Qurana Mela Kasim desteser kirin

img
ŞIRNEX - Kurê Mela Kasim Yîgît ê girtî, Nûrettîn Yîgît anî ziman ku rêveberiya Girtîgeha Şirnexê li dijî bavê wî nêzîkatiyeke li dijî hiqûqê dide meşandin û got: "Qurana ku me jê re şandî jî radestî wî nekirine û desteser kirine." 
 
Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû di dema hevdîtinên budçeyê de di 10'ê Kanûnê de têkildarî kuştina Tahîr Guven ê birayê Serokê AKP'ê yê Şirnexê yê berê Cîhan Guven, HDP kiribû hedef. Piştî vê axaftina Soylû, polîsan bi ser malan de girtibûn û 33 kes binçavkiribûn. Her wiha bi ser avahiya rêxistina HDP'ê ya Cizîrê de jî girtibûn. Ji 33 kesan 20 kes hatibûn girtin.Yek ji kesên ku hatiye girtin jî Mela Kasim Yîgît (47) e. Mela Kasim ê li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê tê ragirtin, hefteyekê di hucreyê de hatibû hiştin û pergala germkirinê ya hucreyê jî jê re nehatibû vekirin. Malbata Mela Kasim ragihand ku Qurana ku wan jê re şandibû hatiye desteserkirin û kincên ku wan jê re şandin jî nehatine teslîm kirin. Di hevdîtina ku Mela Kasim herî dawî bi malbata xwe re kir de ragihand ku ji bo destnîmêje bigirin avê nadine wan."
 
'HERKES DIZANE BAVÊ MIN MELA YE' 
 
Kurê Mela Kasim, Nûrettîn Yîgît, diyar kir ku girtina bavê wî li dijî hiqûqêye, melatiya bavê wî ji aliyê şandeya dadgehê ve hatiye înkarkirin û wiha got: "Li ku êşek, xweşiyek heba bavê min li wir bû. Armanca wî tenê ji mirovahiyê re xîzmet bû. Bavê min li her derê bû. Bê ferq û cudahî tevlî her cenazeyekî dibû. Çimkî mela bû û gel jî wisa qebûlkiriye. Li ku şer û pêvçûnek hebûya bavê min li wir dibû hêza aştiyê. Ji bo ku di nava civakê de pirsgêrîkên heyî  mezin nebin, her tişteke ku ji destê wî dihat dikir. Piştî ku hat binçavkirin jî pirsa, 'Çima civak ji te hez dike? Tu li ser hêstên gel dixebitî?' hat kirin. Ez 24 salî me qasî ku tê bîra min bavê min melatî kiriye. Bavê min her tim ji bo civaka xwe xîzmet kiriye. Ji Cizîrê heta ku Colemêrgê herkes dizane ku bavê min mela ye. Lê di dadgehê de ji wî re gotine, 'Tu ne melayî. Mela nasnavê te ye' Em vî tiştî qebûl nakin. Ji bo girtina wî hincetên bi vî rengî çêdikin. Em weke malbat girtina wî qebûl nakin."
 
'QURANA WÎ DESTESER KIRIN' 
 
Yîgît, da zanîn ku, Qurana wî ji bavê xwe re şandiye hatiye desteserkirin û wiha berdewam kir: "Bavê min ji xwe nexweşe. 2 caran anjîyo bûye. Ev 2 heftîne dermanê wî nadinê. Me Qurana wî jî şand lê nedane wî û desteser kirine. Gotine bila ji vir bistîne. Çend carin ji wan dixwaze jî nadinê. Min jê re şelwar birin ew jî qebûl nekirin. Gotin, 'Şelwar tişteke çawa ye em qebûl nakin' Heger şelwar nebe bavê min nikare nimêjê bike. Bavê min nêzî 2 heftiyan di hûcreyê de hiştin. Me ev tişt qebûl nekir û giliyê girtîgehê kir. Piştî ku 20 roj derbas bûn nû bavê min derbasî qawişê kirin. Bavê min roja hatiye girtin ve heman kincan li xwe dike. Ew kincên ku me jê re şandine nadinê. Heta ku duh jî telefona me kir û got, 'Hê ew kincên ku roja ewil li ber minin'. Tu wîjdan û hiqûq vî tiştî qebûl nake. Ev 24 rojin bavê min di girtîgehê de ye.Wê roja ku em pê re axivîn jî got ku avê nadinê ku dest nimêje bigire. 18 kes di heman qawişê de dimînin, lê avê nadinê. Heta ku ji bo ava vexwarinê jî dibêjin ava labavoyê vexwin. Ev tişt nayê qebûl nekirin. Mirov mela be û av nebe ku mirov dest nimêjê bigire. Kî dê vê yekê qebûl bike? Li ser olî siyaseta xwe didin meşandin, lê niha di girtîgehê de av nadin melayekî ku dest nimêja xwe bigire. Em hêvî dikin ku demeke nêz de bê berdan."
 
'DIVIYABÛ HATIBA BERDAN' 
 
Parêzerê Mela Kasim Sertaç Ozkan jî da zanîn ku ji bo girtina wî tu delîleke berbiçav tune ye û wiha axivî: "Li dozgeriyê û li Dadgeha Cezayê Sulhê me bi taybetî ev tişt anî ziman. Lêpirsîna dawî siyasî ye. Di dosyeya heyî de nêzî 20 girtî hene. Xala 20 girtiyan a hevkar ew e ku îfadeyên şahidên veşartî hene. Di dosyayê de ji bilî şahidê nepenî tiştek nîne. Bi gelemperî Dadgeha Bilind ji me re dibêje ku îfadeyên şahidên nepenî  tenê wekî bingeh nayên girtin. Divê bi delîlan were pişt rast kirin. Lê xebateke dozger ya bi vî rengî tune ye. Mînak yek ji şahidên nepenî yên Mela Kasim dibêje, 'Serokê Meya-Derê yê niha Serhat Kuçuk e, lê hemû xebatên wê Mela Kasim dide meşandin' Tenê ev hevok heye. Tişteke din tune ye. Heman tişt ji bo tawanbarên din jî derbas dibe. Ger li ser dosyaya heyî zextên siyasî tunebûya, ne mimkûn bû ku ev kes bihatibûna girtin. Di şert û mercên asayî de divê dozger ew  vedixwendibûna îfadeyê û piştî îfadeya wan jî serbest berdabûna. Lê wisa nekirin û ev jî nîşanî me dide ku ne bi hiqûqî, bi siyasî nêzî dosyayê dibin."
 
'SÛC DIKIN' 
 
Ozkan, bi lêv kir ku li dijî Mela Kasim nêzikatiyeke taybet heye û wiha domand: "Hat gotin ku di çarçoveya tedbîrên Kovîd-19'ê de ew di hucreyê de hatiye ragirtin. Her wiha ji ber ku Mela Kasim lêgerîna tazî qebûl nekiriye rastî zextên fizîkî hatiye. Bi zanebûn encamên testa Seyda hinekî dereng hiştin. Lê di nava 2-3 rojan de ew pirsgirêk jî çareser bû û derbasî kawişê kirin. Lê pirsgirêka giştî ya girtîgehê didome. Li girtîgehê pirsgirêka germkirinê heye. Pirsgirêka av û xwarinê heye. Mela Kasim jî nexweş e. Hem ji ber temenê xwe hem jî ji ber ku nexweşiya dil heye nikare di girtîgehê de bimîne. Di xwe gihandina dermanên xwe de pirsgirêkan dikêşe. Pirsgirêkên wî yên  tenduristiyê hene. Tirkiye bi lez û bez ji rêgeza dewleta hiqûqê dûr dikeve. Dema ku mantiqa bingehîn ne hiqûq be, tiştên wisa jî çêdibin. Mijara hiqûqê kiryarên sûc in. Niha li vir pêvajo berovajiye. Di olî de her mirovek wekheve. Di olê de her misilmanek li gor adetên xwe tê veşartin. Mela jî dema diçe sersaxiyan an jî merasîma cenazeyên gel bê cudahî diçe. Lê ev tê wê wateyê ku hin kes ji vî tiştî acizin. Li dijî mantiqê hiqûqê sûc dikin. Ger dewletek li dijî qanûnên xwe tevbigere em ê bi rewşên wiha re rû bi rû bimînin. Bi gelemperî ev sosretiye. Ne wijdanî ye, ne zagoniye û ne jî mentiqê wê yê hiqûqî heye ku oldarek ji ber ku karê xwe yê sereke dike bê girtin." 
 
 
 
 
 

Sernavên din

04/01/2022
15:47 Li Wanê di 3 salan de 160 penaberan jiyana xwe ji dest da
15:28 Polisan êrişî malbatên girtiyan kir
15:10 Siyasetmedarên jin ên kurd hatin bibîranîn
15:07 Li Silopiyayê mamosteyek bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
15:01 Xizmên girtiyan li komcivîna HDP'ê ne: Dawî li siyaseta darbestan bînin
14:42 ‘Dosya Sutçu ji me direvînin’
14:34 Rapora DFG'ê sala 2021'an: 62 rojnameger girtî ne
14:16 Parêzeran serî li CPT da: Bila pêkanînên îşkenceyê bi dawî bibin!
13:55 Biryara neşopandinê dan rojnamevan Ozgul
13:53 Li Îzmîrê HDP'ê dest bi xebatên kongreyê kir
13:36 MÎT'ê sixurtiyê lê ferz kir û PDK'ê jî wî dersînor kir
13:00 Malbata Şenyaşar: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
12:24 Li Îzmîrê mirina biguman a jinekê
12:12 Parêzerên Ocalan careke din serlêdana hevdîtinê kirin
12:05 Hevalê odeyê yê Erkmen ê di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da: Ewlehiya canê me tune
11:36 Qurana Mela Kasim desteser kirin
10:49 6 sal in îfadeya yek kesî jî nehatiye girtin
09:25 Amîrê polîsan milê serokê MHP'î şikand
09:07 Şagirta Sêvê Demîr: Sêvê, mamosteya bîrdoziya jinê ye
09:07 'Fîşekên li kurdan diteqînin dibin zem û vedigerin'
09:07 Dayikên Aştiyê: Ji bo aştiyê divê tecrîd bi dawî bibe
09:07 Tapoyên avahiyên ku çêkirine ji bîr kirine!
09:07 Ji îstinafê biryareke emsal: Amîrên mulkî nikarin mudaxileyî darizandinê bikin
09:03 Malbata Gulîstanê dixwaza Abarakov bê darizandin
09:01 Hişyariya ji bo Omîcronê: Dibe ku em bi tsûnamiyekê re rû bi rû bimînin
09:00 ROJEVA 4'Ê ÇILEYA 2022'YAN
03/01/2022
17:31 Malbatên di Nobeda Edaletê de ber bi Enqereyê ve ketin rê
17:20 Çalakiya malbata Dokû di roja 3’yemîn de berdewam dike
16:55 Di Nobeta Edaletê de destnîşankirina têkoşînê
16:40 Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Mêrsînê avakirina xwe ragihand
16:30 Malbata Şenyaşar daxwaza piştgiriya hiqûqî kir
16:28 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Kiriklarê didome
16:10 Ji TMMOB'ê bersiva qeyûm: Hûn ne xwediyê bajar karmendekî tayînkirî ne
16:01 Sutçu yê bi çekê êrişî HDP’ê kir hat berdan
15:50 HDP wê li Êlihê kongreyê li dar bixe
15:47 Dozger xwest êrişkarê HDP’ê Sutçu were girtin
15:27 Yenîsahneyê bernameya xwe ya meha Rêbendanê aşkera kir
13:06 Li bendê ye ku êrişkarê HDP'ê Sutçu sewqî edliyeyê bê kirin
12:50 Li Colemêrgê 11 herêm hatin qedekirin
12:37 Sakîne Cansiz: Ji bilî azadiyê dostên jinan tune ne
12:15 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar li Stenbolê ye
11:45 Enflasyon ji sedî 21'an derket ji sedî 36'an
11:44 Artêşa tirk Duhok bombebaran kir
11:24 Bersiva Amediyan a ji bo qeyûm: Xwediyê vê derê gel e
11:17 PDK'ê bêyî agahiya hikûmetê deriyê sînor girtî ye
10:44 Parastina "sorkirinê" ya faîlê ku jina êzidî kuştibû derew derket
10:09 Hevala Gulistan Dokû: Winda nebû hat windakirin
09:15 Vaye nava malên 'Bi tîpa Sûr'
09:12 Parêzerê DÎAYDER'ê Epozdemîr: Dozname nîne buxtanname ye
09:11 Jina ku herkesî da ser rêya wê: Pakîze Nayir
09:00 ROJEVA 3'Ê ÇILEYA 2022'YAN
02/01/2022
20:16 Li Mêrdînê mirina biguman a jinekê
19:27 Êrîşa li dijî HDP’ê li Şîrînevlerê hat şermezarkirin
16:34 Dayik Dokû: Gulistan li ku ye?
16:19 Pêşniyara jinan a çareseriyê: Divê deriyên Îmraliyê bên vekirin
15:38 ‘Nobeta Edaletê’ ya li Amedê di roja 48’an de ye
15:34 Meclîsa Dayikên Aştiyê avakirina xwe ragihand
13:30 Bedela nûçeyê: 67 rojnameger bi daxwaza hezar û 334 salan hatin darizandin
13:06 Hevşaredarê Gêlê Akkûl sewqî Lijneya Dîsîplînê hat kirin
12:07 DÎSKÎ’yê bi hefsê gef li welatiyan xwar
11:28 Malbata Şenyaşar: Edaleta ku em lê digerin wê di sala 2022’yan de bê
11:20 Bernameya Meha Çileyê ya Şanoya Bajêr a Amedê diyar bû
10:50 Piştî zaman bi graman dest bi kirîna penîr kirin
10:06 Girtiyên nexweş nayên berdan: Dewlet kuştinê tercîh dike
09:02 Înfaza girtî Hurriyet Dogan hat şewitandin
09:02 'Fatma bi qasî ku karibû barê cîhanê hilgire wêrek bû'
09:00 Şakar: Ger tecrîd bê şikandin dê rejîma tahdeyê bi dawî bibe
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÇILEYA 2022'YAN
01/01/2022
19:30 Malbata Gulîstan Dokûyê li ber Edliyeya Dersimê çalakiya rûniştandinê da destpêkirin
17:01 Li Aydinê mirina biguman a jinekê
16:33 AYM'ê daxwaza berdana girtiyê nexweş red kir
16:12 Malbatên girtiyan bi daxwaza ‘edaletê’ dest bi sala nû kirin
15:22 ÎHD: Bila girtiyê nexweşê giran Korkmaz demildest were berdan
14:46 Xizmen windayan ji bo Komkujiya Dîgorê daxwaza edaletê kirin
14:40 Boltan tevî rapora ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ jî nayê berdan
14:11 Dayikên Şemiyê: Ji bo sûcên li dijî mirovahiyê werin ronî kirin em ê têbikoşin
14:11 Gardiyanan hewl da girtiyekî bifetisînin
13:53 9 penaberên ku Tirkiyeyê wan dabû OSO'yê radestî Îranê hatin kirin
13:23 Malbata Şenyaşar: Sedema zeman bêedaletî ye
13:23 TJA’yê sala nû li gelan û li jinan pîroz kir
12:31 Ji damezrînerê DÎAYDER'ê Înal: Kesê bûxtan li me dike terorîstê herî mezin ê dinyayê ye
11:27 Li Osmaniyeyê 5 Efrînî hatin girtin
11:02 Nexweşxane dibê ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ ATK dibê ‘dikare bimîne’
09:56 Sala nû bi zeman hat: Zemê anîn ser gaza sirûştî û sotemeniyê
09:40 Nikaribûn kenê wê bitepisînin: Ruhê berxwedêr ê Sêvê li her derê Kurdistanê ye
09:20 Ceyranê di navbera ji sedî 52 û 130'yî de zem kirin
09:19 Li Wanê bangawaziya li dijî tecrîdê têkoşîn
09:19 Lêgerîna ji bo edaletê ya malbata Şenyaşarê di roja 300'î de ye
09:14 '2022, dê bi azadiya Ocalan re bibe sala serkeftinê'
09:00 ROJEVA 1'Ê ÇILEYA 2022'YAN
31/12/2021
20:52 Orkestra Ma klîbek nû çêkir
18:30 Bêyî ku li benda testa DNA'yê bimînin 4 cenaze li 'Goristana Bêkesan' hatin veşartin
18:09 Li Wanê Nobeta Edaletê di roja 25’emîn de ye
18:02 Di Nobeta Edaletê de ji bo girtiyan banga berdanê hat kirin
17:11 DÎAYDER: Ne doz e komplo ye
16:54 Rojnamegeran hem beraet kir hem jî ceza li wan birîn
16:34 HDK’ê serdana DÎAY-DER’ê kir
16:12 Platforma Zimanê Kurdî sala nû pîroz kir
16:05 Hevserokên Giştî yên HDP'ê ji bo sala nû peyamek weşand
15:47 Aktîvîst TJA'yê Sumeyye Gok sewqî Qeyseriyê hat kirin