'Tirkiye li Girê Spî û Serêkaniyê bi talankirin û revandinê tê zanîn'

  • rojane
  • 09:06 8 Cotmeh 2021
  • |
img

EYN ÎSA - Piştî ku Tirkiye ket bajarê Girê Spî û Serêkaniyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, her du bajêr êdî bi mirin, xespkirin, talankirin, revandina mirovan û rûxandinê tên bibîranîn. Hevseroka PYD'ê ya Herêma Firatê Berîvan Îsmaîl got: "Tirkiye li sînorên xwe ne mozaîka gelan, komên dînperest ên tundraw dixwaze." 

Tirkiye, di 9'ê Cotmeha 2019'an de tevî komên paramîlîter ku navê Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê li wan kiriye, ji hewayê û bejahiyê ve êriş birin ser bajarê Girê Spî û Serêkaniyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Ji roja ku qada hewayî hat vekirin û pêşî li ber Tirkiyeyê hat vekirin ku têkeve van her du bajaran heya niha, her du bi mirin, revandina mirovan, xespkirin, talankirin û rûxandinê dibin rojev. Her wiha Tirkiye û komên paramîlîter li van bajaran, gefê li herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî dixwin. 
 
Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) a Herêma Firatê Berîvan Îsmaîl, anî ziman ku Tirkiye li sînorên xwe ne gelan, komên selefî dixwaze. 
 
EFRÎN, SERÊKANİYÊ VE GİRÊ SPÎ
 
Îsmaîl, bibîr xist ku sala 2019'an ji bo gelên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî demeke zehmet bû û di vê demê de koçberî çêbûye û zilm hatiye kirin, lê di heman demê de gel û yekîneyên parastinê jî li ber xwe dane. Îsmaîl, bibîr xist ku cîhan li ber vê yekê xwe li bêdengiyê daniye, lê dê dev ji axa xwe bernedin û heta dawiyê bitêkoşin.
 
Îsmaîl ku ji Girê Spî ye, bibîr xist ku gava bajar ji dest DAIŞ'ê hatiye derxistin gel bi coşeke mezin vegeriyaye mala xwe. Îsmaîl, diyar kir ku lê paşê bajar bi êrîşên Tirkiyeyê re rû bi rû maye û got: "Tirkiye bi êrişên mezin û dijwar dixwest pergala heyî birûxîne. Li vir tenê kurd najîn. Ereb, ermenî û tirkmen jî hene. Tirkiye li sînorên xwe ne vê mozaîka gelan, komên dînperest ên tundraw dixwaze. Bi vî awayî bajarên me dagir kirin." 
 
GEL TERKA WARÊ XWE NEKIR
 
Îsmaîl, destnîşan kir ku gel bi hêviya ku dê rojekê vegerin mala xwe têdikoşin û wiha pêde çû: "Ji ber vê kesên li cem QSD'ê cih girtin, bûn hedefa Tirkiyeyê. Ji bo şikandina vê helwestê bi dehan malbat qetil kirin. Bi taybetî jî malbatên ereb. Dixwazin wan ji ve qut bikin. Lê belê gel, girêdayî axa xwe ye. Mesela bi mehan e Eyn Îsayê bombebaran dikin, lê gel terka warê xwe nekir. Armanceke wan a sereke jî, gelan bera hev bidin." 
 
ÊRIŞÎ JINAN DIKIN
 
Îsmaîl, anî ziman ku Tirkiye ji bo ku vê pergalê bişikîne êrişine biplan û dorfireh dike. Îsmaîl, destnîşan kir ku pergala ku ava kirine, bi pêşengiya jinê hatiye avakirin û Tirkiye dixwaze vê pergalê birûxîne û gava êrişa 9'ê Cotmehê dest pê kir ewilî jin ji xwe re kirin hedef. Îsmaîl, diyar kir ku mînaka vê ya herî berbiçav qetilkirina Hevrîn Xelefê ye û di şexsê Xelefê de hemû jin hedef hatine girtin û hatiye xwestin pergala wan bê rûxandin. Îsmaîl, bilêv kir ku wan ev yek dîtiye û xeta xwe ya berxwedanê xurtir kirine. 
 
HER KES XWE LI BÊDENGIYÊ DATÎNE
 
Îsmaîl, da zanîn ku êriş hê jî didomin û axaftina xwe wiha domand: "Çawa gava ku Tirkiye êriş bir ser Girê Spî û Serêkaniyê her kes xwe li bêdengiyê danî, niha jî ji bo êrişên li ser Til Temir û Eyn Îsayê xwe li bêdengiyê datînin. Li herêmê hêzên Rûsya û rejîma Sûriyeyê hene, lê deng ji wan çênabe. Ê ku Sûriyeyê xist vî halî Tirkiye ye, lê li hemberî vê tu refleks tune ne. Rûsya jî li ser vî asasî tevdigere. Ev dewlet li herêmê, xwedî roleke rûxîner in. Ji bo tu pirsgirêkê jî nebûne çare. Tew piraniya êrişên li ser me bi destên wan tên kirin." 
 
'EM Ê PERGALA XWE BIPARÊZIN'
 
Îsmaîl ji bo bajarên di bin kontrola Tirkiyeyê de jî anî ziman ku Tirkiye hewl dide demografiya herêmê biguherîne û axaftina xwe bi vî awayî bi dawî kir: "Niha demografiya deverên hatine dagirkirin tê guherandin. Li Girê Spî jî, perwerdehiya tirkî tê dayîn, bi darê zorê. Ên li gor pergala wan tevnagerin, wan bi mirin û îşkenceyê terbiye dikin. Ê ku vê dike dewlet tirk bi xwe ye. Mirovên li wir van pêkanînan qebûl nakin. Li hemberî Tirkiyeyê çalakiyên protestoyî li dar dixin. Gotin, 'em dewleta tirk naxwazin.' Çendî nahêlin raya giştî bi van tiştan bihesin jî, lê tiştên diqewimin ev in. Pêwendiya me ya bi gelên din re û pergala ku me ava kiriye, ji bo me modelek nû ye. Em ê ji bo lêgerîna wan a ji bo jiyana azad têkoşîna xwe mezintir bikin." 
 
MA / Nazim Daştan 

Sernavên din

09/10/2021
09:00 ROJEVA 9'Ê COTMEHA 2021'AN
08/10/2021
21:45 Kampanyaya #FreedomForOcalanNow
18:24 Li wênegir Mehmet Ozer cezayê hefsê hat birîn
16:10 Doza ‘pergala hevserokatiyê’ hat taloqkirin
16:02 Di doza Leyla Aydemîr de hemû bersûcan beraet kir
15:59 Qurbaniyên Komkujiya Enqereyê li Stenbolê hatin bibîranîn
15:39 108 saziyan pişgirî da 300 karkeran
15:25 DEDAŞ’ê bi maşîneyên zirxî bi ser gundan de girt
15:11 Berpirsa Kovara Yuruyuşê Ersoy 28 roj in greva birçîbûnê de ye
14:55 Parêzeran daxwaza cihêkirina dosyeyên Gezî û çArşi kirin
14:36 OHD’ê ji ber sûcê cihekariyê giliyê Feyzîoglû kir
14:35 HDP’ê bi bêkaran re civiya: AKP’ê xelkê perîşan û birçî kiriye
14:31 Dayika Aştiyê ya tedawiya penceşêrê dibîne, 2 roj in di bin çavan de ye
13:48 Şandeya HDP’ê li Agiriyê got: Ne budçeya Qesrê, budçeya gel û demokratîk
13:47 Danişîna parêzera Ocalan Ûysal hat dîtin
13:08 NÇM’ê banga beşdariya şahiya salvegera 30’yemîn kir
13:03 Hevserokê HDP’ê yê Pirsûsê ku cezayê wî hatibû erêkirin hat girtin
11:48 Malbata Şenyaşar: Edalet li ku ye nediyar e!
11:34 Bedel: Em ê destûr nedin ku ‘Peymana Şengale’ bikeve meriyetê
11:30 Malbatan ji bo Îmraliyê cardin serlêdan kirin
11:02 HDP’ê starta ‘Hevdîtinên Budçeyê’ li Agiriyê da
10:52 Li Iraqê ‘dengdana taybet’ dest pê kir
10:39 Tecrîda li Îmraliyê birin DMME'yê
10:28 Li Êlihê 2 kes hatin binçavkirin
10:26 Salih Muslim: Kurd bi ser ketin, Tirkiye bi tenê ma
09:53 Hesen, behsa pêwendiyên xwe yên bi Ocalan re kir: Gotinên wî yeko yeko rast derketin
09:27 Li Rihayê jinek hat qetilkirin
09:15 Dê 104 kes bi çalakiyên cur bi cur bên bibîranîn
09:06 Ji Meclîsa Çapemeniya Dîjîtal a Kurdistanê kampanyayeke mezin: Azadî ji bo Ocalan
09:06 Platforma Zimanê Kurdî: Divê her kes xwedî li zimanê xwe derkeve
09:06 'Tirkiye li Girê Spî û Serêkaniyê bi talankirin û revandinê tê zanîn'
09:06 Serokê AKP'a Mêrdînê nehişt derbarê xizmê wî de lêpirsîn bê destpêkirin!
09:06 Malbata Înan 5 meh in bê ceryan û av e
09:06 Polîsê kujer ê ku 4 kes kuştin li derve ye, malbat li benda edaletê ne
09:00 ROJEVA 8'Ê COTMEHA 2021'AN
07/10/2021
17:59 Li Şirnexê 26 kes hatin binçavkirin
16:18 Dadgehê ceza li derhêner Altay û Dîcle Anter birî
16:17 HDP’iyên ku PDK’ê ew binçav kiribûn hatin berdan
16:07 Di doza Hevşaredarên Pasûrê de kes girtî nema
16:04 Di lêpirsîna malbata Dîrîl de Apro Dîrîl careke din hat girtin
15:17 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li dozgeriyê dan
15:13 AATUHAY-DER: Wezareta Dadê sûc dike
15:07 Danişîna doza rojnamevan Kayar hat taloqkirin
15:06 Li Iraqê beriya hilbijartinan parlementoyê xwe fesix kir
14:24 Ji ber ku girtiya siyasî bû, ne hat muayenekirin
14:24 Kooperatîfa Kîbeleyê hevserokên xwe yên nû hilbijartin
13:52 Li Girtîgeha Kurkçulerê gardiyanan li girtiyan dan
13:46 Berdevka HDP'ê Gunay: Em ji bo çareseriya pirsgirêkan amade ne
13:15 Ciwanên HDP’î li dijî tiryakê li hev civiyan
12:28 Dixwest lawê xwe bibîne lê berî ku bibîne koça dawî kir
12:23 MGKP: Em bi pênûsa wêrek a Gurbetellî nivîsandinê bidomîn in
12:17 Li Egeyê bi ser malan de girtin: Dayika Aştiyê ya 70 salî di bin çavan de ye
12:09 Nûnerên HDP’ê yên li Hewlêrê hatin binçavkirin
12:07 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar berdewam dike
11:33 Piştî bombebarana Tirkiyeyê li Amediyê şewat derket
10:51 Salaz: Ger em Tirkmenan di operasyonan de bibînin, em ê şaş nemîn in
10:43 Li Mêrsînê kesek hat binçavkirin
10:40 Dolmîşa karkeran qeza kir: Kesek mir û 16 kes birîndar bûn
10:39 Şopa ku Ocalan di 66 rojan de li pey xwe hişt 23 sal in hêj winda nebûye
10:15 Li Girtîgeha Kirikkalê nêzî 100 girtî hatin sewqkirin
09:42 Operasyona li Bestayê dewam dike
09:35 Tevî temînata dan DMME'yê jî, dosya girtin
09:26 Polîsan berhevkarên kaxizan binçav kirin
09:05 'Bi sedan jin xwedî li pênûsa wêrek a Gûrbetelliyê derketin'
09:02 ‘Em ê bi kongreyê bibin bersiva zextên desthilatê’
09:02 Eyşe Efendî: Li Kobanê jinan bîr bi derziyan kolandin
09:02 Ji ber 'cezayên dîsîplînê' yên 10 sal berê berdana wî 6 salan hat taloqkirin
09:02 Îsal halê îsotê ne tu hal e!
09:02 Tûrhalli: Ya nelirêtî kir ne hevserokatî, qeyûm bi xwe ne
09:00 ROJEVA 7'Ê COTMEHA 2021'AN
06/10/2021
17:05 Jinên siyasetmedar ku Mûsa Orhan şermezar kiribûn hatin beraetkirin
16:17 Kesên ku xwe weke ‘polîs’ dan nasîn Savaş û Bariş revandin
16:03 Ciwanê HDP’yî: Polîsan xwest min bikin sîxur
15:41 Jinan ji bo mitînga Amedê dest bi amadekariyan kirin
15:41 Li Farqînê hejmara binçavkirinan derket 13’an
15:36 6 sal cezayê hefsê li siyasetvan Çûr hat birîn
15:09 Ji Girtîgeha Kirikkaleyê 80 girtî hatin sewqkirin
15:02 Xwediyê kar hevdîtinê qebûl kir, karkeran jî navbera da çalakiyê
14:53 Dozger 15 sal cezayê hefsê ji Hevseroka MEBYA-DER'ê re xwest
14:39 Li Wanê mamosteyekî 3 zarok tacîz kirin
14:38 Karkerên ku nanê xwe ji çopê derdixin: Desthilatdarî zilmê li me dike
13:42 Rêvebera MEBYA-DER’ê hat beraetkirin
13:10 Li Cizîrê 3 kes hatin binçavkirin
13:09 Tundiya zilam: Keça xwe ya 14 salî bi giranî birîndar kir
13:05 Derbarê Ferît Şenyaşar de lêpirsîna ‘Qesrê’ hat destpêkirin
12:50 Di Îlonê de 175 karkeran jiyana xwe ji dest dan
12:49 Dozger xwest faîlê tacîzê were beraetkirin
12:22 Di wesayîta Serokê AKP’ê de cixareyên qaçax û sîleh hatin girtin
12:21 Li Farqînê 5 kes hatin binçavkirin
11:54 Berxwedana 300 karkeran di roja 3’yemîn de ye
11:49 Li Enqereyê 3 ciwan hatin binçavkirin
11:01 Têkoşîn bi ser ket û pêşengên komployê jî tune bûn
10:20 ‘Avahiyên HDP’ê bidin ber keviran û konan vedin’
09:19 Hestên xwe bi keviran nexş dike
09:12 Bi bûyerên Kobanê HDP'ê hedef girtin: Hewl didin bigirin
09:05 'Pênûsa wêrek a Ersoz berpisiyariya nivîsîna heqîqetê daye ser milê me'
09:04 Miduriyeta daristanan nikare mudaxaleyî birîna daran bike!
09:03 Sînorê Kobanê nerehete!
09:00 ROJEVA 6'Ê COTMEHA 2021'AN
08:49 Li Stenbolê nêzî 200 karkerên kaxizan berhev dikin hatin binçavkirin