Tevî delîlan jî ev 7 sal in di girtîgehê de ye

  • rojane
  • 10:34 25 Çile 2022
  • |
img
AMED – Hasan Uyanik yek ji wan kesan e ku di doza kuştina Yasîn Boru û 3 welatiyên din ên di çalakiyên Kobanê de hatibûn kuştin de tê darizandin. Bi delîlan aşkere bû ku di dema kuştina van kesan de Uyanik li wir nebû lê tevî vê yekê jî cezayê muebbetê lê hat birîn. Uyanik ev 7 sal in di girtîgehê de ye. 
 
Çalakiyên Kobanê piştî êrişên DAIŞ’ê yên di 15’ê Îlona 2014’an de dest pê kirin. Bi gotina Serokomarê AKP’î Tayyîp Erdogan ku digot ‘Kobanê vaye ket ha dikeve’ jî ev çalakî mezintir bûn. Di dema van çalakiyan de gelemperî jê HDP’î, bi giştî 54 kes hatin kuştin. Lê tevî vê rastiyê jî, hikûmeta AKP’ê bi rêya darazê hewl da barê berpirsyariya van kuştinan têxe stûyê HDP’ê. Li gorî dewletê, di van çalakiyan de 37 kes hatibûn kuştin û yek ji hinceta vekirina doza ji bo girtina HDP’ê jî ev bûyer tên nîşandan. 
 
Di çalakiyên Amedê de 13 kesan jiyana xwe ji dest dan lê tenê ji bo kuştina Yasîn Boru yê HUDAPAR’î û 3 kesên din doz hate vekirin. Di dozê de 41 bersûc tên darizandin û doz li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê tê dîtin. Heta niha gelek skandal derketin holê. Di pêvajoya darizandinê de aşkere bû ku Ersîn Adiyaman di dema bûyeran de li leşkeriyê bû, Ahmet Arif Yûsûfoglu li girtîgehê û Yildiz Doganay jî li nexweşxaneyê bû. Bersûc, li ser îfadeyên şahidên aşkere û nepen tên darizandin. Her çend ku dadgeha bilind biryara di derheqê 25 bersûcan de xera kiribe jî, ev kes ji nû ve hatin darizandin û cezayên girtîgehê yên cuda lê hatin birîn.
 
Yek ji bersûcên vê dozê jî Mazlum Îçlî bû. Îçlî di dema çalakiyan 14 salî bû û derket holê ku 140 km’an ji cihê bûyerê dûr bû. Lê tevî vê jî ji Îçlî re 124 sal û 8 meh cezayê girtîgehê hat birîn.
 
Di vê dozê de yek ji bersûcên din jî Hasan Uyanik e ku bi cezayê muebbetê tê darizandin. Neheqiya ku Uyanik lê rast hatî ji serpêhatiya Îçlî gelek cudatir nîne. 
 
QEYDÊN HTS’Ê PIŞTRAST KIR
 
Du meh piştî bûyeran Uyanik di 6’ê Çileya 2014’an de li Taxa Kaynartepeyê di encama serdegirtina malê de hat binçavkirin. Di îfadeya xwe de anî ziman ku roja bûyerê saet derdora 14.00’an tevî hevalekî xwe li kafeyeke Hatboyuyê rûniştî ye. Uyanik dibêje ku piştre saet derdora 17.00’an de jî derbasî mal bûye û saet derdora 21.00’an de ji bo kirîna cigareyekî çûye dikanê ku bi qederê 5 deqeyan ji mala wan dûr bû. Lê tevî vê îfadeyê jî hate girtin. Serdozgeriya Komarê ya Amedê derheqê mijarê lêpirsîna xwe bi ‘nepenî’ meşand û piştre jî îdianame amade kir. Ev îdianame di 10’ê Adara 2015’an de pêşkeşî dadgehê hat kirin û doz hat vekirin. Heta vê pêvajoyê jî ji parêzerên bersûcan tu kesî nekarî mudaxilî dosyayê bibe. 
 
Hasan Uyanik bi tewanbariya kuştina 4 kesan tê sûcdarkirin lê belê di qeydên HTS’ê de jî aşkere bû ku di dema bûyerê de 7 km’an ji cihê bûyerê dûr e. Di dîmenên di dosyayê de xuya bû ku Uyanik ne li cihê bûyerê ye. Li gel vê, di Rapora Şaxa Midûriyeta Tesbîtkirina Lêkolînkirina Cihê Bûyerê û Tespîtkirina Nasnameyê de jî aşkere bû ku têkildarî Uyanik de tu şopek nehatiye dîtin. 
 
TEŞHÎSA LI SER WÊNEYAN
 
Di dosyaya sûcdarkirina Uyanik de tekane delîla tê nîşandan, îdiayên şahidên bi navên S.Ç. û M.A. ne. Di demên piştre de M.A. li dadgehê got ku dema li Emniyetê polîsan hinek wêne nîşanî wî dane û pirsa ‘gelo tu van kesan nas dikî yan na’ jê hatiye kirin. A. da zanîn ku polîsan zext lê kiriye û jê re gotiye ‘heke tu teşhîsê bikî dê cezayê te kêmtir bibe.’ Bi domdarî jî A. destnîşan kir ku polîsan gef li wî xwariye û ji ber zexta heyî bi ser hişê xwe ve çû ye. A. di berdewamê de jî wiha got: “Hinek kaxiz bi min dan îmzekirin ku parêzerê min li wir nebû. Ne xwendin û ne jî nivîsandina min heye. Li dozgeriyê jî polîs hebûn lewma jî min xwe rihet hîs nedikir. Di dema pêvajoya girtinê de min ji dadgehê re nivîsand ku di dema binçavkirinê de bi darê zorê îfadeyê min hatiye girtin.” 
 
Yek ji şahidên di dosyayê de cih digire jî S.Ç. ye. Ç. ji bo Mazlum Îçlî û hinek kesên din ên teşhîs kiribûn digot ku di dema bûyeran de li wir bûn. Lê belê piştre derket holê ku ew kesên derheqê wan de ev agahî didan, di dema bûyeran de li cihên cuda bûn. Salek piştre jî şahidên nepen ên bi nasnavên “Kanarya” û “Zumrut” li dosyayê hatin zêdekirin. Her du şahidan jî îdia kirin ku di dema bûyerê de Uyanik li cihê bûyerê dîtine.
 
Tevî gelek delîlên şênber û îfadeyên şahidan ku hevdu nagirin, dadgehê cezayê muebbetê li Uyanik birî û Uyanik ev 7 sal in di girtîgehê de ye. Dayika wî Nazime Uyanik û xwîşka wî Avşîn Uyanik derheqê Uyanik de axivîn. 
 
‘BO XWE LI QURBANAN DIGERIYAN’
 
Avşîn Uyanik got ku wê rojê xelkê bajêr li dijî qirkirina li Kobanê dihat kirin bi awayekî demokratîk derket kolanan û wiha got: “Xelk çiqas aciz be em jî ewqas aciz bûn. Ji ber ku mijara behsa xeberê êrişeke li dijî Kurdan bû. Di vê pêvajoyê de gelek kes li kolanan hatin kuştin. Lê belê tenê kuştina yek ji van kesan nehat teşhîskirin. Tenê hin kesên hatibûn kuştin hebûn û ji bo wan li qurbanan digeriyan. Yek ji wan qurbanan jî birayê min bû.” 
 
TIŞTEK NEGUHERÎ
 
Uyanik da zanîn ku çîroka birayê wê û ya Mazlum Îçlî dişibin hev û wiha pê de çû: “Di qeydên MOBESE’yê de xuya bû ku birayê min li wir nîne. Lê ev qeyd nedan dadgehê. Derket holê ku di dema bûyerê de birayê min li cihekî nêzî malê ye lê ev bû 7 sal ku girtî ye. Wê şevê ji bo cigareyê derketibû û dikan jî nêz bû. Lê cihê bûyerê gelek dûr e û mirov bi wesayîtê jî biçe bi qasî nîv saet dikêşe. Di dema bûyerê de her wiha bi telefonê gel xizmekî me diaxive. Tevî van agahiyan jî tiştek neguherî. Me got ger li dadgeha bilind tiştek dernekeve em ê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bidin. Ji ber ku em ji xwe piştrast bûn. Em pir mafdar in lê dîsa jî tiştek naguhere. Ev yek jî me bêhtir diêşîne.” 
 
Di berdewamê de jî Uyanik bi lêv kir hinek şahidan gotiye ku birayê wê li wir nebû û wiha derbirî: “Lê tevî vê jî nehat berdan. Di van 7 salan de li gelek girtîgeha hat gerandin. Herî dawî jî ji Girtîgeha Bunyan a Qeyseriyê veguhestin Girtîgeha Bi Ewlehiya Bilind a Tîpa H ya Erziromê. Ne tenê pêvajoya darizandinê, her wiha tiştên niha li girtîgehê bi serê birayê min tên jî me gelek diêşînin.” 
 
‘EM ERDÊ JÎ BIKOLIN EDALET JÊ DERNAKEVE’
 
Dayik Uyanik jî têkildarî mijarê wiha dibêje: “Kurê min bêsûc û bêguneh e. Em edaletê dixwazin. Xwedê jî vê zilmê qebûl nake. Kurê min tenê ji ber gotina şahidekî hatiye girtin. Wî kesî piştre îfadeya xwe guherand. Tekane daxwaza me ew e ku deriyên girtîgehan bên vekirin. Weke ku Emîne Şenyaşar dibêje, gelo edalet li ku ye? Em erdê jî bikolin edalet dernakeve.” 
 
MA / Ceylan Şahîn
 

Sernavên din

26/01/2022
09:16 Xelkê Amedê: Divê Kiliçdaroglu bizanibe ev der Kurdistan e
09:00 ROJEVA 26'Ê ÇILEYA 2022'YAN
25/01/2022
20:50 Li sînorê Kobanê kesek hat qetilkirin
20:43 Me dîmenên hundirê Girtîgeha Sînayê ya ku DAIŞ'î hewl dabûn jê birevin girtin
18:46 Li Amedê êrişeke çekdarî: 4 kes birîndar bûn
18:36 Bawer û 11 hevalên xwe bi mewziya ku çêkirin pêşî li ber komkujiyek mezin girtin
17:32 NY’ê bang li dewletan kir: Zarokên li rastî êrişa DAIŞ’ê hatin rizgar bikin
17:29 Di operasyona HSD'ê de 550 DAIŞ'î teslîm bûn
17:19 Li Wanê nobeda malbatên girtiyan berdewam dike
17:02 Jinan bang li desthilatê kir: Em ne ditirsin ne jî bêdeng dimînin
16:35 Hezar û 32 rewşenbîran gazî kir: Aysel Tugluk berdin û dawî li dijhiqûqiyê bînin
16:21 Taniş û Denîz hatin bîranîn: Kujeran derxin holê
16:21 Li Rihayê rê hatin vekirin
16:02 HDP: Di êrişa Hesekê de bi SÎHA’yan alîkarî dan DAIŞ’ê
14:52 Malbata Doku guh nade berf û baranê: Gulistan li ku ye?
14:41 Nobeda Edaletê di roja 71’emîn de ye: Em ê tecrîdê bişikînin
14:16 Girtiyê di greva birçîbûnê de ye: Dibe ku cenazeyê me derkeve
14:06 Îtîraza ji bo dosyeya Gezer hatibû kirin ‘bêyî ku bê lêkolînkirin’ hat redkirin
14:01 Rêveberiya Xweser: Tiliya dewleta Tirk raste rast di êrişê de heye
13:10 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
13:07 HSD’ê 9 dîlgirtiyên li Girtîgeha Sînaayê xelas kirin
12:44 Ferît Şenyaşar: Heta edalet pêk were em ê li vir bin
12:12 Parêzer Ateş: Di destê me de delîl hene ku komkujî birêxistî hatiye kirin
11:30 ‘Lêkirina navê Bahçelî ya li daristanê li dijî Kurdan bêrêzî ye’
10:48 ‘Bi organîzekirî êriş li dijî penaberan pêk tên’
10:34 Tevî delîlan jî ev 7 sal in di girtîgehê de ye
10:07 Li Stenbolê çûnehata wesayîtên taybet hat qedexekirin
10:04 Li Kirikkaleyê cenazeyê jinekê hat dîtin
09:50 Ocalan: Li Kobanê şerê rûmeta sedsala 21’emîn hat kirin
09:12 Rojnamevan Nebî: Ya ku Kobanê rizgar kir felsefeya Ocalan bû
09:10 Serokê KKP'ê Çîftyurek: Êrişên li Hesekê plansaziyeke mezin e
09:10 5 girtî ji ber 'bêewlehiyê' dest bi greva birçîbûnê kirin
09:08 Kurê Ramazan Tûran: Em xwişk û biratiyek wiha naxwazin
09:06 Amed: Şoreşa Rojava bi berxwedana Kobanê bû şoreşeke gerdûnî
09:00 ROJEVA 25'Ê ÇILEYA 2022'YAN
24/01/2022
20:55 Doza Denîz Poyrazê hat taloqkirin
19:05 Dayik Poyraz: Pêşî divê kesên Gencer perwerde kirine bên cezakirin
18:20 Li Êlihê zarokek hat kuştin
18:13 Li Hesekê 300 DAIŞ'î tevî çekên xwe teslîm bûn
17:42 Kujerê Denîz Poyrazê Gencer behsa plana qetlîamê kir
16:53 Derbarê kongreya HDP’a Edenêyê de lêpirsîn hat destpêkirin
16:50 Kujer Gencer li odeya meqamê bûye mêvan
16:49 Nobeda Edaletê ya Wanê di roja 45’an de ye
16:25 Di doza Pinar Gultekîn de rapora ATK’ê: Bi saxî hatiye şewitandin
16:08 Rêxistinên sivîl: Mirina Ramazan Turan bi guman e
15:37 Dozger ji bo Demîrtaş ceza xwest
15:32 Pirtûka li girtîgehê hatiye nivîsandin li nivîskarên wê hat qedexekirin
15:27 Ji Girtîgeha Bakirkoyê name ji bo Nobeda Edaletê hat şandin
14:58 Sancar daxwaza mudaxiliya dozê kir: Em ê heqîqeta madî derxin holê
14:57 Platforma Tenduristiyê ya Amedê plana xwe ya çalakiyan ragihand
14:56 Maşîneya zirxî Dayan 50 metre kaş kiriye û 40 deqe hatiye rawestandin
14:18 Danişîna doza kujerê Denîz Poyraz dereng dest pê kir
14:14 Di lêpirsîna Hurmuz û Şîmonî Dîrîl de rêze skandal
13:55 Li Cizîrê maşîneya zirxî li ciwanekî qelîbî û giran birîndar kir
13:45 Li Siwêregê rêyên 630 gundan hatin girtin: 2 hezar mî li ber mirinê ne
12:56 Ji ber rexneya li Davutoglu kir, salek ceza li Demîrtaş hat birîn
12:45 Malbata Şenyaşar: Serdozger hem çavên xwe hem jî guhên xwe girtî ye
12:31 Dozger xwest malbatên Roboskî werin cezakirin
12:27 Ocalan: Ger ku Hesekê bi dest bixin dê komkujiyê bikin
12:27 Piştevaniya ji bo Sezen Aksû mezintir dibe
11:53 Li Hesekê operasyona li dijî DAIŞ’ê di roja 5’an de ye
11:47 Jinan li pêşiya dadgehê bang kir: Mezinkirina têkoşînê soza me ya bo Denîzê ye
11:03 Sancar: Em li dijî bêedaletiya birêxistinkirî têkoşîna birêxistinkirî mezin dikin
10:54 Kaya: Bi êrişa li dijî DÎAYDER’ê re Kurd tên armanckirin
10:47 Parastina Sebahat Tuncel: Wek ku ceza li min birîne hatiye nîşandan
10:14 Egîtîm Sen: Ferzkirina bijartebûna zimanê zikmakî li dijî mafê mirovan e
10:02 Hunermend naxwazin navê Bahçelî li daristanê were kirin
09:13 Samî Tan: Divê statuya zimanê kurdî hebe
09:01 Li Şakranê leşkeran li girtiyê nexweş da
09:01 Birayê Serdar Taniş: Li vê xakê teslîmiyet tune ye
09:01 Kurkçu: Deriyên Îmraliyê vekin bila Ocalan biaxive
09:00 ROJEVA 24'Ê ÇILEYA 2022'YAN
00:21 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qedexeya derketina derve hat îlankirin
23/01/2022
21:57 20 baroyan bi daxuyaniyeke hevpar daxwaza taloqkirina înfaza Tûglûk kirin
21:46 Serokkomarê Ermenistanê Sarkisyan îstîfa kir
21:35 Namzetê YNK'ê yê Serokkomariya Iraqê Berhem Salih e
20:08 Cotkarê nikaribû deynê xwe bide întihar kir
18:19 Bi hêstiran avê dikişînin
17:33 Komeleya Ekolojiyê: Qeyûm qirkirina ekolojiyê kirine hedef
17:31 Bi hezaran kes di kongreya HDP'ê de hatin gel hev
17:02 Ji Nobeta Edaletê banga yekitiyê
16:41 Mesele ne girtina HDP yê mesele îradeya gele Kurdê
16:12 Dengê xwe bi nameyê ragihandin: Dibe ku girtiyên nexweş bimirin!
15:52 QSD'ê daxuyand ku di 3 rojan de 175 çete hatine kuştin
15:45 Berdevka HDP'ê Gunay tevlî 'Konferansa Diyaloga Kurd-Ereb' bû
15:16 Ji QSD'ê daxuyaniya Hesekê: 13 DAIŞ'î hatin kuştin
13:14 Polisan bi ser şahiyeke muzîkê de girtin û 30 kesî binçav kirin
11:59 Malbata Şenyaşar: Bi qasî kujeran rayedar jî sûcdar in
11:50 Otobûsa rêwiyan qeza kir: 3 kesan jiyana xwe ji dest da
11:49 Zilamê bi navê Kamîl Tûran hevjîna xwe Elîf Tûran kuşt
11:49 Li Îranê jina wênekêş hat kuştin
10:36 Faîlê ku hewl da du jinan bikujer hat girtin
10:06 Ji Baroya Amedê piştgiriya Aksû: Ji azadiya ramanê re rêz bigirin
09:11 ‘Li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan têkoşîneke hevpar divê'
09:10 Berteka ji bo fatûreyan: Bi lepelep zem dibare!
09:08 AYM'ê biryar da ku eskerên amûrsaz Akin kuştin cardin bên darizandina
09:06 Bavê xwe di wêneyan de nas kiriye
09:03 Ronî: Ya dewlet dike xapandin e, divê kurdî bibe zimanê fermî
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÇILEYA 2022'YAN
22/01/2022
20:26 Li Navenda Çandê ya Golgeyê ji bo zarokan çalakiya 'Çîrok Mîrok'