Ozturk: Pergala ku Erdogan temsîl dike têk çû

  • rojane
  • 13:09 22 Mijdar 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, diyar kir ku AKP’ê û MHP’ê bi bikaranîna çekên kîmyewî li dijî mirovahiyê sûc kirine û wiha got: “Pergala ku Erdogan temsîl dike têk çû.”
 
Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan pirsgirêka kurd înkar kir û di 24 'ê Tîrmeha 2015'an de bi gefên operasyonan ên li Herêma Kurdistana Federe û êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê konsepta şer da destpêkirin. Operasyona ku di çarçoveya vê konseptê de di 23’yê Nîsanê de li Herêmên Metîna, Zap û Avaşînê hatiye destpêkirin, bi êrişên çekên kîmyewî didome. AKP ya di 20’ê Çileya 2018’an de êrişî Kantona Efrînê, di 9’ê Cotmeha 2019’an de êrişî Girê Spî û Serêkaniyê kir, gefên êrişê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwe. 
 
Em israra AKP’ê ya şer, operasyona derveyî sînor, gefên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û encamên wê, rê û rêbazên çareseriyê bi Hevserokê Kongreya Demokratîk a Gelan (KCD) Berdan Ozturk re axivîn. 
 
Ev 7 meh in operasyona Tirkiyê ya derveyî sînor didome, lê tu pêşketin çênebûye. Israra AKP’ê ya di polîtîkaya şer de wê encamê bistîne? 
 
Beriya her tiştî navê vê ne operasyone, dagirkirina Başûrê Kurdistanê ye. Ji ber vê yekê tê domandin; bi dagirkeriyê armanc dikin ku li herêmê bi cih bibin. Di civîna Desteya Ewlekariya Netewî ya 30’ê Cotmeha 2014’an de biryarek (Plana Çokdanînê) hate standin. Bi vê biryarê re konsepta tinekirinê ya li dijî gelê kurd, li ku dibe bila bibe dikeve meriyetê. Ji damezrandina Komara Tirkiyeyê û vir ve polîtîkayên dagirkerî û asîmîlasyonê bi rêya qirkirina gelê kurd tên meşandin. Ev polîtîka îro jî tên meşandin. Dagirkeriya îro berdewama vê siyasetê ye.
 
Çima Herêma Kurdistana Federe? 
 
Beriya niha jî derbarê vê de daxuyanî dan. Têkildarî Herêma Kurdistana Federe gotin “me şaşitiyeke mezin kir.” Weke şaşitiyeke mezin dibînin ku kurd bibin xwedî statuyekê. Hem axaftinên Erdogan hem jî yên Bahçelî yên weke “Mûsil û Kerkuk yên me ne” hene. Dema ku em van tiştan bînin bîra xwe armanc tunekirina gelê kurd e. Ev yek ne tenê fîzîkî ye di heman demê de dagirkirina axê ye. 
 
Tevlîbûna PDK’ê ya operasyonan, ji aliyê kurdan ve weke “xiyanetê” tê dîtin. Li gel ku bertekên tund zêde dibin jî, li pişt helwesta PDK'ê ya neguhere çi heye?
 
 
Bi AKP’ê û MHP’ê ku xwedî polîtîkaya herî kûr a dijminatiya li dijî kurdan e, hevkarî tê kirin û axa Kurdistanê tê pêşkeşkirin. Gelê me wê vê hişmendiyê mehkûm bike, efûkirina wê nîne. 
 
Hin rêveberên PDK’ê bûne şirîkên êrîşa dewleta tirk . Ya ku herî zêde gelê kurd diêşîne, şirîkahiya wan a dagirkirina Kurdistanê ye. Gelê Başûr bi berdelên mezin ev statû bi dest xist. Pêşî lê vekirin, şirîkbûna di êrişê de şaşîyeke mezin e. Ji bo hemû kurdên îro li her çar parçeyên Kurdistanê dijîn şaşîtiyeke mezin e. Partiyek, rêveberiyek dijminatiyê înkar dike. Tirkiye her tim pêşengiya dijminatiya kurdan a bi Îran, Iraq, Sûriyeyê re kiriye. Em referandûmê bi bîr bînin, Bi AKP’ê û MHP’ê ku xwedî polîtîkaya herî kûr a dijminatiya li dijî kurdan e, hevkarî tê kirin û axa Kurdistanê tê pêşkeşkirin. Ev nayê qebûlkirin. Gelê me wê vê hişmendiyê mehkûm bike, efûkirina wê nîne. 
 
Îro li ser sînorê Belarûsê gelê me drameke mezin dijî. Ev mirov çima Kurdistana Başûr dihêlin û diçin. Divê rêveberiya Başûr li xwe binêre. Divê ji xwe pirs bike ev mirov çima ji Başûrê Kurdistanê derdikevin. PDK tevî sûcdarê herî mezine jî kesên din sûcdar dike. Çareserî astengkirina gel a ku ji axa xwe dernekevine. Divê dest ji van xetayan berdin. Em bang li gelê xwe yê Başûrê Kurdistanê jî dikin. Hûn êşên mezin dikişînin lê çi bibe bila bibe axa xwe neterikînin. Berdelên mezin hatin dayîn, em dikarin li dijî zextan bi rêxistibûyînê bibin bersiv. Axên din nabe çareserî. 
 
 PDK ji bo cenazeyan polîtîkayên mîna AKP’ê pêk tîne. Tevî ku PDK bêdeng e jî cenazeyên HPG'yiyên di encama kemînê de li Xelîfanê jiyana xwe ji dest dan, nayên dayîn. Hûn dikarin ji me re qala pêkanînên PDK'ê yên ji bo cenazeyan bikin? 
 
Bêhurmetiya li cenazeyan nayê qebûlkirin. Di tevahiya dîroka mirovahiyê de dijminên herî mezin jî navber dane şer, cenazeyên xwe wergirtine û li gorî edetên xwe cenazeyên xwe veşartine. Cenaze nirxên mirovahiyê ne. Gel cenazeyan bi rêzdarî pêşwazî dike. Ji salên 90’î û vir ve polîtîkayeke dewletê ye ku bi cenazeyan re bilîze, perçe bike û nede.  
 
Ev pêkanîn ji ya AKP’ê û MHP’ê girantir bûye. Ev kesên ku heta cenazeyên hatine veşartin (Goristana Xerzanê) jî rakirine û li ser peyarê veşartine. Cenaze mîrateya mirovahiyê ne. Ger ku we soza qirkirina kurdan dabin jî divê rêz ji cenazeyekî re bê girtin. Ev zîhniyeteke ku hiqûqa şer û rêbazên civakî ji bîr kiriyeye. Lê belê ev yek bêguman ne ya qebûlkirinê ye ku PDK vê bike. Dayik daxwaza cenazeyên xwe dikin. Ya ku PDK dike, ji AKP'ê bêhtir bêexlaqî ye, bê wijdanî ye. Ewin ku qetil kirin jî kurd in, dayik tenê cenazeyên xwe dixwazin. Cihê van di edetên me de nîne. Ev yek wê ji PDK’ê re weke rûreşiyekê bimîne. Divê gelê me yê Başûr li hemberî vê bêdeng nemîne. 
 
Tirkiye ya ku pêşneketiye, bikaranîna çekên kîmyewî didomîne. Gelek kes bang li rêxistinên navneteweyî dikin ku li herêmê lêkolînan bikin, lê heta niha tu gav nehatine avêtin. Kurdên ku Komkujiya Helebceyê ku di bîra kurdan de zindî ye, kurd careke din bi gefeke bi vî rengî re rûbirû ne, hûn dikarin çi bêjin? 
 
 
Çekên kîmyewî bi teqez qedexekirî ne. Divê saziyên navneteweyî, dewletên tevlî vê peymanê bûne berpirsyartiyên xwe bi cih bînin. Hem Erdogan hem jî Bahçelî sûcê li dijî mirovahiyê dikin û divê bên darizandin. 
 
Yekem car di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de çekên kîmyewî hatin bikaranîn. Di Şerê Duyemîn ê Cîhanê de jî Naziyan çekên kîmyewî bi kar anîn. Li Helebê Saddam çekên kîmyewî bi kar anî û di encamê de bi deh hezaran mirov hatin qetilkirin. Tişta ku Sedam li Başûrê Kurdistanê kiribû, vê carê Tirkiye dike. Ji Sedam xerabtir, erdnîgariya Kurdistanê bi hevkariya PDK’ê xerab dibe. Hem mirov hem jî xweza zerareke mezin dîtine. Tevî ku di navbera dewletan de peymanek heye jî, bikaranîna çekên kîmyewî nayê lêkolînkirin. Tevî bangewaziyan jî tevî belge û tespîtan, rewşeke bêdengbûnê heye. Ji bilî Sûdan, Koreya Bakur û Îsraîlê hemû dewlet di vê peymanê de ne. Çekên kîmyewî bi temamî qedexe ne. Bikaranîna çekên kîmyewî hatiye îspatkirin, her çiqas îddîa be jî û li herêmê lêkolîn bê kirin. Eger rêxistinên berpirsyar vê yekê nekin, wateya vê peymanê çi ye? Ne zehmet e, dikarin biçin herêmê. Divê saziyên navneteweyî berpirsyariya dewletên tevlî vê peymanê bûne bi cih bînin. Hem Erdogan hem jî Bahçelî sûcê li dijî mirovahiyê dikin û divê bên darizandin. 
 
 Gefên êrîşan ên li dijî Bakur-Rojhilatê Sûriyê didomin. Erdogan di navbera Amerîka û Rûsyayê de diçe lê erêkirina ku jê xwestibû wernegirtiye. Nerehetiya Erdogan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê çi ye? 
 
Nerehetiya Tirkiyeyê ne Rojava ye, gelê kurd e. Ev sîstem kurdan weke gefekê dibîne û xurtbûna kurdan ji bo hebûna xwe weke xeteriyekê dibîne. Ji ber vê yekê destek dan hemû çeteyan û DAIŞ jî yek ji van e. Kobanê tê bîra me hemûyan, bila gotina Erdogan a 'wê bikeve' ji bîr nekin. Kobanê li dijî kê şer dike? Bi êrîşên çeteyên ku nirxên mirovahiyê yên weke DAIŞ'ê hedef digire, komkujiyan dike û jinan li bazarên koleyan difiroşe, kêfxweş dibe. Li aliyê din hûn lê dinêrin û dibêjin , “Birayên min ên kurd” Ne wijdan û ne jî exlaq hiştine. Ji bo ku kurd nebin xwedî vînek hemû çavkaniyên Tirkiyeyê pêşkeş dikin. Serokê Giştî yê AKP’ê pirsa ‘guleyek çiqasê ye?’ kiribû. Kî ji te re dibêje wê guleyê biteqîne.  
Ji sala 1993’an û vir ve Birêz Ocalan gelek firsend dan û şer sekinand. Birêz Ocalan gelek caran gotiye ku ew nikarin kurdan bi vî rengî biqedînin. Kurd êdî rastiya xwe nas kirine. Birêz Ocalan ji ber vê yekê hişyarî da, gelek caran got ku ji bilî diyalogê çareserî çênabe. Hûn nikarin daxwazên gelê kurd bifetisînin, hûn nikarin îradeya wan tune bikin. Tirkiyeyê got Rojava 'xeta me ya sor e'. Birêz Ocalan hişyar kir, got xetên sor xêz nekin. Divê dev ji dîtina kurdan a weke dijmin berdin. Eger ev yek bi ser bikeve, wê bi taybetî li Tirkiyeyê bandorên erênî li Rojava û Başûr bike. Bi kurdan re pêkanîna çareseriyê wê tevkariyê li pêşeroja Tirkiyeyê bike. Demokrasî pêk tê, li Rojhilata Navîn belav dibe. Lê belê eger hûn bêjin 'xeta me ya sor e' birêz Ocalan jî bi gotina ‘Ew xeta me ya sor e’ dawî li vê tîne. Gelê me yê Rojava tu carî dijminatî li Tirkiyeyê nekiriye. Propagandayên derew dikin, ji Rojava êrîşek bi tenê jî li dijî Tirkiyeyê nehatiye kirin. Delîleke bi tenê ya vê nîne. Tekane derdê wan kurd û Kurdistan e. Hemû jî encama zîhniyeta mêtinger e. Tu karê Tirkiyeyê li Sûriyeyê nîne û hewl dide dagir bike. 
 
 Encam wê çi be?
 
 
 Sîstema ku Erdogan temsîl dike hilweşiya. Lê belê ew jî dikin ku gelên Tirkiyeyê fatûreya van êrîşan bi temamî bidin. Ji ber vê yekê divê gelên Tirkiyeyê li hemberî van êrîşan dengê xwe bilind bikin. 
 
Her kes dibîne û dijî bê ka dijminatiya kurdan çi bi Tirkiyeyê kiriye. Di hevdîtina Pûtîn û Bîden de jî tu encam bi dest nexistin. Em dizanin ku amadekariya êrîşekê dikin. Lê belê heta niha Amerîka û Rûsyayê ev yek erê nekirine. Ya ku vê carê dike, bi binçavkirin û girtinan êrîşî kurdên li hundir dike. Bi vî rengî hewl dide emrê xwe dirêj bike. Tiştekî wan nemaye. Ev ne çareserî ye. Em li rewşa ku Tirkiye tê de ye binêrin, ev encama israra di şer de ye. Di navbera salên 2013-2015’an de gelên Tirkiyeyê çareserî û bandora wê dîtin. Lê nehat hesabê hikûmetê. Li Îmraliyê li maseya li Dolmabahçeyê hatiye danîn xistin, tecrîd kûr kirin, bi ser Birêz Ocalan şer dan destpêkirin. Ji ber vê yekê hewl didin li her çar parçeyên Kurdistanê kurdan bêvîn bikin. Heta niha tu encam negirtin û wê ji îro şunde jî tu encaman bi dest nexin. 
 
Pergala ku Erdogan temsîldike hilweşiyaye. Lê belê ew jî dikin ku gelên Tirkiyeyê fatûreya van êrîşan bi temamî bidin. Ji ber vê yekê divê gelên Tirkiyeyê li hemberî van êrîşan dengê xwe bilind bikin. Siberoja gelên Tirkiyeyê tê firotin, pêwîst e li dijî vê rawestin. 
 
Şîroveyên ku rojên AKP’ê yên dawîne tên kirin. Wê fatûreya dijminatiya kurdan a li AKP'ê wê çawa be? 
 
Wê fatureya van polîtîkayên şer hemûyan li AKP-MHP’ê were birîn. Tişta ku wan bi “Plana Çokdanîne” hesab kir, di demeke kurt de encam girtin bû. Her ku berxwedana kurdan mezin bû, ew asê bûn. Hê jî dewam dikin, lê plan bi ser neketin. AKP û MHP nexweşeke giran e, ji bo emrê xwe dirêj bikin êrîşên xwe didomînin. Herhal ji bilî dijminatiya kurdan tu polîtîkayeke wan nîne. Tu sûda wê ji bo gelên Tirkiyê nîne. Wan her tişt qedandin. Ji aliyê aborî ve jî qediya ne. Dewletên cîhanê êdî bi Tirkiyeyê re mijûl nabin. Siyaseta Tirkiyeyê qedandine. Kes Tayyip Erdogan cidî nagire. Ev sîstem êdî cidî nîne. Her roj anket tên kirin, dengên wan dihelin. Niha ji nava AKP’ê bertekên “êdî bes e” zêde dibin. Hesabên wî yên li malê li bazarê nehatin. Kurdan ev têk bir. 
 
Divê kurd, hêzên demokrasiyê di vê pêvajoyê de çi bikin? 
 
 
 Çareserî ne Amerîka ye, ne Pûtîn e. Ne ewle ye ku mirov li derve li çareseriyê bigere. Mifteya çareseriyê bi jiyana xwe, bi berxwedana xwe, bi paradîgmaya xwe Birêz Ocalan e. 
 
Pêşî divê li dijî faşîzmê eniyeke xurt a demokratîk were avakirin. Divê mirov xwe bi hilbijartinê ve girênede. Çûyîna wan bi xurtkirina tifaqa demokratîk pêkan e. Lewma em dibêjin ku ne tenê pirsgirêka kurdan e. Gelên Tirkiyeyê bi tevahî her cure zext û zilmê dijî. Tecrîda ku li Îmraliyê tê ferzkirin li her ferdekî Tirkiyeyê tê jiyandin. Kurd weke hincet tên girtin, lê divê gelên Tirkiyeyê vê rastiyê nas bikin. Ji bo jiyaneke wekhev û azad, ji bo Tirkiyeyeke demokratîk divê em bi hev re têbikoşin. Di qirkirin, komkujî, girtinan de encam negirtin, wê nestînin. Rê diyar e, rêbaz diyar e, navnîşana çareseriyê diyar e. 
 
Rê û rêbaz çi ye?
 
Muzakere, diyalog... Amerîka û Pûtîn ne çareserî ne. Eger pirsgirêkek hebe, ew jî di nava Tirkiyeyê de ye. Ne ewle ye ku mirov li derve li çareseriyê bigere. Ji ber vê yekê bila nehêlin siberoja gelên Tirkiyeyê bê firotin. Van firotin, ev banga me li hêzên demokrasiyê ye. Ji ber vê yekê em banga xurtkirina tifaqa demokratîk dikin. Mifteya çareseriyê bi jiyana xwe, bi berxwedana xwe, bi paradîgmaya xwe Birêz Ocalan e. Birêz Ocalan ji bo Tirkiyeyê, ji bo Rojhilata Navîn şensekî mezin e. Ji bilî vê ti vebijêrk nîne û encamê nagirin. 
 
MA / Ozgur Paksoy
 

Sernavên din

25/11/2021
09:10 Zarokên girtî yên nexweş di nava çar dîwaran de mezin dibin
09:09 Qada çopê Cizîrê jehrî dike!
09:08 Ercument Akdenîz: Pêdiviya Tirkiyeyê bi tifaqeke gel heye
09:00 ROJEVA 25'Ê MIJDARA 2021'AN
24/11/2021
17:15 Jinan serdana Emîne Şenyaşar kir: Daxwaza wê daxwaza me ye
17:05 Li Edeneyê jinek hat qetilkirin
16:45 Li navçeya Ebexê mirina biguman a zarokekê
16:38 Gazî jinan hat kirin ku beşdarî çalakiyên 25’ê Mijdarê bibin
16:35 Doza Dayikên Şemiyê: Parêzeran eywana danişînê terk kirin
16:33 Destpêkê nehat bîra wî piştre înkar kir
16:08 Farisogûllari: Girtina siyasetmedarên kurd çi bi vî welatî da qezençkirin?
15:28 ÎHD: Di 10 mehan de 30 jin hatin kuştin
15:26 Parêzeran ji bo Îmraliyê serî li Meclîsê dan
15:04 Dikandarê Wanî ku ji Mûstafa Sarigul re got ‘Ev der Kurdistan e’ hat binçavkirin
14:27 Tecrîda li ser Ocalan di rojeva Meclîsê de ye
14:23 Ji Girtîgeha Bolûyê 15 girtî hatin sewqkirin
14:23 Sancar: Divê muxalefet pêşniyazek hevpar a hilbijartinê pêşkêşî Meclîsê bike
13:47 Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan di roja 9'an de ye
13:46 Malbata Şenyaşar: Sedemê vê pêvajoya xerab bêedaletî ye
13:36 Dayikên Şemiyê: Ev doz betal û bêbandor e
13:34 MYK'a HDP'ê civiya: Rojev qrîza siyasî û aborî ye
13:30 Nobeta li Sêmalka di roja 51'an de didome
13:29 Çalakiya xwendekarên Herêma Kurdistanê di roja 4'an de ye
13:07 Nobeda li Sêmalka di roja 51’emîn de ye
12:38 Înfaza Savûr ê 30 sal in girtiye cara 2’yemîn hat şewitandin
12:08 Nûçegihanê me Acar hat berdan
12:06 Endamê HDP'ê ji ber sîxurtî qebûl nekir ji Hewlerê hat derxistin
11:58 Ocalan ji bo jinan: Xwe bi rêxistin bikin û biparêzin
11:37 Cerdevanên Çelîk kuştin, bi saetan bi cendirmeyan re rûniştine
11:22 Dolar bi 13,20’an dest bi rojê kir
11:19 Ji bo Rojnameger Acar daxwaza kontrola edlî
10:53 Demîrtaş banga mitîngan li muxalefetê kir
10:45 Îqtidar dixwaze Doza Kobanê bi encam bike
10:00 Ji bo Ocalan serî li Wezareta Dadê dan: Dawî li vê nediyariyê bîne
09:38 Tirkiye bi bikaranîna çekên kîmyewî di rojeva Ewropayê de ye
09:04 Penaberiyê ji xwe re weke 'çareserî' dibînin
09:03 ‘Bila ATK bên girtin'
09:03 Fûtbolvanên jin ên Êlihê feraseta 'jin nikarin bilîzin' dişikînin
09:02 Ji ber govendgerandinê cezayê dîsîplînê li girtiyan birîn
09:01 Li herêmê şerê taybet: Armanc astengkirina têkoşîna ji bo nasnameyê ye
09:00 ROJEVA 24'Ê MIJDARA 2021'Ê
08:59 Îlham Ehmed bi Lavrov re hevdîtin kir
23/11/2021
16:48 Jin li çar aliyan di çalakiyan de ne
16:47 Hevserokên Giştî yên HDP’ê bi qoda “lezgîn” MYK’a xwe kom dikin
16:03 Bûldan: Em ê windakirina bi reqor nîşanî pergala AKP-MHP'ê bidin
15:54 Nobeta Edaletê di roja 8’emîn de ye: Deng bidin berxwedanê
15:50 Li Zanîngeha Bogazîçiyê 6 xwendekar hatin dûrxistin
15:20 Li polîsê ku bi wesayîta zirxî Oner kuşt tenê 4 sal ceza birîn
14:16 Danişîna 7 jinên li Wanê tên darizandin hat taloqkirin
13:58 Pêşnûmepirsa çekên kîmyewî li Ûca hat vegerandin
13:31 Leşkeran li Licê li rojnamevanan xist û şandeya jinan asteng kirin
13:07 Çalakiyên xwendekaran berbelav dibin
12:39 Derbarê parlementerên HDP’ê de 16 fezleke hatin amadekirin
12:35 Danişîna 22 rojnamevanan hat taloqkirin
12:34 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:23 Malbata Şenyaşar: Heta hesap neyê pirsîn wê kes neyê ‘helalkirin’
12:18 Nobeta li Sêmalka di roja 50'yî de ye
12:10 Gardiyanan li Girtîgeha Akçadagê girtî tazî kirin û li wan dan
12:09 Danişîna 46 rojnamevanan hat dîtin
11:41 Ewlehiya canê Muzeyyen û zarokên wê nîne!
11:40 Bulgaristanê agir bi otobuseke rêwiyan ket: 46 kes mirin
10:50 Ji bo Ocalan serlêdana "hevdîtina lezgîn" hat kirin
10:27 Parêzerê Gurban: Ji bo Ocalan sûd wernegire biryara binpêkirinê pêk naynin
09:58 Amerîka: Di navbera Tirkiye û DAIŞ'ê de pergala hewaleyê heye
09:40 Li 60 girtiyên ku nasnameya girtîgehê qebûl nekirin ceza hat birîn
09:15 Malbatên di Nobeda Edaletê de: Heya bêedaletî bi dawî nebe em ê li vir bin
09:09 Onaran: Girtiyên jin li dijî pêkanînên derî mirovahiyê têdikoşin
09:07 Tan: Înkarkirin li Meclîsê bi sonda bi tirkî dest pê dike
09:07 Endama RJAK'ê Efrîn: Piştî bikaranîna çekên kîmyewî hejmara kesên serî li nexweşxaneyan didin zêde bûye
09:06 ‘Divê em ji her wextî bêtir xwedî li kurdî derkevin'
09:05 Çalakiya bi teştên hevîr: Em rojekê têr, şeş rojan birçî ne
09:00 ROJEVA 23'YÊ MIJDARA 2021'Ê
22/11/2021
23:43 Li Şirnexê 5 kesên din jî hatin girtin
16:58 Li Parka Millî ya Munzurê xweza hat talankirin
16:47 Rojnamevan Acar 4 roj in di bin çavan de ye: Dixwazin tolê hilînin
16:09 Nobeta Edaletê di roja 7’emîn de ye: Divê herkes dengê berxwedanê bilind bike
16:08 Li Amed û Stenbolê jin li qadan bûn
15:51 Li Çiyayê Bagokê wênekêş hatin bicihkirin
14:37 Paylan ji Soylu re got: Tu Derewan û provokasyonê dikî
14:14 Cezayê hefsê li Rojnamevan Nûrcan Yalçin hat birîn
13:50 Aldar Xelîl: Tişta esas berxwedana me ye
13:09 Ozturk: Pergala ku Erdogan temsîl dike têk çû
13:03 Sercerdevanê ku Çelîk kuşt gef li malbata wî jî xwariye
13:02 Soylû êriş kir û parlamenteran jî Peker bi bîra wî xistin
12:34 TJA'yê rapora tundiya li ser jinê aşkera kir
12:18 Malbata Şenyaşar: Bila rojnamevan Emrullah Acar were berdan
10:58 Jinên ku azadiyê di dem û mekan de bi sînor nakin
10:44 Li Wanê jinek hat qetilkirin
10:29 Dêra Ergany ji ber nehatiye parastin bûye kavil
09:24 Zilam li ser tundiyê axivîn: Heta 'mêranî' neguhere naqede
09:16 Jiyanên di têkoşînê de gihiştin hev: Kedxwarî hebe berxwedan jî heye
09:06 Ne budçeya tenduristiyê budçeya rantê ye
09:06 Dayikên Aştiyê bi dayikên Sêmalka re ne
09:00 ROJEVA 22'Ê MIJDARA 2021'AN
21/11/2021
16:52 Nobeta Edaletê: Em li girtiyên nexweş xwedî derkevin
16:24 Pekoz: Navnîşana çareserkirina hemû pirsgirêkan Îmralî ye
16:21 Di dosya nûçegîhanê me Acar de biryara nepeniyê hat dayîn
15:35 Li Girtîgeha Sîlîvriyê gardiyanan li girtiyan dan
15:06 Jin xwe ji 25'ê Mijdarê re amade dikin
14:37 Ûgûr Kaymaz hat bibîranîn