NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Iraqê, daxuyand ku hezar û 894 penaber ji Belarûsê vegeriyane Iraq û Herêma Kurdistanê.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Iraqê Ehmed Sehaf, derbarê penaberên ku bi rojan e li ser sînorê Belarûs û Polonyayê radiwestin de daxuyaniyek da û ragiha d ku hezar û 894 penaber ji Belarûsê vegeriyane Iraq û Herêma Kurdistanê. Sehaf, da zanîn ku penaber bi 3 balefiran hatine veguhestin û 431 penaber îro û 430 jî dê sibê bên veguhestin.