM Ê PIRTÛKAN LI GEL BELAV BIKIN’
 
Esen, qala armanca xebatên dabûn pêşiya xwe kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dibe ku em ji golekê, hêj dilopeke av bin. Em bi heft pirtûkan qala çand û dîroka kurdî dikin. Armanca me ew bû ku em bibin dilopek av û behra xwe tejî av bikin. Ku ew av sûdê bide derdor û civaka xwe. Di hêla folklorê de gelek qelsî heye. Lê di van salên dawî de xebatên pîroz tên kirin. Gelek mamoste û weşanxane van xebatan dikin. Ji xwe xebata me jî li ser lêkolîna wêjeya devkî ya zimanê kurdî bû. Me jî 7 heb pirtûk li wêjeya devkî zêdekirin. Me ji her pirtûkê 500 heb çap kirine û em ê bê pere bidin xelkê. Em ê weke diyarî ji saziyên xwe re jî bişînin û pirtûkên mayî jî bi xebatên serdanan, çûyîna gundan a yan taxan li gel belav bikin. Da ku gel bixwîne û jê sûdê wergire.”
 
MA / Fahrettîn Kiliç - Fethî Balaman

Sernavên din

06/10/2021
09:12 Bi bûyerên Kobanê HDP'ê hedef girtin: Hewl didin bigirin
09:05 'Pênûsa wêrek a Ersoz berpisiyariya nivîsîna heqîqetê daye ser milê me'
09:04 Miduriyeta daristanan nikare mudaxaleyî birîna daran bike!
09:03 Sînorê Kobanê nerehete!
09:00 ROJEVA 6'Ê COTMEHA 2021'AN
08:49 Li Stenbolê nêzî 200 karkerên kaxizan berhev dikin hatin binçavkirin
08:48 Li Silêmaniyê 5 kes di malekê de şewitîn
05/10/2021
19:02 Dayika 2 girtiyan ku di rêya girtîgehê de qeza kir jiyana xwe ji dest da
17:03 Daxwaza ji bo kifşa cihê bûyera malbata Îzol hat redkirin
16:42 3 karkerên ku kaxizan kom dikirin hatin girtin
16:35 AYM’ê serlêdana Komkujiya Pirsûsê red kir
15:49 Li Mexmûr û Sêmalka çalakiyên şermezarkirinê: PDK di nava îxanetê de ye
15:45 ‘Li girtîgehan tedbîrên pandemiyê veguheriye tecrîdê’
15:37 Platforma Zimanê Kurdî li Mêrdînê nûnertiya xwe vedike
15:00 Artêşa tirk Bradost bombebaran kir
15:00 Li Silopiya 12 kes hatin binçavkirin
14:59 Dadgehê îtîraza ji bo berdana Demîrkiran red kir
14:42 Sancar: Heke we pirsgirêka kurd çareser kiribe, çima panzêr zarokên kurd dikujin?
13:52 Li Midyadê esnafek mirî hat dîtin
13:36 Li Çiyayê Gabarê şewat derket
13:36 DFG’ê raporê meha îlonê aşkere kir: 50 rojnamevan hatin darizandin
13:33 300 karker li ber xwe didin: Em li hember pergala koletiyê serî radikin
12:30 Çeteleya tundiya meha îlonê ya JinNewsê: 25 jin hatin qetilkirin
12:27 Derbarê du parêzerên piştevaniya Malbata Şenyaşar kirine de gilî hatiye kirin
12:26 Doza rojnamevan Demîr hat taloqkirin
11:27 ‘Sûîqestên li Kurdistana Federe perçeyekî konseptekê ne’
11:24 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li dozgeriyê dan
11:19 Vaye darên ku li Botanê tên birîn!
10:38 Li Bedlîsê du kes hatin binçavkirin
10:21 Li Farqînê 2 tax bi ‘birîna ceyranê’ hatin cezakirin!
10:10 Foza Yûsif: Şengal rûmeta gelê kurd e
09:12 Cenazeyên HPG'iyên ku tên revandin bi awayekî komî tên definkirin
09:11 Berdana girtiyê ku ûr di mejiyê wî de tê astengkirin
09:11 MÎT bela xwe ji Suloyê penaber venake
09:10 Ji girtiyan ji bo midûrê ku got 'Ez Esat Oktayê girtîgehê me': Em jî Mazlûm, Kemal û Hayrî ne
09:09 Di çalakiyên Kobanê de kê çikir?
09:07 Ji Platforma ji Biçekkirina Ferdî re Na Sozer: Civakek xeternak tê avakirin
09:03 MED-DER’ê ji Semsûrê heta Colemêrgê berhavkarî kir: 7 pirtûkên folklorîk çap kir
09:01 Ji rojnamevan Kara re 15 sal cezayê hefsê tê xwestin
09:00 ROJEVA 5'Ê COTMEHA 2021'AN
04/10/2021
16:35 HDP'a Stenbolê kongreya xwe li dar dixe
16:05 Cenazeyê Bahadir piştî 6 mehan radestî malbatê hat kirin
14:19 Girtiyên cezayên wan qediyane nayên berdan
14:18 Polîsan bi ser depoyên paşve veguherînê de girtin: 2 binçav kirin
14:01 Li Rihayê 300 karkeran li ber fabrîkayê dest bi nobetê kirin
13:40 PSK’ê serdana malbata Şenyaşar kir
13:24 Doza 16 xizmên qurbaniyên Roboskî hat taloqkirin
13:23 'Kujerên Haci Bîrlîk ji aliyê kîjan hêzan ve tên parastin?'
12:49 Li Girê Spî çeteyekî 3 sivîl birîndar kirin
12:08 Rêveberiya Şengalê: Yên îradeya me nas nekin, em ê jî wan nas nekin
12:00 Malbatên girtiyan ji gardiyanan re gotin: Ma ev der Girtîgeha Guantanamoyê ye?
11:59 Zilamê ku hewl da destdirêjî zarokê bike hat girtin
11:49 Kolber axivî: Me wek çekdaran radestî Îranê kirin
11:44 Lêkolîna Qadê: 4 partî bendê derbas dikin, hilbijêrên herî bi biryar ên HDP’ê ne
10:21 Xelkê Şengalê li dijî planan tên kirin li ser piya ne
09:00 Mehserek rengîn a bi tiriyê ‘Mezrone’
09:00 Karkerên Tekstîla Tay: Heya serkeftinê berxwedan
09:00 Li Pirsûsê 20 hezar donim erdê çandiniyê di bin avê de ma
09:00 ROJEVA 4'Ê COTMEHA 2021'AN
03/10/2021
19:45 MED DER'ê panela 'Zarok û Ziman' li dar xist
18:47 Dema binçavkirina 11 kesan hat dirêjkirin
16:25 Faîlê destdirêjiyê û kurê xwe serbest hatin berdan
16:03 Li Şirnexê 2 kesan xwe întîhar kirin
15:10 Orak a hatibû revandin serbest hat berdan
14:25 AATUHAY-DER'ê kongreya xwe li dar xist
13:55 Daxuyaniya Xelîfanê: PDK’ê êriş pêk anî
13:33 Malbata Şenyaşar: Em dest ji daxwaza edaletê bernadin
13:30 Hacî Lokman Bîrlîk li ser gora xwe hat bibîranîn
11:45 Li Nexweşxaneya Şirnexê 2 cenaze tên sekinandin
11:08 Jinan danezana HDP’ê şîrove kirin: Nexşerêya jiyanek nû ye
10:22 Navê Denîz Poyraz û malbata Dedeogullari li taxan kirin
09:10 'Heger navê Ocalan bê bilêvkirin, nexwe heqê wî ye ku ew jî baixive'
09:09 Kûrhan ê 30 salan di girtîgehê de ma: Heke îdia mezin bin berxwedan jî mezin dibe
09:07 Ji bo aqûbeta penaberên ku eskeran ew avêtin çem serî li ÎHD'ê dan
09:06 Kooperatîfa Kîbeleyê ku bi destê du jinan hat avakirin mezin dibe
09:03 Esnafên halê ji ber krîza aborî nikarin çerxa xwe bigerînin
09:03 Girtiyê nexweş Akbaba yê 29 sal in girtiye nayê dermankirin
09:03 Gelo Erdogan cardin berê dûmena xwe dide Biden?
09:00 ROJEVA 3'YÊ COTMEHA 2021'AN
02/10/2021
21:16 Li Hezexê kesek hat binçavkirin
19:55 203 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:52 Li Hezexê şahiya jinan: Ne Ezgî Molla, bila Mûsa Orhan bê cezakirin
16:48 Li Antalyayê jinên HDP'î hatin gelhev
16:20 Bavê Şahîn bertek nîşanî daxuyaniya Walîtiya Êlihê da
16:17 Gergerlîoglû kameraya di girtîgeha jinan de vegot
15:54 Prz. Yureklî: Bi qanûnên li dijî Ocalan bingeha qanûna înfazê ava kirin
15:37 Li Cindirêsê jinek hat revandin
15:13 Ji bo Mehmet Ozkan daxwaza berdanê kirin
15:07 ‘Girtiyê nexweş Kirtay serbest berdin'
14:54 Girtiyê 4 salin di hucreyê de tê girtin, 13 rojin di greva birçîbûnê de ye
14:53 Xizmên windayan: Faîlên Ceylan Onkol bibînin
14:21 Banga taloqkirina înfaza girtiyê nexweş Ramazan Dûrmaz
13:58 Prof. Bîçer: ATK’î bi perspektîfa parastina dewletê tevdigerin
13:47 2 bira 28 sal in winda ne
13:15 Li Licê operasyona eskerî dest pê kir
12:47 Li Tekîrdagê jinek hat qetilkirin
12:32 Gelê Şengalê li dijî tevgera eskerî ya PDK û Iraqê daket qadan
12:04 Malbata Şenyaşar: Divê em jiyanek dadmend pêşkêşî nifşên nû bikin
11:26 MKGP’ê piştgirî da rojnameger Yildiz
11:17 Ji bîra Ayhan Erkmen çîrokên mirov û mekanan: Çîrokên Serhedê