Mele Ozdemîr: Tu dîn tahdeya li cenazeyan qebûl nake

  • rojane
  • 09:27 8 Kanûn 2021
  • |
img
ŞIRNEX - Mele Saît Ozdemîr ku bertek nîşanî helwesta PDK'ê ya li hemberî cenazeyan da, destnîşan kir ku di tu dînî de tahde û îşkenceya li cenazeyan nayê qebûlkirin. 
 
Cenazeyên endamên HPG û YJA Starê bi salan e radestî malbatên wan nayên kirin. Li Şirnex, Mêrdîn, Riha, Dîlok, Meletî û Amedê û gelek bajarên din herî kêm 900 cenaze li goristanên "bêkesan" hatine veşartin û radestî malbatan nayên kirin. Her wiha heman tişt li Herêma Kurdistana Federe jî wisa ye. Partiya Demokrata Kurdistan (PDK) jî serî li pêkanînên AKP'ê yên li hemberî cenazeyan daye. PDK, 5 cenazeyên endamên HPG'ê yên di 28-29'ê Tebaxê de li herêma Xelîfanê di kemîna hatibû danîn de jiyana xwe ji dest dabûn, 3 meh in nedaye malbatên wan. Çalakiya malbatan a ji bo wergirtina cenazeyan jî 65 roj in li Deriyê Sinor ê Sêmalkayê didome. 
 
Mele Sait Ozdemir bertek nîşanî vê helwesta li hemberî cenazeyan da.
 
'NEDAYÎNA CENAZEYAN NAYÊ QEBÛLKIRI' 
 
Mele Ozdemîr, anî ziman ku desteserkirina cenazeyan û bêrêziya li hemberî cenazeyan bi tu awayî nayê qebûlkirin û wiha axivî: "Mirov li cem Xwedê hebûneke girîng e. Rebê alemê dest, çav, ling û guhê mirov ew qas bi qîmet daye ku nayê kirînê. Van hemûyan bidin aliyekî ruh di qata xweda de gelek bi qîmet û pîroz e. Di ayeta pîroz de tê gotin ku mirov nefsekî bikuje, ew kes kî be, çi ziman ,çi ol û reng be weke ku li ser erdê hemû hatine kuştin tê hesibandin. Xwedê vî tiştî qebûl nake. Pêwîst e ku em li hemberî hev du rêz û hûrmetê bigirin. Heger kes mirî be û ruhê xwe dabe, divê hurmet bê girtin. Ew bêrêziya li hemberî cenazeyan tê kirin gunehê wê mezin e. Çimkî kesê ku dimire mêvanê xwedayê alamê ye. Xweda dibêje ku kesê ku dimire nijadê wî, ziman û baweriya wî çi be dest dirêjiyê nekin. Di qata xwedê da ziman, ol, reng û bawerî ferq nake û her kî be mêvanê Xwedê ye. Xwedê em cur bi cur çêkirine. Ji ber wê jî divê em li hemberî hev du bi rêzdar bin. Ev tişta ku li ser cenazeyan tê kirin û nedayina cenazeyan di qata xwedê de nayê qebûl kirin. Ev tişt ne li gorî olê ne. Divê di serî de  mirovê bawermend giredayî qanûnên Xweda be."
 
Ozdemîr, destnîşan kir ku nedayîna cenazeyan nayê qebûlkirin û ji bo ayeta "Heger min xwestibûna min ê mirovê li ser erdê hemûyan bikirana bawermend, misilman û ji yek zimanî" bibîr xist û got: "Lê di sureya Yunus ayeta 99'an de dibêje,'Ma hûn dê mirovan bi zorê bînin ser dîn, fikir û zimanê xwe?' Xwedê vî tiştî qebûl nake û ev tişt di pirtûkên Xwedayê Heq de derbas nabe. Divê ev ayetên pîroz esas bên girtin. Xweda dibêje, 'Min ziman, bawerî û nijadên cuda çêkirin ku hev du qebûl bikin.' Em divê van tiştan qebûl bikin. Cudabûna reng, ziman, bawerîyan dewlemendiya Xweda ye. Em heger van cudahiya qebûl nekin, weke ku me Xweda qebûl nekiriye. Cudabûna çand û zimanan ayetên Xwedê ne." 
 
'DI TU OLÊ DE ÎŞKENCEKIRINA CENAZEYAN NAYÊ QEBÛLKIRIN'
 
Ozdemîr, da zanîn ku di tu bawerî û olan de îşkencekirin û desteserkirina cenazeyan tune ye û axaftina xwe wiha domand: "Xweda di ayetekê de dibêje, 'Mirovê ku dimire xwîn û malê wî li ser her kesî heram dibe.' Hesabê wî kesî di roja qîyamatê de li ba xwedayê mezin e. Dîn rê nade vî tiştî. Kesên ku dimire dibe ku ne ji ol û baweriya me bin, lê hesabên wan li gel Xwedê ye. Em çavkaniyên van kiryarên xwe ji ku distînin? Kur'an û hedîs rê nadin van tiştan. Di  Încîl, Tevrat, Zebûr û  Kur'ana pîroz de jî wiha derbas dibe. Tu ol îşkenceya li ser cenazeyan qebûl nake. Û ev pêkanîn di tu baweriyan de nayê pejirandin." 
 
'EM DIVÊ DESTÊ XWE BIDIN HEV' 
 
Ozdemîr, diyar kir ku çareserî qebûlkirina hebûna hev du te û di dawiya axfaftina xwe de ev bangawazî kir: "Divê li şûna nexweşiyê xweşî hebe. Em divê ji hev du hez bikin.Tevahiya mirovahiyê yek e. Em heger ku yek ayetekî jî pêk bînin ji me re bes e. Heger destê me, lingê me û yan jî milê me biêşe her dereke me diêşe. Ji ber wê jî ku derê mirovekî biêşe em bi hev re hîs dikin. Li ku dera cîhanê çi ziman, bawerî û gel biêşe divê mirovahî pê biêşe. Misilman ew e ku yê însanetî ji dev û destê wî zilmê nebîne. Em niha li vir li ser dîn û Kur'ana pîroz diaxivin lê yê ku ji vê aciz bibin hene. Misilman ew e yê ku bi dev û destê xwe zilm li ser mirovahiyê neke. Divê em destê xwe bidin hev du û rêz hûrmetê bidin hev." 
 
MA / Zeynep Dûrgût

Sernavên din

09/12/2021
15:39 Bersiva ji bo Erdogan: Bila bê Botanê em wî bibînin
15:11 Hevdîtinê ji girtiyê îşkence lê hatiye kirin re qedexe kirin
15:10 Di 11 mehan de 915 kesan ji ber îşkenceyê serî li ÎHD’ê û TÎHV’ê daye
14:18 KONDA: Herî zêde neheqî li jin û kurdan tê kirin
14:18 Dozger dîsa kiryarên malbata Şenyaşar nedît!
13:54 Di doza 'Komîteya Zindanê' de biryara beraetê
13:33 Doza Hêlîn Şen wê ji nû ve were lidarxistin
13:20 Rêxistinên elewiyan: Ji qetliyama li Dersimê tê kirin re bêjin na
13:01 Di Doza Kobanê de careke din daxwaz hatin redkirin
13:01 Li Zapê şereke dijwar derket: 3 leşkeran jiyana xwe ji dest da
12:43 Înfaza Elçîçek ku 22 sal in girtî ye hat sekinandin
12:34 Kiliçdaroglu serdana Emîne Şenyaşar kir: Ez ê vê dozê bişopînim
12:12 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:48 Li Girtîgeha Kiriklarê amûrên taybet ên girtî Akiş desteser kirin
11:26 Danişîna 6 rojnamevanan hat taloqkirin
11:26 Nobeda li Sêmalka di roja 66’emîn de didome
11:25 Şaredariya Farqînê ji bo hewzê daran birî
11:25 Îşkence li rêveberê HDP’ê hatiye kirin
11:04 Yagizay ê bi CPT'yê re hevdîtin kir: Divê CPT bi lezgînî biçe Îmraliyê
10:43 Li Wanê berdana 5 girtiyan tê astengkirin
10:27 Rapora Girtîgeha Turkoglûyê: Lêgerîna tazî didome
09:59 Qeyûmê Mêrdînê neguhêzbarên şaredariyê da ber firotinê
09:35 Nûnerên partiyên siyasî: Dengê kolanê wê têkçûna îqtidarê bi leztir bike
09:31 ‘Daraz esker û polîsên sûcdar diparêze'
09:09 Dadgehê ji ber firotina pisîkê ceza li wan birî
09:09 Esker û cerdevanan çeteyek ava kir: Bertîl, diziya mazotê û zîmmet
09:09 Serokê Baroya Şirnexê: Tirkiye berpirsiyariyên xwe bi cî nayne
09:08 Xizmet ji bo AKP'ê, meaş ji şaredariyê
09:08 Berteka dersimiyan a ji bo krîzê: Em nikarin debara xwe bikin
09:08 Ji ber şewbê liv û tevgera li nexweşxaneyên Rihayê zêde bûye
09:00 ROJEVA 9'Ê KANÛNA 2021'AN
08/12/2021
16:25 TMMOB’ê serdana malbatên girtiyan kir: Wezîrê Dadê sûc dike
16:19 Parlamenterê berê Aslan hat binçavkirin
16:11 Doza Kobanê: Heyeta dadgehê 2 gazindkeran hilbijart
15:40 Saziya Kontrola Cemaweriyê ji bo Ozkan bersiva ‘lêkolîn biencam nebûye’ da
15:38 Li Mêrdînê tecrîdê şermezar kirin
15:14 Di bin 'kontrola' wezaretê de Ozkan bi koronayê ketiye
15:01 Astengiya polîsan bi berzkirina dirûşmeyan protesto kirin
14:44 Meclîsa Jinan a HDP'ê ji bo Tugluk banga berdanê kir
14:40 Walîtiya Mêrdînê ku lîstika kurdî qedexe kiribû destûr da ya tirkî
14:37 TJA: Mafê jinan û siyasetmedaran tê binpêkirin
14:32 Cenazeyê Merwan Bedel hat veşartin
14:06 Ji ber şerê Soylû derxist navber dan rûniştinê
13:55 OHD’ê banga beşdariya doza Malbata Dedeogullari kir
13:41 Nobeda Edaletê di roja 23’yemîn de ye
13:39 Xwendekarên Başûr 19 roj in çalakî li dar dixin
13:37 Doza aktîvîsta TJA’yê Ektî hat betalkirin
13:08 Siyasetmedarên iraqî: Êriş ji ber bedengiya hikûmetê pêk tên
13:07 Nobeda li Sêmalka di roja 65’emîn de didome
13:00 9 cenazeyên li Meletiyê hatin teşhîskirin
12:53 Cezayê hepsê li rojnamevan Koçuk hat birîn
12:48 Cenazeyê jinekê di otomobîla ku reviya de hat dîtin
11:53 HDP: Tirkiye dixwaze civaka Êzidî qir bike
11:53 Rojnamevan Dost hat binçavkirin
11:39 TEV-DEM: Kesên ku peyman îmze kirin berpirsyarên êrişê ne
11:28 Polisan li Sîlopiyayê 3 kes binçav kirin
11:23 Malbata Şenyaşar: Em dijîn û li ber xwe didin
11:09 Li bakurê Kurdistanê berf û baran dibare
10:55 Tunç li Serêkaniyê hat veşartin
10:51 Rewşa Ozkan ê rakirin beşa lênêrîna awarte, xeternak e
10:26 Kepolû ya AKP'î ji bo Erdogan pîsta taybet da çêkirin
10:21 Iraqê êrişa Tirkiyeyê ya li ser Şengalê şermezar kir
10:20 CPT: Em geşedanên li Îmraliyê dişopînin
09:54 40 ciwanên ku OPCW'ê protesto kiribûn hatin dersînorkirin
09:43 Girtiyê nexweşê giran Mehmet Emîn Ozkan bi vîrûsê ket
09:43 Nivîskar û siyasetmedarên jin: Em hemû tên tecrîdkirin
09:41 Rojnamevan Keko: Gel tevî hemû zextên PDK'ê û Tirkiyeyê jî terka warê xwe nake
09:32 Mehmet Ocalan: Demildest divê deriyê Îmraliyê bê vekirin
09:30 Pirsgirêka kurd wekî hikûmetên din AKP'ê jî dihejîne
09:28 Beştaş: Êrîşa SÎHA'yê ya Şengalê sûcê şer e
09:27 Mele Ozdemîr: Tu dîn tahdeya li cenazeyan qebûl nake
09:17 TÎHV: ATK raporên bîrdozî dide
09:16 Ari: Heya pirsgirêkên civakî çareser nebin dê aborî baş nebe
09:00 ROJEVA 8'Ê KANÛNA 2021'AN
07/12/2021
16:59 Li Sêmalka helwesta PDK’ê hat şermezarkirin
16:40 Ji bo azadiya Ocalan banga çalakiyên li seranserê cîhanê hat kirin
16:40 Di êrişa SÎHA’yê de Hevserokê Desteya Rêveber Bedel jiyana xwe ji dest da
16:10 PDK ku ji êrişên DAIŞ'ê re bêdeng e çekan sewqî Şeladizê kir
16:00 Levent Tuzel beraet kir
15:58 Nobeda Edaletê di roja 22'yemîn de ye: Deng û qîrîna me bibihîzin
15:17 Li Girtîgeha Kiriklarê 3 girtî 10 roj in di çalakiya grevê de ne
15:15 HDP'ê derbarê êrişên DAIŞ'ê de daxuyanî da
15:05 Doza konutên Çiyayê Kirklarê hat taloqkirin
14:53 Belavokên li dijî hişbirê qedexe kirin
14:51 Rojek navber dan Doza Kobanê
14:36 Artêşa Tirk êrişî Şengalê kir
13:55 ‘Ne ji qesrê re ji gel re budçe'
13:54 15 fezlekeyên nû şandin Meclîsê
13:46 Nobeta Edaletê di roja 22’yemîn de ye
13:38 Ji Rêveberiya Xweser serdanên dîplomatîk
13:37 Li Herêma Kurdistanê xwendekar terka kuçeyan nakin
13:32 Ebdî li dijî êrişên DAIŞ’ê banga yekitiya neteweyî kir
13:31 KESK’ê banga beşdariya mitîngên krîza aborî kir
13:16 Li Basrayê teqîn pêk hat: 7 kes mirin 9 kes jî birîndar bûn
12:59 Malbata Şenyaşar: AKP hene edalet tune ye
12:58 Nobeda li Sêmalka di roja 64’emîn de ye
12:36 Dadgehê xwest ji bo lêpirsîna biryara neşopandinê hatiye dayîn doz bê vekirin
12:22 Dadgehê parvekirina wêneyê Ocalan beraet kir: Azadiya derbirînê ye
11:53 Rojnamevan di Doza Kobanê de bi ‘kartê turkuaz’ hatin astengkirin
11:41 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan