Parêzer Beştaş: Demboriya sûcên li Îmraliyê tune ye

  • rojane
  • 09:09 6 Mijdar 2021
  • |
img
AMED - Parêzer Mesût Beştaş, diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê bi qanûnan hatiye redkirin û got: "Îşkence û muameleya xirab, sûcekî ku demboriya wê tune ye." 
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, 23 sal in li Girtîgeha Tîpa F'ya Îmraliyê bênavber tê tecrîdkirin. Hevdîtinên parêzeran û malbatê yên bi Ocalan re ji 27'ê Tîrmeha 2011'an ve bi salan bi hincetên wekî "rewşa hewayê" an jî "keştî xirabe ye" hatin astengkirin. Piştî hewldana eskerî ya 15'ê Tîrmeha 2016'an jî bi hinceta "Nexşerê"yê ya wekî pêveka parastinê ya di 2009'an de ji Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) re hatibû şandin û hin cezayên dîsîplînê hevdîtinên bi Ocalan re hatibûn astengkirin. Herî dawî jî derket holê ku di Îlona 2018'an de bi hinceta ku di dema sporê de "volta avêtiye" 3 meh cezayê hevdîtina bi malbatê re li Ocalan hatiye birîn. 
 
Parêzer Mesût Beştaş, diyar kir ku tecrîd li qada neteweyî û navneteweyî wekî muameleyeke xirab tê pejirandin û ji ber ku pêkanîneke îşkenceyê ye tê redkirin û got: "Mixabin li Tirkiyeyê gava mirov li dîroka girtîgehan mêze dike, pir hatiye bikaranîn û mirov dikare behsa komara Tirkiyeyê ya xwedî çandeke bi vî rengî bike." 
 
ŞÛRÊ DEMOKLES
 
Beştaş, anî ziman ku bi tecrîdê tê xwestin ku pêwendiya Ocalan a bi civakê re bê qutkirin û ji bo hêla wê ya din jî got: "Tecrîda Îmraliyê, bûye skalayeke çareserkirina meseleya kurdî ya hikûmetên Komara Tirkiyeyê. Kengî di warê çareserkirina meseleya kurdî de nêzîkatiyek rû bide an jî nermbûnek rû bide, tecrîd sivik dibe û kengî polîtîkaya polîtîkaya li hemberî kurdan dest pê bike û tunekirin û înkarkirin dest pê bike, wê çaxê tecrîd jî tê girankirin. Lewma em dikarin tecrîda li Îmraliyê bi awayekî piralî berçav bikin. Gava em di warê hiqûqî de lê mêze dikin mirov dikare wekî muameleya xirab an jî îşkenceyê binirxîne. Ji hêleke din ve jî xwedî armanceke ku hikumxwar êşê bikişînin. Bi hêleke xwe ya din ve jî veguherandina pêkanîneke wekî şûrê Demokles ê li ser kurdan." 
 
SÛCÊ LI HEMBERÎ MIROVAHIYÊ
 
Beştaş, destnîşan kir ku di xala 77'an a Qanûna Ceza ya Tirk de tecrîd wekî sûcekî li dijî mirovahiyê tê qebûlkirin û got: "Ji ber vê wesfa îşkenceyê û muameleya xirab, sûcekî ku demboriya wê jî tune ye." 
 
Beştaş, anî ziman ku heger ev yek bi awayekî cidî berpêşî dadgehên navneteweyî, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bê kirin, jixwe dosyeyên hatine berpêşkirin hene, û ev wekî muameleya xirab û îşkenceyê bê qebûlkirin, dibe ku bi vî awayî peywira hikûmetê ya di warê parastina rûmeta mirovan û esasgirtina rûmeta mirovan de dikare bêbirbîxistin. 
 
SÎNORÊN QANÛNÎ YÊN PÊKANÎNAN
 
Beştaş, ji bo pêkanînên qanûnî yên li Îmraliyê jî got: "Pêkanînên li Îmraliyê, ne pêkanînî ku bi qanûnan sînorên wan tam hatibin diyarkirin. Piranî jê derî qanûnê ne. Pêkanînine ku di warê hiqûqa ceza ya tirk de nayên qebûlkirin û dijî hiqûqa înfazê ne. Pêşî divê em vê tespîtê bikin." 
 
Beştaş bal kişand ser biryara DMME'yê ya derbarê heta hetayê ragirtina kesekî/ê di girtîgehê de ku diyar kiribû ku ev yek dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê. Beştaş got: "Di vî warî de têkildarî muameleya xirab derbarê Birêz Ocalan de jî biryarek heye. Ev biryar niha li ber komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ye. Dibe ku hikûmeta Komara Tirkiyeyê an jî hikûmetên wê xwe nedin ber pêkanîna vê biryarê. Lê belê înfazkirina vêbiryarê berî her kesî berpirsiyariya Komara Tirkiyeyê û bi dû re ya Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ye. Ez wisa bawer dikim ku dê di demeke kurt de wekî pirsgirêkekê bê ber Komîteya Wezîran. Dê bê xwestin ku Tirkiye divêtiyên DMME'yê pêk bîne û di vî warî de dê doza guherandinên qanûnî li Tirkiyeyê bike." 

Sernavên din

08/11/2021
15:35 Doza Kobanê: Beriya giliyê li HSK’ê kirine encam bibe em tevlî danişînan nabin
15:34 Berdevkê YPG'ê: Ji bilî Rêveberiya Xweser rêbazeke din a çareseriyê tune ye
15:11 Dayikên Aştiyê: Bijî berxwedana dayika Emîne
14:00 Polisan mudaxaleyî şermezarkirina YOK'ê kirin
13:29 Li Kerkûkê êriş li Haşdî Şabî hat kirin: 2 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn
12:48 Di ser Doza Pirtûkxaneya Umutê re 16 sal derbas bûn: Edalet pêk nehat
12:45 Ji PE'yê bersiva 'tecrîdê': Em nikarin mudaxale bikin!
12:24 Malbata Şenyaşar: Ev doz nayê girtin
11:53 Seroka Meclisa Katalonyayê: Wê têkiliyên bi Rêveberiya Xweser fermî bibin
11:10 Kazimî: Em dizanin kê êriş pêk aniye
10:41 Dadgerê ku li Doza Kobanê dinêriya ji peywîrê hat girtin
10:29 Li Amedê serdegirtina malan: 14 kes hatin binçavkirin
09:33 Piştî 6 rojan cihê sewqa lawê xwe hîn bûn
09:01 Koçyîgît: Dagirkeriya wan ber bi dawiyê ve diçe
09:01 Ji ber bêhnê nikarin nêzî newalê bibin
09:01 Tirkiyeya ku hewl dide bikeve Herêma Kurdistanê têk diçe
09:00 ROJEVA 8'Ê MIJDARA 2021'AN
07/11/2021
22:41 Êrişa bi roket li dijî baregeha Tirkiyeyê ya li Başîkayê pêk hat
17:50 Ciwanê li Amedê hatibû binçavkirin hat berdan
17:47 HDP'ê li Cizîrê Melayê Cizîrî bi bîr anî
17:35 Jinên ciwan li dijî tiryakê di hunere de li hev civiyan
17:19 Buldan: Em tên ku vî welatî bi rê ve bibin
17:10 Li Rihayê li ser 'sûcên zayendî' panel hat lidarxistin
16:50 Temel: Divê Tirkiye derbarê çekên kîmyewî de daxuyaniyê bide
16:29 Polîsan rojnameger Steve Sweeney binçav kir
16:05 Siyasetmedarê kurd Atalay jiyana xwe ji dest da
14:18 Mîtînga HDP’ê ya ‘Banga Demokrasiyê’ bi govendê dest pê kir
13:54 Malbata Şenyaşar: Hûn nikarin komkujiyê di bin siya desthilatê de veşêrin
13:36 Diz ketin mala rojnamevan Akdemîr ê hat qetilkirin
12:03 Piştî 4 salan derbarê 19 girtiyan de doz hat vekirin
11:41 Baroya Amedê ji bo mafê parastina bi zimanê dayikê dest bi qûrsa kurdî kir
10:20 Bi drona bombebarkirî êrişî mala Serowezîrê Iraqê Kazimî hat kirin
09:58 Sîxurtî li xwendekarê hat binçavkirin ferz kirin
09:38 Eskerên derketin operasyonê li gundiyan dan
09:07 Nayele Mihamed: Baharê jinan Efrînê kirin dojeh
09:06 Êdî tenê ji xwe re distrê
09:05 Berteka DBP û HDP'ê ya ji bo çekên kîmyewî: Sûcê li dijî mirovahiyê ye
09:03 Li Basayê li her saziyekê Aktûgek heye!
09:01 Parêzer Avçîl: Cezayê 'pêgermokiyê' nîşana nemana pergalê ye
09:00 ROJEVA 7'Ê MIJDARA 2021'Ê
08:40 Li Amedê ciwanek hat binçavkirin
06/11/2021
16:46 Platforma Zimanê Kurdî: AKP û ÎYÎ Partî randevû nedan
16:14 KCD û DBP'ê li Elkê du malbat li hev anîn
16:03 Girtiyê nexweş Ozdogan nikare pêwistiyên xwe bibersivîne
15:49 Li Manîsayê Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê hat avakirin
15:41 Li Îzmîrê Înîsiyatîfa Xwendekarên Azad hat avakirin
15:32 ÎHD: Li girtîgeha Îskenderûnê derman nadin girtiyên nexweş
15:30 'Bila di Doza JÎTEM'ê ya Kerboranê de edalet pêk bê'
14:56 Ji bo girtiyê nexweş Demîr banga berdana lezgîn
14:28 EGE-TUHAYDER: Girtiyên edlî dikin nav qawişan
14:22 Parastina HDP’ê: Divê AYM dozê kontrol bike
13:57 Li Cindirêsê 16 sivîl hatin revandin
13:48 Li çiyayê Gebarê agir bi daristinê ket
13:45 Serokê Baroya Amedê piştgirî da akademîsyenê di bin çavan de
13:21 Xizmên windayan ji bo Halîs Kiliç edaletê xwestin
13:07 Malbata Şenyaşar: Dinya zilma hatiye kirin dibîne
12:57 Li Pirsûsê kesek hat girtin
11:51 Di cinayeta Tahîr Çetîn de cezayê mubbeta giran hat dayîn
11:46 Polis li kesê binçav kir gefa kuştinê xwar
11:36 Li Hevserokê MEBYA-DER'ê Karadag ceza hat birîn
11:01 5'emîn Paketa Darazê ji komîsyonê derbas bû
10:13 Îstinafê biryara beraetê ya ji bo polisê li hevşaredar dabû erê kir
09:21 Ger 606 hezar mayîn bên paqijkirin dê li qadeke 133 milyon metrekareyî çandinî bê kirin
09:16 Li goristanên 'bêkesan' di ser hezarî re cenaze hene
09:15 48 sal in 'bêdemokrasîbûna' Tirkiyeyê xêz dike
09:13 Şahidê JÎTEM'ê di girtîgehê de bû, lê gotin 'nexuya ye'
09:09 Parêzer Beştaş: Demboriya sûcên li Îmraliyê tune ye
09:08 Li Rihayê planeke avadaniyê ya yekbûyî tune ye
09:00 ROJEVA 6'Ê MIJDARA 2021'AN
05/11/2021
19:30 Li Şirnexê 2 kes hatin girtin
17:06 Li Qibrisê êrişî xwendekarên govend gerandin kirin
17:02 HDP'ê parastina xwe pêşkêşî AYM'ê kir
16:52 Ala tirk bi deriyê hîndekarê ku parvekirina ‘Kurdistan’ kir ve hat daliqandin
16:03 Li Çewlikê bertek nîşanî Akşenerê hat dayîn
15:38 Başaran: Kurd, jin serî li ber we natewînin
14:45 Hîndekarê ku parvekirina ‘Bijî Kurdistan’ kiribû ji peywîrê hat girtin
14:21 Girtiyê ku qeyrana dil derbas kir neşandin nexweşxaneyê
13:52 Lahor Şêx Cengî ji YNK’ê hat îxrackirin
13:20 HDP’ê ji bo kongreya Amedê banga tevlîbûnê kir
12:41 Malbata Şenyaşar: Em li vir in dozger li ku ye?
12:11 Li Afganistanê 4 aktîvîstên jin hatin kuştin
12:10 Babûr a got ‘Kurd wê serî ji we re netewînin’: Gotina kurdên birûmet e
11:28 JINNEWS: Di meha cotmehê de 23 jin hatine qetilkirin
11:20 Tirkiyeyê lêpirsîna lêkolînkirina sûcê şer a Holandayê ya li Sûriyeyê asteng kir
11:16 Li Kirklareliyê zilamekî jinek kuşt
11:09 Kesên navdar ji bo PKK ji lîsteya 'terorê' bê derxistin dest bi kampanyeyê kirin
10:51 Wê HDP parastina xwe peşkêşî AYM'ê bike
10:27 Berdevkê YPG'ê: Bi taktîkên nû em ji êrişên muhtemel re amade ne
09:56 KCK’ê ji bo lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî bang kir
09:16 Darazê failê tacizê yê bi unîforma parast
09:15 Bangawaziya ji bo beşdarbûna kongreya HDP'a Amedê
09:09 Xulaseya 25 salan: Tiştên hatin serê me dastan in, bila dîrok wan binivîse
09:07 Hişmetiya Pira Cendereyê
09:06 Dixebitin, lê nikarin debara xwe bikin
09:05 Delîl li holê ne, lê 7 sal in lêpirsîn hê jî wek berê ye!
09:05 DEDAŞ'ê tax û kolanên Hezexê serobino kirine!
09:00 ROJEVA 5'Ê MIJDARA 2021'Ê
04/11/2021
18:30 Danişîna ewil a Komkujiya Konyayê dê di 14'ê Kanûnê de bê lidarxistin
18:24 Cenazeyê Yaliçê piştî 5 mehan radestî malbatê kirin
17:11 MED-DER’ê li Farqînê nûnertî vekir