Malbata Kazanhan 7 sal in li benda edaletê ye

  • rojane
  • 10:14 13 Çile 2022
  • |
img

ŞIRNEX - Dêya Nîhat Kazan ê 12 salî ku li Cizîrê ji hêla polîsan ve hatibû kuştin, got: "Nîhatê min di 3'yê Çileyê de bû 20 salî, lê ew hê jî 12 salî ye. Heya sax bim ez ê doza kurê xwe bidomînim." 

Nîhat Kazanhan ê 12 salî, di 14'ê Çileya 2015'an de li navçeya Cizîr a Şirnexê dema li ber mala xwe dilîst, ji hêla polîsên ve hatibû kuştin. Di ser qetilkirina Kazanhan re 7 sal derbas bûn, lê hê jî doza du polîsên tiliya wan di kuştina wî de heye bi dawî nebûye. 
 
Di doza hatibû kirin de 13 sal û 4 meh ceza li polîsê tevgera taybet Mehmet Nûrbakî Goçmez hatibû birîn û polîs H.V. jî beraet kiribû. Parêzerên malbatê jî biryara beraetê îtiraz kiribûn, lê Dadgeha Bilind îtiraza wan red kiribû. 
 
Dayık Ayşe Kazanhan ku 7 sal in hewiya xwe bi forma dibistanê ya kurê xwe û wêneyên wî tîne, destnîşan kir ku hê jî êşa wê wekî roja ewil e û xwest edalet pêk bê. 
 
'POLÎSÊN ERDOGAN KURÊ MIN QETILKIRIN' 
 
Dayik Ayşe Kazanhan, diyar kir ku kurê wê bi zanebûnî hatiye qetilkirin û bi salane li benda edeletê ne. Kazanhan, destnîşan kir ku pir aşkere ye ku dewletê kurê wê kuştiye û got: "Kurê min hê zarok bû. Tu zirar nedabû tu kesî. Erdogan diçe destê xwe di serê zarokan de dide. Tenê carekê jî negot ev zarok bû, çima hat qetilkirin. Hêvî dikim ku ew êşa ku min dîtî ew jî bibîne. Xwedê ji wan kesên ku bûn sedema mirina kurê min re nehêle. Ji me re dibêje,'Hûn teror in.' Ne em, ew teror e. Em gelekî bi rûmet in û em serê xwe li ber kesî natewînin. Ez bizanibim ku ez ê tenê jî bimînim dîsa jî ez dev ji doza kurê xwe bernadim. Dewletê kurê min qetil kir. Polîsên Erdogan kurê min qetilkirin. Xwedê bela xwe bide wan."
 
'HER ROJ ŞÎN E' 
 
Dayik Kazanhan, bilêv kir ku ew ê tu caran wê roja ku kurê wê hatiye qetilkirin ji bîr neke û axaftina wiha domand: "Ev 7 sal in ez û zarokên xwe têr ranezane. Li me her roj şîn e. Her du çavê min jî kor bûne. Ez baş nabînim. Kurê min çi kiribû? Çek li ser milê kurê min nebû. Bila bibêjin çima kurê min qetilkirin. Neheqî li me kir. Min doza kurê xwe teslîmî xwedê kiriye. Hêvî dikim ku ev ji wan re nemîne. Bi sedan zarokên kurd ji aliyê dewletê ve hatin kuştin. Zarokekê zarokê jê be jî, lê gava kurd be li ber çavê wan terorîst e. Lê zarokên wan ne terorîst in."
 
EZ DEV JI DOZÊ BERNEDIM' 
 
Kazanhan, anî ziman ku heta ku kujerên kurê wê neyên dîtin ewê dev ji tekoşîna xwe ya ji bo edeletê bernede. Dayik Kazanhan got: "Piştî ku kurê min hat qetilkirin bi çend rojan karneya wî hat malê. Her hatina wê rojê ew tê bîra min. Ez ê çawa wê rojê ji bîr bikim. Li her bajarî kurdan dikuje û pişt re jî dibêje teror e. Tu çima li Stenbolê, Enqereyê heman tiştî nakî? Çima her carê zarokên kurdan qetil dikî? Tirkiye hemû bibe yek û bibêje dev ji doza xwe berde, ez ê dev jê bernedim. Min bikujin jî ez ê doza kurê xwe bidomînim. Di 3'yê Çileyê de Nîhatê min ket 20 salîya xwe. Lê ew hê 12 salî ye. Roja dayîkbûna kurê min Beytullah, roja ku Nîhat hat qetilkirin. Lê ji roja ku Nîhatê min hatiye qetilkirin heta niha em rojbûna wî pîroz nakin. Tişta ku me dîtî kesek nebîne."
 
MA / Zeynep Dûrgût

Sernavên din

14/01/2022
09:01 Nûnerê HDP’ê: PDK bi kirinên xwe alîkariyê dide AKP’ê
09:01 Jinên êzidî li dijî êrişan rêxistinbûyîna modela xweseriyê xurt dikin
09:00 ROJEVA 14'Ê ÇILEYA 2022'YAN
13/01/2022
21:58 NÇM'ê Sersal pîroz kir
21:20 Li Mêrsîn û Enqereyê Sersal hat pîrozkirin
21:00 Li Efrîn û Serêkaniyê teqîn
20:09 Nûnerên sendîkayan: Berpirsê mirina Enes îqtidar e
19:38 Qetilkirina jinan protesto kirin
18:53 Li Şirnexê mijek zêde çêbû
18:30 Li Silopiyayê mirineke biguman
17:28 Tê gotin ku Nazarbayev miriye!
16:29 Li Amed û Wanê Nobeda Edaletê didome
15:52 Doza protestoya Qetlîama Pirsûsê hat taloqkirin
15:37 Malbata Doku name ji 600 mebûsan re şand: Bila Komîsyona Lêkolînê were avakirin
14:59 Berdevka HDP'ê Gunay: Em bi piştevaniya bi milyonan li Meclîsê ne
14:45 8 fezlekeyên nû şandin Meclîsê
13:32 Polîsan teblîxata ‘qaçax’ bi derî ve daliqand
13:09 Doza rojnamevan Çîçekçî hat taloqkirin
13:04 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:37 Emîne Şenyaşar: Bila Fadilê min berdin
12:25 Li Roboskiyê ciwanekî întîhar kir
11:49 Penaber tevî hewa sar jî kom bi kom sînor derbas dikin
11:14 Girtiyê nexweş li nexweşxaneyê enfeksiyon girtiye
10:55 AKP'ê li Farqînê di mizgeftan de siyaset dike
10:14 Malbata Kazanhan 7 sal in li benda edaletê ye
10:13 Xelkê Amedê: Em destûrê bidin Bahçelî wê sibê Soylu jî daxwaz bike
10:01 Berxwedana êzidiyan encam da: Wê peykerê Zerdeşt Şengalî bê çikandin
09:49 Kekê Kemal Kûrkût: Qisûr kurdbûn e!
09:25 Dayika ku cilên kurê xwe yên şewitî wergirt: Dîsa birîna min vekirin
09:04 Berpirsê çapemeniyê yê QSD'ê: Em dixwazin dagirkeriyê biqedînin, aramiya herêmê zêde bikin
09:04 Ji dêvla kesê tacizî zarokê kir, kesê tacizê asteng kir ket ber lêpirsînê
09:04 Ji Îzmîrê piştgiriya ji bo Nobeda Edaletê: Bila girtî bên berdan
09:04 Endamê BMG'ê Gurz: Armanca me polîtîkayeke navenda wê kuçe û têkoşîn e
09:04 137 roj in cenazeyê zarokên xwe dixwazin: Tu ferqa AKP û PDK'ê tune ye
09:00 ROJEVA 13'Ê ÇILEYA 2022'YAN
12/01/2022
23:07 Amedpsorê şeva piştevaniyê li dar xist
19:53 Li Şirnexê 2 kes hatin girtin
19:46 Li Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê şahiya Serê Salê
19:14 Gergerlîoglû têkildarî kuştina Elnaîf pêşniyazpirsek da ber wezaretê
18:44 Li dijî nijadperestiyê banga ji bo têkoşîna hevpar
17:58 Komîsyona Têkel, dê di 20'ê Çileyê de ji bo Guzelê kom bibe
17:47 Li Wanê lidarxistina çalakiyan heya 15 rojan hat qedexekirin
17:24 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê: Kujerê Enes AKP ye
17:14 Hard dîskê ku delîla herî girîng a cînayeta Elçî bû vala derket
16:59 Li kuçeyên Sûrê ‘Serê Salê’ hat pîrozkirin
16:27 Hevalê Elnaîf: Li ser êrişkarekê kincên polisan hebûn
16:23 Lêgerîna edaletê ya malbata Dokû di roja 12’emîn de ye
16:02 Nobeta Edaletê: Em ê li her derê li ber xwe bidin
15:29 Hiqûqzan: Berpirsiyarê kuştina Dîlara îqtidara siyasî ye
15:22 SES'ê serdana malbata Şenyaşar kir
15:18 HDK’ê kampanya da destpêkirin: Hêza me ya guhertinê heye
15:08 Doznameya çawişê pispor ê faîlê êrişa zayendî temam bû
15:07 ‘Midûr û rayedarên dibistanan li pêşiya bijartina dersa bijarte dibin asteng’
14:31 Dozger ji bo rojnamevan Rûken Demîr ceza xwest
14:02 Enstîtuya François Mitterand xelat da Demîrtaş
13:39 Di doza Elçî de şahid nav da: Dozger Karaca min araste kir
13:11 Li Semsûrê 2 kes hatin binçavkirin
12:50 Malbata Şenyaşar: Em ê serê xwe li ber zilmê netewînin
11:29 Fezlekeya derbarê Semra Guzel de şandin Meclîsê
11:13 Danişîna 4’emîn a cînayeta Tahîr Elçî dest pê kir
11:12 Amedî bi bertek in: Em esl û feslê wî jî qebûl nakin
10:44 Ciwanê ketiye defika tiryakê: Dixwazim jê xelas bibim
10:37 Endama HDP’ê Karaman di qawişa FETO’yiyan de tê ragirtin
10:18 HDK wê forûma ‘Em bajarê xwe diparêzin’ li dar bixin
09:37 Li Wanê mirina biguman a jinekê
09:09 Tirkiye hêzên paramîlîter ji Sûriyê sewqî Başûrê Kurdistanê dike
09:09 Biryara Dadgehê ya ji bo kuştina Kemal Kûrkût: Tu qisûr tune
09:09 ‘Divê şanoya kurdî berbelav bibe'
09:09 Sîxurtî li ciwanên HDP'î ferz kirin
09:09 Parêzerê Zara Mohammedî: Biryara dadgehê ne qanûnî ye
09:09 Eşyayên girtiyan nadin wan
09:09 Piştî girtina 5 kur û hevjîna xwe hat girtin: Rewşa wî giran e
09:00 ROJEVA 12'Ê ÇILEYA 2022'YAN
11/01/2022
22:49 Li Kampa Holê xebatkarê Heyva Sor a Kurd hat qetilkirin
22:41 Malbata girtî Batû bi daxwaza 'mudaxileya lezgîn' serî li Wezareta Dadê da
22:17 Tûrneya Ewropayê ya Şanoya Bajêr hat astengkirin
22:06 #AmedYaMeYe bû TT
21:33 Gardiyanê ku li girtî xist: Te hê xwe nekuştiye?
18:46 Temel: Berxwedana kurdan AKP'ê rûxand
18:22 Li Şirnexê 2 kes hatin girtin
18:13 Girtiyê nexweş Başaran tedawiyê qebûl nekir
17:06 Di Nobeta Edaletê de ji bo girtiyan daxwaza azadiyê hat kirin
16:31 Gardiyanan gef li Hevseroka KCD'ê xwarin
16:18 HDP’ê ji bo kongreyê li kolanê bang kir
15:55 Berteka rexistinên sivîl a dijî 'Daristana Bahçelî': Em qebûl nakin
15:44 ‘Em ê sûcên ku esker û polîs dikin jî bişopînin’
15:23 Hilberînerên titûnê bertek nîşanî guhertina qanûnê dan: Dest nede keda min
14:31 Malbata Doku 11 roj in li pêş edliyeyê ye
14:31 2 zilamên dest avêtin zarokeke 14 salî hatin girtin
14:05 Girtiyan li dijî binpêkirinan deng derxistin!
14:04 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
13:15 Şahidê ku li ser rojnamevanan îfade daye 6 danişînin beşdarî dozê nakin
13:14 Li Şirnexê mirina biguman a zarokekê
13:04 Dozger xwest nivîskar Ekîncî were cezakirin
11:57 Danişîna 4’emîn a Doza Tahîr Elçî sibê tê lidarxistin
11:51 Meclîsa Jinan a HDP'ê: Semra Guzel ne bi tenê ye
11:51 Polisan li Wanê 2 kesan binçav kirin
11:39 Xwendekarê ku li wargeha cemaetê zext didît dawî li jiyana xwe anî
11:27 Fezlekeya Guzel a HDP’yî ji Serokkomariyê re hat şandin
10:29 Li Girtîgeha Jinan a Qeyseriyê binpêkirina ‘lêgerînê’