'Bi sedan jin xwedî li pênûsa wêrek a Gûrbetelliyê derketin'

  • rojane
  • 09:05 7 Cotmeh 2021
  • |
img

AMED - Rojnamevanên jin diyar kirin ku niha bi sedan jin xwedî li pênûsa wêrek a Gûrbetellî Ersozê derdikevin û gotin: "Em naqedin. Em bi hîqehîq, hewar, coş û têkoşîna her jinekê ji nû ve bi xwe ve tên." 

 
Gûrbetellî Ersoz ku li Tirkiyeyê cara ewil bû Gerînendeya Weşana Giştî, di 7'ê Cotmeha 1997'an de jiyana xwe ji dest da. Piştî Ersoz jiyana xwe ji dest da, di sala 2014'an de 7'ê Cotmehê wekî Roja Rojnamevanên Jin ên Kurd hat ragihandin. Wêrekî û mîrateya ku rojnamevan Gûrbetellî Ersoz, Ayfer Serçe, Denîz Firat, Nûjiyan Erhan û gelek rojnamevanên din ên jin li dû xwe hiştin, niha ji bo gelek rojnamevanên jin dibin rênîşander. 
 
XWEDIYA PÊNÛSEKE WÊREK
 
Berdevka Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) û edîtora JINNEWS'ê Ayşe Guney, Ersozê di salvegera şehadeta wê de bibîr anî û anî ziman ku Ersoz mîmara asta ku niha çapemeniya kurdî gihayê. Guney, Ersozê wekî "jineke kurd a xwediyê pênûseke wêrek" pênase kir û got: "Tenê ne wêrekî, baweriya wê, biryardayîna wê, lêpirsînên wê, hewldanên wê yên ji bo afirandina bedewiyê, di afirandina vê yekê de hewldana wê ya jixwedestpêkirinê û guherandin û veguherandina mêr tiştekî nuwaze ye." 
 
Guney, bilêv kir ku Ersoz di wan salên 90'î yên dijwar de jineke xwedî hişmendiya ku ji ya niha wêdetir bûye û got: "Di hemû rêzikên wê de dixuyê ku hêrsa wê ji ber qelsiyên jinên li cem wê radibe. Ji lew re hay ji hêza jinê, hay ji hêza wê ya ku dikare çi bike heye, ev hêrs jî ji ber vê ye. Hebûna jineke wiha ji bo çapemeniya kurdî şensekî mezin e. Tenê ne ji bo çapemeniya kurdî, di warê xuyangiya jinê ya di çapemeniyê û hilgirtina berpirsiyarê de jî navekî girîng a çapemeniya Tirkiyeyê ye." 
 
TÊKOŞÎNA JI BO AFIRANDINA BEDEWIYÊ
 
Guney, destnîşan kir ku çapemeniya kurdî li ser rêça rojnamevanên hêja yên wekî Ersoz û Mûsa Anter dimeşe û got: "Rojnamevanên jin ên kurd, li ser rêça Gûrbetelliyê rêwîtiya xwe ya ji bo afirnadina bedewiyê didomînin. Jinên kurd li Tirkiyeyê û cîhanê gelek tiştên ewilîn kirin. Têkoşîna azadiyê ya jina kurd mezin kirin û dîroka xwe nivîsîn. Xeyala rojnamevan Ayfer Serçe ku di Tîrmeha 2006'an de li sînorê Îranê ji aliyê pasdarên Îranê ve hat qetilkirin, ew bû ku ajanseke jinan bê avakirin. Jinan xeyala serçeyê di 8'ê Adara 2012'an de pêk anîn. Di têkoşîna jinê de tu xeyal wekî 'xeyal' namîne. Zû yan dereng teqez pêk tê. Lewma em xeyaline bideng çêdikin." 
 
BERXWEDANA JINÊ
 
Guney, anî ziman ku bi nûçeyên xwe li hemberî pirsgirêkên jinan haydariyeke girîng afirandine û axaftina xwe wiha domand: "Lê ya herî girîng jî dengê jinan bû ku nedihat bihîstin. Di dîroka berxwedana jinê de bîreke girîng çêkir. Helbet gava em vê pêk tînin, em bi binçavkirin, gefwaxrin, taciz, girtin, tecawiz, qetilkirin û revandinê re jî rû bi rû dimînin. Nûjiyan Erhan, Denîz Firat ku nûçegihaniya şer dikirin hatin qetilkirin. Ev nav, ji bo çapemeniya jinê navine sembol in. Lê niha li Rojava û Herêma Kurdistana Federe ku şereke eman tê kirin, bi dehan hevpîşeyên me didin dû xeyalên Nûjiyan û Denîzê." 
 
ZEXT
 
Guney, bal kişand ser zext û zoriyên ku rojnamevanên jin bi wan re rû bi rû dimînin jî û bibîr xist ku heya niha ajansa jinan JINNEWS 41 caran hatiye astengkirin û gelek nûçegihanên wan hatine binçavkirin, girtin û gef li wan hatine xwarin. Guney, destnîşan kir ku ev yek ji bo tevahiya çapemeniya kurd derbasdar e, lê helwesta îqtidarê ya li hemberî jinan cuda ye. 
 
Guney, di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt gotin: "Ji lew re îqtidar baş dizane ku yên ku dawiya wê bînin dê jin bin. Yanî belesebeb natirse. Lê ev zext û zorî tu carî em ne bizdandin û dê nebizdinîn jî. Li vî welatî êdî azadiya fikr û ramanê, azadiya çapemeniyê tune ye. Ji welatên herî zêde rojnamevanên girtî lê hene, yek jê jî Tirkiye ye. Heger hûn rabin û bixwazin hemû argumanên şer li hemberî gel bi kar bînin û hewl bidin wan bitepisînin, ji bo vê hûn ewilî hewl didin çapemeniyê ji holê rakin û hûn dibêjin 'ev neman, qediyan.' Lê di vir de dewleteke ku her tim dixafile heye. Em naqedin. Em bi hîqehîq, hewar, coş û têkoşîna her jinekê ji nû ve bi xwe ve tên." 
 
Edîtora Xwebûnê Elîf Can Alkan jî diyar kir ku li ser rêça pênûsa Ersozê dimeşin û got: "Tevî hemû zext û zoriyan jî pênûsa Ersozê li erdê nema û bi sedan jin xwedî li wê pênûsê derdikevin û pê dinivîsîn." 
 
ÇAVKANIYA ÎLHAMÊ
 
Alkan, destnîşan kir ku rojnamevanên jin ên kurd perspektîfeke nû li qada çapemeniyê zêde kirine û got: "Zehmetiya ku jinên kurd hem bi nasnameya xwe ya jinê, hem bi ya kurdbûnê û hem jî bi ya rojnamevaniyê dikişînin du qat zêdetir e. Di nav pergala heyî de esasgirtina jinê tiştekî pir zehmet e, lê ev ji bo jinên kurd zehmetir e. Lê belê jinên kurd tevî hemû zor û zehmetiyan jî dev ji têkoşîna xwe bernadin. Jina kurd, perspektîfeke nû li qada çapemeniyê bar kir. Jina kurd, niha li seranserê cîhanê pêşengtiya qada çapemeniyê dike." 
 
Alkan, destnîşan kir ku dê êriş bi vîneke xurt bên şikandin û got: "Îro, Roja Rojnamevanên Jin ên Kurd e, lê em rojnamevan divê em xwedî li zimanê xwe yê zikmakî û nasnameya xwe derkevin. Ez yeqîn dikim ku dê rojnamevanên jin ên kurd jî di vî warî de hesas tevbigerin û hêvîdar im ku em ê di vî warî de pêşvetir biçin." 
 
MA / Eylem Akdag

Sernavên din

09/10/2021
09:00 ROJEVA 9'Ê COTMEHA 2021'AN
08/10/2021
21:45 Kampanyaya #FreedomForOcalanNow
18:24 Li wênegir Mehmet Ozer cezayê hefsê hat birîn
16:10 Doza ‘pergala hevserokatiyê’ hat taloqkirin
16:02 Di doza Leyla Aydemîr de hemû bersûcan beraet kir
15:59 Qurbaniyên Komkujiya Enqereyê li Stenbolê hatin bibîranîn
15:39 108 saziyan pişgirî da 300 karkeran
15:25 DEDAŞ’ê bi maşîneyên zirxî bi ser gundan de girt
15:11 Berpirsa Kovara Yuruyuşê Ersoy 28 roj in greva birçîbûnê de ye
14:55 Parêzeran daxwaza cihêkirina dosyeyên Gezî û çArşi kirin
14:36 OHD’ê ji ber sûcê cihekariyê giliyê Feyzîoglû kir
14:35 HDP’ê bi bêkaran re civiya: AKP’ê xelkê perîşan û birçî kiriye
14:31 Dayika Aştiyê ya tedawiya penceşêrê dibîne, 2 roj in di bin çavan de ye
13:48 Şandeya HDP’ê li Agiriyê got: Ne budçeya Qesrê, budçeya gel û demokratîk
13:47 Danişîna parêzera Ocalan Ûysal hat dîtin
13:08 NÇM’ê banga beşdariya şahiya salvegera 30’yemîn kir
13:03 Hevserokê HDP’ê yê Pirsûsê ku cezayê wî hatibû erêkirin hat girtin
11:48 Malbata Şenyaşar: Edalet li ku ye nediyar e!
11:34 Bedel: Em ê destûr nedin ku ‘Peymana Şengale’ bikeve meriyetê
11:30 Malbatan ji bo Îmraliyê cardin serlêdan kirin
11:02 HDP’ê starta ‘Hevdîtinên Budçeyê’ li Agiriyê da
10:52 Li Iraqê ‘dengdana taybet’ dest pê kir
10:39 Tecrîda li Îmraliyê birin DMME'yê
10:28 Li Êlihê 2 kes hatin binçavkirin
10:26 Salih Muslim: Kurd bi ser ketin, Tirkiye bi tenê ma
09:53 Hesen, behsa pêwendiyên xwe yên bi Ocalan re kir: Gotinên wî yeko yeko rast derketin
09:27 Li Rihayê jinek hat qetilkirin
09:15 Dê 104 kes bi çalakiyên cur bi cur bên bibîranîn
09:06 Ji Meclîsa Çapemeniya Dîjîtal a Kurdistanê kampanyayeke mezin: Azadî ji bo Ocalan
09:06 Platforma Zimanê Kurdî: Divê her kes xwedî li zimanê xwe derkeve
09:06 'Tirkiye li Girê Spî û Serêkaniyê bi talankirin û revandinê tê zanîn'
09:06 Serokê AKP'a Mêrdînê nehişt derbarê xizmê wî de lêpirsîn bê destpêkirin!
09:06 Malbata Înan 5 meh in bê ceryan û av e
09:06 Polîsê kujer ê ku 4 kes kuştin li derve ye, malbat li benda edaletê ne
09:00 ROJEVA 8'Ê COTMEHA 2021'AN
07/10/2021
17:59 Li Şirnexê 26 kes hatin binçavkirin
16:18 Dadgehê ceza li derhêner Altay û Dîcle Anter birî
16:17 HDP’iyên ku PDK’ê ew binçav kiribûn hatin berdan
16:07 Di doza Hevşaredarên Pasûrê de kes girtî nema
16:04 Di lêpirsîna malbata Dîrîl de Apro Dîrîl careke din hat girtin
15:17 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li dozgeriyê dan
15:13 AATUHAY-DER: Wezareta Dadê sûc dike
15:07 Danişîna doza rojnamevan Kayar hat taloqkirin
15:06 Li Iraqê beriya hilbijartinan parlementoyê xwe fesix kir
14:24 Ji ber ku girtiya siyasî bû, ne hat muayenekirin
14:24 Kooperatîfa Kîbeleyê hevserokên xwe yên nû hilbijartin
13:52 Li Girtîgeha Kurkçulerê gardiyanan li girtiyan dan
13:46 Berdevka HDP'ê Gunay: Em ji bo çareseriya pirsgirêkan amade ne
13:15 Ciwanên HDP’î li dijî tiryakê li hev civiyan
12:28 Dixwest lawê xwe bibîne lê berî ku bibîne koça dawî kir
12:23 MGKP: Em bi pênûsa wêrek a Gurbetellî nivîsandinê bidomîn in
12:17 Li Egeyê bi ser malan de girtin: Dayika Aştiyê ya 70 salî di bin çavan de ye
12:09 Nûnerên HDP’ê yên li Hewlêrê hatin binçavkirin
12:07 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar berdewam dike
11:33 Piştî bombebarana Tirkiyeyê li Amediyê şewat derket
10:51 Salaz: Ger em Tirkmenan di operasyonan de bibînin, em ê şaş nemîn in
10:43 Li Mêrsînê kesek hat binçavkirin
10:40 Dolmîşa karkeran qeza kir: Kesek mir û 16 kes birîndar bûn
10:39 Şopa ku Ocalan di 66 rojan de li pey xwe hişt 23 sal in hêj winda nebûye
10:15 Li Girtîgeha Kirikkalê nêzî 100 girtî hatin sewqkirin
09:42 Operasyona li Bestayê dewam dike
09:35 Tevî temînata dan DMME'yê jî, dosya girtin
09:26 Polîsan berhevkarên kaxizan binçav kirin
09:05 'Bi sedan jin xwedî li pênûsa wêrek a Gûrbetelliyê derketin'
09:02 ‘Em ê bi kongreyê bibin bersiva zextên desthilatê’
09:02 Eyşe Efendî: Li Kobanê jinan bîr bi derziyan kolandin
09:02 Ji ber 'cezayên dîsîplînê' yên 10 sal berê berdana wî 6 salan hat taloqkirin
09:02 Îsal halê îsotê ne tu hal e!
09:02 Tûrhalli: Ya nelirêtî kir ne hevserokatî, qeyûm bi xwe ne
09:00 ROJEVA 7'Ê COTMEHA 2021'AN
06/10/2021
17:05 Jinên siyasetmedar ku Mûsa Orhan şermezar kiribûn hatin beraetkirin
16:17 Kesên ku xwe weke ‘polîs’ dan nasîn Savaş û Bariş revandin
16:03 Ciwanê HDP’yî: Polîsan xwest min bikin sîxur
15:41 Jinan ji bo mitînga Amedê dest bi amadekariyan kirin
15:41 Li Farqînê hejmara binçavkirinan derket 13’an
15:36 6 sal cezayê hefsê li siyasetvan Çûr hat birîn
15:09 Ji Girtîgeha Kirikkaleyê 80 girtî hatin sewqkirin
15:02 Xwediyê kar hevdîtinê qebûl kir, karkeran jî navbera da çalakiyê
14:53 Dozger 15 sal cezayê hefsê ji Hevseroka MEBYA-DER'ê re xwest
14:39 Li Wanê mamosteyekî 3 zarok tacîz kirin
14:38 Karkerên ku nanê xwe ji çopê derdixin: Desthilatdarî zilmê li me dike
13:42 Rêvebera MEBYA-DER’ê hat beraetkirin
13:10 Li Cizîrê 3 kes hatin binçavkirin
13:09 Tundiya zilam: Keça xwe ya 14 salî bi giranî birîndar kir
13:05 Derbarê Ferît Şenyaşar de lêpirsîna ‘Qesrê’ hat destpêkirin
12:50 Di Îlonê de 175 karkeran jiyana xwe ji dest dan
12:49 Dozger xwest faîlê tacîzê were beraetkirin
12:22 Di wesayîta Serokê AKP’ê de cixareyên qaçax û sîleh hatin girtin
12:21 Li Farqînê 5 kes hatin binçavkirin
11:54 Berxwedana 300 karkeran di roja 3’yemîn de ye
11:49 Li Enqereyê 3 ciwan hatin binçavkirin
11:01 Têkoşîn bi ser ket û pêşengên komployê jî tune bûn
10:20 ‘Avahiyên HDP’ê bidin ber keviran û konan vedin’
09:19 Hestên xwe bi keviran nexş dike
09:12 Bi bûyerên Kobanê HDP'ê hedef girtin: Hewl didin bigirin
09:05 'Pênûsa wêrek a Ersoz berpisiyariya nivîsîna heqîqetê daye ser milê me'
09:04 Miduriyeta daristanan nikare mudaxaleyî birîna daran bike!
09:03 Sînorê Kobanê nerehete!
09:00 ROJEVA 6'Ê COTMEHA 2021'AN
08:49 Li Stenbolê nêzî 200 karkerên kaxizan berhev dikin hatin binçavkirin