Dê 104 kes bi çalakiyên cur bi cur bên bibîranîn

  • rojane
  • 09:15 8 Cotmeh 2021
  • |
img

ENQERE - 104 kesên di Komkujiya Gara Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan dê bi çalakiyên cur bi cur bên bibîranîn. Dê çûkên ji bo hemû kesên jiyana xwe ji dest dan hatine xêzkirin di "Pêşangeha Baskên Ber Bi Aştiyê Ve Difirin" bên pêşandan. 

Di ser Komkujiya Gara Enqereyê ku ji aliyê DAIŞ'ê ve pêk hat, 6 sal derbas bûn. Dê îsal jî kesên di Komkujiya Gara Enqereyê de ku DAIŞ'ê di 10'ê Cotmeha 2015'an de pêk anîbû, jiyana xwe ji dest dan bi çalakiyên cur bi cur bên bibîranîn. Di çaçroveya bibîanînê de dê di 9'ê Cotmehê de li Navenda Hunerên Hevçerx a Çankayaya Enqereyê ji xeyn, panela têkoşîna ji bo hiqûqê û polîtîkaya bêcezatiyê, "Pêşangeha Baskên Ber Bi Aştiyê Ve Difirin" û "Rawestgeha Aştiyê ya 10'ê Cotmehê" bên pêşandan. 
 
Di pêşangehê de dê çûkên ku yeko yeko ji bo 104 kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane hatin xêzkirin bên pêşandan. Ji xeynî vê dê "Rawestgeha Aştiyê ya 10'ê Cotmehê" ku ji qulingê hatiye çêkirin jî bê pêşandan. Hatîce Kapûsûz ku jiyana kesên jiyana xwe ji dest dane bi xêz kiriye, anî ziman ku di meha Çileyê de dest bi vê xebatê kiriye. 
 
JI BO 30 JINAN 30 SÎMIRÊN CUDA
 
Kapûsûsz, anî ziman ku pêşî çîrok û portreya hemû kesan xwendiye û aşê dest bi xêzên xwe kiriye û ji bo jinan çûka Sîmirê ku di kurdî û farisî de tê wateya sî (30) tercîh kiriye. Kapûsûz got: "Lewma min jin û Sîmir kirin yek û min 30 Sîmirên cuda xêz kirin. Ev çûk, ji xweliya xwe ve xwe ji nû ve diafirîne. Ev taybetiyeke jinan e jî. Lewma min ji bo Dîcle Delî, Dîlan û jinên jiyana xwe ji dest dan yeko yeko Sîmir xêz kirin. Min xwest Meryem Bûlût, Dayika Aştiyê, hebikekî cuda xêz bikim. Min wê wekî Çûka Tawisê xêz kir. Ji bo Veysel çûkeke biçûk heye ku mçşan zevt dike. Min ew li ser şaxekê xêz kiriye. Min ji bo Îsmaîl Kizilçay, kardînalek sor xêz kir." 
 
 Kapûsûz ku got "min portreya mirovên ku ew nas nekirin xêz kir" û wiha domand: "Min mirovên ku di komkujiyê de nas nekirin, lê min hez ji wan kir û bi wan re bûm dost. Derbarê xeyal, serpêhatiya nebûn, xizanî, koçberî û girtîbûnê ya her kesî de fikirek min heye." 
 
'ME XWEST EM AVEKÊ LI ÊŞAN BIKIN'
 
Kapûsûz sedema tercîha xwe ku çima çûk bijartine jî wiha bilêv kir: "Çûk, candarine cansivik, azad in. Ev yek jî mirov baş dike. Xemek me hebû ku kêliyekê be jî em avekê li êşa van mirovan bikin. Lewma xwedî bandoreke muferih e, lê ji aliyekî ve jî xwedî bandoreke dilşewat e. Carinan bi min zehmet dihat, gava difikirîm û min xêz dikir. Wan kêliyan ez disekinîm. Gava tu xwe bi kes re dikî yek û xwe bera nav çîroka wî/ê didî, car heye dilê meriv ditengije. Hêvîdar im kêliyekê be jî dê avekê li êşa malbatan bike. Gava li ser malbatan hûr dibûm, ev yk ji bo min dibû motîvasyon û hîn bêtir li ser xêzkirinê hûr dibûm." 
 
HEZAR QULING
 
Kapûsûz, anî ziman ku di 6'emîn salvegera komkujiyê de bi daxwaza "aştiyê" hezar quling çêkirine bi kaxezên rengîn û got: "Li gor bîr û baweriya japonana, gava hûn bi mirazekê hezar qulingî çêbikin, ew miraz pêk tê. Me ev bawerî ji xwe re kir armanc û hezar quling çêkirin." 
 
AŞTÎ
 
Kapûsûz, da zanîn ku ji xeynî vê xebateke kollektîîf a betaniyê çêkirine û got: "Dê betaniya ku navê 104 kesan li ser re jî bê pêşandan. Ev betaniyeke ku keda gelek kesan tê de heye."
 
Kapûsûz, destnîşan kir ku dê têkoşîna wan a ji bo aştiyê bidome û axaftina xwe bi vê gotinê bi dawî kir: "Em ê bi inyad bibêjin aştî." 
 
RAWESTGEHA AŞTIYÊ YA 10'Ê COTMEHÊ
 
Asli Çinar jî "Rawestgeha Aştiyê ya 10'ê Cotmehê" amade kiriye. Ev xebat ji hezar qulingî pêk tê. Çinar derbarê vê xebatê de ev tişt gotin: "Ji ber ku quling temsîla mirazê ye, diviyabû an bi awayekî giştî bifirin an jî bisekinin. Paşê ristek Heyyam hat bîra min; ewr derbas bûn, hêsir man li ser çîmenê. Lewma min ewilî ewrek çêkir. Di bin wê de quling hene û min kursiyeke textîn danî ser xaliya ji çîmenê hatiye çêkirin. Ê li ser wê çîmenê û kursiyê rûniştî em in." 
 
Çinar, diyar kir ku bi kesê li ser kursiyê xwestiye hêsirên çavan sembolîze bike û got: "Ji ber hindê min navê rawestgeha aştiyê lê kir. Ji lew re ên tim li wê rawestgehê disekinin em in."
 
 
 

Sernavên din

09/10/2021
09:00 ROJEVA 9'Ê COTMEHA 2021'AN
08/10/2021
21:45 Kampanyaya #FreedomForOcalanNow
18:24 Li wênegir Mehmet Ozer cezayê hefsê hat birîn
16:10 Doza ‘pergala hevserokatiyê’ hat taloqkirin
16:02 Di doza Leyla Aydemîr de hemû bersûcan beraet kir
15:59 Qurbaniyên Komkujiya Enqereyê li Stenbolê hatin bibîranîn
15:39 108 saziyan pişgirî da 300 karkeran
15:25 DEDAŞ’ê bi maşîneyên zirxî bi ser gundan de girt
15:11 Berpirsa Kovara Yuruyuşê Ersoy 28 roj in greva birçîbûnê de ye
14:55 Parêzeran daxwaza cihêkirina dosyeyên Gezî û çArşi kirin
14:36 OHD’ê ji ber sûcê cihekariyê giliyê Feyzîoglû kir
14:35 HDP’ê bi bêkaran re civiya: AKP’ê xelkê perîşan û birçî kiriye
14:31 Dayika Aştiyê ya tedawiya penceşêrê dibîne, 2 roj in di bin çavan de ye
13:48 Şandeya HDP’ê li Agiriyê got: Ne budçeya Qesrê, budçeya gel û demokratîk
13:47 Danişîna parêzera Ocalan Ûysal hat dîtin
13:08 NÇM’ê banga beşdariya şahiya salvegera 30’yemîn kir
13:03 Hevserokê HDP’ê yê Pirsûsê ku cezayê wî hatibû erêkirin hat girtin
11:48 Malbata Şenyaşar: Edalet li ku ye nediyar e!
11:34 Bedel: Em ê destûr nedin ku ‘Peymana Şengale’ bikeve meriyetê
11:30 Malbatan ji bo Îmraliyê cardin serlêdan kirin
11:02 HDP’ê starta ‘Hevdîtinên Budçeyê’ li Agiriyê da
10:52 Li Iraqê ‘dengdana taybet’ dest pê kir
10:39 Tecrîda li Îmraliyê birin DMME'yê
10:28 Li Êlihê 2 kes hatin binçavkirin
10:26 Salih Muslim: Kurd bi ser ketin, Tirkiye bi tenê ma
09:53 Hesen, behsa pêwendiyên xwe yên bi Ocalan re kir: Gotinên wî yeko yeko rast derketin
09:27 Li Rihayê jinek hat qetilkirin
09:15 Dê 104 kes bi çalakiyên cur bi cur bên bibîranîn
09:06 Ji Meclîsa Çapemeniya Dîjîtal a Kurdistanê kampanyayeke mezin: Azadî ji bo Ocalan
09:06 Platforma Zimanê Kurdî: Divê her kes xwedî li zimanê xwe derkeve
09:06 'Tirkiye li Girê Spî û Serêkaniyê bi talankirin û revandinê tê zanîn'
09:06 Serokê AKP'a Mêrdînê nehişt derbarê xizmê wî de lêpirsîn bê destpêkirin!
09:06 Malbata Înan 5 meh in bê ceryan û av e
09:06 Polîsê kujer ê ku 4 kes kuştin li derve ye, malbat li benda edaletê ne
09:00 ROJEVA 8'Ê COTMEHA 2021'AN
07/10/2021
17:59 Li Şirnexê 26 kes hatin binçavkirin
16:18 Dadgehê ceza li derhêner Altay û Dîcle Anter birî
16:17 HDP’iyên ku PDK’ê ew binçav kiribûn hatin berdan
16:07 Di doza Hevşaredarên Pasûrê de kes girtî nema
16:04 Di lêpirsîna malbata Dîrîl de Apro Dîrîl careke din hat girtin
15:17 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li dozgeriyê dan
15:13 AATUHAY-DER: Wezareta Dadê sûc dike
15:07 Danişîna doza rojnamevan Kayar hat taloqkirin
15:06 Li Iraqê beriya hilbijartinan parlementoyê xwe fesix kir
14:24 Ji ber ku girtiya siyasî bû, ne hat muayenekirin
14:24 Kooperatîfa Kîbeleyê hevserokên xwe yên nû hilbijartin
13:52 Li Girtîgeha Kurkçulerê gardiyanan li girtiyan dan
13:46 Berdevka HDP'ê Gunay: Em ji bo çareseriya pirsgirêkan amade ne
13:15 Ciwanên HDP’î li dijî tiryakê li hev civiyan
12:28 Dixwest lawê xwe bibîne lê berî ku bibîne koça dawî kir
12:23 MGKP: Em bi pênûsa wêrek a Gurbetellî nivîsandinê bidomîn in
12:17 Li Egeyê bi ser malan de girtin: Dayika Aştiyê ya 70 salî di bin çavan de ye
12:09 Nûnerên HDP’ê yên li Hewlêrê hatin binçavkirin
12:07 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar berdewam dike
11:33 Piştî bombebarana Tirkiyeyê li Amediyê şewat derket
10:51 Salaz: Ger em Tirkmenan di operasyonan de bibînin, em ê şaş nemîn in
10:43 Li Mêrsînê kesek hat binçavkirin
10:40 Dolmîşa karkeran qeza kir: Kesek mir û 16 kes birîndar bûn
10:39 Şopa ku Ocalan di 66 rojan de li pey xwe hişt 23 sal in hêj winda nebûye
10:15 Li Girtîgeha Kirikkalê nêzî 100 girtî hatin sewqkirin
09:42 Operasyona li Bestayê dewam dike
09:35 Tevî temînata dan DMME'yê jî, dosya girtin
09:26 Polîsan berhevkarên kaxizan binçav kirin
09:05 'Bi sedan jin xwedî li pênûsa wêrek a Gûrbetelliyê derketin'
09:02 ‘Em ê bi kongreyê bibin bersiva zextên desthilatê’
09:02 Eyşe Efendî: Li Kobanê jinan bîr bi derziyan kolandin
09:02 Ji ber 'cezayên dîsîplînê' yên 10 sal berê berdana wî 6 salan hat taloqkirin
09:02 Îsal halê îsotê ne tu hal e!
09:02 Tûrhalli: Ya nelirêtî kir ne hevserokatî, qeyûm bi xwe ne
09:00 ROJEVA 7'Ê COTMEHA 2021'AN
06/10/2021
17:05 Jinên siyasetmedar ku Mûsa Orhan şermezar kiribûn hatin beraetkirin
16:17 Kesên ku xwe weke ‘polîs’ dan nasîn Savaş û Bariş revandin
16:03 Ciwanê HDP’yî: Polîsan xwest min bikin sîxur
15:41 Jinan ji bo mitînga Amedê dest bi amadekariyan kirin
15:41 Li Farqînê hejmara binçavkirinan derket 13’an
15:36 6 sal cezayê hefsê li siyasetvan Çûr hat birîn
15:09 Ji Girtîgeha Kirikkaleyê 80 girtî hatin sewqkirin
15:02 Xwediyê kar hevdîtinê qebûl kir, karkeran jî navbera da çalakiyê
14:53 Dozger 15 sal cezayê hefsê ji Hevseroka MEBYA-DER'ê re xwest
14:39 Li Wanê mamosteyekî 3 zarok tacîz kirin
14:38 Karkerên ku nanê xwe ji çopê derdixin: Desthilatdarî zilmê li me dike
13:42 Rêvebera MEBYA-DER’ê hat beraetkirin
13:10 Li Cizîrê 3 kes hatin binçavkirin
13:09 Tundiya zilam: Keça xwe ya 14 salî bi giranî birîndar kir
13:05 Derbarê Ferît Şenyaşar de lêpirsîna ‘Qesrê’ hat destpêkirin
12:50 Di Îlonê de 175 karkeran jiyana xwe ji dest dan
12:49 Dozger xwest faîlê tacîzê were beraetkirin
12:22 Di wesayîta Serokê AKP’ê de cixareyên qaçax û sîleh hatin girtin
12:21 Li Farqînê 5 kes hatin binçavkirin
11:54 Berxwedana 300 karkeran di roja 3’yemîn de ye
11:49 Li Enqereyê 3 ciwan hatin binçavkirin
11:01 Têkoşîn bi ser ket û pêşengên komployê jî tune bûn
10:20 ‘Avahiyên HDP’ê bidin ber keviran û konan vedin’
09:19 Hestên xwe bi keviran nexş dike
09:12 Bi bûyerên Kobanê HDP'ê hedef girtin: Hewl didin bigirin
09:05 'Pênûsa wêrek a Ersoz berpisiyariya nivîsîna heqîqetê daye ser milê me'
09:04 Miduriyeta daristanan nikare mudaxaleyî birîna daran bike!
09:03 Sînorê Kobanê nerehete!
09:00 ROJEVA 6'Ê COTMEHA 2021'AN
08:49 Li Stenbolê nêzî 200 karkerên kaxizan berhev dikin hatin binçavkirin