Berxwedana Kobanê tê pîrozkirin

  • rojane
  • 17:19 1 Mijdar 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê, li gelek navendan hat pîrozkirin. Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, li Amedê axivî û ev tişt got: "Rihê yekitiyê yê li Kobanê derket holê divê em winda nekin."
 
Li Amed, Wan, Colemêrg, Mersîn û Edenê, 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê hat pîrozkirin. Di pîrozkirinan de hat destnîşankirin ku agirê Şoreşa Rojava yê li Kobanê hatiye vêxistin ji bo gelan bûye hêvî.   
 
AMED
 
Komeleya Çandê ya Dîcleyê, ji bo 1 'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê, li navçeya Sûrê li avahiya komeleyê çalakî li dar xist. Di çalakiyê de Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosûn û gelek kes amade bûn. Çalakiya ku bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, bi nîşandana sînevîzyona berxwedana Kobanê dewam kir. 
 
KURD BI CÎHANÊ DA NASKIRIN 
 
Hevserokê DTK'ê Berdan Ozturk, li çalakiyê axivî û bal kişand ser girîngiya berxwedana Kobanê û ev tişt got, "Hemû dewletan li komkujiyên ji aliyê DAIŞ'ê ve tên kirin temaşe kirin. Heta niha ji wan tu dewlet li dijî DAIŞ'ê li ber xwe nedaye. Kurdan DAIŞ'ê sekinandiye. Berxwedana bi pêşengiya jinên kurd zîhniyeta DAIŞ'ê ji hev belav kir. Li Kobanê rihê yekîtiya neteweyî derketiye holê. Divê em vî rihî îro zindî bihêlin. Ji ber vê yekê pêwîste em rihê yekitiyê li Kobanê derketiye holê em winda nekin. Em li Bakur, Rojawa, Rojhilat ji aliyê dîplomatîk û siyasî ve xurt in. Eger îro hêvî hebe, ev bi saya berxwedana Kobanê ye. Kurdan navê kurd û Kurdistanê li dîroka mirovahiyê nivîsandiye. Kobanê nîşanî me da ku em ne bêçare ne, em ne mecbûrî pergala Amerîka û Ewropayê ne."
 
Çalakî bi pêşkêşkirina muzîkê bi dawî bû.
 
WAN
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê, bi boneya 1 'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li avahiya xwe çalakî li dar xist. Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Umît Dede, Parlemeterê HDP'ê yê Wanê Mûrat Sarisaç, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Bajar, Komeleya Alîkariya Bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER), rêveberên Meclîsa Dayikên Aştiyê û gelek kes di çalakiyê de amade bûn. 
 
Di çalakiyê de endamê PM'a HDP'ê Okkeş Kava axivî û diyar kir ku kurdan li dijî DAIŞ'ê bi awayekî ku ji cîhanê re bibe mînak li ber xwe dane û got ku rihê têkoşînê yê Dogan û Pîran li Kobanê careke din zindî bû." Piştî Kava Hevseroka HDP'ê ya Navçeya Çalranê Gonul Ûzûnay jî axaftineke kir û diyar kir ku di berxwedana Kobanê de têkoşîna jinê derketiye pêş û şoreşeke jinê ye. 
 
 Piştî axaftinan dokûmantera "Nû jîn" a Veysî Altay hat nîşandan. Çalakî bi helbestên ku ji aliyê endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ve hatin xwendin bi dawî bû. 
 
EDENE 
 
Di Edenê jî li avahiya HDP'ê ya Bajar çalakî hat lidarxistin. Endamên PM'a HDP'ê, Hevserokên HDP'ê yên Bajêr Mehmet Karakış û Gulseren Tûral amade bûn. Di çalakiya ku bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir de Hevserokê HDP'ê yê Bajar Mehmet Karakiş axivî û diyar kir ku li Kobanê agirê Şoreşa Rojava hatiye pêxistin û got ku şoreş ji bo hemû gelan bûye hêvî.
 
Çalakî bi nîşandana sînevîzyonê bi dawî bû.  
 
ŞIRNEX 
 
Li bajarokê Tilqebîn ê girêdahiya navçeya Sîlopya ya Şirnexê bi minesebeta Salvegera Roja Kobanê ya Cîhanê şahî hat li dar xistin. Şahiya ji aliyê Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Tilqebînê ve li ber avahiya HDP'ê hat lidarxistin. Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Nuran Îmîr, rêxistinên HDP'ê yên navend û navçe, aktîvîstên TJA'yê, Meclîsa Dayikên Aşitiyê û bi dehan kes tevlî şahiyê bûn. Di şahiyê de pankarta " Kobanê Azadiye, em bi berxwedanê serketin em ê bi berxwedanê biserkevin" hat daliqandin. 
 
Di şahiyê de Hevserokê HDP'a Sîlopyayê Kadîr Kûnûr û Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nûran Îmîr axivîn û bal kişandin ser berxwdana dîrokî ya li Kobanê derket holê û dan zanîn ku mirovahî li Kobanê bi ser ketiye. 
 
Piştî axaftinan govend hat girtin. Pîrozbahî bi dirûşmeyên "Bijî Kobanê" bi dawî bû. 
 
MERSÎN Û COLEMÊRG
 
Bi heman armancî li Mersîn û Colemêrg û navçeya wê Geverê jî ji aliyê rêxistinên HDP'ê ve çalakî hatin lidarxistin û berxwedana Kobanê hat silavkirin. 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

04/11/2021
16:52 Danişîna doza Vartînîsê hat taloqkirin
16:41 Bikaranîna çekên kîmyewî ya arteşa tirk bir rojeva Meclîsê
16:25 Ferît Şenyaşar ku dermanên dayika xwe rêjand: Formalîte ev e?
16:16 Ji bo girtiyan çalakiya bê navber
15:36 Di hevdîtinên budçeyê de daxwaza "lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî" hat kirin
14:54 Li Agirî û Wanê polisan êrişî HDP'iyan kir
14:36 Siyasetmedarên kurd li gelek navendan 4’ê mijdarê şermezar kir
14:18 Ji parêzeran serlêdana Îmraliyê
14:15 Polisan mudaxaleyî Emîne Şenyşar bi seromê nobet digire kir
13:16 Girteke "şahidê nepen" bi şaşî hatiye dîtin!
12:58 Li Licê 4 çawişên pispor ji ber firotina tiryakê hatin girtin
12:29 Eymur: Peywirdarên dewletê ji bo pere 18 kes kuştin
12:17 Emîne Şenyaşar bi seromê tevlî Nobeta Edaletê bû
12:02 Doza siyasetmedarên kurd cara 45'emîn taloq bû
11:57 Polisan li Pirsûsê 2 kesan binçav kirin
11:45 Cezaye Çîlem Dogan hat erêkirin
11:26 ‘Kurd bi avakirina tifaqa xwe dikarin li welat bibin hêza diyarker’
11:11 Parastina HDP'ê amade ye: Wê komplo bê teşhîrkirin
09:27 Îdare dibêje pandemî, lê 3 sal in di hucreyê de ye
09:26 Li dijî tecrîdê 'voltaya azadiyê'
09:17 Hem selikan difiroşe hem jî xurdeyan berhev dike: Debara min nabe
09:06 Deverên dîrokî yên bi ser avê ketin tên xerakirin
09:06 ‘Mûyek porê wê bi tenê jî hêjayî têkoşînkirinê ye'
09:06 Xwişka Veysî Aktaş: Li Îmraliyê berxwedaneke bêhempa heye
09:06 Li 5 bajaran pirsgirêka qirêjiya hewayê veguheriye pirsgirêkeke kronîk
09:06 Ji ber govendgerandinê ceza lê birîn!
09:06 Li Şirnexê hemû çalakiyên jinan tên qedexekirin
09:00 ROJEVA 4'Ê MIJDARA 2021'E
03/11/2021
21:41 Îdianameya komkujiya Konyayê hat qebûlkirin: Derbarê 5 kesan de biryara berdanê
17:14 Parazvanên şaredar 2 endamên Meclîsê birîndar kirin
16:56 Dayik ji bo axaftina aştiyê li hev civiyan
16:47 Serokkomariyê dîmena ‘Erdogan dikare bimeşe’ parve kir
16:42 Kurd meşiyan OPCW’ê: Bila heyetek biçe Kurdistanê
16:29 Li Girê Spî 3 jin hatin revandin
16:19 Hat angaştkirin ku li Wanê jinek hewl daye întihar bike
16:10 Sancar: HDP bûye hêza diyarker
16:05 Danişîna doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
15:46 Derbarê endama Komeleya Jinan a Rosayê de wê mutalaa bê amadekirin
15:36 Dayikên Aştiyê beraet kirin
15:02 Banga doza Vartînîsê: Bila sûc bê ceza nemîne
15:02 Daxwaza sekinandina darizandina Bûldan nehat qebûlkirin
14:49 Li Kurdistanê li dijî çekên kîmyewî koalisyon hat avakirin
14:14 Malbata Şenyaşar: Ji vê zilmê re bêjin bes
13:34 Li Semsûrê qezaya trafîqê: Kesek jiyana xwe ji dest da
13:30 Di dema AKP'ê de 28 hezar û 380 karkeran jiyana xwe ji dest daye
12:59 Parlamenterê berê yê HDP'ê Yildirim hate binçavkirin
12:52 Tirkiyeyê rojnamevanê Lubnanî ku bi Bayik re hevdîtin pêk anî kir hedef
12:52 Seroka Koma Goranê: Divê Rêveberiya Xweser bê naskirin
12:36 Ji Cem Yilmaz daxuyaniya Demîrtaş û Kavala
12:08 Qedexeye derveyî welat a 6 rojnamevanan nehat rakirin
11:45 Saziyên navneteweyî banga berdana rojnameger Turfent kirin
11:16 Dayika Ebû Muslum Dogan: Divê tecrîd bi dawî bibe
10:42 Pêşniyaznameya derbarê zimanê zikmakî de nekirin kirariyê
10:14 Hejmara duyemîn a Destarê gihîşt xwînerên xwe
09:15 Her meh herî kêm 80 bijîşk berê xwe didin derveyî welat
09:14 Polîsê ku Hêlîn Şen kuşt li Mereşê pozê kesekî şikand
09:14 Nameyên ji bo Denîz Poyraz hatin nivîsîn dê bên çapkirin
09:09 Baroya Wanê ji bo parêzeran kursa kurdî da destpêkirin
09:09 Midûriyeta polîsan ji dêvla daneyên çalakiyên DAIŞ'ê tabloya mirinê şand
09:07 Li dijî tezkereyê banga ji bo têkoşîneke yekbûyî
09:07 Dayik Dorûdemîr: Rewşa tendursitiya kurê min pir xirab bûye
09:00 ROJEVA 3'YÊ MIJDARA 2021'Ê
02/11/2021
18:07 HDP'ê serdana malbatên girtiyên ku hatin derbkirin kirin
17:06 Polisan li Tarsûsê 4 kesan binçav kir
17:02 Li Konyayê Roja Rojava ya Cîhanê hat pîrozkirin
16:44 Dînler ên bi lêdanê hatibûn binçavkirin, hatin berdan
16:27 DEDAŞ'ê gefa birîna ceyranê li cotkaran xwar
16:26 Erol ê CHP’yî li ser bertekan tableta li Ziyaretgeha Dayika Fatma rakir
16:10 Polîsan li balafirgeha Edeneyê 72 afganistanî binçav kirin
15:31 Ji Weşanger Azad Zal re cezayê hefsê hat xwestin
15:22 Rapora DFG'ê ya meha cotmehê: 58 rojnameger hatin darizandin
14:38 Şewirmendê parlementerê HDP’ê hat binçavkirin
14:37 Derbarê dayika Pinar Gultekîn de lêpirsîn hat destpêkirin
14:19 Ji Kavala name: Rastiya min hat pênasekirin
13:56 Dozgeriyê xwest Îbrahîm û Faîze bên girtin
13:17 Danişîna doza Ozgur Gundemê taloq kirin
13:17 Li Kabûlê teqîn pêk hat
13:14 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:39 Malbata Şenyaşar careke din nobet bir ser pêlekanên edliyeyê
12:20 Ji ber bi Sakîne Cansiz re di girtîgehê de maye kirin sedema girtinê
11:59 Li Şirnexê 2 kes hatin binçavkirin
11:54 Malzemeyên teknîkî yên rojnamevan girtî ne
11:35 Gardiyanan ji girtiyan re got: Hemû rêzikan em diyar dikin
11:11 Çawişê pispor ê ajokarê maşîna zirxî bi 42 kîlo esrarê hat girtin
10:50 Ocalan: Çareseriya li Sûriyeyê xeta PYD’ê ye
10:48 Bi hinceta "heqareta li Serokkomar" ceza li jina 96 salî birîn
10:04 Li Wanê zarokekî bi awayekî biguman mir
09:45 Altûntaş: Binpêkirinên li girtîgehan derketine asta 12'ê îlonê
09:02 DAM: Deverên bîr û baweriyê ne ji bo reklamê ne
09:02 Ji ber lêgerîna dev qebûl nekir, sewqa wî ya nexweşxaneyê hat betalkirin
09:02 Doza kaşkaşkên xwe yên hatin desteserkirin û paşê hatin firotin dikin
09:02 Xizmên girtiyan: Tecrîda li girtîgehan li her derê belav bûye
09:02 Xebatên kolandinê yên li Bajarê Antîk Perreyê pir hêdî tên kirin
09:02 Girtiyê nexweşê pençeşêrê rexmî ku cezayê wî qediyaye jî nayê berdan
09:00 ROJEVA 2'YÊ MIJDARA 2021'Ê
01/11/2021
17:25 Şandeya HDP’ê bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtin kir: Bila girtî werin dermankirin
17:19 Berxwedana Kobanê tê pîrozkirin
16:33 Cenazeyê Makbûle Berktaş hat veşartin
16:24 Derman nadin girtiyê Rojavayî
16:15 Beştaş: Divê pergaleke hiqûqê ya nû were avakirin