SILÊMANÎ - Li taxa Aştî ya navçeya Çemçemal a Silêmaniyê li malekê ji ber teqîna tûp şewat derket û ji heman malbatê 5 kes şewitîn. Rewşa 3 kesan jî giran e.
Li taxa Aştî ya navçeya Çemçemal a Silêmaniyê li malekê ji ber teqîna tûp şewat derket. Ji heman malbatê 5 kes şewitîn. Rewşa 3 kesan giran e û rakirin nexweşxaneya Silêmaniyê.
Berdevkê Tenduristiya Çemçemal Dr. Şerîf Rehîm eşkere kir ku ji ber teqînek pêk hatiye 5 endamên malbatekê şewitîne û birîndaran jî rakirine nexweşxaneyê.