ÊLIH - Gulgeş Tatli ku birîndar hatibû girtin sewqî Girtîgeha Jinan a Qayseriyê hat kirin.
Girtî Gulgeş Tatli ya YJA-STAR'î di 26'ê tîrmehê de li herêma Meydandere ya Colemêrgê di şer de birîndar hatibû binçavkirin. Piştî binçavkirina 10 rojan hatibû girtin û ew şandibûna Girtîgeha Jinan a Colemêrgê. Bi birîndarî wê sewqî 3 girtîgehan kiribûn. Herî dawî wê sewqî Girtîgeha Tîpa M a Êlihê kiribûn.
Duh dayika Tatli Fatman Tatli têkildarî rewşa keça xwe ji ajansa me re axivîbû û ragihandibû ku endamên MÎT'ê diçin Girtîgeha Tîpa M a Êlihê û sîxurtî li keça wê ferz dikin. Tatli, bertek nîşanî tiştên ku tînin serê keça wê dabû.
Balkêş e piştî vê berteka dayika wê Tatlî careke din hat sewqkirin. Di nav 4 mehan de Tatli sewqî 4 girtîgehan hat kirin.