Bedel: Em ê destûr nedin ku ‘Peymana Şengale’ bikeve meriyetê

  • rojane
  • 11:34 8 Cotmeh 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN -  Hevserok Merwan Bedel, di rasthatina “Peymana Şengalê di navbera Bexda û Hewlerê de hatiye îmzekirin got: “Em weke êzidî vî mafî nadin tu kesî. Armanca wan ew bû ku hêzên Êzidiyan bi taybet jî YBŞ, YJŞ û Asayişa Êzidxan dersînorî Şengalê bikin û di Şengalê de rêxistinên siyasî, civakî tune bikin. Bi vê konseptê PDK dixwaze xwe weke 2014'an li Şengalê bi cih bike.”  

Di 9'ê Cotmeha 2020'an de di navbera Iraqê û hikumeta Herêma Kurdistana Federe de “Peymana Şengalê” hat îmzekirin. Piştî ku ew peyman hat imzekirin hikûmeta Iraqê û PDK'ê gelek caran xwest ku Şengalê bixin bin kontrola xwe. Lê hewledana destwerdana Şengalê her tim bi berxwedana civaka Êzidî têk çû. Di heman demê de ji bo pêkanîna vê wê peymanê jî Amerîka û Tirkiye ketin nava hewledanan û heta dawiyê piştgirî dan Bexda û Hewlêrê. 
 
Dema ku di 3’yê Tebaxa  sala 2014'an de DAIŞ'ê êrişî Şengalê kir, hêzên çekdar ên PDK'ê Şengal terk kirin. Di komkujiya li dijî Şengalê de bi hezaran Êzidi hatin kuştin û bi hezaran jin û zarok hatin revandin û li bazaran hatin firotin. Tê gotin hin jî bi hezaran jin û zarokên êzidî winda ne. Endamên HPG’ê bi komek hindik xwe gihandin hawara êzidiyan û li Çiyayê Şengalê ketin tevgerê û pêşî li komkujiyên DAIŞ’ê girtin. Bi piştevaniya HPG’ê û YPG-YPJ’ê, DAIŞ têkçû û Şengal azad kirin. Civaka êzidî di nava van 7 salên derbasbûyî de, bi pergala xwe rêveberinê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) ava kirin. Di nava vê pergalê de, ji hêza parastinê bigire heya dîplomasiyê ji şêwaza rêveberiyê û heya aboriyê de, Şengal bi pergaleke demokratîk û parastî hat rêvebirin. Li gel vê civaka Êzidî hêzên Yêkiniyên Berxwedana Şengal (YBŞ) û Yêkiniyên Jinên Şengal (YJŞ) ava kir. Piştî ku rêveberiya xweser li Şengalê hat avakirin, ji aliyê Tirkiyeyê ve wekî hedef hat nîşandin. Lê li tevî hemû êrişên hevkar jî Êzidiyan dev ji rêveberiya xwe ya xweser berneda û jin, dayik û zarok mil dan milê hev bi hev re têkoşiyan. Ji bo tunekirina vê pergala demokratîk Hewlêr û Bexdayê di 9'ê Cotmeha sala 2020'an de xwest ku bi îmzekirina peymaneke bêyî vîna Êzidiyan bikeve Şengalê. Lê di her hewlêdanên ketina Şengalê de bi berxwedana civaka Êzidî re rûbirû man û xwe paş ve kişandin. 
 
 Hevserokê Meclîsa Demokratîk ya Şengalê Merwan Bedel, derbarê berxwedana Êzidiyan, bi vê “Peymana Şengalê” hewledanên Bexda û Hewlerê yên destwerdana li ser Şengalê ji Ajansa Mezopotamya (MA) re nirxand. 
 
'ARMANC EW E KU ŞENGAL BÊPARASTIN BIMÎNE’ 
 
Hevserok Merwan Bedel, “Peymana 9'ê Cotmehê” y ku di navbera Bexda û Hewlerê de pêk hat bi bîr xist û wiha got: “Armaca wê peymanê bêstatû hiştina civaka Êzidî ye. Armanca peymanê ew e ku hêzên Êzidiyan ji civaka Êzidiyan dûr bikin û çiyayê Şengal bêparastin were hiştin. Di sala 2014'an de dema ku PDK'ê Şengal berda û reviya, di peşmergeyê wan de hilweşandinek çêbû. Hêzeke ku weke DAIŞ'ê ku her kesî li hemberî wan şer dikir, PDK'ê şer nekir û Êzidî bêparastin hiştin. Di sala 2013'an de hikûmeta Iraqê jî li hemberî civaka Êzidî bi berpirsyarî tevnegeriya û Şengal di însîyatîfa PDK'ê de hiştin. Heta di sala 2014'an de Şengal di bin desthilatdariya PDK'ê de bû. Pişt re pêşmerge çûn û DAIŞ hat û civaka Êzidî bi qirkirinekî re rûbirû hiştin. Lê li xelkê li gel berxwedana PKK'ê, YBŞ'ê û YJŞ'ê çek rakirin û li ber xwe dan. Pişt re Şengalê xwe bi rêxistin kir û di nava civakê de îradeyek ava bû. Armanca vê tifaqa di nav PDK'ê û Bexdayê de Êzidî bêparastin hiştin e. Heke erkên xwe yên berpirsyartî pêkneanîne û hesab ji wan kesên ku bûne sedemê qirkirinê neyê pirsîn û Şengal sedî 90'î bibe endamên PDK'ê û dîsa Şengal bi qirkirinekî re bê hiştin. Agahiya civaka Êzidî çiqas jê heye nizanim, lê em dizanin di vê peymanê de piştgiriya Tirkiyeyê û rola Amerîkayê jî heye. Ev jî ji bo ku berjewendiyên xwe biparêzin hêzeke xwe ya biçûk di axa Iraqê de bi cih dikin." 
 
'DI 9'Ê COTMEHÊ DE ÎMZE KIRINA PEYMANÊ BALKÊŞ E' 
 
Bedel, anî ziman ku ew ê bi tu awayî îmzekirina peymaneke bêyî vîna civaka Êzidî nepejirînin û wiha domand: "Peymana 9'ê cotmehê ji aliyê gelek dewletan ve hate pîrozkirin. Lê Êzidiyan rê ne da ku careke din desthilatdariya PDK'ê li ser Şengalê ava bibe. Hebûna wan a li ser Êzidiyan xetereye. Ji ber wê pêkanîna vê peymanê tê wateya pêkanîna qirkirinê. Di heman demê de di rojek wek 9'ê Cotmehê de îmzekirina vê peymanê gelek girîng e. Bi taybetî jî di 9'ê Cotmehê de ku komploya li ser birêz Ocalan hatiye destpêkirin de îmzekirina vê peymanê balkêş bû. Ji ber wê yekê kengî ku ev peymane hat îmzekirin Şengaliyan xeterî dît û daketin kolanan û ev tifaq red kirin. Muxatabê çareserkirina pirsgirîkên Şengalê ne Hewlêre. Dibe ku weke beşeke Kurdistanê Hewlêr xwe berpirsyar bibîne, em vî tiştî red nakin. Lê heta niha Hewlêrê li hemberî civaka Êzidî  berpirsyartiya xwe pêk ne aniye. Bêyî agahiya Êzidiyan îmzekirina vê peymanê tu carî wê neyê qebûlkirin."
 
'PLANÊN KU NEHATINE NIVÎSANDIN HENE' 
 
Bedel, da zanîn ku bi Hewlêr û Bexda dixwazin bi vê Êzidiyan bê parastin bihêlin û got: "Xalên ku di peymanê de cih digirin li dijî civaka Êzidî ne. Ji ber wê ne tenê em tu Êzidiyek nehate daxwaz kirin û tu Êzidiyek di dema ku ev peymane hatiye îmzekirin amade nebû. Li ser ragihandina xwe dibêje divê ev peymane pêk bê. Xeberê wan bi xwe jî ji vê nîqaşê tune bû. Lê dîsa jî weke bêîrade ser tewandin e, PDK çi bike wê her bibêjin, PDK, Êzidiyan bikuje jî û bifiroşe jî dê bibêjin mafê wan e. Lê em weke Êzidî vî mafî nadin tu kesî. Armanca wan ew bû ku  hêzên Êzidiyan bi taybet jî YBŞ, YJŞ û Asayişa Êzidxan dersînorî Şengal bikin û di Şengalê de  rêxistinên siyasî, civakî tune bikin. Bi vê konseptê PKD dixwaze weke 2014'an de xwe di Şengalê de bi cih bike. Di heman demê de, di vê peymanê de planên ku nehatine nivîsandin hene." 
 
'MAFÊ TU KESÎ TUNE YE LI SER ME PLANAN BIKE' 
 
Merwan Bedel, anî ziman ku kes nikare weke berê li ser vîna Êzidiyan biryar bide û wiha domand: “Derfetên pêkanînên vê peymanê di Şengalê de tune ne. Çimkî armanc guhertina demogafiya Şengalê ye û îradeya Şengalê ya siyasî teslîmî hin kesan kirine. Hêzên dijberî Êzidiyan çalak kirine. Ji ber wê em maf nadin tu kesî ku tifaqeke wiha li ser me bike. Lê heger pêk bînin jî em ê singê xwe venekin û ew ê li hemberî xwe îradeyeke bi hêz bibînin. Ji bo çareserkirina pirsgirêka Şengalê divê Netewên Yekbûyî (NY) saziyên mafê mirovan, Bexda û Hewlêr jî îradeya Êzidiyan esas bigirin. Xaka Êzidiyan bêyî îradeya Êzidiyan nedin destan. Heger ev esas hatin girtin wê hingê pirsgirêka Şengalê bê çareserkirin. Lê bi rêbazê xwe weke xwediyê Şengalê ditin nayê çareserkirin. Di sala 2014'an de xwediyeke Şengalê nebû û kê bixwesta dikirî û kê bixwesta ji xwe re difirot. Lê Şengal êdî ne bi wî awayî ye. Şengal a zarokên Êzidxanê ye. Bedelê wê çi be bila bibe, zarokên Êzîdxan bi xwîna xwe axa xwe av dane û teslîmbûnê qebûl nekirine."
 
'ŞENGAL JI HEWLÊR Û BEXDA ARAMTIR E'
 
Bedel, da zanîn ku aramiya ku li Şengalê heye li tu deverên Başûrên Kurdistanê û Iraqê tune ye û wiha pêde çû: “Şengal ji herêma Başûrê Kurdistanê jî û ji Bexda jî aramtir e. Qasî ku kuştin, revandin, girtin li van deran çêdibin li Şengalê çênabin. Wexta ku di bin desthilatdariya wan de bû, 10 qatî zêdeyî niha bûyerên xeter li vir çêdibûn. Em heger li Başûrê Kurdistanê binêrin kuştin, girtin çêdibin. Êrişî li ser qampên Êzidiyan dibin û dişewitinin. Bi hezaran xortên Êzidî ku diçin van qampan dîl tên girtin. Bi hezaran kesên ku ne ji Iraqê ne çeteyên Roj ava kirine û li Xanesorê van kesan bi Êzidiyan re didin şerkirin û hevalên me şehîd xistine. Lê kes behsa van nake. Lê heger li Şengalê zarokên Êzidiyan carekî pezê xwe li cihekê baş çêrand çavê wan re diçe. Heke rêzê li hebûn û îradeya Êzidiyan bigirin wê demê Êzidî dikarin danûstandinekî bi wan re bikin."
 
'VEGER KÊM BÛYE' 
 
Bedel, bal kişand ser vegera li Şengalê û wiha got: “Bi îmzekirina ‘Peymana Şengalê’ re vegera xelkê me kêm bûye. Beriya ku vê peymanê îmze bikin, di dawiya 2019'an û destpêka 2020'an de Êzidî vedigeriyan ser axa xwe. Di rojekî de nêzî 100 mal vedigeriyan Şengalê. Hejmareke zêde malbatên ji Xanesorê, Sinûnê, Diwirê, Serdeştê, Borik û gelek gundên din vegeriyan. Lê hema piştî îmzekirina vê tifaqê, vegera Şengalê hat sekinandin. Yek ji armancê wan jî ev bû. PDK dizanibû êdî nikare rê li pêşiya vegera Şengalê bigire. Di ragihandinê de weke ku li Şengalê ewlehî, aramî tune ye tê nîşandan. Ji ber wê vegera li Şengalê sekinî. Niha jî veger heye lê kêm e. Lê em di wê baweriyê de ne ku di pêşerojê de wê Êzidî di van kampan de nemînin."
 
'ENCAX ÎRADE DIKARE ŞENGALÊ AVA BIKE' 
 
Bedel, di dawiya axaftina xwe de got ku li dijî her êrişekî ew ê Şengalê biparêzin û ev tişt anî ziman: "Ji nû ve avakirina bajarvaniya Şengalê de gelek zehmet e. Ji ber ku hema bêje bajar hemû hatibû xerakirin. Di êrişên hewayî de gelek mal hatin hilweşandin. Di 11 mehan de me li vir mil bi mil şer dikir. Ji bo avakirina Şengalê alikariyek ji Şengalê re nayê kirin. Gelek kes hene ku hê jî malên wan xerabe ne. Pirsgirika avakirinê di Şengalê de ji ber ku hebûna Êzidiyan niha nakeve berjewendiyê dijminên Êzidiyan jî naxwazin ku cihên wan ava bikin û derfetê avakirinê bidin wan. Lê dîsa jî Êzidî dikarin xwe bikin yek û Şengalê ava bikin. Encax zanîstî, îrade rêxistinbûyin dikare Şengalê bide avakirin. Heger em çi jî bikin weke beriya 2014'an em tenê qesran bixwazin ava bikin jî wê feydeyê xwe nebîne."
 
MA / Zeynep Durgut 
 

Sernavên din

09/10/2021
09:00 ROJEVA 9'Ê COTMEHA 2021'AN
08/10/2021
21:45 Kampanyaya #FreedomForOcalanNow
18:24 Li wênegir Mehmet Ozer cezayê hefsê hat birîn
16:10 Doza ‘pergala hevserokatiyê’ hat taloqkirin
16:02 Di doza Leyla Aydemîr de hemû bersûcan beraet kir
15:59 Qurbaniyên Komkujiya Enqereyê li Stenbolê hatin bibîranîn
15:39 108 saziyan pişgirî da 300 karkeran
15:25 DEDAŞ’ê bi maşîneyên zirxî bi ser gundan de girt
15:11 Berpirsa Kovara Yuruyuşê Ersoy 28 roj in greva birçîbûnê de ye
14:55 Parêzeran daxwaza cihêkirina dosyeyên Gezî û çArşi kirin
14:36 OHD’ê ji ber sûcê cihekariyê giliyê Feyzîoglû kir
14:35 HDP’ê bi bêkaran re civiya: AKP’ê xelkê perîşan û birçî kiriye
14:31 Dayika Aştiyê ya tedawiya penceşêrê dibîne, 2 roj in di bin çavan de ye
13:48 Şandeya HDP’ê li Agiriyê got: Ne budçeya Qesrê, budçeya gel û demokratîk
13:47 Danişîna parêzera Ocalan Ûysal hat dîtin
13:08 NÇM’ê banga beşdariya şahiya salvegera 30’yemîn kir
13:03 Hevserokê HDP’ê yê Pirsûsê ku cezayê wî hatibû erêkirin hat girtin
11:48 Malbata Şenyaşar: Edalet li ku ye nediyar e!
11:34 Bedel: Em ê destûr nedin ku ‘Peymana Şengale’ bikeve meriyetê
11:30 Malbatan ji bo Îmraliyê cardin serlêdan kirin
11:02 HDP’ê starta ‘Hevdîtinên Budçeyê’ li Agiriyê da
10:52 Li Iraqê ‘dengdana taybet’ dest pê kir
10:39 Tecrîda li Îmraliyê birin DMME'yê
10:28 Li Êlihê 2 kes hatin binçavkirin
10:26 Salih Muslim: Kurd bi ser ketin, Tirkiye bi tenê ma
09:53 Hesen, behsa pêwendiyên xwe yên bi Ocalan re kir: Gotinên wî yeko yeko rast derketin
09:27 Li Rihayê jinek hat qetilkirin
09:15 Dê 104 kes bi çalakiyên cur bi cur bên bibîranîn
09:06 Ji Meclîsa Çapemeniya Dîjîtal a Kurdistanê kampanyayeke mezin: Azadî ji bo Ocalan
09:06 Platforma Zimanê Kurdî: Divê her kes xwedî li zimanê xwe derkeve
09:06 'Tirkiye li Girê Spî û Serêkaniyê bi talankirin û revandinê tê zanîn'
09:06 Serokê AKP'a Mêrdînê nehişt derbarê xizmê wî de lêpirsîn bê destpêkirin!
09:06 Malbata Înan 5 meh in bê ceryan û av e
09:06 Polîsê kujer ê ku 4 kes kuştin li derve ye, malbat li benda edaletê ne
09:00 ROJEVA 8'Ê COTMEHA 2021'AN
07/10/2021
17:59 Li Şirnexê 26 kes hatin binçavkirin
16:18 Dadgehê ceza li derhêner Altay û Dîcle Anter birî
16:17 HDP’iyên ku PDK’ê ew binçav kiribûn hatin berdan
16:07 Di doza Hevşaredarên Pasûrê de kes girtî nema
16:04 Di lêpirsîna malbata Dîrîl de Apro Dîrîl careke din hat girtin
15:17 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li dozgeriyê dan
15:13 AATUHAY-DER: Wezareta Dadê sûc dike
15:07 Danişîna doza rojnamevan Kayar hat taloqkirin
15:06 Li Iraqê beriya hilbijartinan parlementoyê xwe fesix kir
14:24 Ji ber ku girtiya siyasî bû, ne hat muayenekirin
14:24 Kooperatîfa Kîbeleyê hevserokên xwe yên nû hilbijartin
13:52 Li Girtîgeha Kurkçulerê gardiyanan li girtiyan dan
13:46 Berdevka HDP'ê Gunay: Em ji bo çareseriya pirsgirêkan amade ne
13:15 Ciwanên HDP’î li dijî tiryakê li hev civiyan
12:28 Dixwest lawê xwe bibîne lê berî ku bibîne koça dawî kir
12:23 MGKP: Em bi pênûsa wêrek a Gurbetellî nivîsandinê bidomîn in
12:17 Li Egeyê bi ser malan de girtin: Dayika Aştiyê ya 70 salî di bin çavan de ye
12:09 Nûnerên HDP’ê yên li Hewlêrê hatin binçavkirin
12:07 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar berdewam dike
11:33 Piştî bombebarana Tirkiyeyê li Amediyê şewat derket
10:51 Salaz: Ger em Tirkmenan di operasyonan de bibînin, em ê şaş nemîn in
10:43 Li Mêrsînê kesek hat binçavkirin
10:40 Dolmîşa karkeran qeza kir: Kesek mir û 16 kes birîndar bûn
10:39 Şopa ku Ocalan di 66 rojan de li pey xwe hişt 23 sal in hêj winda nebûye
10:15 Li Girtîgeha Kirikkalê nêzî 100 girtî hatin sewqkirin
09:42 Operasyona li Bestayê dewam dike
09:35 Tevî temînata dan DMME'yê jî, dosya girtin
09:26 Polîsan berhevkarên kaxizan binçav kirin
09:05 'Bi sedan jin xwedî li pênûsa wêrek a Gûrbetelliyê derketin'
09:02 ‘Em ê bi kongreyê bibin bersiva zextên desthilatê’
09:02 Eyşe Efendî: Li Kobanê jinan bîr bi derziyan kolandin
09:02 Ji ber 'cezayên dîsîplînê' yên 10 sal berê berdana wî 6 salan hat taloqkirin
09:02 Îsal halê îsotê ne tu hal e!
09:02 Tûrhalli: Ya nelirêtî kir ne hevserokatî, qeyûm bi xwe ne
09:00 ROJEVA 7'Ê COTMEHA 2021'AN
06/10/2021
17:05 Jinên siyasetmedar ku Mûsa Orhan şermezar kiribûn hatin beraetkirin
16:17 Kesên ku xwe weke ‘polîs’ dan nasîn Savaş û Bariş revandin
16:03 Ciwanê HDP’yî: Polîsan xwest min bikin sîxur
15:41 Jinan ji bo mitînga Amedê dest bi amadekariyan kirin
15:41 Li Farqînê hejmara binçavkirinan derket 13’an
15:36 6 sal cezayê hefsê li siyasetvan Çûr hat birîn
15:09 Ji Girtîgeha Kirikkaleyê 80 girtî hatin sewqkirin
15:02 Xwediyê kar hevdîtinê qebûl kir, karkeran jî navbera da çalakiyê
14:53 Dozger 15 sal cezayê hefsê ji Hevseroka MEBYA-DER'ê re xwest
14:39 Li Wanê mamosteyekî 3 zarok tacîz kirin
14:38 Karkerên ku nanê xwe ji çopê derdixin: Desthilatdarî zilmê li me dike
13:42 Rêvebera MEBYA-DER’ê hat beraetkirin
13:10 Li Cizîrê 3 kes hatin binçavkirin
13:09 Tundiya zilam: Keça xwe ya 14 salî bi giranî birîndar kir
13:05 Derbarê Ferît Şenyaşar de lêpirsîna ‘Qesrê’ hat destpêkirin
12:50 Di Îlonê de 175 karkeran jiyana xwe ji dest dan
12:49 Dozger xwest faîlê tacîzê were beraetkirin
12:22 Di wesayîta Serokê AKP’ê de cixareyên qaçax û sîleh hatin girtin
12:21 Li Farqînê 5 kes hatin binçavkirin
11:54 Berxwedana 300 karkeran di roja 3’yemîn de ye
11:49 Li Enqereyê 3 ciwan hatin binçavkirin
11:01 Têkoşîn bi ser ket û pêşengên komployê jî tune bûn
10:20 ‘Avahiyên HDP’ê bidin ber keviran û konan vedin’
09:19 Hestên xwe bi keviran nexş dike
09:12 Bi bûyerên Kobanê HDP'ê hedef girtin: Hewl didin bigirin
09:05 'Pênûsa wêrek a Ersoz berpisiyariya nivîsîna heqîqetê daye ser milê me'
09:04 Miduriyeta daristanan nikare mudaxaleyî birîna daran bike!
09:03 Sînorê Kobanê nerehete!
09:00 ROJEVA 6'Ê COTMEHA 2021'AN
08:49 Li Stenbolê nêzî 200 karkerên kaxizan berhev dikin hatin binçavkirin