137 roj in cenazeyê zarokên xwe dixwazin: Tu ferqa AKP û PDK'ê tune ye

  • rojane
  • 09:04 13 Çile 2022
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Malbatên ku 101 rojin ji bo cenazeyên zarokên xwe bistînin li ber Deriyê Sînor ê Sêmalka di çalakiyê de ne gotin: "Ji bo me tu ferqa AKP'ê û PDK'ê nîne. Heta 10 salên din jî cenazeyan nedin em ê li vir bin." 

Di kemîna hêzên taybet ên çekdar ên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de, di operasyona derveyî sînorê Tirkiyê ya di navbera 28-29’ê Tebaxê de li herêma Xelîfanê ya Herêma Kurdistana Federal, 5 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dabûn, yek ji wan birîndar bû û 2  endamên HPG’ê jî sax rizgar bûn. Hêzên PDK'ê yên ku cenazeyên endamên HPG'ê desteser kirin, 137 roj in cenazeyan nadin malbatên wan. Di heman demê de Partiya Demokrat a  Kurdistanê (PDK) di 16’ê Kanunê de, ji ber nobeta dayikên aştiyê ya 101 roj in li ber deriyên sînor ên Sêmalka û El Welîd ên di navbera başûr û rojavayê Kurdistanê de girtin û ambargo danî ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Li dijî nedayina cenazeyan bêdengiya PDK'ê jî berdewam dike û heta niha li ser bûyerê bi tu awayî daxuyeniyeke fermî ji raya giştî re parve nekiriye. Çalakiya ku sê demsalin berdewam dike, bi beşdarbûn û piştgiriyeke mezin didome. Malbatên ku bi rojanin radestkirina cenazeyên zarokên xwe daxwaz dikin bertek nîşanî PDK'ê dan û gotin ku heta cenazeyan distînin ew ê çalakiya xwe bidomînin.
 
 
 'CENAZE RADESTÎ TIRKIYEYÊ KIRINE'
 
Endama Komîteya Amadekar a Kon Fatma Husên, anî ziman ku tevî hemû şert û mercên dijwar û giran di berdewamkirina çalakiyên xwe de bi biryar in û wiha axivî: "Îro 101 roj in çalakiya me ya Sêmalka berdewam dike. Piştgirî, serdan û beşdarbûna çalakiyê jî berdewam dikin. Ji herêmên Bakur û Rojhilatê Suriyêyê hemû sazî û dezgeh tên û piştgiriyê didin. Heta ku cenazeyên me radestî me dikin em ê çalakiya xwe bidomînin. Sedema nedayîna cenazeyan a PDK'ê tê wateya ku cenaze radestî Tirkiyeyê kirine. Îxaneta PDK'ê berbiçave. Ji Berîtanê heta komkujiya Xelîfanê xiyaneta PDK'ê didome. Hevalê Tolhildan bangawazî ji wan re kir û got,'Nekevin xeta xiyanetê. Em birayê hevin. Bila şerê birakujiyê çênebe' Lê belê bi şehîd xistina heval Tolhildan bersiv dan. Em ji hêzên navnetewî re bang dikin ku bi PDK'ê re hevdîtinan bikin û cenazeyên me radestî me bikin."
 
'PDK HEVALBENDÊ TIRKIYEYÊ YE'
 
Ji çalakvanan Miha Zoro, bi lêv kir ku PDK bi nedayina cenazeyan daxwaziyên Tirkiyeyê pêk tîne û got: "Ev sed roj in ji bo ku cenazeyên me radestî me bikin em li vir di çalakiyê de ne. Lê mixabin kesek dengê me û daxwazên me guhdar nake. Kesek nabêje ku sedemê çalakiya van çiye. Ji demsala havîn, payîz heta zivistanê em di bin van konan de ne. Lê mixabin herkes bêdenge. Ji bo ku balê bikişînin li ser vê rewşa heyî em her roj kom bi kom tên vê derê. Heta 10 salên din jî cenazeyan nedin em ê li vir bin. Heta dawiyê em ê pey cenazeyên şehîdên xwe bin. Em pey şopa wan in. PDK hevalbendê Tirkiyeyê ye. Rêveberiya Herêma Kurdistanê jî li gorî siyaseta Tirkiyê tevdigere. Ji bo me tu ferqa AKP'ê û PDK'ê nîne."
 
'AKP ÇI DIKE, PDK JÎ WÊ DIKE'
 
Endamê Meclîsa Bajarokê Topis a girêdayî Amûdê Fazil Cuma jî diyar kir ku heta ku cenazeyan nestînin ew ê çalakiya xwe bidomînin û wiha axivî: "Heta ku em çareseriyekî dibînin em ê çalakiya xwe bidomînin. Dayikên şehîdan doza kezeba xwe dikin. AKP çi dike, PDK jî heman tiştî dike. Nedayina cenazeyan plana AKP'ê û PDK'ê ye. Eger PDK ne kurd bûya, nediçû zora me û me şermezar nedikir. Niha kesekî/e biyanî dijminahiya min bike ne pirsgirêk e. Lê gava kurd dijminatiya kurdan bike nayê qebûlkirin. Êdî bes e. Heger ku em ne bibin yek wê ev zilma li me tê kirin dê bidome. Bira birayî dikuje. Ma ev kuştin wê berdewam bike? Ev çend mehin em li virin. Lê ne bersivek didin û ne jî daxuyaniyekî didin, ne dibêjin cenaze li cem me ne û ne jî dibêjin me qetilkirine. Ew ê heta kengî bêdeng bimînin? Girtina sînor jî planeke wan e. Li hêcetan digeriyan ku sînor bigirin. Hêvî dikin ku dawî li van pêkanîn xwe bînin."
 
MA / Zeynep Dûrgût 

Sernavên din

14/01/2022
09:01 Nûnerê HDP’ê: PDK bi kirinên xwe alîkariyê dide AKP’ê
09:01 Jinên êzidî li dijî êrişan rêxistinbûyîna modela xweseriyê xurt dikin
09:00 ROJEVA 14'Ê ÇILEYA 2022'YAN
13/01/2022
21:58 NÇM'ê Sersal pîroz kir
21:20 Li Mêrsîn û Enqereyê Sersal hat pîrozkirin
21:00 Li Efrîn û Serêkaniyê teqîn
20:09 Nûnerên sendîkayan: Berpirsê mirina Enes îqtidar e
19:38 Qetilkirina jinan protesto kirin
18:53 Li Şirnexê mijek zêde çêbû
18:30 Li Silopiyayê mirineke biguman
17:28 Tê gotin ku Nazarbayev miriye!
16:29 Li Amed û Wanê Nobeda Edaletê didome
15:52 Doza protestoya Qetlîama Pirsûsê hat taloqkirin
15:37 Malbata Doku name ji 600 mebûsan re şand: Bila Komîsyona Lêkolînê were avakirin
14:59 Berdevka HDP'ê Gunay: Em bi piştevaniya bi milyonan li Meclîsê ne
14:45 8 fezlekeyên nû şandin Meclîsê
13:32 Polîsan teblîxata ‘qaçax’ bi derî ve daliqand
13:09 Doza rojnamevan Çîçekçî hat taloqkirin
13:04 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:37 Emîne Şenyaşar: Bila Fadilê min berdin
12:25 Li Roboskiyê ciwanekî întîhar kir
11:49 Penaber tevî hewa sar jî kom bi kom sînor derbas dikin
11:14 Girtiyê nexweş li nexweşxaneyê enfeksiyon girtiye
10:55 AKP'ê li Farqînê di mizgeftan de siyaset dike
10:14 Malbata Kazanhan 7 sal in li benda edaletê ye
10:13 Xelkê Amedê: Em destûrê bidin Bahçelî wê sibê Soylu jî daxwaz bike
10:01 Berxwedana êzidiyan encam da: Wê peykerê Zerdeşt Şengalî bê çikandin
09:49 Kekê Kemal Kûrkût: Qisûr kurdbûn e!
09:25 Dayika ku cilên kurê xwe yên şewitî wergirt: Dîsa birîna min vekirin
09:04 Berpirsê çapemeniyê yê QSD'ê: Em dixwazin dagirkeriyê biqedînin, aramiya herêmê zêde bikin
09:04 Ji dêvla kesê tacizî zarokê kir, kesê tacizê asteng kir ket ber lêpirsînê
09:04 Ji Îzmîrê piştgiriya ji bo Nobeda Edaletê: Bila girtî bên berdan
09:04 Endamê BMG'ê Gurz: Armanca me polîtîkayeke navenda wê kuçe û têkoşîn e
09:04 137 roj in cenazeyê zarokên xwe dixwazin: Tu ferqa AKP û PDK'ê tune ye
09:00 ROJEVA 13'Ê ÇILEYA 2022'YAN
12/01/2022
23:07 Amedpsorê şeva piştevaniyê li dar xist
19:53 Li Şirnexê 2 kes hatin girtin
19:46 Li Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê şahiya Serê Salê
19:14 Gergerlîoglû têkildarî kuştina Elnaîf pêşniyazpirsek da ber wezaretê
18:44 Li dijî nijadperestiyê banga ji bo têkoşîna hevpar
17:58 Komîsyona Têkel, dê di 20'ê Çileyê de ji bo Guzelê kom bibe
17:47 Li Wanê lidarxistina çalakiyan heya 15 rojan hat qedexekirin
17:24 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê: Kujerê Enes AKP ye
17:14 Hard dîskê ku delîla herî girîng a cînayeta Elçî bû vala derket
16:59 Li kuçeyên Sûrê ‘Serê Salê’ hat pîrozkirin
16:27 Hevalê Elnaîf: Li ser êrişkarekê kincên polisan hebûn
16:23 Lêgerîna edaletê ya malbata Dokû di roja 12’emîn de ye
16:02 Nobeta Edaletê: Em ê li her derê li ber xwe bidin
15:29 Hiqûqzan: Berpirsiyarê kuştina Dîlara îqtidara siyasî ye
15:22 SES'ê serdana malbata Şenyaşar kir
15:18 HDK’ê kampanya da destpêkirin: Hêza me ya guhertinê heye
15:08 Doznameya çawişê pispor ê faîlê êrişa zayendî temam bû
15:07 ‘Midûr û rayedarên dibistanan li pêşiya bijartina dersa bijarte dibin asteng’
14:31 Dozger ji bo rojnamevan Rûken Demîr ceza xwest
14:02 Enstîtuya François Mitterand xelat da Demîrtaş
13:39 Di doza Elçî de şahid nav da: Dozger Karaca min araste kir
13:11 Li Semsûrê 2 kes hatin binçavkirin
12:50 Malbata Şenyaşar: Em ê serê xwe li ber zilmê netewînin
11:29 Fezlekeya derbarê Semra Guzel de şandin Meclîsê
11:13 Danişîna 4’emîn a cînayeta Tahîr Elçî dest pê kir
11:12 Amedî bi bertek in: Em esl û feslê wî jî qebûl nakin
10:44 Ciwanê ketiye defika tiryakê: Dixwazim jê xelas bibim
10:37 Endama HDP’ê Karaman di qawişa FETO’yiyan de tê ragirtin
10:18 HDK wê forûma ‘Em bajarê xwe diparêzin’ li dar bixin
09:37 Li Wanê mirina biguman a jinekê
09:09 Tirkiye hêzên paramîlîter ji Sûriyê sewqî Başûrê Kurdistanê dike
09:09 Biryara Dadgehê ya ji bo kuştina Kemal Kûrkût: Tu qisûr tune
09:09 ‘Divê şanoya kurdî berbelav bibe'
09:09 Sîxurtî li ciwanên HDP'î ferz kirin
09:09 Parêzerê Zara Mohammedî: Biryara dadgehê ne qanûnî ye
09:09 Eşyayên girtiyan nadin wan
09:09 Piştî girtina 5 kur û hevjîna xwe hat girtin: Rewşa wî giran e
09:00 ROJEVA 12'Ê ÇILEYA 2022'YAN
11/01/2022
22:49 Li Kampa Holê xebatkarê Heyva Sor a Kurd hat qetilkirin
22:41 Malbata girtî Batû bi daxwaza 'mudaxileya lezgîn' serî li Wezareta Dadê da
22:17 Tûrneya Ewropayê ya Şanoya Bajêr hat astengkirin
22:06 #AmedYaMeYe bû TT
21:33 Gardiyanê ku li girtî xist: Te hê xwe nekuştiye?
18:46 Temel: Berxwedana kurdan AKP'ê rûxand
18:22 Li Şirnexê 2 kes hatin girtin
18:13 Girtiyê nexweş Başaran tedawiyê qebûl nekir
17:06 Di Nobeta Edaletê de ji bo girtiyan daxwaza azadiyê hat kirin
16:31 Gardiyanan gef li Hevseroka KCD'ê xwarin
16:18 HDP’ê ji bo kongreyê li kolanê bang kir
15:55 Berteka rexistinên sivîl a dijî 'Daristana Bahçelî': Em qebûl nakin
15:44 ‘Em ê sûcên ku esker û polîs dikin jî bişopînin’
15:23 Hilberînerên titûnê bertek nîşanî guhertina qanûnê dan: Dest nede keda min
14:31 Malbata Doku 11 roj in li pêş edliyeyê ye
14:31 2 zilamên dest avêtin zarokeke 14 salî hatin girtin
14:05 Girtiyan li dijî binpêkirinan deng derxistin!
14:04 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
13:15 Şahidê ku li ser rojnamevanan îfade daye 6 danişînin beşdarî dozê nakin
13:14 Li Şirnexê mirina biguman a zarokekê
13:04 Dozger xwest nivîskar Ekîncî were cezakirin
11:57 Danişîna 4’emîn a Doza Tahîr Elçî sibê tê lidarxistin
11:51 Meclîsa Jinan a HDP'ê: Semra Guzel ne bi tenê ye
11:51 Polisan li Wanê 2 kesan binçav kirin
11:39 Xwendekarê ku li wargeha cemaetê zext didît dawî li jiyana xwe anî
11:27 Fezlekeya Guzel a HDP’yî ji Serokkomariyê re hat şandin
10:29 Li Girtîgeha Jinan a Qeyseriyê binpêkirina ‘lêgerînê’