Bijîjk ji girtiya nexweş re got: Tu bi vê tansiyonê çawa dijî?

  • rojane
  • 09:19 22 Kanûn 2021
  • |
img
STENBOL - Girtiya nexweş Rûken Yildiz a 7 meh in li Girtîgeha Tîpa S a Îdirê di hucreya yek kesî de tê ragirtin, terkî mirinê hat kirin. Malbatê ragihand ku bijîjk ji Yildiz re gotiye “Tu çawa dikarî bi vê tansiyonê bijî?”
 
Rewşa girtiya nexweş Rûken Yilmaz a li Girtîgeha Tîpa S a Ewlehiya Bilind a Îdirê tê ragirtin, her ku diçe giran dibe. Yildiz a 7 meh berê ji Girtîgeha Tîpa T a Wanê bi darê zorê sewqî Îdirê hate kirin û nexweşiyên dil, ba, mêlak, tansiyona bilind, mîde û kêmbûna xwînê pê re hene, jiyana wê her roja ku diçe zehmet dibe. 
 
Birayê Rûken Yildiz a bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” di sala 2017’an de hate girtin û 27 sal cezayê hefsê lê hate birîn, Ferhat Yilmaz, hişyar kir ku rewşa xwişka wê her ku diçe xerab dibe. 
 
Yildiz, bi lêv kir ku dema xwişka wî girtî bû bi beyanên derew ên kesekî şahid, ceza lê hatiye birîn û wiha got: “Dema şahid hat dadgehê dadger ji wî re got ‘Te Rûken kengî dît?’ Wî jî got ‘min di sala 2019’an de dît’ Lê xwişka min ji sala 2017’an ve di girtîgehê de ye û bi van îfadeyên derew cezayê hefsê lê hat birîn.”
 
DELÎL TUNE YE CEZA HEYE
 
Yildiz, dazanîn ku bêyî delîl evqas ceza li xwişka wî hatiye birîn û wiha axivî: “Polîsan îdia kir ku ‘li ser wê bombe hebû’ Lê li ser şopa tiliyan hebû? Ji vê re jî gotine ‘Çawa me girt me îmha kir, ji ber wê em nizanin.’ Diviyabû polîsan bi kamerayan lêgerîn kiribûya. Heke li ser tiştek dîtibin jî diviyabû şopa tiliya wê lêkolîn kiribûna. Di destê wan de tu delîl tune ne lê ceza lê dibirin.”
 
MALBAT BI FIKARE
 
Yildiz, anî ziman ku xwişka wî bi darê zorê ji Wanê sewqî Îdirê hatiye kirin û wiha berdewam kir: “Rêveberiya girtîgehê xwişka min tena serê xwe li odeyekê hiştine û bi gotina ‘em ê te sewqî cihekî din bikin’ mijûl dikin. Em weke malbat bi awayekî cidî bi fikar in. Gelek nexweşiyên xwişka min hene. Miroveke ku gelek nexweşiyên wê hene, tena serê xwe li odeyekê dimîne. Ji ber şert û mercên dermankirinê nînin nexweşiyên wê gelek pêş ve çû. Di girtîgehê de romatizmaya dil dest pê kir, di mêlaka wê de nexweşî heye, tansiyona wê ya bilind heye. Ev nexweşiyên wê beriya niha tune bûn. Li girtîgehê dibin revîrê ku tansiyona wê bûye 24. Bijîjk jê re gotiye ‘Tu çawa bi vê tansiyona bilind dijî?’”
 
DENGÊ WÊ XERAB DIHAT
 
Yildiz, dazanîn ku di hevdîtina telefonê ya dawî de xwişka wê jê re gotiye “Ez ji nava nivînan bi darê zorê rabûm û hatim bi telefonê biaxivim” û anî ziman ku dengê wê pir xerab dihat. Yildiz, bi gotina “Heke nîvê şevê tiştek bi xwişka min were kes nikare mudaxileya wê bike” bertek nîşan da. Yildiz, destnîşan da ku tena serê xwe hiştina xwişka wî ya di odeyekê de tecrîd e û bi lêv kir ku bi hêceta şewbê aktîvîteyên civakî yên girtiyan tên astengkirin lê gardiyan weke artêşekê bi ser odeyan de digirin û lêgerînan dikin. Yildiz, bi bîr xist ku di nava mehekê de 7 girtiyan jiyana xwe ji dest dane û anî ziman ku xwişka wî terkî mirinê hatiye kirin. 
 
MA / Dogan Kaynak - Enes Sezgîn 
 

Sernavên din

24/12/2021
15:22 Li Şirnexê rêyên 20 gundan hatin girtin
14:30 Ayla Akat: Yên daxwaza mudaxiliyê dikin dikaribûn êrişan bisekinandina
14:08 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
14:03 Başaran: Çavkaniya pirsgirêkan bêhiqûqiya li Îmraliyê ye
14:00 Di êrişa çekdarî ya li dibistanê de kesek birîndar bû
13:37 Dadgeha Bilind cezayê Hevşaredarê berê yê Wanê Bekir Kaya erê kir
13:20 Berwarî: Li Rojhilata Navîn bêyî Ocalan çareserî ne pêkan e
13:19 Parlementerên HDP’ê piştgiriya dan malbata Şenyaşar
13:10 Doza Kobanê: Mîkrofona parêzerên dozê hat girtin
12:36 Ji nobeta ‘Em jiyanê diparêzin’ bang kirin: Girtiyên nexweş berdin
12:34 HDP'ê cejna Noel û Yaldo pîroz kir
12:09 Mal û milkê 770 kesî hatin desteserkirin
11:44 Serlêdanên pêşbirka helbestan a Arjen Arî dest pê kir
11:34 Nobeda Sêmalka di roja 81'an de didome
11:28 Malbata Şenyaşar: Edalet tune be nan jî tune ye
11:22 Li Wanê gelek kes hatin binçavkirin
10:13 Ocalan: Çareseriya krîza aborî hilweşandina îqtidarê ye
09:39 Piştî qurbaniyên Roboskiyê êş, azar, xemgînî...
09:36 Bêyî ku kiryar û winda bên dîtin dosyeya Çemê Merîçê hat girtin
09:14 Pîrani: Ên DAIŞ'ê xwedî dikin Tirkiye û PDK ne
09:13 Sekreterê Giştî yê TÎHV'ê: Tecrîd hatiye asta tiştekî bê gotin nemaye
09:13 Meaşê kêm bi zemên tên kirin heliya
09:12 Ên nikarin debara xwe bikin: Dê gel şemaqê li nav guhê îqtidarê bixe
09:11 Berdana rojnameger Dogan 5 sal taloq kirin
09:00 ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2021'AN
08:49 Li Wanê bi pileya 4.0 erd hejiya
23/12/2021
18:38 Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi meşê protesto kirin
17:24 Piştî 30 sal û 3 mehan hat berdan
17:13 Parlamenterê HDP’ê yê berê hat berdan
16:58 Ji bo kongreya ciwanan û mîtîngê bang kirin
16:56 Li Şirnexê rêvebera HDP’ê hat girtin
16:50 Jinan serdana Nobeda Edaletê kir
16:36 Danişîna Doza Kobanê dê sibê berdewam bike
16:31 Wê dadgeha binîqaş êdî li dozên siyasî nenêre
16:31 HDP wê li navenda Rihayê mitînga ‘edaletê’ li dar bixe
16:30 HDK’ê serdana malbata Şenyaşar kir
16:02 HDP’ê li Mêrsînê dest bi amadekariyên kongreya xwe kir
15:46 ÎHD'ê nobeta 'Em jiyanê diparêzin' da destpêkirin
15:19 Ceza li endam û rêveberên Komeleya Sarmaşikê hat birîn
15:04 ‘Doza Sereke ya KCK’ê ku ji nû ve tê dîtin hat taloqkirin
14:31 Doza Kobanê: Armanca dozê tunekirina HDP’ê ye
14:08 KESK: Divê mûçeyên kedkarên camweriyê bê zedekirin
13:58 ‘Bila faîlên komkujiyan werin darizandin’
13:48 Biryara berdewamkirina girtina Kavala hat dayîn
13:34 Berdevka HDP’ê Gunay: Em ji bo çareseriyê hevdîtinan dikin
13:21 Parêzeran ji bo biçin Îmraliyê careke din serlêdan kirin
12:32 Di doza Efe Tektekîn de ji ATK’ê raporek nû hat xwestin
12:07 Li Edenê zilamekî jinekê birîndar kir
12:01 Malbata Şenyaşar: Edalet di bin serweriya zaliman de ye
11:24 Malbatên sê karkerên sûrî ku hatin şewitandin: Ev nijadperestî û hovîtî ye
11:15 Li Bakur berf dibare
11:14 Nobeta Sêmalka di roja 80'yî de didome
10:52 Girtiyê nexweş Aslan: Em di bin zextê de ne
10:28 Temenê Bagerê biçûk mezin kirin û heta hetayê ceza lê birîn
09:21 Bi pîyangoya qeyûm tayinî Nûnertiya RTUK'ê ya Herêmê hat kirin
09:14 Banga ji bo tevlîbûna kongreya ciwanan
09:14 Partiyên siyasî yên li Îzmîrê: Divê xwedî li berxwedana Îmraliyê bê derketin
09:12 Ji rêxistinên mafên mirovan banga ji bo doza Denîz Poyraz
09:11 Girtî: Em ê li ber xwe bidin
09:10 Sewalvan: Em heywanên xwe difiroşin û pê ji bo yên mayî êm dikirin
09:00 ROJEVA 23'YÊ KANÛNA 2021'AN
22/12/2021
18:51 HDP'ê serdana Partiya Saadetê kir
17:17 Komeleya Jinan a STAR serdana Nobeta Edaletê kir
16:59 Li Îzmîrê 7 kes hatin berdan
16:22 Li Rihayê ji bo mîtînga ‘Niha dema edaletê ye’ bang kirin
15:53 Faîlê kuştina Ayşe Tayûrak berdan
15:53 Hunergeha Welat vê carê ‘Awazên Wendayî' zindî kir
15:34 Kedkarên tenduristiyê êrişa li bijîjk şermezar kir
15:34 Nobeta Edaletê di roja 37’an de ye: Em ê bigihin armanca xwe
15:33 Tecrîda li ser Ocalan şermezar kirin
15:21 Dadger bersûcê destdirêjiyê Osman Çur beraet kir
15:04 Şandeya TMMOB'ê serdana Malbata Şenyaşar kir
14:57 Ji ÎHD’ê çalakiya ‘Em jiyanê diparêzin’
14:07 Biryara neşopandinê dan îfadeyên ‘Kurdistan û Birêz Ocalan’
13:42 Doza Malbata Îzol: Ji bo 12 kesan 48 car cezayê muebetê hat xwestin
13:42 Serokkomarê Şîliyê Garbrîel Borîc: Kurd tên qirkirin
13:17 Rojnamevan Turfent sersala xebatkarên ajansa me pîroz kir
13:07 Girtiyên jin kovara bi navê 'Tevn' derxistin
13:06 Çîrokên ku jinên girtî dinivîsinin wê bên berhevkirin
11:38 Ciwanên HDP’ê amadekariya kongreyê dikin: Em ê modela jiyana nû pêşkeş bikin
11:05 Malbata Şenyaşar: Em ê riyek nû vekin
10:16 Li Îzmîrê 7 kes hatin binçavkirin
10:09 Doza Denîz Poyraz dest pê dike
10:05 Rojnameger Êzidî: Li Şengalê li şûna MÎT'ê PDK kar dike
09:31 Zeytûn: Dê ATK bi lêpirsîneke kartêker daxilî nav gumanbaran bibe
09:19 Bijîjk ji girtiya nexweş re got: Tu bi vê tansiyonê çawa dijî?
09:11 Înfaza girtiyê ku 'poşmanîtî' qebûl nekir cara dudoyan hat şewitandin
09:11 Êdî goştê mirîşkan jî bi xiraman tê firotin
09:11 Zarok û malbatên wan ji bo xwedî derketina li kurdî bang kirin
09:11 Elîk: ATK şirîkê mirina girtiyan e
09:11 Komira Şirnexê çû heya Trabzonê jî!
09:11 Parêzerê Dînç: Soylû jiyana muwekîlê min xist talûkeyê
09:00 ROJEVA 22'YÊ KANÛNA 2021'AN
21/12/2021
21:57 Tepelî ya ku di Girtîgeha Kandirayê de: Min bi çavê xwe dît ku Garîbeyê kuştin
16:47 Dadgehê di biryara xwe de israr kir: Li Altûnê 10 sal ceza hat birîn
16:43 Doza Kobanê taloqî 23’yê kanûnê hat kirin
16:33 Dayika girtî: Li dijî vê zilmê serî rakin
15:59 Girtiyê nexweş Ozkan bi hêceta ‘Doza Licê’ nehat berdan
15:58 Nobeda Edaletê: Em gotina ‘girtî întîhar kiriye’ qebûl nakin
15:34 Sancar: Em ê ji bo yekîtiyê serdana partiyên muxalefetê bikin