* Siyasetmedarên jin ên HDP’ê, xwestin ku Aysel Tûglûk û girtiyên din ên nexweş bên berdan û wiha got: “Divê ATK dest ji astengkirina azadiya girtiyan berde.”
* Komîsyona Venêrîna Malî ya Şaredariya Artûklû ya AKP’î diyar kir ku ji bo xerckirinên keyfî û nelirê neyên tespîtkirin, xebatên wan tên astengkirin. Şaredar Abdûlkadîr Tûtaşi jî endamên Meclîsa Şaredariyê ku giliya wî li Serokkomar kirin, sûcdar kirin.
* Hevala Aysel Tûglûk a zanîngehê û ya herî dawî di 29’ê Kanûnê de çû serdana wê Refîka Çakillik wiha bang li jinan kir: “Tevkariyeke mezin a Ayselê li têkoşîna jinan çêbû, ji ber vê yekê bêyî cudatiya partî û fikran ji bo Ayselê ji wir derxînin divê herkes destê xwe deyne bin kevir.”
* Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar wê di roja 329'emîn de berdewam bike.
* Danişîna 9'emîn a Doza Kobanê wê li Kampûsa Girtîgeha Sîncana Enqereyê were lidarxistin. Beriya danişînê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar dê li ber girtîgehê daxuyanî bide. (10.00-17.00)
* Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan dê li Amed û Wanê dane destpêkirin, berdewam bike. (13.00-16.00)
* Li Aydin û Îzmîrê dê ji bo Aysel Tugluk û girtiyên nexweş hemû bi daxwaza edaletê daxuyanî were dayîn. (18.00)