Bersiva Amediyan a ji bo qeyûm: Xwediyê vê derê gel e

img
AMED - Şêniyên Amedê ku bertek nîşanî gotina qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê Munîr Karaloglû ya ‘Xwediyê vî bajarî heye’ dan wiha gotin: “Xwediyê vî bajarî gel e. Dema wext hat dê bivê nevê biçin.”
 
Niqaşên li Amedê bê ka şaredariyên di bin rêveberiya qeyûman de çawa ji bo berjewendiyan destûrê didin înşaetên neqanûnî, tên kirin didomin. Yekîtiya Odeyên Endezyar û Mîmaran a Tirk (TMMOB) di 30’ê Kanûna 2021’an de li ber edliyeyê daxuyaniyeke bi serenavê “Ev bajar ne bêxwedî ye” dabû û li dozgeriyê giliyê sazî û qeyyûmên erkdar ên destûr dane înşaetên derveyî qanûnî, kir. Daxuyaniya TMMOB’ê qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Walî Munîr Karaloglû aciz kir. 
 
Karaloglû, dema xebatên di bin navê “veguherîna bajarvaniyê” hatin destpêkirin de têkildarî daxuyaniya TMMOB’ê wiha gotibû: “Li Amedê ekîbek heye ku bi walî, parlamenter û şaredarên navçeyê re bi dilsozî û samîmî dixebite. Hûn jî vê yekê dibînin lê mixabin vîna we nîne. We vîna xwe radestî yekî din kiriye. Belavoka ku kirine destê we de hûn dixwînin. Xwediyê vî bajarî heye.” Me derbarê înşaetên qaçax û daxuyaniya ji aliyê qeyûm ve hat dayîn de mikrofon dirêjî şêniyên bajêr kir. 
 
‘DÊ BIVÊ NEVÊ BIÇIN’
 
Welatî Serhat Bozhan, bal kişand ku Karaloglû şûna hevşaredarên hatin hilbijartin, hatiye tayînkirin û wiha got: “Zilamên xwe anîn danîn wir û ev ji kê re dixebitin diyar e. Xwe weke xwediyê welat hîs dikin. Em hêvî dikin ku di demekî nêzîk de ji van xelas bin. Em bawer dikin û em ê xelas bin jî. Xwediyê Amedê gelê Amedê ye. Kes di xema wan de nîne. Dema wext hat wê bivê nevê biçin.”
 
‘XWEDIYÊ VÎ BAJARÎ EM IN’
 
Mehmet Erdem jî dazanîn ku xwediyê welat gel e, ji gel mezintir kes tune ye û wiha axivî: “Gotinên qeyûm xelet in. Em bi xwe nehatiye hilbijartin û di statuya karmendekê de ye. Tiştên ku gotin li gor wî normal in lê heke kesekî ji gel û hatibûya hilbijartin bûya teqez tiştekî wisa nedigot.” 
Saît Yuce jî bi gotina “Xwediyê vî welatî em in” bersiv da gotina qeyûm û wiha got: “Heke gel tune be tu tişt tune ye. Heke hinek aqlê wî hebûya tiştên wisa nedigotin.”
 
‘QEYÛM MALÊN ME XERAB KIRIN’
 
Emîn Can Sezer jî dazanîn ku ji ber xaniyê wî yê li Taxa Alî Paşa ya navçeya Sûrê xera bûye, neçar man ku koç bikin û wiha axivî: “Xaniyê me yê li Alî Paşa hilweşandin, pişt re avahiyên TOKÎ’yê li wir çêkirin. Tu ji wan jî nehatin firotin. Dinyayeke pereyan xerc kirin. Xaniyên me vala xera kirin. Heke tiştek ji vî gelî re kiribûna, wê zarok li kolanan peçete nefirotana. Xwediyê vî bajarî em in. Me ew ne hilbijart. Weke qeyûm hat tayînkirin, ew nikare bibe xwediyê vî bajarî.”
 
‘NE BANK NE JÎ PARK HEYE’
 
Ciwana bi navê Doga Çinar jî anî ziman ku di kolanên bajar de tu baş bûn tune ye û wiha axivî: “Li kolanan bankeke ku mirov lê rûnin tune ye. Parkeke ku zarok lê bileyizin tune ye. Hemûyan difiroşin. Diçin dikin cihên dewlemendan. Ev bajar yê amediyan e ne yê kesekî din e.”
 
‘EV AX YA GEL E’
 
Nûrettîn Nazli jî bi lêv kir ku gotinên qeyûm nayên qebûlkirin û wiha got: “Ev ax ne ya kesekî ya vî gelî ye. Ew dê sibê du sibe ji van deran biçin. Tiştekî wisa nayê qebûlkirin. Ji bo vî gelî tiştek nekirin. Gel xistin bin deyanan. Kes wan weke muxatab nagire. Kes bi wan re naaxive ku biçe derdê xwe ji wan re bêje. Mirovekî ku ji rastiya gel dûr e, ew hilbijartiye û anîye. Tişta ew dikin desteserkirine. Tevî hemû zextan jî nikarin vîna gel bişikînin. Kes nikare bi vîna vî gelî bilîze. Heke sibê hilbijartinek çêbibe em ê dîsa serbikevin û em ê wan têk bibin.”
 
MA / Eylem Akdag - Mehmet Guleş
 

Sernavên din

04/01/2022
15:47 Li Wanê di 3 salan de 160 penaberan jiyana xwe ji dest da
15:28 Polisan êrişî malbatên girtiyan kir
15:10 Siyasetmedarên jin ên kurd hatin bibîranîn
15:07 Li Silopiyayê mamosteyek bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
15:01 Xizmên girtiyan li komcivîna HDP'ê ne: Dawî li siyaseta darbestan bînin
14:42 ‘Dosya Sutçu ji me direvînin’
14:34 Rapora DFG'ê sala 2021'an: 62 rojnameger girtî ne
14:16 Parêzeran serî li CPT da: Bila pêkanînên îşkenceyê bi dawî bibin!
13:55 Biryara neşopandinê dan rojnamevan Ozgul
13:53 Li Îzmîrê HDP'ê dest bi xebatên kongreyê kir
13:36 MÎT'ê sixurtiyê lê ferz kir û PDK'ê jî wî dersînor kir
13:00 Malbata Şenyaşar: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
12:24 Li Îzmîrê mirina biguman a jinekê
12:12 Parêzerên Ocalan careke din serlêdana hevdîtinê kirin
12:05 Hevalê odeyê yê Erkmen ê di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da: Ewlehiya canê me tune
11:36 Qurana Mela Kasim desteser kirin
10:49 6 sal in îfadeya yek kesî jî nehatiye girtin
09:25 Amîrê polîsan milê serokê MHP'î şikand
09:07 Şagirta Sêvê Demîr: Sêvê, mamosteya bîrdoziya jinê ye
09:07 'Fîşekên li kurdan diteqînin dibin zem û vedigerin'
09:07 Dayikên Aştiyê: Ji bo aştiyê divê tecrîd bi dawî bibe
09:07 Tapoyên avahiyên ku çêkirine ji bîr kirine!
09:07 Ji îstinafê biryareke emsal: Amîrên mulkî nikarin mudaxileyî darizandinê bikin
09:03 Malbata Gulîstanê dixwaza Abarakov bê darizandin
09:01 Hişyariya ji bo Omîcronê: Dibe ku em bi tsûnamiyekê re rû bi rû bimînin
09:00 ROJEVA 4'Ê ÇILEYA 2022'YAN
03/01/2022
17:31 Malbatên di Nobeda Edaletê de ber bi Enqereyê ve ketin rê
17:20 Çalakiya malbata Dokû di roja 3’yemîn de berdewam dike
16:55 Di Nobeta Edaletê de destnîşankirina têkoşînê
16:40 Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Mêrsînê avakirina xwe ragihand
16:30 Malbata Şenyaşar daxwaza piştgiriya hiqûqî kir
16:28 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Kiriklarê didome
16:10 Ji TMMOB'ê bersiva qeyûm: Hûn ne xwediyê bajar karmendekî tayînkirî ne
16:01 Sutçu yê bi çekê êrişî HDP’ê kir hat berdan
15:50 HDP wê li Êlihê kongreyê li dar bixe
15:47 Dozger xwest êrişkarê HDP’ê Sutçu were girtin
15:27 Yenîsahneyê bernameya xwe ya meha Rêbendanê aşkera kir
13:06 Li bendê ye ku êrişkarê HDP'ê Sutçu sewqî edliyeyê bê kirin
12:50 Li Colemêrgê 11 herêm hatin qedekirin
12:37 Sakîne Cansiz: Ji bilî azadiyê dostên jinan tune ne
12:15 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar li Stenbolê ye
11:45 Enflasyon ji sedî 21'an derket ji sedî 36'an
11:44 Artêşa tirk Duhok bombebaran kir
11:24 Bersiva Amediyan a ji bo qeyûm: Xwediyê vê derê gel e
11:17 PDK'ê bêyî agahiya hikûmetê deriyê sînor girtî ye
10:44 Parastina "sorkirinê" ya faîlê ku jina êzidî kuştibû derew derket
10:09 Hevala Gulistan Dokû: Winda nebû hat windakirin
09:15 Vaye nava malên 'Bi tîpa Sûr'
09:12 Parêzerê DÎAYDER'ê Epozdemîr: Dozname nîne buxtanname ye
09:11 Jina ku herkesî da ser rêya wê: Pakîze Nayir
09:00 ROJEVA 3'Ê ÇILEYA 2022'YAN
02/01/2022
20:16 Li Mêrdînê mirina biguman a jinekê
19:27 Êrîşa li dijî HDP’ê li Şîrînevlerê hat şermezarkirin
16:34 Dayik Dokû: Gulistan li ku ye?
16:19 Pêşniyara jinan a çareseriyê: Divê deriyên Îmraliyê bên vekirin
15:38 ‘Nobeta Edaletê’ ya li Amedê di roja 48’an de ye
15:34 Meclîsa Dayikên Aştiyê avakirina xwe ragihand
13:30 Bedela nûçeyê: 67 rojnameger bi daxwaza hezar û 334 salan hatin darizandin
13:06 Hevşaredarê Gêlê Akkûl sewqî Lijneya Dîsîplînê hat kirin
12:07 DÎSKÎ’yê bi hefsê gef li welatiyan xwar
11:28 Malbata Şenyaşar: Edaleta ku em lê digerin wê di sala 2022’yan de bê
11:20 Bernameya Meha Çileyê ya Şanoya Bajêr a Amedê diyar bû
10:50 Piştî zaman bi graman dest bi kirîna penîr kirin
10:06 Girtiyên nexweş nayên berdan: Dewlet kuştinê tercîh dike
09:02 Înfaza girtî Hurriyet Dogan hat şewitandin
09:02 'Fatma bi qasî ku karibû barê cîhanê hilgire wêrek bû'
09:00 Şakar: Ger tecrîd bê şikandin dê rejîma tahdeyê bi dawî bibe
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÇILEYA 2022'YAN
01/01/2022
19:30 Malbata Gulîstan Dokûyê li ber Edliyeya Dersimê çalakiya rûniştandinê da destpêkirin
17:01 Li Aydinê mirina biguman a jinekê
16:33 AYM'ê daxwaza berdana girtiyê nexweş red kir
16:12 Malbatên girtiyan bi daxwaza ‘edaletê’ dest bi sala nû kirin
15:22 ÎHD: Bila girtiyê nexweşê giran Korkmaz demildest were berdan
14:46 Xizmen windayan ji bo Komkujiya Dîgorê daxwaza edaletê kirin
14:40 Boltan tevî rapora ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ jî nayê berdan
14:11 Dayikên Şemiyê: Ji bo sûcên li dijî mirovahiyê werin ronî kirin em ê têbikoşin
14:11 Gardiyanan hewl da girtiyekî bifetisînin
13:53 9 penaberên ku Tirkiyeyê wan dabû OSO'yê radestî Îranê hatin kirin
13:23 Malbata Şenyaşar: Sedema zeman bêedaletî ye
13:23 TJA’yê sala nû li gelan û li jinan pîroz kir
12:31 Ji damezrînerê DÎAYDER'ê Înal: Kesê bûxtan li me dike terorîstê herî mezin ê dinyayê ye
11:27 Li Osmaniyeyê 5 Efrînî hatin girtin
11:02 Nexweşxane dibê ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ ATK dibê ‘dikare bimîne’
09:56 Sala nû bi zeman hat: Zemê anîn ser gaza sirûştî û sotemeniyê
09:40 Nikaribûn kenê wê bitepisînin: Ruhê berxwedêr ê Sêvê li her derê Kurdistanê ye
09:20 Ceyranê di navbera ji sedî 52 û 130'yî de zem kirin
09:19 Li Wanê bangawaziya li dijî tecrîdê têkoşîn
09:19 Lêgerîna ji bo edaletê ya malbata Şenyaşarê di roja 300'î de ye
09:14 '2022, dê bi azadiya Ocalan re bibe sala serkeftinê'
09:00 ROJEVA 1'Ê ÇILEYA 2022'YAN
31/12/2021
20:52 Orkestra Ma klîbek nû çêkir
18:30 Bêyî ku li benda testa DNA'yê bimînin 4 cenaze li 'Goristana Bêkesan' hatin veşartin
18:09 Li Wanê Nobeta Edaletê di roja 25’emîn de ye
18:02 Di Nobeta Edaletê de ji bo girtiyan banga berdanê hat kirin
17:11 DÎAYDER: Ne doz e komplo ye
16:54 Rojnamegeran hem beraet kir hem jî ceza li wan birîn
16:34 HDK’ê serdana DÎAY-DER’ê kir
16:12 Platforma Zimanê Kurdî sala nû pîroz kir
16:05 Hevserokên Giştî yên HDP'ê ji bo sala nû peyamek weşand
15:47 Aktîvîst TJA'yê Sumeyye Gok sewqî Qeyseriyê hat kirin