* Çetîn Dedeogullari yê 7 ferdên malbata wî hatin qetilkirin diyar kir ku îfadeyên 7 ferdên malbata wî ya “Ji ber em kurd bûn me qetil kirin” ji nedîtî ve hatiye û berevajî gotinên rayedaran îdianame hatiye amadekirin.
* Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ya qeyûm tayinî wê hatiye kirin, li navçeya Artûklûyê dijî qanûnê revîzyonek îmarê amade kir û qadên hêşîn û pîşesaziyê veguherand qada avahiyan û bazirganiyê.
* Rêvebirê ARSÎSA'yê Mûrat Sekmen ku di çarçoveya dersên bijartî de têkildarî bijartina kurdî de axivî, got: "Perwerdehiya bi zimanê zikmakî mafê civakê ye. Lewma wekî dersên bijarte berpêşkirina wê heqaret e."
* Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz, ji bo binçavkirin û girtinên li Şirnexê yên vê dawiyê got: "APK-MHP di bin kirasê hiqûqê de dijminatiyê dikin."
* Li Sûrê avahiyên dîrokî yên tesîclkirî di bin avê de man. Serokê Odeya Mîmaran a Amedê Ferît Kahraman, anî ziman ku ev ava ku ji ber texrîbkirina avahiyan kom bûye dê zirarê bide avahiyên dîrokî.
* Girtîgeha nû ku AKP'ê wekî "îstihdam ji bo Semsûrê" lanse kir, bû cihê bertekan. Serokê ÎHD'a Semsûrê Bulent Çinar, diyar kir ku girtîgeh ji bo bajarekî nabe "îstihdam" û pêdiviya Semsûrê ne bi girtîgehê bi qadên îstihdamê heye.
* Şêniyên Taxa Ben û Senê ku qeyûmê Amedê ji bo wan gotibû "em û wan li hev dikin" gotin: "Bi fiyetê ji bo xaniyên me diyar kirine em nikarina xurekî jî bikirin. Bi tu awayî guh li mexdûriyetê nakin."
* Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar wê di roja 319'emîn de berdewam bike.
* Platforma Jinan a Çîgliyê ya Îzmîrê wê têkildarî doza Denîz Poyraz li avahiya Komeleyên Demokratîk a Elewî ya Şaxa Îzmîrê civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00)
* Şaxa ÎHD'a Enqereyê wê raporek 3 mehan a têkildarî girtîgehên herêma Anatoliya Navîn li avahiya xwe belav bike. (12.00)
* Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan a li Wanê û Amedê wê berdewam bike. (13.00-16.00)
* Platforma Jinan a Îzmîrê wê bi armanca piştevaniyê ji bo siyasetmedara kurda Aysel Tugluk ku li girtîgehê nexweş e dê li PTT'ê kartan bişîne. (15.00)