Dayika Ebû Muslum Dogan: Divê tecrîd bi dawî bibe

  • rojane
  • 11:16 3 Mijdar 2021
  • |
img
SEMSÛR - Dayika Ebû Muslum Dogan ku li dijî komploya navnetewî ya li hemberî Ocalan xwe şewitandibû û jiyana xwe ji dest dabû Zax Dogan, daxwaza kurê xwe careke din dubare kir û xwest tecrîd bi dawî bibe. 
 
Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan, di 15’ê Sibata 1999’an de bi komployeke navneteweyî radestî Tirkiyeyê hat kirin û 22 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di tecrîdê de ye. Xwendekarê lîseyê Ebû Muslum Dogan ê 18 salî ku di 15’ê Sibata 2010'an de bi armanca şermezarkirina komplo û tecrîda li ser Ocalan xwe şewitandibû, bi nameyeke ku li pey xwe hiştibû ev çalakî ronî kiribû.
 
Dogan, di nameya xwe ya ji 5 rûpelan pêk dihat de bi kurtasî wiha digot: “Eşkere ye ku gelê min ê bi hezaran salan e li ser vê axê dijî, ji her serdema dîrokê bêhtir rastî hîleyên qirêj hatiye. Ya dikeve ser mile gelê kurd ku li ser bingeha azadiyê dijî, van dek û dolabên qirêj ên bi sîstematîk tên meşandin, bisekinîne. Ez di wê baweriyê de me ku jiyana komunal û têgîna demokrasiya rasteqîn ku ji dîrokê ve di bingeha gelê min de heye û têgihiştineke rasteqîn a jiyanê di nav xwe de dihewîne, wê li dijî sîstema kapîtalîst bisekine û hemû berdêlên ji bo vê hatine dayin wê pûç nebin. Dîrokê karakterekî bê rawestan daye gelê kurd. Divê hemû gelê kurd jî li dîroka xwe xwedî derkevin û li ser esasê jiyana azad rawestin. Weke her ciwanekî kurd ez jî hezar carî minetdarê Reber Apo me ku gelekî navê wî jî qedexe bû ji tunebûnê afirand. Bila fêm bikin ku gelê kurd wê careke din rastî xiyanetê neyê. Ez dixwazim bi hemû baweriya xwe teqez bikim ku ew rêya ez lê diçim tucar jê venagerim. Berîtan bûyîn, li Semayan bilind bûne, Mazlûmbûne û xwe gihandina Viyanan e.”
 
DIVÊ BÎRANÎNÊN WAN BÊN JIYANDIN
 
Piştî çalakiya Dogan Rêberê PKK’ê Ocalan jî ev nirxandin kiribû: “Esas ez da beriya niha bi ser sekinîbûma. Min dixwest derbarê ciwanê Meletiyî Ebû Muslum Dogan ku xwe şewitand de çend tiştan bêjim. Min berê kurdbûna Meletiyê bi awayekî hişk rexne kiribû. Lê dixwazim bi vî hevalê ciwan re di kesayeta Zeynep Kinaci de nirxandineke nû bikim. Ev rûmeta kurdbûna Meletiyê ne. Ez bi xwe jî li hemberî van hevalan xwe berpirsyar dibînim. Min berê dengê Zeynep Kinaci jî guhdar kiribû. Li gorî min divê ji bo van hevalan li Meletiyê bîrdariyek were çêkirin. Divê kurdên Meletiyê kesayetiya mezin a van hevalan û bîranîna wan bidin jiyîn.”
 
Dayika Ebû Muslum Dogan, Zax Dogan diyar kir ku kurê wê ji bo tecrîdê şermezar bike xwe şewitandibû û xwest ku tecrîd demildest were bi dawî kirin. 
 
KOÇKIRINA JI GUND
 
Dayik Dogan, da zanîn ku bi zor û zehmetiyan zarokê xwe mezin kir û wiha got: “Ebû Muslum xwendekarekî serkeftî bû. Dema hêj biçûk bû bapîrê wî ket girtîgehê, li vir hişmendiyeke kurdî girt, dema derket jî ji malbata xwe ev vegot. Got mafên gelê kurd hene bi sedan salan e mafê wan tune tê hesibandin. Ji xwe piştî demekî kurd zext dest pê kirin û cerdevanî bi darê zorê li mirovan ferz kirin. Me qebûl nekir û koç kir.”
 
RÊYA OCALAN
 
Dogan, diyar kir ku Ebû Muslum gelek pirtûk dixwendin û wiha berdewam kir: “Dema hêj tu hişmendiya kurditiyê bi me re nebû, Ebû Muslum di zarokatiya xwe de qala mafên kurdan dikir. Her tim pirtûkên têkildarî dîroka kurdan dixwendin. Digot rêya rast rêya ku gerîla lê diçin e. Min jê re digot ‘dibistanê bixwîne biqedîne pişt re dixwazî li ser kîjan rê biçî here’. Her tim digot tişta rast têkoşîne. Ji PKK’ê û Abdulah Ocalan gelek hez dikir. Her tim di rêya wan de bû. Ji bo Ocalan xwe şewitand.”
 
Dogan, bi lêv kir ku şeva Ebû Muslum xwe şewitand, wargeha lê dima li wan geriya ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Kesên geriyan gotin Muslum ne li wargehê ye. Ewilî nehat bîra min ku xwe şewitandibe. Min got dibe ku ji ber fikrên wî ew winda kiribin. Lê polîs li me geriya û gazî qereqolê kirin. Gotin şivanekê ditiye ku zarokekî xwe şewitandiye. Dema wisa gotin min fêm kir ku ew kes Muslum e. Ez çûm cihê ku xwe şewitand û şopên şewat hêj diman. Polîsan dest danîn ser tiştên wî, piştî şeş mehan dan.”
 
WASİYETA WÎ LI AMEDÊ WERE VEŞARTIN BÛ
 
Dogan, qala nameya ji 5 rûpelan pêk tê ku Ebû Muslum li pey xwe hiştibû kir û wiha pê de çû: “Di nameyê de sedemê şewitandina xwe nivîsandibû. Beriya ku xwe bişewitîne ji hevalekî xwe re gotiye ku dixwaze li Amedê were veşartin lê me ev nedizanî. Piştî 6 mehan me ev zanî. Roja ku me ev veşart roja qiyametê bû. Gelek qelebalix bû. Her çiqas cendermeyan asteng kir jî bi hezaran kes her tişt girtin ber çavên xwe û hatin gund. Ligel hemû astengiyan me veşart. Piştî cenazeyi herkes çû em tenê man. Pişt re ez derbasî malê bûm, wêneyekî wî li malê ve hatibû daliqandin, dema min wêneyê wî dît ez ji ser hişê xwe çûm.” 
 
LAWIKÊ BÊZAR BER BI BÊDAWÎTIYÊ VE FIRIYA
 
Dogan, bi bîr xist ku Ebû Muslum di nameya xwe de ji xwe re digot “Lawikê Bêzar” û wiha domand: “Bêzar navê çiya ye. Li vî çiyayî bi dehan kes hatin kuştin. Ji wir bandor girt û ew nav li xwe kiriye. Rêya wî rêya wan kesên çûne wî çiyayî bû û di wê riyê de xwe şewitand û ber bi bêdawitiyê ve firiya.”
 
‘BILA TECRÎD BI DAWÎ BIBE’
 
Dogan, careke din jî armanca lawê xwe bi bîr anî û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Lawê min ji bo tecrîda ser Ocalan bi dawî bibe xwe şewitand lê hêj jî tecrîd didome. Divê tecrîd demildest bi dawî bibe û aştî pêk were. Girtiyên siyasî bi awayekî bê sûc tên girtin, divê werin valakirin. Divê ev xwîn bisekine. Divê gerîla, esker tu kes nemire. Êşa dayika hevpar e. Bila êdî dayik negirîn. Kurê min çû bila kesekî din jiyana xwe ji dest nede.”
 
MA / Ferhat Çelîk - Mujdat Can
 

Sernavên din

04/11/2021
16:52 Danişîna doza Vartînîsê hat taloqkirin
16:41 Bikaranîna çekên kîmyewî ya arteşa tirk bir rojeva Meclîsê
16:25 Ferît Şenyaşar ku dermanên dayika xwe rêjand: Formalîte ev e?
16:16 Ji bo girtiyan çalakiya bê navber
15:36 Di hevdîtinên budçeyê de daxwaza "lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî" hat kirin
14:54 Li Agirî û Wanê polisan êrişî HDP'iyan kir
14:36 Siyasetmedarên kurd li gelek navendan 4’ê mijdarê şermezar kir
14:18 Ji parêzeran serlêdana Îmraliyê
14:15 Polisan mudaxaleyî Emîne Şenyşar bi seromê nobet digire kir
13:16 Girteke "şahidê nepen" bi şaşî hatiye dîtin!
12:58 Li Licê 4 çawişên pispor ji ber firotina tiryakê hatin girtin
12:29 Eymur: Peywirdarên dewletê ji bo pere 18 kes kuştin
12:17 Emîne Şenyaşar bi seromê tevlî Nobeta Edaletê bû
12:02 Doza siyasetmedarên kurd cara 45'emîn taloq bû
11:57 Polisan li Pirsûsê 2 kesan binçav kirin
11:45 Cezaye Çîlem Dogan hat erêkirin
11:26 ‘Kurd bi avakirina tifaqa xwe dikarin li welat bibin hêza diyarker’
11:11 Parastina HDP'ê amade ye: Wê komplo bê teşhîrkirin
09:27 Îdare dibêje pandemî, lê 3 sal in di hucreyê de ye
09:26 Li dijî tecrîdê 'voltaya azadiyê'
09:17 Hem selikan difiroşe hem jî xurdeyan berhev dike: Debara min nabe
09:06 Deverên dîrokî yên bi ser avê ketin tên xerakirin
09:06 ‘Mûyek porê wê bi tenê jî hêjayî têkoşînkirinê ye'
09:06 Xwişka Veysî Aktaş: Li Îmraliyê berxwedaneke bêhempa heye
09:06 Li 5 bajaran pirsgirêka qirêjiya hewayê veguheriye pirsgirêkeke kronîk
09:06 Ji ber govendgerandinê ceza lê birîn!
09:06 Li Şirnexê hemû çalakiyên jinan tên qedexekirin
09:00 ROJEVA 4'Ê MIJDARA 2021'E
03/11/2021
21:41 Îdianameya komkujiya Konyayê hat qebûlkirin: Derbarê 5 kesan de biryara berdanê
17:14 Parazvanên şaredar 2 endamên Meclîsê birîndar kirin
16:56 Dayik ji bo axaftina aştiyê li hev civiyan
16:47 Serokkomariyê dîmena ‘Erdogan dikare bimeşe’ parve kir
16:42 Kurd meşiyan OPCW’ê: Bila heyetek biçe Kurdistanê
16:29 Li Girê Spî 3 jin hatin revandin
16:19 Hat angaştkirin ku li Wanê jinek hewl daye întihar bike
16:10 Sancar: HDP bûye hêza diyarker
16:05 Danişîna doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
15:46 Derbarê endama Komeleya Jinan a Rosayê de wê mutalaa bê amadekirin
15:36 Dayikên Aştiyê beraet kirin
15:02 Banga doza Vartînîsê: Bila sûc bê ceza nemîne
15:02 Daxwaza sekinandina darizandina Bûldan nehat qebûlkirin
14:49 Li Kurdistanê li dijî çekên kîmyewî koalisyon hat avakirin
14:14 Malbata Şenyaşar: Ji vê zilmê re bêjin bes
13:34 Li Semsûrê qezaya trafîqê: Kesek jiyana xwe ji dest da
13:30 Di dema AKP'ê de 28 hezar û 380 karkeran jiyana xwe ji dest daye
12:59 Parlamenterê berê yê HDP'ê Yildirim hate binçavkirin
12:52 Tirkiyeyê rojnamevanê Lubnanî ku bi Bayik re hevdîtin pêk anî kir hedef
12:52 Seroka Koma Goranê: Divê Rêveberiya Xweser bê naskirin
12:36 Ji Cem Yilmaz daxuyaniya Demîrtaş û Kavala
12:08 Qedexeye derveyî welat a 6 rojnamevanan nehat rakirin
11:45 Saziyên navneteweyî banga berdana rojnameger Turfent kirin
11:16 Dayika Ebû Muslum Dogan: Divê tecrîd bi dawî bibe
10:42 Pêşniyaznameya derbarê zimanê zikmakî de nekirin kirariyê
10:14 Hejmara duyemîn a Destarê gihîşt xwînerên xwe
09:15 Her meh herî kêm 80 bijîşk berê xwe didin derveyî welat
09:14 Polîsê ku Hêlîn Şen kuşt li Mereşê pozê kesekî şikand
09:14 Nameyên ji bo Denîz Poyraz hatin nivîsîn dê bên çapkirin
09:09 Baroya Wanê ji bo parêzeran kursa kurdî da destpêkirin
09:09 Midûriyeta polîsan ji dêvla daneyên çalakiyên DAIŞ'ê tabloya mirinê şand
09:07 Li dijî tezkereyê banga ji bo têkoşîneke yekbûyî
09:07 Dayik Dorûdemîr: Rewşa tendursitiya kurê min pir xirab bûye
09:00 ROJEVA 3'YÊ MIJDARA 2021'Ê
02/11/2021
18:07 HDP'ê serdana malbatên girtiyên ku hatin derbkirin kirin
17:06 Polisan li Tarsûsê 4 kesan binçav kir
17:02 Li Konyayê Roja Rojava ya Cîhanê hat pîrozkirin
16:44 Dînler ên bi lêdanê hatibûn binçavkirin, hatin berdan
16:27 DEDAŞ'ê gefa birîna ceyranê li cotkaran xwar
16:26 Erol ê CHP’yî li ser bertekan tableta li Ziyaretgeha Dayika Fatma rakir
16:10 Polîsan li balafirgeha Edeneyê 72 afganistanî binçav kirin
15:31 Ji Weşanger Azad Zal re cezayê hefsê hat xwestin
15:22 Rapora DFG'ê ya meha cotmehê: 58 rojnameger hatin darizandin
14:38 Şewirmendê parlementerê HDP’ê hat binçavkirin
14:37 Derbarê dayika Pinar Gultekîn de lêpirsîn hat destpêkirin
14:19 Ji Kavala name: Rastiya min hat pênasekirin
13:56 Dozgeriyê xwest Îbrahîm û Faîze bên girtin
13:17 Danişîna doza Ozgur Gundemê taloq kirin
13:17 Li Kabûlê teqîn pêk hat
13:14 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:39 Malbata Şenyaşar careke din nobet bir ser pêlekanên edliyeyê
12:20 Ji ber bi Sakîne Cansiz re di girtîgehê de maye kirin sedema girtinê
11:59 Li Şirnexê 2 kes hatin binçavkirin
11:54 Malzemeyên teknîkî yên rojnamevan girtî ne
11:35 Gardiyanan ji girtiyan re got: Hemû rêzikan em diyar dikin
11:11 Çawişê pispor ê ajokarê maşîna zirxî bi 42 kîlo esrarê hat girtin
10:50 Ocalan: Çareseriya li Sûriyeyê xeta PYD’ê ye
10:48 Bi hinceta "heqareta li Serokkomar" ceza li jina 96 salî birîn
10:04 Li Wanê zarokekî bi awayekî biguman mir
09:45 Altûntaş: Binpêkirinên li girtîgehan derketine asta 12'ê îlonê
09:02 DAM: Deverên bîr û baweriyê ne ji bo reklamê ne
09:02 Ji ber lêgerîna dev qebûl nekir, sewqa wî ya nexweşxaneyê hat betalkirin
09:02 Doza kaşkaşkên xwe yên hatin desteserkirin û paşê hatin firotin dikin
09:02 Xizmên girtiyan: Tecrîda li girtîgehan li her derê belav bûye
09:02 Xebatên kolandinê yên li Bajarê Antîk Perreyê pir hêdî tên kirin
09:02 Girtiyê nexweşê pençeşêrê rexmî ku cezayê wî qediyaye jî nayê berdan
09:00 ROJEVA 2'YÊ MIJDARA 2021'Ê
01/11/2021
17:25 Şandeya HDP’ê bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtin kir: Bila girtî werin dermankirin
17:19 Berxwedana Kobanê tê pîrozkirin
16:33 Cenazeyê Makbûle Berktaş hat veşartin
16:24 Derman nadin girtiyê Rojavayî
16:15 Beştaş: Divê pergaleke hiqûqê ya nû were avakirin