ŞIRNEX - Operasyona eskerî ya li herêma Bestayê destpêkiribû, dewam dike.
Li herêma Besta ya dikeve navbera Şirnex û Sêrtê de, di 5’ê Cotmehê de dest bi operasyona eskerî ya bi navê “Operasyona Besta Şirnex” hat kirin. Operasyona ku 2 hezar û 500 cerdevan, esker û tîmên teybet beşdar bûn, dewam dike. Li gorî agahiyên hatin girtin, li herêmê heya niha tu şer û pevçûn derneketiye.