NAVENDA NÛÇEYAN - Li Kerkûkê, li dijî hezên Haşdî Şabiyê êrişek pêk hat û di êrişê de 2 kesan jiyana xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn.
Li bajaroka Terkîlanî ya bajarê Kerkûkê, li dijî maşîneyeke hêzen Haşdî Şabî êrişeke bombeyî pêk hat. Li gorî nûçeya ku RojNewsê derbas kiriye, di êrişê de 2 endamên Haşdî Şabiyê jiyana xwe ji dest dane û 3 kes jî birîndar bûne.